SBS
SBS Kurdish - SBS Kurdî
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Be sure to visit the podcast's website and support the creator: www.sbs.com.au
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Fêmkirina penceşêra kolonê: Temen, dîroka malbatê, û faktorên rîskê 11.06.2026 13:03
Dr Elî Zêbarî, pizîşkê gîştî agahdariyên girîng li ser penceşêra kolonê, ku yek ji penceşêrên herî gelemperî ye ku bandorê li mezinan dike. Doktor vedibêje ku penceşêra kolonê bi gelemperî di kolon an rektûmê de pêş dikeve, ku bi hev re rûviya mezin pêk tînin.
Nûçeyên roja Çarşemê 10/06/2026 10.06.2026 5:24
Di vê bûletenê de: Îsraîl û Lubnanê li hev kirin agirbesteke nû bikin ku armanc dike aloziyan li ser sînorê wan ê hevpar kêm bike... Şeş mehan piştî destpêkirina qedexeya medyaya civakî ji bo ciwanên di bin 16 salî de, encamên tevlihev hene... Matildas li hember Meksîkê serketinekê bi dest dixe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Hobart: Navenda çand û xwezaya Tasmania ye 10.06.2026 2:08
Hobart, paytexta Tasmania ye, bajarakî bêdeng û bi xwezayê ve girêdayî ye ku li binê Çiyayê Wellingtonê cih digire. Ev bajar bi dîroka xwe ya kolonî û cihên dîrokî yên wek Salamanca Place tê nasîn, ku bi embarên kevirî yên salên 1830’an navdar e. Her çende ku Hobart ji bajarên mezin ên Australya piçûktir be jî, di salên dawî de wekî navendeke çandî û afirînerî pêş ketîye. Huner, xwarin û geştiyarî...
Tevahiya bernameyê: Hemû çîrok û hevpeyvîn di bernameyê de hene 09.06.2026 56:11
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 04/06/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, beşê pêcemîn ji podcasta Gerek di nav Australya de ku îro li ser bajarê Adelaide e û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
Nûçeyên roja Înî 05 06 2026 05.06.2026 5:42
Donald Trump dibêje şanaziyeke ku bi Rêberê Bilind ê Îranê re di nav zextên ji bo bidawîanîna şer de bicive... Partiya Kar li ser alîkariya xanîkirina niştecîhên daîmî bersivê dide opozîsyonê... Û di werzîşê de, Socceroos ji bo maça ceribandinê ya dawîn a Kûpa Cîhanê amade dibin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Ferhenga Rastnivîsîna Kurdî Kurmancî piştî 8 salan hate derxistin 05.06.2026 9:42
Weqfa Mezopotamya “Ferhenga Rastnivîsînê” ya taybet ji bo Kurdiya Kurmancî çap kiriye. Ev xebata ku cara yekem bi vî awayî li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, ji bo standardkirina zimanê Kurdî gaveke girîng û dîrokî tê nirxandin. Koordînatorê Weqfê, Mîkaîl Bulbul, got taybetmendiya vê ferhengê hem di xebata kolektîf û hem jî di berfirehiya naveroka wê de ye. Wî diyar kir ku Celadet Bedirxan be...
Nuçeyên roja Pêncşemê 04 06 2026 04.06.2026 11:04
Di vê bûletene de: Hukûmeta federal dibêje pêşniyara nû ya gumriga Amerîkî ji bo 60 welatan, Australya jî di nav de neheq û bê bingeh e…Jin û mêrekî ixtiyar ji bo jiyana xwe şer dikin piştî êrîşeke malê li bakurê New South Wales, ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hene.
Hukûmeta Îraqê dest bi komkirina çekên ne qanûnî kiriye 04.06.2026 10:10
Piştî salên dirêj yên hebûna çekên derveyî qanûnê ku di nakokiyên navxweyî de hatine bikaranîn û bûne sedema kuştin, birîndarkirin, revandin û windakirina gelek welatiyên bêguneh, niha pêvajoyeke cidî ji bo radestkirina çekan bo dewletê dest pê kiriye. Ji alîyekî din ve, hejmareke ji siyasetmedar û kesayetên Êzîdî yadestnameyeke fermî şandine hukûmeta Îraqê û daxwaz kirine ku navên gund û bajarokê...
