SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 914 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 10, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Newroz: Roja nû, hêviya nû, vejîna kevneşopî û yekîtiyê 19.03.2026

Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li Başûrê Australya ku di 21ê Adarê têne lidarxistin, bûyerên civakî yên zindî ne ku muzîk, dîlan û xwarinên kevneşopî tê de hene. Civaka Kurd li Adelaide vê bûyerê bi kombûnan pîroz dike, ku pir caran ji hêla komeleyên civaka herêmî ve têne organîzekirin da ku destpêkên nû, nasnameya çandî û biharê bibîr bînin. Em bi Hesen Korgî ji Komeleya Kurd a Başûrî Austrlya re li...

Agirê zindî mayî: Nowroz civakê li Perthê tîne cem hev 19.03.2026

Pîrozbahiyeke ji bo nûjenkirin û nasnameyê ye. Civaka Kurd li Perth dicive da ku agirê nemir ê Newrozê - kevneşopiyeke ku qet nayê vemirandin - bi bîr bîne. Şeveke ji çand, yekîtî û destpêkên nû li benda we ye. Em derbarê Newroza li Perth bi serokê Komeleya Kurdî ya Rojavayê Australya Kemal Ehmed re diaxafin.

Nuçeyên roja Pêncşemê 19 03 2026 19.03.2026

Di vê bûletene de: Serokwezîr Anthony Albanese ji bo çareserkirina pirsgirêkên dabînkirinê koordînatorekî sotemeniyê yê netewî destnîşan dike... Îran daxwaza valakirina tavilê ya avahiyên petrolê yên li Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî dike... Di werzîshê de Japon, Koreya Başûr têk dibe û ji bo fînala Kûpa Asyayê li dijî Matildas bilîze. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikin 19.03.2026

Li Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin.

Civaka Kurd li Melbourne Newrozê bi beşdariya hunermendeke navdar pîroz dike 18.03.2026

Civaka Kurd li Melbourne amadekariyan dike ku bi du çalakiyên çandî yên Cejna Newrozê rabe. Cejna Newrozê, ku zêdetirî 2,600 sal in tê pîrozkirin, hatina biharê nîşan dide û sembola nûjenbûn, azadî û nasnameya çandî ya gelê Kurd li seranserê cîhanê ye. Pîrozbahiya sereke dê festîvaleke çandî ya tevahiya rojê be ku ji bo civaka berfirehtir a Australî guncaw be. Hunermenda bi navûden Binefiş Cizîrî...

Nûçeyên roja Çarşemê 18/03/2026 18.03.2026

Di vê bûletene de: Îran mirina serokê ewlehiya neteweyî yê bihêz piştrast dike.... Hukûmeta federal ji ber xemên kêmbûna sotemeniyê li Australya kabîneya neteweyî dicive, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Alozî û êriş pîrozbahiyên Newrozê li Herêma Kurdistanê bandor dike 18.03.2026

Ji ber alozî û êrîşên dawî, rêûresmên Newrozê li Herêma Kurdistanê hatine sînordarkirin. Tevî ku amadekariyên berfireh ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatibûn kirin, bi taybetî li bajarê Akrê yê ku wek "Paytexta Newrozê" tê naskirin, îsal rûyê pîrozbahiyan hate guhertin.

Nûçeyên roja Înî 13 03 2026 13.03.2026

Di vê bûletenê de: Wezîra Çavkaniyên Australya diçe Japonê da ku bi hevtayên xwe re li ser dabînkirina sotemeniyê bicive... Serokwezîrê Îsraîlê behsa planên nêzîk ên kuştina Rêberê Bilind ê nû yê Îranê dike... Û di futbolê de, Matildas îşev di çaryekfînala Kûpa Asyayê de bi Koreya Bakur re rû bi rû dibe. Ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Koçkirina Êzîdîyan e berdewam bi piştgirîya kêm ya Hukumeta Îraqê ve girêdayî ye 13.03.2026

Zêdo Baedrî, şêwirmendê Parlemana Kurdistanê ye, di hevpeyvîneke digel nûçegîhanê SBS Kurdî Ehmed Xefûr behsa koçberbûna Êzîdiyan bo derveyî Iraqê dike. Ew herwiha behsa çarenivîsa keç û jinên Êzîdî ye ku ji aliyê çekdarên grûpa Dewleta Îslamî ve hatibûn revandin dike.

