fr

SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

N'hésitez pas à visiter le site du podcast et à soutenir son créateur : www.sbs.com.au

Auteur

SBS

Catégorie

News

Site du podcast

www.sbs.com.au

Dernier épisode

12 nov. 2026

Où écouter ?

Les podcasts dans l'appli Replaio Radio Bientôt disponible

Les podcasts arrivent très bientôt dans l'appli. Installe-la dès maintenant et découvre en avant-première une toute nouvelle façon de vivre les podcasts

Télécharger sur Google Play Installe-la gratuitement Android près de 10 M de téléchargements · note de 4,7+ iOS bientôt

Épisodes

Nuçeyên roja Pêncşemê 12 11 2026 12.11.2026

Di vê bûletene de: Serokwezîr Anthony Albanese ji ber ku di lûtkeya avhewayê de behsa sotemeniyên fosîl nekir, rastî rexneyên tund hat... Piştî ku li bakurê Sydney parçeyek ji laşê mirovekî hat dîtin, polîsan lêpirsîn da destpêkirin... Û di lîstika rugbyê de, stêrkên tîmê "Jillaroos" ji bo fînala Kûpa Cîhanê ya roja Yekşemê ya li dijî New Zealand amade ne. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de...

"Pençeşêra pişikan: Kujera bêdeng ku pir caran pir dereng tê naskirin" 11.11.2026

Li Australya, tê payîn ku îsal zêdetirî 15,122 kes bi kansêra pişikê werin teşxîskirin, ango rojane nêzîkî 41 kes. Ji ber ku hema hema %85ê bûyeran di qonaxeke dereng de têne teşxîskirin, kansêra pişikê yek ji mezintirîn pirsgirêkên kansêrê yên welêt dimîne. Lê, pêşketinên di tespîtkirina zû de hêviyê didin ji bo baştirkirina encaman. Ev hevpeyvîna bi Dr Salah Amedi re rola Bernameya Neteweyî ya T...

Guhertineke mezin di polên Australî de: Pirtûk tên vekirin û ekran tên girtin 11.11.2026

Xwendegehên Australî vedigerin ser esasên fêrbûnê; hukûmet gavan diavêjin da ku dema li ber ekranan di polan de derbas dibe kêm bikin û têkiliya xwendekaran a bi teknolojiyê re kêm bikin. Ev guhertin di awayê perwerdekirina zarokan de guherîneke mezin nîşan didin, ku ev yek di demekê de pêk tê ku derbarê bandora ekranan a li ser fêrbûnê de nîgeranî zêde dibin. #sbsaudiopodcast

Nûçeyên roja Sêşemê 10/11/2026 10.11.2026

Di vê bûletene de: Parlamenterên Partiya Kar piştgirîya Xeznedar dikin, tevî raporên li ser agahdarkirinên li dijî wî... Komên parêzvaniyê daxwaza pêşnûmeqanûna Erka Lênihêrîna Dîjîtal dikin da ku zirarên komên li ser internêtê nas bikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 10.11.2026

Guhdarî tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 05/11/2026 bikin û bi naverokeke dewlemend, rengîn û balkêş re beşdar bibin. Di vê bernameyê de hevpeyvîna bi nivîskar û helbestvanê Kurd-Cihû Ebas Boskan re heye, nûçe, raporên ji Hewlêr, Amedê, û gelek mijarên din ên balkêş cih digirin. #sbsaudiopodcast

Nûçeyên roja Înî 06/11/2026 06.11.2026

Di vê bûletene de: Wezîr dicivin da ku li ser armancên "Girtina Valahiyê" gotûbêj bikin... Hukûmeta federal piştgiriya xwe ji bo xizmetguzariyên tenduristiya derûnî ya civaka Cihû dirêj dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Nuçeyên roja Pêncşemê 05 11 2026 05.11.2026

Di vê bûletene de: David Jones dikeve bin rêveberiya îflasê, ku bi hezaran kar di xetereyê de ne... Ciwanek li Herêma Bakur bi tohmetên têkildarî terorê re rûbirû dibe... Û di werzîşê de, tenîsvanê Australî Rinky Hijikata, Novak Djokovic di Paris Masters de têk dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

“As a Kurd, I strongly support the right of peoples to self-determination” - “Wek Kurdekî, ez bi tundî piştgirîya mafê çarenivîsa gelan dikim” 05.11.2026

Israel’s October 2026 election has exposed deep divisions within Israeli society, with no clear parliamentary majority emerging. Amid regional tensions involving Iran, Lebanon and Syria, the results raise questions about Israel’s political future and prospects for peace in the Middle East. In this discussion, Melbourne-based Kurdish-Jewish writer and poet Ab Boskany explores the election outcome,...

