VOA
Voice of America
Voice of America is an international news and broadcast organization serving Central and Eastern Europe, the Caucasus, Central Asia, Russia, the Middle East and Balkan countries
Be sure to visit the podcast's website and support the creator: www.dengeamerika.com
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Modaya Afrîqî Bala Hezkerên Cilûbergan Dikişîne - Meha Yazde 22, 2026 Video 22.11.2026 1:42
Di çarçoweya hefteya bi navê Entertainment Week Africa 2026 de, nîşandana cilûbergan a modaya Afrîqayê li bajarê Lagos ê Nîjeryayê hate lidarxistin. Harêz Zêbarî raportê dixwîne.
Keçeke Duhokê bi Werzişa Paraglaydîngê Balê Dikişîne - Meha Yazde 22, 2026 Video 22.11.2026 2:32
Keça Duhokî Jîyar Bêdihî ew take keç e ku li parêzgeha Duhokê beşdarî qehremanîya Îraqê ya Paraglayîdê dibe. Rêjîn Ehmed di vê raportê de ronî dide ser çîroka Jîyarê.
Konsêrta Mûzîkjenê Zaza Kerem Sevînç li Stenbolê - Meha Yazde 22, 2026 Video 22.11.2026 3:33
Mûzîkjen û stranbêjê zaza Kerem Sevînç, piştî navbireke du salan, li Mozexaneya Laleyê ya Stenbolê konsêrtek li dar xist û hejmarek stran pêkkêş kirin. Raporta Eyyûp Demîr bêhtir zanyarî hene.
Pêşangeha Gulberoj a Karên Destîn li Qamişlo - Meha Yazde 22, 2026 Video 22.11.2026 2:50
Li bajarê Qamişlo, pêşangeha karên destîn a jinan a bi navê Gulberoj ronî da ser berhemên çandî û destpêşxerîyên aborî yên jinan; di nav de jî projeya bi navê Hîro, ku hezkirina şînkayîyê bi nexş û mîrata Kurdî re tîne cem hev. Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.
Festîvala Dengbêjî û Govendê li Şingalê Hate Lidarxistin - Meha Yazde 21, 2026 Video 21.11.2026 2:51
Piştî 12 salan ji êş û azaran, Şingal careke din mêvandarîya festîvala dengbêjî û govendê kir. Di vê çalakîyê de komên hunerî ji seranserê Herêma Kurdistanê beşdar bûn.
Bernameya Televizyonî ya 20'ê Mijdarê 2026’an - Meha Yazde 20, 2026 Video 20.11.2026 59:58
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di bernameya televizyonî ya 20’ê Mijdara 2026’an de.
Serok Trump Biryarên Derbarê Îranê Dixe Sala Bê - Meha Yazde 20, 2026 Video 20.11.2026 5:06
Hêro Zengene agahîyan derbarê paşxistina biryarên Serokê Amerîkayê yên derbarê Îranê dide.
Senata Amerîkayê Biryara Sînordarkirina Desthilata Serok Trump bo Şerê Îranê Red Kir - Meha Yazde 20, 2026 Video 20.11.2026 5:38
Merîwan Heme ji Kongresa Amerîkayê agahîyan li ser rojeva Encûmena Senatoran û ya Nûnerên Kongresa Amerîkayê dide.
Washington Pêşwaziyê li Danûstandinên Chevron û Şamê Dike û li Ser Cezayên li Dijî Îranê bi Welatan re Diaxive - Meha Yazde 20, 2026 Video 20.11.2026 4:51
Karbidestên Amerîkayê li Sîngapur û Malezyayê li ser bicîhkirina sanksiyonên ser Îranê civiya. Di aliyê din de, Washington pêşwaziya danûstandinên Chevron û Şîrketa Petrolê ya Sûriyê li ser lêgerîna petrol û gazê kir. Ozlem Yasak ji bo hûrgiliyên zêdetir bi me re ye.
Derbarê Pêvajoya Aştiyê di Navbera DEM partî û YENI Partî de Gengeşe Derketin - Meha Yazde 20, 2026 Video 20.11.2026 3:35
Eyyûp Demîr ji Stenbolê agahîyan li ser rojeva siyasî ya Tirkîyê, bi taybet mijarên gotûbêjên ser pêvajoya aştiyê dide.
Welatîyên Efrînê Dibêjin Kargehên Bêrînê Jîngehê Pîs Dike - Meha Yazde 20, 2026 Video 20.11.2026 3:31
Li Efrînê welatî dibêjin hebûna kargehên Bêrînê bûye sedema qirêjîyeke mezin a jîngehê. Bêrîn prosesa veguhertina bermahîyên zeytûnan e bo berhemên din wekî sabûnê. Lê welatî dibêjin, ji ber dûman û ava qirêj a ku ji van kargehan derdikeve, baştir e ku ew ji cihên niştecihbûnê werin dûrxistin.
