SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 1027 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Be sure to visit the podcast's website and support the creator: www.sbs.com.au

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Nov 19, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 10M+ downloads · 4.7+ rating iOS soon

Episodes

Nûçeyên roja Sêşemê 22/07/2026 21.07.2026

Di vê bûletene de: Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bacên gumrigê yên ji sedî 50 li ser li ser hin berhemên Canada sdisepîne.... Hûsiyên Yemenê yên ku bi Îranê ve girêdayî ne, dorpêçeke deryayî li ser Erebistana Siûdî ragihandin... Û di werzîşê de... Hekemekî berê yê FIFA dibêje ji bo biryaree li ser berfirehkirina Kûpa Cîhanê hîn zû ye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 21.07.2026

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 16/07/2026 e rengîn û balkêş bike. Şirovekara siyasî Şukriye Bradost li ser aloziya di navbera Îranê û DYA de û pêkana berfirehbûna şer li Rojhilata Navîn zêde bibe diaxafe. Herweha nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

Spanya bi serketina 1-0 li hember Arjantînê bû şampiyona cîhanê 20.07.2026

Piştî 104 lîskan û meheke futbolê ya bêhempa, Spanya bû şampiyon Kûpa Cîhanê ya FIFA 2026, di fînaleke balkêş de Arjantîn bi 1-0 têk bir û xelata herî mezin a futbolê hilda. Şampiyonên cîhanê bo cara duyemîn di dîroka xwe de.

Nûçeyên roja Înî 17 07 2026 17.07.2026

Di vê bûletene de: Donald Trump ji bo çareserkirina xemên li ser destwerdana biyanî di hilbijartinên Dewletên Yekbûyî de, di dema sereke de gotarekê pêşkêş dike... Daneyên nû nîşan didin ku rêjeya cixarekêşanê li Australya hîn kêm dibe... Û di futbolê de, FIFA dinirxîne ka gelo tîmê Arjantînê dê ji ber pankartekê derbarê Giravên Falkland were. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Bandorên hewla derbeya 2016 û pêvajoya çekdanînê li Tirkiyê 16.07.2026

Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê di raporta xwe de li ser salvegera hewla derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an ya ku bi rêxistina FETO ve tê girêdan radiweste û encamên wê yên siyasî, civakî û aborî ji bo Tirkiyê dinirxîne. Di raportê de tê şîrovekirin ka ev bûyer çawa bandor li siyaseta navxweyî, têkiliyên civakî û nêrînên xelkê li ser demokrasî û ewlehiyê kiriye. Herweha behs li ser salvegera destpêkirin...

Nuçeyên roja Pêncşemê 16 07 2026 16.07.2026

Di vê bûletene de: Îran gefê li hemû korîdorên hinardekirina keştîyên ku ji aliyê DYA û hevalbendên wê ve têne bikar anîn dixe... Bangên ji bo sûcdarkirina gotinên nefretê yên li dijî xelkê Aborjînî û Giravên Torres Strait tên kirin... Û di Kûpa Cîhanê ya FIFAyê de, Arjantîn bi serkeftina 2-1 li dijî Îngilîstanê derbasî fînalê dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Iraq û DYA li ser petrol û aboriyê hevkarîyê xurt dikin 15.07.2026

Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî û serokê DYA Donald Trump, civînek li Washington pêk anîn. Civîna roja Sêşemê piştî wê yekê hat ku Trump piştgiriya xwe da el-Zeydî, karsazê bê dîrok di siyasetê de. Her du rêberan soz dan ku têkiliyên aborî kûrtir bikin û hilberîna petrola Iraqê zêde bikin.