Nûçeyên roja Çarşemê 04/11/2026 04.11.2026

Di vê bûletene de: Hilbijartinên nîv-dewreyê yên DYA, bi awayekî berfireh wekî referandûmeke li ser dema duyem a serokatiya Donald Trump tên dîtin... Guhertinên bacê yên di budçeya Partiya Kar de, bûne sedema daketineke nedîtî di krediyên xaniyan ên ji bo veberhêneran de... Û di tênis de, Novak Djokovic bû lîstikvanê herî temenmezin ku di dîroka Paris Masters de serkeftin bi dest xistiye. Ew nûçey...

Bang li endamên Parlemena Kurdistanê hat kirin 04.11.2026

Vala Ferîd, seroka fraksiyona Partî li parlemana Kurdistanê ragihand ku ew daxwazê ji hemû parlementerên vê xula parlemenê dike ku roja çarşemê, 04 11 2026an, saet 11:00ê sibehê li hola parlemanê ji bo civîna temamkirina rêkarên rûniştina yekem a xula şeşem amade bin. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye. #sbsaudiopodcast

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 03.11.2026

Guhdarî tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 29/10/2026 bikin û bi naverokeke dewlemend, rengîn û balkêş re beşdar bibin. Di vê bernameyê de hevpeyvîn, nûçe, raporên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Sîstema Australya Çawa Dixebite û gelek mijarên din ên balkêş cih digirin. #sbsaudiopodcast

Nûçeyên roja Înî 30/10/2026 30.10.2026

Di vê bûletene de: Kujera kivarkan Erin Patterson îtîraza xwe winda kir... Polîs dozên li dijî zilamekî Perth zêde kirin... Spanî rêz dibin da ku xwînê bidin rêwiyên ku di qezaya trênê de birîndar bûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Nuçeyên roja Pêncşemê 29 10 2026 29.10.2026

Di vê bûletene de: Civîneke awarte bi cotkaran re ji bo rizgarkirina peymana bazirganiya azad a Yeketiya Ewropî û Australya... Parlamenterên opozîsyonê piştî weşandina hejmarên enflasyonê yên herî dawî zextê li hukûmetê dikin… Spanya piştî qezaya trênê ya kujer sê roj şîn îlan kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

289 jin hatine kuştin: Li Amedê ji bo dadperweriyê deng tê bilindkirin 28.10.2026

Li Amedê komele û tevgerên jinan li hember kuştin û tundiya li ser jinan dibe, dest bi çalakiya Jin, Dadperwerî û Bîranîn kirin. Çîroka jinên ku hatine kuştin tê xwendin. Ji meha yekê 2026 de li Tirkiye 289 jin hatine kuştin. Li alîkî din rojnamevan jî li hember zext û zora li ser azadiya ragihandinê xwepêşandanek kirin. Li gorî RSFê di rapora azadiya ragihandinê de Tirkye di rêza 163an da ye. Di...

Kolberî: Di navbera debara jiyanê û metirsiya mirinê de 28.10.2026

Rojane bi hezaran kes ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dabara xwe û malbatên xwe, wekî kolber dixebitin. Lê, gelek ji wan bûne qurbaniyên gulebarana rasterast a hêzên ewlehiya Îranê; hin hatine kuştin û hin jî birîndar bûne. Di vê hevpeyvînê de, nûçegîhan Ehmed Xefûr bi Roman Mirakî, rojnamevanekî Kurd û çalakvanê mafên mirovan re, li ser rewşa kolberan, zehmetiyên ku ew rojane rû bi rû dibin...

Nûçeyên roja Çarşemê 28/10/2026 28.10.2026

Di vê bûletene de: Li Îsraîlê, di hilbijartinên neteweyî de jimartina dengan berdewam e... Piştî windakirina hilbijartinên duyemîn ên Brezîlê, Flavio Bolsonaro reviya ye... Parlamenter li ser guhertinên di qanûna erkê lênerîna dîjîtal a hukûmeta federal de nîqaşe dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast

Australia's newest airport in Western Sydney has opened for business - Balafirgeha herî nû ya Australyayê li Rojavayê Sydney vebû 28.10.2026

Australia's first major new airport in more than 50 years has officially opened. The first passenger flight departed Western Sydney International Airport bound for the Gold Coast, marking the start of an era that airport officials say will be a boon for the economy and for travellers. - Yekem balafirgeha nû ya mezin a Australya di nav zêdetirî 50 salî de, bi awayekî fermî vebû. Yekem geşta rêwiyan...