Rola Akademîya Bedirxan di Belavkirina Çanda Kurdî li Cîhanê de - Meha Yazde 20, 2026 Video 20.11.2026 3:33
Akademîya Bedirxan yek ji wan sazîyên serekî ye ku çand û hunera Kurdî ji derveyî Kurdistanê belav dike. Di salên dawî de vê sazîyê bi dehan festîval û çalakî li Ewrupa û Amerîkayê lidar xistine.
Çandina Daran li Kobanîyê Zêde Dibe - Meha Yazde 20, 2026 Video 20.11.2026 3:10
Li herêma Kobanîyê cotkar zevîyên xwe ji çandina dexlan vediguhezin bo daran. Hin kes vê yekê wekî pêngaveke erênî dibînin û hin jî ji vê guhertinê bi fikar in.
Bernameya Televizyonî ya 19'ê Mijdarê 2026’an - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 59:59
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di bernameya televizyonî ya 19’ê Mijdara 2026’an de.
Sîyasetvanên Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê Hatin Berdan - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 2:59
Eyyûp Demîr ji Stenbolê agahîyan li ser berdana Sîyasetvanên Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê dide ku berî 3 rojan li gor biryara serdozgerîya Amned-Diyarbekirê hatbûn girtin.
Encamên Civîna Sêqolî ya Serok Trump, Xi Jinping û Vlaidimir Putin li Shenzhen a Çînê - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 6:46
Dr. Dilovan Berwarî ji Virginia encamên civîna sêqolî ya Trump, Xi û Putin dinirxîne.
Rewşa Navxwe ya Îranê û Destpêkirina Xwepêşandanan li Awdanan - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 4:25
Sînur Kerîm ji bajarê Silêmanîyê behsa rewşa Navxwe ya Îranê û destpêkirina xwepêşandan û nerazîbûnên gel dike, ku li herêma Awdanan destpêkirîye û helwesta Partiyên Rojhilat jî behs dike
Rojeva Siyasî ya Washingtonê û Peymana Greenland'ê - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 6:34
Ozlem Yasak pêzanînan derbarê çalakîyên dîplomasî yên Wezareta derve û Reveberîya Washington yên herî dawî derbarê hejmarek mijarên giring radigihîne.
Civîna Sêqolî ya Serokê Amerîka, Serokê Çînê û Serokê Rûsyayê - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 6:41
Berê cîhanê li ser encamên civîna Sêqolî ya di navbera Serok Amerîkayê Donald Trump, Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bû. Hîwa Selam agahîyên dawî dide.
Boksorê Kurd Umut Camkiran Behsa Karê Xwe Dike - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 3:18
Boksvanê Kurd Umut Camkiran di sala 1989’an de li Almanyayê di malbateke Kurd a Elewî ya ji Dêrsimê de hatiye dinê. Wek boksorekî profesyonel, wî 15 maç lîstîye, ji van 14 maç li ser hev bi nakautê qezenc kiriye.
Birîna Daran li Dêrîkê Metirsîyên Jîngehî Derdixe - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 3:06
Jiber krîza sotemenîyê û bilindbûna bihayan, gelek malbat neçar mane ku jibo xwe parastina ji sermaya zivistanê darên di hewşa xwe de dibirin da ku xwe pê germ bikin. Ev bûye sedemek cidî ya têkbirina jîngehê li herêmê.
Tevgera Avakirinê li Qamişlo Jiber Rawestandina Destûrdayînê Kêm Bûye - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 3:14
Şaredariya Qamişloyê ji destpêka vê salê ve nêzî 350 destûrên avakirinê dane, lê ji ber pêvajoya entegreasyonê, dayîna destûran hatiye rawestandine. Vê yek bandora xwe li ser karê karker, kedkaran û xwediyên pîşeyên cuda hiştîye.
Bernameya Televizyonî ya 18'ê Mijdarê 2026’an - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 59:58
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di bernameya televizyonî ya 18’ê Mijdara 2026’an de.
Serokê Amerîkayê li Çînê li Ser Civîna Sêqolî ya bi Xi û Putin re Diaxive - Meha Yazde 19, 2026 Video 19.11.2026 1:30
Serok Trump di axiftina xwe de tekez dike ku Îran dê nebe xwedî çekê navokî, herwiha behsa têkiliyên baş yên bi Serokê Çînê û Serokê Rûsya re dike û got ku ew ê ligel Putin pirsa rawestandina şerê li Ukrayna bikin.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.