SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 1010 Folgen

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Besuch unbedingt die Website des Podcasts und unterstütze die Macher: www.sbs.com.au

Autor

SBS

Kategorie

News

Podcast-Website

www.sbs.com.au

Neueste Folge

30. Okt 2026

Wo hören?

Podcasts in der App Replaio Radio Bald verfügbar

Podcasts kommen bald in die App. Installiere sie jetzt und erlebe als Erster einen ganz neuen Blick auf Podcasts

Bei Google Play herunterladen Kostenlos installieren Android fast 10 Mio. Downloads · Bewertung 4,8 iOS bald

Folgen

Nûçeyên roja Înî 30/10/2026 30.10.2026

Di vê bûletene de: Kujera kivarkan Erin Patterson îtîraza xwe winda kir... Polîs dozên li dijî zilamekî Perth zêde kirin... Spanî rêz dibin da ku xwînê bidin rêwiyên ku di qezaya trênê de birîndar bûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Nuçeyên roja Pêncşemê 29 10 2026 29.10.2026

Di vê bûletene de: Civîneke awarte bi cotkaran re ji bo rizgarkirina peymana bazirganiya azad a Yeketiya Ewropî û Australya... Parlamenterên opozîsyonê piştî weşandina hejmarên enflasyonê yên herî dawî zextê li hukûmetê dikin… Spanya piştî qezaya trênê ya kujer sê roj şîn îlan kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

289 jin hatine kuştin: Li Amedê ji bo dadperweriyê deng tê bilindkirin 28.10.2026

Li Amedê komele û tevgerên jinan li hember kuştin û tundiya li ser jinan dibe, dest bi çalakiya Jin, Dadperwerî û Bîranîn kirin. Çîroka jinên ku hatine kuştin tê xwendin. Ji meha yekê 2026 de li Tirkiye 289 jin hatine kuştin. Li alîkî din rojnamevan jî li hember zext û zora li ser azadiya ragihandinê xwepêşandanek kirin. Li gorî RSFê di rapora azadiya ragihandinê de Tirkye di rêza 163an da ye. Di...

Kolberî: Di navbera debara jiyanê û metirsiya mirinê de 28.10.2026

Rojane bi hezaran kes ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dabara xwe û malbatên xwe, wekî kolber dixebitin. Lê, gelek ji wan bûne qurbaniyên gulebarana rasterast a hêzên ewlehiya Îranê; hin hatine kuştin û hin jî birîndar bûne. Di vê hevpeyvînê de, nûçegîhan Ehmed Xefûr bi Roman Mirakî, rojnamevanekî Kurd û çalakvanê mafên mirovan re, li ser rewşa kolberan, zehmetiyên ku ew rojane rû bi rû dibin...

Nûçeyên roja Çarşemê 28/10/2026 28.10.2026

Di vê bûletene de: Li Îsraîlê, di hilbijartinên neteweyî de jimartina dengan berdewam e... Piştî windakirina hilbijartinên duyemîn ên Brezîlê, Flavio Bolsonaro reviya ye... Parlamenter li ser guhertinên di qanûna erkê lênerîna dîjîtal a hukûmeta federal de nîqaşe dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast

Australia's newest airport in Western Sydney has opened for business - Balafirgeha herî nû ya Australyayê li Rojavayê Sydney vebû 28.10.2026

Australia's first major new airport in more than 50 years has officially opened. The first passenger flight departed Western Sydney International Airport bound for the Gold Coast, marking the start of an era that airport officials say will be a boon for the economy and for travellers. - Yekem balafirgeha nû ya mezin a Australya di nav zêdetirî 50 salî de, bi awayekî fermî vebû. Yekem geşta rêwiyan...