Nûçeyên roja Çarşemê 15/07/2026 15.07.2026

Di vê bûletenê de: Opozîsyona federal dibêje ew ji plana hukûmetê ya ji bo xurtkirina rêziknameya AI nîgeran e... Berhemên petrolê yên parastî dê ji ber şerê Rojhilata Navîn bandor bibin. Û di nûçeyên Kûpa Cîhanê de, Alîgirên Spanya li Australya serkeftina welêt a 2-sifir li dijî Fransayê pîroz kirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Aloziya Îran û Amerîka Rojhilata Navîn ber bi ku ve dibe? 15.07.2026

Şirovekara siyasî Şukriye Bradost bi SBS Kurdî re li ser aloziya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de û pêkana xeteriya berfirehbûna şerê li Rojhilata Navîn zêde bike diaxafe. Ew dibêje Tengava Hormuzê di nav vê qeyranê de ye û her astengiyek li wir dikare bandoreke mezin li ser bazarên cîhanî yên enerjî û neftê bike. Wê diyar kir ku zexta leşkerî û cezayên aborî dikarin Îranê bêtir l...

Nûçeyên roja Sêşemê 14/07/2026 14.07.2026

Di vê bûletene de: Piştî pevçûneke li xwendegeheke navîn a Brisbane, ciwanek bi birînên ku jiyana wî dixe xetereyê berxwe dide... Serokê Brezîlê planên Amerîka yên ji bo sepandina bacê li ser keştîyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin, şermezar kir, û di futbolê de, Arjantîn û Îngilîstan dê di nîvfînala Kûpa Cîhanê de rûbirûyê hev bibin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Fransa û Spanya ji bo nîvfînala mezin amade ne 14.07.2026

Nîvfînalên Kûpa Cîhanê li vir in, Fransa û Spanya amade ne ku yek ji dijberiyên mezin ên futbolê yên navneteweyî ji nû ve geş bikin. Em ji nêzik ve li nûçeyên dawî yên tîman dinêrin û ji her du kampan berî lîska siba dibihîzin. Ev yek ji maçên herî zêde li bendê di vê tornementê de.

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 14.07.2026

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 09/07/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn bi jimêryar Nadir Xerîban re, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

Nûçeyên roja Înî 10 07 2026 10.07.2026

Di vê bûletene de: Tirs ji bo agirbestê ji ber ku Îran û DYA li hev nakin... Rêbera Sereke ya Telstra ji ber qutbûna aloz a roja Çarşemê ya li seranserê welêt lêborînê dixwaze... Û werzîş, Fransa piştî ku di çaryekfînalê de Mexrib têk bir, derbasî çar tîmên dawîn ên Kûpa Cîhanê dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Nuçeyên roja Pêncşemê 09 07 2026 09.07.2026

Di vê bûletene de: Diyasporaya Hindî ya Australya li Melbourne dicive da ku Serokwezîr Narendra Modi bibîne... Telstra sedema qutbûna roja Çarşemê ya li seranserê welêt şaşîyeke software dibîne... Û di werzîşê de... Arthur Fery bi karta wildcard hatiye hilbijartin li Wimbledonê dîrokê dinivîse. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Nakokî li ser xwedîtiya gundan li Parêzgeha Duhokê berdewam e 09.07.2026

Demek e ku beşek ji krîstiyanên qezayên Akrê, Amêdî û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê, nerazîbûna xwe li ser xwedîtiya hejmareke ji gund û zeviyan nîşan didin. Ew di wê baweriyê de ne ku ev gund û zevî di bingehî de yên wan in û divê ji wan re werin vegerandin. Dr Elî Teter, Parêzgarê Duhokê ragihand: 'Em parêzerên mafên hemû pêkhateyan in û em nahêlin xedr li hîç kesî were kirin. D...

Serişteyên vegerandina bacê: Çawa pere zêdetir di berîka te de bimînin 09.07.2026

Dema dagirtina baca dawiya salê hatiye — û ev dikare were wateya vegera pereyan di berîka we de. Fêr bibin ka mirov çawa beyannameya baca xwe pêşkêş dike, dibe ku we mafê daxwazkirina kîjan kêmkirinan hebe, û mirov çawa ji windakirina vegerandina pereyan dûr dikeve. Di vê hevpeyvîna bi SBS Kurdî re, damezrîner û rêveberê Count Countax Nader Xerîban vedibêje ka hûn dikarin çi daxwaz bikin û çi neki...

