SBS

Raportên Peyamnêran

News KU ↓ 76 Folgen

Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.

Autor

SBS

Kategorie

News

Podcast-Website

www.sbs.com.au

Neueste Folge

9. Jul 2026

Wo hören?

Podcasts in der App Replaio Radio Bald verfügbar

Podcasts kommen bald in die App. Installiere sie jetzt und erlebe als Erster einen ganz neuen Blick auf Podcasts

Bei Google Play herunterladen Kostenlos installieren Android 5 Mio.+ Downloads · Bewertung 4,8 iOS bald

Folgen

Nakokî li ser xwedîtiya gundan li Parêzgeha Duhokê berdewam e 09.07.2026

Demek e ku beşek ji krîstiyanên qezayên Akrê, Amêdî û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê, nerazîbûna xwe li ser xwedîtiya hejmareke ji gund û zeviyan nîşan didin. Ew di wê baweriyê de ne ku ev gund û zevî di bingehî de yên wan in û divê ji wan re werin vegerandin. Dr Elî Teter, Parêzgarê Duhokê ragihand: 'Em parêzerên mafên hemû pêkhateyan in û em nahêlin xedr li hîç kesî were kirin. D...

Siberoja ewlehî û hevkariya navneteweyî li kombûna NATOyê tê nîqaşkirin 08.07.2026

Raporta Hatice Kamer ji Amedê li ser Kombûna Bilind a NATOyê ye ku di 7 û 8ê vê mehê de li Enqerê cî digire, û li wir serok û nûnerên welatên endam li ser mijarên girîng yên ewlehî, parastin û siberoja hevkariyên navneteweyî nîqaş kirin. Herwiha di raportê de behs li ser Konfirensa Zimanê Kurdî dibe ku hefta borî li Amedê hate lidarxistin. Di konfirensê de akademîsyon, nivîskar û çalakvanên zimanê...

Bi dehan berpirsên Iraqî di doza gendeliyê de hatin girtin 02.07.2026

Bi dehan berpirs, parlementer û karbidestên bilind ên Îraqê bi biryara Serokwezîr Eli al-Zaidî ji ber gendelî û stendina mal û milkên dewletê hatin girtin. Herweha di raportê de behsa bizavên nebûna Herêma Kurdistanê, ji ber nelihevkirina aliyên siyasî, jî tê kirin.

Bi hezaran kes li Amed û Stenbolê ji bo "Mîtîngên Azadiyê" kom bûn 01.07.2026

Berî çend rojan DEM Partî bi navê 'Mîtînga Azadîyê' xwepêşandaneke cemawerî li darxist. Çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd û azadîya rêberê PKK peyamên sereke bûn. Ji aliyekî din ve partiyên Kurdistanî li Wanê kom bûn û nerazîbûna xwe ji siyaseta dewleta Tirkîyê, û ji sîyaseta entegrasyona demokratîk diyar kirin.

Civîna NATO li Tirkiyê nêzîk dibe: Operasyonên berfereh çê dibin 26.06.2026

Di 7-8ê meha Tîrmehê de Kombûna Bilind a NATO ê li Tirkiyê bê lidarxistin. Berî civînê jî, rêxistin û partiyên çep operasyonên berfireh yên dij tên kirin. Li Enqerê û Stembolê 233 kes hatin desteserkirin. Li alîkî din duyemîn romana Kurdî ya nivîskar û serokê PENa Navnetewî Burhan Sonmez ji aliyê Weşanxaneya Avesta ve hate weşandin. Navê romanê “Neynika Sor” e. Zêdetir di raporta Hatice Kamer ji A...