Nûçeyên roja Sêşemê 27/10/2026 27.10.2026

Di vê bûletene de: Hat eşkerekirin ku di çarçoveya peymana AUKUS de, yekem binavokiya nuklêrî dê bişînin Australya... Îsraîl di hilbijartineke dîrokî de, ber bi sindoqên dengdanê ve diçe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 27.10.2026

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 22/10/2026 e rengîn û balkêş bike. Guhdar e hevpeyvîna bi hunermend Serdar Qadir re bike, herweha nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Australya Çawa Kar Dike û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast

Gef, zext û bêdadî: Pirsgirêkên rojnamevanan li Herêma Kurdistanê 22.10.2026

Li Herêma Kurdistanê, binpêkirina mafên rojnamevanan, bêhurmetî û gef li dijî wan hîn jî berdewam in. Tevî bangên berdewam ên navneteweyî ji bo parastina azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan, pirsgirêk hîn jî cihê xwe diparêze. Hozan Qadir serokê Rêxistina Peyamnêran li Herêma Kurdistanê ye. Ehmed Xefûr li Hewlêrê ev hevpyevîna derbarê binpêkirin, sûkatî û gefên li rojnamevanan tên kirin bi...

Nuçeyên roja Pêncşemê 22 10 2026 22.10.2026

Di vê bûletene de: Parleman, piştî êrîşa li dijî Helen Haines, bi pirsgirêka gefên li ser parlementeran re mijûl dibe... Aborînas balê dikişînin ser bilindbûneke din a rêjeyên faîzê di meha Mijdarê de... Serokê DYA parastina banga xwe kir ku cezayên li ser Rûsyayê bo kurte demekê bên rawestandin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Peymana Mekkeyê û kêmbûna beşdaran li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê 22.10.2026

Pêşnûmaqanûna derbarê Peymana Mekkeyê ku Tirkiye xwe li hember êrîşên Hûsîyan amade dike, ji bo piştgirya Erebîstana Siûdî leşkeran bişîne wî welatî. Herweha di raporta ji Amedê behs li ser beşdarîya Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê ku îsal li gorî salên par kêmtir bû. Weşanger û nivîskar li ser egerên vê rewşê hizrên xwe parvedikin. #sbsaudiopodcast

Muzîka klasîk a Kurdî ji nû ve zindî dibe: Têkelya klasîk û nûjeniyê 21.10.2026

Serdar Qadir, stranbêj û hunermendekî Kurd li Australya dijî, li ser rêwîtiya xwe ya muzîkê, faktorên ku bandor li ser rêya wî ya hunerî kirine, û îlhama li pişt strana xwe ya nû, "Dewanam Dewanam", diaxive. Di vê hevpeyvîna bi SBS Kurdî re, Serdar behsa hewesa xwe ya destpêkê ya ji bo muzîkê dike û vedibêje ka wî çawa straneke gelêrî ya klasîk a Kurdî vejandiye, ruhê wê yê resen parastiye û di he...

Nûçeyên roja Çarşemê 21/10/2026 21.10.2026

Di vê bûletene de:Êrîşkarê îdiakirî yê Helen Haines dê di girtîgehê de bimîne ... Li gorî cîgirê serokê ASIO, îhtîmala bûyerên tundiya siyasî zêdetir dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast

Nûçeyên roja Sêşemê 20/10/2026 20.10.2026

Di vê bûletene de: Nasnameya wî zilamî hat piştrastkirin ku tê îdiakirin êrîşî parlamenter Helen Haines kiriye... Banka Netewî ya Australya (National Australia Bank) dê 2.500 karan ji holê rake, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 20.10.2026

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 15/10/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn bi şêwirmendê derûniyê Hesen Salih re heye, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Australya Çawa Kar Dike û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast

Alîkarî bixwaze: Bêdengiya li ser tenduristiya derûnî bişkîne 15.10.2026

Meha Cotmehê Meha Hişyariya Tenduristiya Derûnî ye. Di vê çarçoveyê de, SBS Kurdî bi şêwirmendê derûnî Hesen Salih re li ser girîngiya tenduristiya derûnî, pirsgirêkên derûnî yên herî gelemper, rêyên birêvebirina stres û xemê, û awayên piştgirîkirina kesên ku bi dijwariyên hestyarî re rû bi rû dimînin, diaxive. Di vê hevpeyvînê de, em ê herwiha li ser stîgmaya li dora tenduristiya derûnî û girîngi...