Nuçeyên roja Pêncşemê 12 03 2026 12.03.2026

Di vê bûletene de: Tirs li ser kêmbûna sotemeniya cîhanî heye ji ber ku Îran hişyarî dide ku dê nerx ji du qatî zêdetir bibe... Encûmena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku Îran dev ji êrîşa li ser welatên Kendavê berde... Û di werzîşê de, lîstikvana Matildas Clare Hunt dibêje tîm ji ber ti zextê nebixeme. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Diaspora voices urge global support for Kurdish political role - Dengên dîyaspora piştgiriya cîhanî ji bo rola siyasî ya Kurdan dixwazin 11.03.2026

Salah Pourasad, the Australian representative of the Kurdistan Democratic Party of Iran, discusses Australia’s potential support for Kurdish political engagement, concerns about conflict in eastern Kurdistan, and the motivations of Kurdish groups opposing the government of Iran. The discussion also touched on broader geopolitical issues, as well as possible Kurdish political goals such as greater...

Bilindbûna aloziyên herêmî: Tirkiyê hişyariyê dide Îranê 11.03.2026

Şerê Amerika/Îsraîlê li dijî Îranê di roja 12an da ye, ku di çar û dehê mehê de, du mûşekên Îranê li Tirkiyê hatin xistin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da xuyakirin û hişyariyên pêwîst bi zelalî ji Îranê re hatine ragihandin. Erdogan bi telefonê bi Serokomarê Îranê Pezîşkiyan re axivî û got ‘armancgirtina Îranê ya li ser welatên cîran sûdê nade tu kesî.’’ Zêdetir derbarê vê mijarê di rap...

"We support you": Iranian women's football team members take up visa offer amid fears over return - Endamên tîma futbolê ya jinan e Îranê pêşniyara vîzeya mirovî pejirandin 11.03.2026

The Australian government has granted humanitarian visas to six members of the Iranian National women's football team to stay in Australia. Amidst relief from the supporters within the community and fears for the remaining players, critics say the government's proposed visa legislation will leave other visa holders in the region stranded. - Hukumeta Australya vîzeyên mirovî daye şeş endamên tîma n...

Nûçeyên roja Sêşemê 10/03/2026 10.03.2026

Di vê bûletene de: Australya ji bo parastina Emîrtên Erebî li dijî êrîşên Îranê balafirek û mûşekan dişîne... Hat hişyarkirin ku Australîyên li Rojhilata Navîn dijîn, divê tavilê herêmê biterikînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Fate of Australians stranded in Roj camp remains uncertain - Çarenûsa ne diyar a Australiyên ku li kampa Roj asê mane 25.02.2026

Today’s discussion examines the situation of Australian women and children detained in Roj camp in north-eastern Syria. The camp, administered by the Autonomous Administration of north-eastern Syria, houses families of foreign nationals allegedly associated with the Islamic State. Many of the children have lived most — if not all of their lives within the camp’s confines. In this interview, Khalid...

Di du mehan de 58 jin li Turkiyê hatine kuştin 25.02.2026

Di nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye.

Bang ji bo berfirehkirina Navenda Lalişê li cîhanê tê kirin 25.02.2026

Navenda Laliş ji bo xizmetkirina tevahiya civaka Êzidî li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Lewma ji nuha ve daxwaz hatiye kirin ku bêtir giringî bidin Navenda Lalişê û li welatên cîhanê yên ku civaka Êzidî lê dijîn, liqên nû yên Navenda Laliş bên vekirin, da ku bêtir xizmeta civaka Êzidî bikin.