Lêkolîn li ser îdiaya destdirêjiyeke li zanîngeha Silêmanî tê kirin 24.06.2026

Ji ber belavbûna çend tomaran dengî ku tê de îdîaya destdirêjiya li ser xwendekarên keç ên Zanîngeha Silêmaniyê li dijî mamosteyekî kolêja ayînî tê kirin, komîsyoneke lêkolînê hatiye damezrandin. Li aliyekî din nakokiyên di navber Partî û Yekîtiyê de ji bo avakirina kabîneya dehem ya parlemana Herêma Kurdistanê berdewamin. Zêdetir di hevpeyvîna bi peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Serokwezîr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Tom Barrack civiyan 18.06.2026

Serokwezîr Mesrûr Barzani spasiya Tom Barrack Nûnerê Taybet yê DYA bo hevkarîya Amerîka û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê kir. Herdu alî li ser girîngiya ji nû ve aktîvkirina Parlamena Kurdistanê, avakirina kabîneya nû ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem bidawîanîna rewşa siyasî li hev kirin. Her weha raport behsa parastina maf û pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistan...

"Australya dizanibû ku parastina tîmê Tirkiyê gelekî lawaz e” 17.06.2026

Kûpa Cîhanê ya futbolê ya FIFA’yê di 11’ê Hezîranê de dest pê kir. Tirkiyê jî bi tîma xwe yê neteweyî beşdarî tornemêntê bû. Maça yekem a Tirkiyê li dijî tîmê Australya hate lîstin. Her çiqas e ku Tirkiyê ji xwe pir bawer bû, di dawiyê de têk çû.

Çalakvanekî Kurd li Tirkiyê dîsa hat girtin û bû armanca dozgeran 12.06.2026

Çalakvanê Kurd Ferîd Azad, dîsa hate desteserkirin. Azad, berdevkê Tevgera Vejînê ye, ew hem leşkerîya Tirkiyê hem jî zimanê Tirkî red dike û doza xwe ya ji bo mafê Kurd û Kurdistanê bi çalakiyên pasîf bi rêya medya civakî belav dike. Hevjîna wî Evîn Azad, behsa rewşa hevjînê xwe dike û vedibêje ka çima Ferîd Azad gelek caran dibe armanca dozgeran û di mafê wî de doz vedibin.

Pêşveçûnên Tirkîyê li Amêdiyê: Tirs ji wêrankirina jîngehê û nearamiyê heye 11.06.2026

Pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li sînorê qezaya Amêdîyê berdewamin. Hemwlatîyên deverê hişyarîyê didin ku ev rewş heybeta serbazî ya nîştîmanî ya Îraqê lawaz dike û daxwazê dikin ku di bin sîbera gihîştinên aştîyê de, artêşa Tirkîyê û hêzên PKK ji navçeyên sivîl dûr bikevin da ku aramî vegere. Herweha, artêşa Tirkîyê proseya berfireh a talankirina jîngehê bi birîna daran berdewam dike, ev yeka jî kares...

Ferhenga Rastnivîsîna Kurdî Kurmancî piştî 8 salan hate derxistin 05.06.2026

Weqfa Mezopotamya “Ferhenga Rastnivîsînê” ya taybet ji bo Kurdiya Kurmancî çap kiriye. Ev xebata ku cara yekem bi vî awayî li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, ji bo standardkirina zimanê Kurdî gaveke girîng û dîrokî tê nirxandin. Koordînatorê Weqfê, Mîkaîl Bulbul, got taybetmendiya vê ferhengê hem di xebata kolektîf û hem jî di berfirehiya naveroka wê de ye. Wî diyar kir ku Celadet Bedirxan be...

Hukûmeta Îraqê dest bi komkirina çekên ne qanûnî kiriye 04.06.2026

Piştî salên dirêj yên hebûna çekên derveyî qanûnê ku di nakokiyên navxweyî de hatine bikaranîn û bûne sedema kuştin, birîndarkirin, revandin û windakirina gelek welatiyên bêguneh, niha pêvajoyeke cidî ji bo radestkirina çekan bo dewletê dest pê kiriye. Ji alîyekî din ve, hejmareke ji siyasetmedar û kesayetên Êzîdî yadestnameyeke fermî şandine hukûmeta Îraqê û daxwaz kirine ku navên gund û bajarokê...