Nuçeyên roja Pêncşemê 25 10 2026 15.10.2026

Di vê bûletene de: Di meha Îlonê de 39,000 kar hatin windakirin û rêjeya bêkariyê gihîşt ji sedî 4.7... Wezîra Ragihandinê pêşnûmeqanûnek derbarê erka lênerîna dîjîtal de pêşkêşî parlamenê dike... Û di warê werzişê de, Tîmê "Kangaroos" çavên xwe berdane serkeftineke din a Kûpa Cîhanê. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Nûçeyên roja Sêşemê 13/10/2026 13.10.2026

Di vê bûletene de: Tê payîn ku hukumeta federal mûçeya zêdetirî 460,000 karmendên di warê lênerînê de were zêdekirin... Endazyarekî Australî piştî zêdetirî çar salan ya girtîmayîna li Iraqê, dengê xwe bilind dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Australia's changing languages shape new SBS review - Zimanên ku li Australya diguherin, nirxandineke nû li SBS çêdikin 13.10.2026

Many bilingual and migrant families have their own personal connection and memories of listening to SBS's language programs on the radio. - Gelek malbatên duzimanî û koçber xwediyê têkiliyên xwe yên taybet û bîranînên guhdarîkirina bernameyên zimanî yên Radyoya SBSin. #sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 29.09.2026

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi oparêzerê koçberiyê Hîwa Zendî derbarê guhertinên nû di qanûnên koçberiyê de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast

Guhertinên nû di qanûnên kuçberiya Australya de 25.09.2026

Wezîrê Koçberî û Hemwelatiya Australya di qanûnên koçberiyê de komek guhertinên nû anîye meriyetê. Parêzerê koçberiyê Hîwa Zendî di vê hevpeyvînê de derbarê bandora van guhertinan li ser xwendekarên navneteweyî, vîzeyên demkî û kesên ku bi guherandina vîzeyan hewl didin li Australya bimînin, agahiyan dide. #sbsaudiopodcast

Daxwaza edaletê ji bo kuştina Musa Enter û serkeftina Amedsporê 25.09.2026

Rewşenbîrê Kurd Musa Enter, 34 salan berê li Amedê li taxa Seyrantepe, di temenê 78 salî de bi destê hêzên tarî hate kuştin. Doza wî demeke dirêje hatiye girtin. Kujer nehatin eşkerekirin. Di bîranîna wî de kurê wî û şagirdên Musa Enter doza edaletê daxwaz kirin. Amedspor li sehaya xwe tîmê navdar yê Tirkan Beşîktaşê 3-2 têk bir. Ev serkeftin Amedsporê kir e yekemîn di rêza serkeftina tîman de. Bi...

Nuçeyên roja Pêncşemê 24 09 2026 24.09.2026

Di vê bûletene de: OpenAI piştî binpêkirina Medicare ji aliyê ajanekî AI ve, fermana nirxandinê dide... Xi Jinping ji bo hevdîtinên bi Donald Trump re gihîşt Washingtonê... Socceroos amadekariyan dikin ku sibê Înê li Queensland li dijî Brezîlyê bilîzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Nêzîkî 70 kes li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê jehrî dibin 23.09.2026

Li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê, nêzîkî 70 kes jehr dibin. Li gorî agahiyan, duner kebaba ku li ser erebeyekê hatibû firotin û bi awayekî neyasayî û bê destûr ew xwarina hatîye firotin. Kesên ku jehrî bûne, tûşî zikçûn û vereşiyê bûne. #sbsaudiopodcast

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 22.09.2026

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 17/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvînên bi Salah Pûresed, Rûnak Rad û Jîno Kardo re derbarê çaremîn bîranîna Jîna Emînî di Parlemana Federal ya Australye de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast

Höre den Podcast SBS Kurdish - SBS Kurdî in Replaio

Radio und Podcasts in einer App - kostenlos und ohne Anmeldung. Installiere sie noch heute und verpasse den Start nicht

Bei Google Play herunterladen

Replaio ist kein Herausgeber von Podcasts; die Namen der Sendungen, Cover und Audioinhalte gehören ihren Autoren und werden über öffentliche RSS-Feeds verbreitet