Nûçeyên roja Çarşemê 03/06/2026 03.06.2026 5:16
Di vê bûletenê de: Leşkerên Australya dê ji bo perwerdekirina leşkerên Ukraynî bo Poloniya werin şandin... Hişyarî li ser platformên kirîna serhêl ên sereke berhemên xeternak têne firotin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Pay rise on the way for Australia's lowest earners - Zêdebûna mûçeyan ji bo karkerên herî kêm mûçe li Australya 03.06.2026 8:17
Millions of Australian employees are set to receive a 4.75 per cent wage increase in July, after the Fair Work Commission handed down its annual wage review. Union groups have welcomed the figure, saying it will allow workers to get back on their feet. - Piştî ku Komîsyona Karê Dadperwer - Fair Work Commission nirxandina salane ya mûçeyan pêşkêş kir, tê payîn ku di meha Tîrmehê de bi mîlyonan karm...
Bajarê festîval, xwarin û jiyana xweş yê Australya 03.06.2026 2:35
Adelaide bajarekî xweşik û guncaw e ku bi festîvalên xwe, çanda xwarinê û şêwaza jiyana xwe ya rihet tê nasîn. Adelaide, bi tevlihevkirina mîrateya xurt a Ewropî bi cihêrengiya pirçandî ya mezinbûyî re, atmosfêreke pêşwazîkar pêşkêş dike ku ji hêla civak, afirînerî û herêmên inbîtê (wine0 yên asta cîhanî ve hatî şêwekirin pêk tîne. Ji Bazara Navendî ya Adelaide ya zindî bigire heya Barossa Valley...
Nûçeyên roja Sêşemê 02/06/2026 02.06.2026 4:54
Di vê bûletene de:Mûçeya herî kêm li Australya dê ji Tîrmehê pê ve bi rêjeya %4.75 were zêdekirin... Hejmara danişvanên Australya dighêje 28 milyonî, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Tevahiya bernameyê: Hemû çîrok û hevpeyvîn di bernameya SBS Kurdî de ne 02.06.2026 1:04:16
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 28/05/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn bi mamoste Shahin Soreklî re derbarê dîroka avakirina civaka kurd li Australya, hevpeyvînek ji derbar vegera koma bi navê 'bûkên DAIŞ', nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîn, beşê çaremîn ji podcasta Gerek di nav Australya de ku îro li ser bajarê Perth e û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bername...
Nûçeyên roja Înî 29 05 2026 29.05.2026 5:37
Di vê bûletene de: Neteweyên Yekbûyî êrîşên dawî yên Îsraîlê li ser Lubnanê şermezar dike... Partiya Kar rexne li Partiya Lîberal digire ji ber ku Tony Abbott wekî serokê partiya federal tê hilbijartin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Yazidis in Australia: Arrival of ‘IS brides’ rekindles fears and painful memories - Êzidî li Australya: Hatina ‘bûkên DAIŞê’ tirs û bîranînên bi êş zindî dike 29.05.2026 9:09
Today we are discussing a very sensitive and complex issue - the arrival of a second group of women and children known as IS brides who have returned to Australia from camps in Syria. The Yazidi community - one of the groups most brutally targeted by IS - has warned that the arrival of these women could rekindle painful memories for the Yazidis. Hassan Ibrahim, from the Yazidi Youth Association, j...
Serokê opozîsyonê yê ji kar dûrxistî li Îzmîrê xwepêşandan lidar xist 29.05.2026 13:33
Operasyona polîsan a li baregeha CHP li Enqerê û derxistina serokê ji kar dûrxistî Özgür Özel, berteka tund a siyasî çêkir. DEM Partî roja Duşemê ev operasyon “şermeke ji bo demokrasiyê” bi nav kir û biryara dadgehê ya ku hefteya borî serokatiya CHP ji kar dûr xist rexne kir. Peyamnêra SBS Kurdî, Hatice Kamer, ji Amedê zêdetir agahdarî dide.