Serokê opozîsyonê yê ji kar dûrxistî li Îzmîrê xwepêşandan lidar xist 29.05.2026

Operasyona polîsan a li baregeha CHP li Enqerê û derxistina serokê ji kar dûrxistî Özgür Özel, berteka tund a siyasî çêkir. DEM Partî roja Duşemê ev operasyon “şermeke ji bo demokrasiyê” bi nav kir û biryara dadgehê ya ku hefteya borî serokatiya CHP ji kar dûr xist rexne kir. Peyamnêra SBS Kurdî, Hatice Kamer, ji Amedê zêdetir agahdarî dide.

Neh pêşmerge di êrîşa Îranê de birîndar bûn 27.05.2026

Komara Îslamî ya Îranê bi 2 dironan û moşekekê baregeha Çemşar a Spaya Millî ya Kurdistanê, ku dikeve bakur rojavayê Hewlêrê û nêzîkî kampa Dareşekranê, kir armanc. Di encamê de 9 pêşmerge birîndar bûn ku rewşa 4an ji wan giran e û ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyê. Zêdetir di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Bi hezaran kes li Amedê ji hukumetê yasayên aştiyê xwestin 22.05.2026

Foruma Aşitiyê hefteya buhurî li Amedê pêk hate. Ahmet Turk yek ji mêvanên komxebatê bû. Wî hizir û nêrînên xwe li ser rewşa aşitiyê anî ziman. Herweha di dawiya hefteyê de jî DEM Partî li Amedê bi navê 'Jibo aşitiyê gavek' xwepeşandanek lidarxist. Bi hezaran kes ji hukumetê xwestin ku ji bo aşitiyê yasayan derxe. Parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan li ser rewşa siyasî ji bo gohdarên SBS Kurdî nîrx...

Îbrahîm Xelîl li ber guhertina stratejîk: Tirkiyê rêya Sûriyê vedike 20.05.2026

Di pêşkeftineke nû d, yekemîn karwana barhilgirên bazirganî yên Tirkiyê ji Sûriyê gihîştin nav axa Iraqê. Ev gav tenê guhertinekê di xetên veguhestinê de nake, belku destpêka qonaxeke nû ya stratîjîke ku rasterast gefê li serdestiya dergehê navdewletî yê "Îbrahîm Xelîl" û pêgeha Herêma Kurdistanê dike, ku ji bo gelek salan wek tenê dergehê serekî yê bazirganiya di navbera Tirkiyê û Iraqê de dihate...

15ê Gulanê: Daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî û parastina nasnameyê dibe 15.05.2026

Roja 15ê Gulanê wek “Roja Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Li Amed ji bo vê rojê hefteyek çalakî, konser û bernameyên çandî têne lidarxistin da ku girîngiya zimanê Kurdî were nîşandan. Gotina “Statuya Kurdî tê xwestin” ku tê vê wateyê ku xelk dixwaze zimanê Kurdî di asta fermî de were naskirin û li xwendegeh, sazî û di jiyana fermî de were bikaranîn. Nûçêgîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re behsa vê r...

Êzîdî di hukûmeta nû ya Iraqê de nûneratiyeke dadperwer dixwazin 14.05.2026

Hejmara Êzidiyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê nêzikî 550 hezar kese. Ew ji hukûmeta Iraqê ya nû daxwaz dikin ku Wezareta Koçberî û Awareyan bidin wan û fişareke tund dikin ku ev wezaret ji bo Êzidiyan be. Li Alîyekî din, binpêkirinên li dijî xwezaya Herêma Kurdistanê gelekî zêde bûne û jîngeha Kurdistanê bi qirêjiyeke mezin re rû bi rû maye. Ev binpêkirin, ku birrîna daristanan û rijandina bermayê...

Amedspor bi serkeftina Super Lîg bû sembola neteweyî 08.05.2026

Tîmê futbola Amedê, Amedspor çû Super lîga Tirkîye. Ev serkeftin di nav Kurdan de kêfxweşiyeke mezin çêkir. Ev tîm êdî weke sembola Kurdan e, yek ji wan tîman e ku ji du milyonî zêdetir alîgirên xwe yên fermî hene. Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Sertokê MHPê Devlet Bahçelî jî serkeftina Amedspor pîroz kirin. Hêjayî gotinê ye ku Devlet Bahçelî sê salan berê di gotibû "Ji bo me cîhek bi nav...