Nûçeyên roja Înî 20 02 2026 20.02.2026

Di bûletena îro de: Andrew Mountbatten-Windsor piştî 12 demjimêran di bin çavdêriya polîsan de hat berdan... Lêgerîna bapîrê 85 salî yê hatî revandin berdewame... Û di werzîşê de, Indra Brown ya ciwan di fînala nîv-lûleya azad de bi ser ket dema ku Australya dixwaze mêdalîyan zêde bike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Li Amedê bernameyên curbicur ji bo Roja Zimanê Dayikê li dardikevin 20.02.2026

Roja 21ê Şibatê, Roja Zimanê Dayikê ye. Li Amedê jibo wê rojê komele û tevgerên zimên bernameyên curbicur amade dikin. Demet Ceylan behsa van bernameyan dike.

Nuçeyên roja Pêncşemê 19 02 2026 19.02.2026

Di vê bûletene de: Opozîsyona Federal dibêje divê pasaport ji jin û zarokên ku bi koma Dewleta Islamî (DAIŞ) ve girêdayî ne nehatibûna dayîn... Adelaide dê ji sala 2027an pê ve mazûvaniya MotoGP bike... Û Mary Flower di tîmê Matildas de ji bo Kûpa Asyayê ya meha bê hat hilbijartin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Ji şefaqê heta rojava: bandora rojiya remezanê li ser kesên nexweşiya kronîk hene 19.02.2026

Di meha Remezanê de, bi mîlyonan Misilman ji şefaq heta rojava her roj ji xwarin û vexwarinê dûr dimînin, hin caran ji bo mehekê di rojên havînê yên dirêj û germ de. Her çende ku rojîgirtin xelatên giyanî yên hene û hin feydeyên tenduristiyê tîne, di heman demê de ew barekî giran li ser laş çêdike — bi taybetî ji bo kesên ku bi nexweşiyên kronîk re dijîn. Ji bo ku vê meha pîroz bi awayekî tenduris...

"Daxwazeke te ya netewî nîne, tu ê kongera netewî bi kê re çê bikî" 18.02.2026

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku her sal reveberên welat, hêz û herêman bi rojeva siyasetên ewlehiyê tîne cem hev, konferansê îsal mazûvaniya şandeyeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir. Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi fermî beşdarî konferansê bûn. Civînek di navbera wezîrê derve yê Sûriyê Esaad al-Şeybanî û şandeya HSDê pêk hat. Em derbarê Konfirensê û civînê bi analîstê siyasetê Dr Ekrem Onen re di...

Government stands firm on not assisting or repatriating IS families in Syria - Hukûmet bi israr li dij vegerandina malbatên Koma Dewlata Îslamî radiweste 18.02.2026

The last remaining Australian women and children with links to the I-S group have been sent back to a Syrian camp after attempting to repatriate themselves home. The group of 34 left al-Roj in the country's northeast overnight - but a communications issue with Damascus forced their return to the camp. - Jin û zarokên Australî ye ku bi Koma Dewleta Islami ve girêdayî li Sûriyê mane, piştî hewldana...

Nûçeyên roja Sêşemê 17/02/2026 17.02.2026

Di vê bûletene de: Raportek nijadperestiya di zanîngehên Australya de eşkere dike... Li Canberra li ser vegerandina Australîyên ji kampeke li Sûriyê nakokî hene... Û di werzîşê de, Soccerooyek ji bo mayîna salê bê lîsk ma. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Nûçeyên roja Înî 13 02 2026 13.02.2026

Di bûletena îro de: Angus Taylor wek serokê nû yê opozîsyonê hat hilbijartin... Donald Trump ji Isaac Herzog dixwaze ku Benjamin Netanyahu efû bike, ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.