Nûçeyên roja Sêşemê 27/10/2026 27.10.2026

Di vê bûletene de: Hat eşkerekirin ku di çarçoveya peymana AUKUS de, yekem binavokiya nuklêrî dê bişînin Australya... Îsraîl di hilbijartineke dîrokî de, ber bi sindoqên dengdanê ve diçe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 27.10.2026

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 22/10/2026 e rengîn û balkêş bike. Guhdar e hevpeyvîna bi hunermend Serdar Qadir re bike, herweha nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Australya Çawa Kar Dike û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast

Gef, zext û bêdadî: Pirsgirêkên rojnamevanan li Herêma Kurdistanê 22.10.2026

Li Herêma Kurdistanê, binpêkirina mafên rojnamevanan, bêhurmetî û gef li dijî wan hîn jî berdewam in. Tevî bangên berdewam ên navneteweyî ji bo parastina azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan, pirsgirêk hîn jî cihê xwe diparêze. Hozan Qadir serokê Rêxistina Peyamnêran li Herêma Kurdistanê ye. Ehmed Xefûr li Hewlêrê ev hevpyevîna derbarê binpêkirin, sûkatî û gefên li rojnamevanan tên kirin bi...

Nuçeyên roja Pêncşemê 22 10 2026 22.10.2026

Di vê bûletene de: Parleman, piştî êrîşa li dijî Helen Haines, bi pirsgirêka gefên li ser parlementeran re mijûl dibe... Aborînas balê dikişînin ser bilindbûneke din a rêjeyên faîzê di meha Mijdarê de... Serokê DYA parastina banga xwe kir ku cezayên li ser Rûsyayê bo kurte demekê bên rawestandin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Peymana Mekkeyê û kêmbûna beşdaran li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê 22.10.2026

Pêşnûmaqanûna derbarê Peymana Mekkeyê ku Tirkiye xwe li hember êrîşên Hûsîyan amade dike, ji bo piştgirya Erebîstana Siûdî leşkeran bişîne wî welatî. Herweha di raporta ji Amedê behs li ser beşdarîya Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê ku îsal li gorî salên par kêmtir bû. Weşanger û nivîskar li ser egerên vê rewşê hizrên xwe parvedikin. #sbsaudiopodcast

Muzîka klasîk a Kurdî ji nû ve zindî dibe: Têkelya klasîk û nûjeniyê 21.10.2026

Serdar Qadir, stranbêj û hunermendekî Kurd li Australya dijî, li ser rêwîtiya xwe ya muzîkê, faktorên ku bandor li ser rêya wî ya hunerî kirine, û îlhama li pişt strana xwe ya nû, "Dewanam Dewanam", diaxive. Di vê hevpeyvîna bi SBS Kurdî re, Serdar behsa hewesa xwe ya destpêkê ya ji bo muzîkê dike û vedibêje ka wî çawa straneke gelêrî ya klasîk a Kurdî vejandiye, ruhê wê yê resen parastiye û di he...

Nûçeyên roja Çarşemê 21/10/2026 21.10.2026

Di vê bûletene de:Êrîşkarê îdiakirî yê Helen Haines dê di girtîgehê de bimîne ... Li gorî cîgirê serokê ASIO, îhtîmala bûyerên tundiya siyasî zêdetir dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast

Nûçeyên roja Sêşemê 20/10/2026 20.10.2026

Di vê bûletene de: Nasnameya wî zilamî hat piştrastkirin ku tê îdiakirin êrîşî parlamenter Helen Haines kiriye... Banka Netewî ya Australya (National Australia Bank) dê 2.500 karan ji holê rake, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast

Écoute le podcast SBS Kurdish - SBS Kurdî sur Replaio

La radio et les podcasts dans une seule appli - gratuite, sans inscription. Installe-la dès aujourd'hui et ne rate pas le lancement

Télécharger sur Google Play

Replaio n'est pas éditeur de podcasts ; les noms des émissions, les visuels et l'audio appartiennent à leurs auteurs et sont diffusés via des flux RSS publics