Alîkariya leşkerî ya Amerîka ji bo Kurdan dibe sedema aloziyên siyasî li Herêma Kurdistanê 08.05.2026

Daxuyanîyeke nû ya Donald Trump, serokê Amerîka, derbarê dayîna çek û alîkarîya leşkerî bb Kurdan re, pêleke berfireh a bertek û nîqaşan di navenda siyasî û medyayî ya Herêma Kurdistanê de çêkiriye. Ev yek bûye sedema derketina cureyeke ji hevrikîya medyayî di navbera alîgir û kadroyên PDK û YNK ku her aliyek yê din bi birina çekan tohmetbar dike.

Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî bi 22 lîstikan destpê kir 30.04.2026

Yanzdemîn Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî di 22ê Nîsanê de destpêkir ku heta 2ê Gulanê bi bernameyên rengin û dewlemend dê bidome. Ji 19 welatan 22 lîstik dê werin pêşkêşkirin. Berfîn Zenderlîoglu û Merîwan Helepçeyî derbarê festîvalê de diaxivin. Doktor Sabir Ebdulahîzad, jibo gohdarên SBS Kurdî li ser têgeh û ferhenga Yasaya Kurdî zanyarîyan dide.

Li rojavayê Mûsilê goreke komî ya Êzîdîyane nû dîtine 29.04.2026

Rêxistineke mafên mirovan li Şingalê eşkere kir ku, 561 bermayên qurbaniyên Şingalê li pizîşkiya dadî ya Bexdayê mane û nasnameyên wan nehatine eşkerekirin. Heta niha 857 berma ji nava gorên komî hatine derxistin.

Trajîdiya Xezalê - Pêşmergeya li ber deriyê nexweşxaneyê can da 23.04.2026

Xezal pêşmergeyek gênc bû, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê ew li Herêma Kurdistanê bi firokên bê firokvan birîndar kir. Ew ji ber birînên giran hate veguhestin bo bajarê Silêmaniyê. Lê nexweşxaneyê Xezal Mewlan wernegirt. Piştre, ew hat veguhestin bo nexweşxaneyeke din, lê li wir ji ber birîna dijwar jiyana xwe ji dest da. Dermannekirina wê di nexweşxaneyê de gelek hereş e û rexne çê kir. Çima nex...

Doza Gulîstanê fireh dibe: Kurê walî û bavê wî jî di nav tawanbaran de 22.04.2026

Lêpirsîna li ser wundakirina keça Kurd Gulîstan Doku hefteyek e didome. Kurê walîyê berê yê Dersîmê (Tuncelî) Mustafa Tuncel Sonel bi kuştina Gulîstanê tê tawanbarkirin û hate girtin. Bavê wî yê walî jî ji tarîkirina delîlan, bikaranîna erka dewletê tê tawanbarkirin. Walî Sonel, sê rojan berê li bajarê Elezîzê, bi nasnameyyeke sexte hate girtin. Lêpirsîna wî li bajarê Erzîromê destpêkir û roja Sêş...

Tirkiyê–Îsraîl: Têkiliyên dîplomatîk bi sedema şerê Xezeyê têk diçin 16.04.2026

Aloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi giranî ji ber piştgiriya xurt a Tirkiyê ji bo Filistînê û dijberiya li hember çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê, ku piştî 7ê Cotmeha 2023an bi tundî zêde bûn. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi tundî rexne li Îsraîlê girt, ku ev yek bû sedema têkçûna têkiliyên dîplomatîk û Tirkiyê Îsraîlê bi sûcên şer tawanbar dkie. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên...

Höre den Podcast Raportên Peyamnêran in Replaio

Radio und Podcasts in einer App - kostenlos und ohne Anmeldung. Installiere sie noch heute und verpasse den Start nicht

Bei Google Play herunterladen

Replaio ist kein Herausgeber von Podcasts; die Namen der Sendungen, Cover und Audioinhalte gehören ihren Autoren und werden über öffentliche RSS-Feeds verbreitet