Ma tu dizanî civaka Kurd li Australya kengî û çawa ava bû? 28.05.2026 23:07
Mamoste Shahîn Bekir Sorekli yekemîn kurd li Australya di vê hevpeyvînê de çîroka xwe ya hatina Australyayê ku di sala 1968an de bû vedibêje. Ew li ser destpêka civaka Kurd û damezrandina yekem komeleya Kurd li Australya diaxive. Herwiha ew behsa xebata di salên 1988 û 1991an de derbarê penaberên Kurd e ji Rojhilat û Başûrî Kurdistanê dike.
Nuçeyên roja Pêncşemê 28 05 2026 28.05.2026 10:56
Di vê bûletene de: Zêdetirî 250 bûyerên difteriyê li seranserê bakurê Australya hatine tomar kirin...Jineke ku ji Sûriyê berî salekê vegeriya Australya ji hêla polîsên terorê ve hate tawanbarkirin... Novak Djokovic derbasî gera sêyemîn a French Open dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Çarşemê 27/05/2026 27.05.2026 6:18
Di vê bûletenê de: Hukûmeta federal guhertineke mezin di sîstema xizmetguzariya kar a Australya de radigihîne... Komeke dine ku bi rêxistina DAIŞê ve girêdayî ne gihîştin Australya, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Neh pêşmerge di êrîşa Îranê de birîndar bûn 27.05.2026 9:38
Komara Îslamî ya Îranê bi 2 dironan û moşekekê baregeha Çemşar a Spaya Millî ya Kurdistanê, ku dikeve bakur rojavayê Hewlêrê û nêzîkî kampa Dareşekranê, kir armanc. Di encamê de 9 pêşmerge birîndar bûn ku rewşa 4an ji wan giran e û ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyê. Zêdetir di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Bajarekî dûr, lê zindî di nav xweza û jiyana modern de 27.05.2026 2:37
Perth bajarekî nûjen û rojhilatî ye ku nêzîkî 2.2 mîlyon kes lê dijîn û wekî yek ji bajarên mezin ên herî dûrî cîhanê tê nasîn. Tevî vê dûrbûnê, ew jiyaneke aram û jîngeheke li derve pêşkêş dike bi rojên pir tavî. Cihên navdar ên wê Kings Park û Swan River in. Bajar pirçandî ye û ji koçberiya ji Brîtaniya, Başûrî Afrîka û Asyayê bandor girtiye, herwiha aboriya wê bi ma’den û çavkaniyan pêşketiye....
Nûçeyên roja Sêşemê 26/05/2026 26.05.2026 4:33
Di vê bûletene de: Ji bo malbatan rihetî tê payîn dema ku bihayên enerjiyê dakevin... Tê payîn ku jinên bi Dewleta Îslamî DAIŞ ve girêdayî ne, piştî vegera wan ya îşev bo Australya rastî sûcdariyan werin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî bike 26.05.2026 57:22
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 21/05/2026 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîn, beşê sêyem ji podcasta Gerek di nav Australya de ku îro li ser bajarê Brisbane e û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
Nûçeyên roja Înî 22 05 2026 22.05.2026 5:24
Di vê bûletene de: Australiyên ku ji girtina Îsraîlê hatin berdan behsa serpêhatiyên xwe dikin... Endamên nifşên dizî li Queensland dicivin da ku salvegera xwe bi bîrbînin... Û di NRL de, Dolphins bi serkeftina çaremîn a li pey hev dîroka klûbê dinivîsine. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Bi hezaran kes li Amedê ji hukumetê yasayên aştiyê xwestin 22.05.2026 10:18
Foruma Aşitiyê hefteya buhurî li Amedê pêk hate. Ahmet Turk yek ji mêvanên komxebatê bû. Wî hizir û nêrînên xwe li ser rewşa aşitiyê anî ziman. Herweha di dawiya hefteyê de jî DEM Partî li Amedê bi navê 'Jibo aşitiyê gavek' xwepeşandanek lidarxist. Bi hezaran kes ji hukumetê xwestin ku ji bo aşitiyê yasayan derxe. Parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan li ser rewşa siyasî ji bo gohdarên SBS Kurdî nîrx...
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.