Nûçeyên roja Çarşemê 08/07/2026 08.07.2026

Di vê bûletenê de: Telstra piştî qutbûneke ku li seranserê Australyayê çê bû, xizmetguzariyan sererast dike... Serokkomarê Fransa di serdana xwe ya li Sûriyê de du teqîn şermezar kir... Û di futbolê de, Swîsra Kolombiya ji Kûpa Cîhanê derxist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Siberoja ewlehî û hevkariya navneteweyî li kombûna NATOyê tê nîqaşkirin 08.07.2026

Raporta Hatice Kamer ji Amedê li ser Kombûna Bilind a NATOyê ye ku di 7 û 8ê vê mehê de li Enqerê cî digire, û li wir serok û nûnerên welatên endam li ser mijarên girîng yên ewlehî, parastin û siberoja hevkariyên navneteweyî nîqaş kirin. Herwiha di raportê de behs li ser Konfirensa Zimanê Kurdî dibe ku hefta borî li Amedê hate lidarxistin. Di konfirensê de akademîsyon, nivîskar û çalakvanên zimanê...

Spanya û Belçîka di çaryekfînalê de ne lê Ronaldo ji Kûpa Cîhanê derket 07.07.2026

Spanya û Belçîka derbasî çaryekfînalê bûn, di heman demê de xewnên Kûpa Cîhanê yên hev-mazûvan Dewletên Yekbûyî û Portokêza Cristiano Ronaldo bi dilşikestî bi dawî bûn.

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 07.07.2026

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 02/07/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn bi Rev Bill Crews re, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

Nûçeyên roja Înî 03 07 2026 03.07.2026

Di vê bûletene de: Partiya Kar rexne li derengketina reformên medyaya civakî digire... Herî kêm neh kes di teqîneke li Şamê dimirin... Û di Kûpaya Cîhanê de, Mo Salahê Misirî hewl dide ku ji bo pêşbirka Socceroos a sibê amade be. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Nuçeyên roja Pêncşemê 02 07 2026 02.07.2026

Di vê bûletene de: Du kes ji ber kuştina ciwanekî li bakurê Melbourne hatin girtin... Xelkê deverê daxwaza piştgirîya zêdetir ji bo mîsyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî erdhejên li Venezuelayê dikin... Û di Kûpa Cîhanê de, Belçîka bi gola di xûleka dawî de Senegal têk bir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

“Need is endless”: Rev Bill Crews sounds alarm on Sydney’s growing homeless crisis - "Pêdivî bêdawî ne": Qeşe Bill Crews li ser krîza bêmalbûna li Sydneyê bi xem e 02.07.2026

In an interview with SBS Kurdish, Rev Bill Crews spoke about the increasing pressure on homelessness and community support services across Sydney as the cost-of-living crisis continues. He said the Rev Bill Crews Foundation currently provides around 1,600 meals each day through its kitchen, restaurant, and mobile food vans operating across 16 locations. Alongside food services, the organisation de...

Bi dehan berpirsên Iraqî di doza gendeliyê de hatin girtin 02.07.2026

Bi dehan berpirs, parlementer û karbidestên bilind ên Îraqê bi biryara Serokwezîr Eli al-Zaidî ji ber gendelî û stendina mal û milkên dewletê hatin girtin. Herweha di raportê de behsa bizavên nebûna Herêma Kurdistanê, ji ber nelihevkirina aliyên siyasî, jî tê kirin.

Nûçeyên roja Çarşemê 01/07/2026 01.07.2026

Di vê bûletenê de: Australya di zêdetirî sê salan de kêmbûna herî mezin a mehane ya nirxê xanîyan dibîne... Piştî du erdhejên li Venezuelayê, nêzîkî du hezar kes mirin e... Û di Mondiyala FIFA de, Meksîk, Ekwador bi 2-0 têk dibe û derbasî Gera 16an dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.