SBS
SBS Kurdish - SBS Kurdî
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Be sure to visit the podcast's website and support the creator: www.sbs.com.au
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Nuçeyên roja Pêncşemê 20 08 2026 20.08.2026 10:34
Di vê bûletene de: Balyozê Îsraîlê ji bo mirina Zomi Frankcom lêborînê red dike... Daxwazeke bi coş ji bo Hukûmetê, ku planên tenduristiyê yên dêrînan sînordar neke... Ciwaneke 18 salî ku hefteyeke wundaye mirî hat dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Qanûna Pêvajoyê hat belavkirin: Hêvî û xemên malbatên şervanan 20.08.2026 9:16
Qanûna Yasaya Pêvajoyê roja Sêşemê 19 Tebaxê bi İmzeya Serokomarê Tirkiyê, di Rojnameya Fermî ya Dewletê de hate belavkirin. Ji bo sepandina qanûnê sê komîte dê werin damezrandin. Avakirina Komîteya Çavderîkirin û Nîrxandinê, roja Sêşemê ji aliyê Cîgirê Serokê Tirkiye ve hate ragihandin. Ev qanûn, rê li vegera şervanên PKKê jî vedike. Lê gelo malbatên şervanan çi dibêjin, Hatice Kamer ji du dayikê...
Êrîşa mûşekî ya Îranê li ofîsa Serokwezîr M Barzanî nerazîbûnê zêde dike 19.08.2026 10:50
Êrîşa mûşekî ya Îranê li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û baregeha ajansa ewlehiyê ya Hukûmeta Herêmê bû sedema nerazîbûna navxweyî û navneteweyî. Li alîkî din, li depoyeke sûtemeniyê ya li navçeya Tancero a Silêmaniyê agirêkî mezin derket. Di agirî de nêzîkî 25 kes birîndar bûn. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Nûçeyên roja Sêşemê 18/08/2026 18.08.2026 7:16
Di vê bûletene de: Hukûmeta Federal ji bo xurtkirina hebûna sotemeniya Australya li dijî astengiyên siberojê gavê diavêje ... Iran bi dironan êrîşî ofîsa serokwezîrê HHK Mesrûr Barzanî dike... Auckland wekî mazûvana yekem maça State of Origin a mêran li New Zealanda sala bê hat piştrast kirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 18.08.2026 57:22
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 13/08/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi hunermendên Kurd Asrîn Recebî û Resûl Xefûr Nejad, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
Nuçeyên roja Înê 14 08 2026 14.08.2026 5:48
Di vê bûletene de: Anthony Albanese di pêwendiyeke telefonî de bi Donald Trump re li ser bacên gumrigê diaxive... Seroka berê ya Victoria Jacinta Allan dawî li kariyera xwe ya siyasî ya 27 salan tîne... Û di werzîşê de, Wallabies berî maça xwe ya dubare ya li dijî Japonê guhertinên mezin dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Asrin - Rasul: Keeping Kurdish identity alive through music - Asrîn û Resûl: Bi muzîkê nasnameya Kurdî zindî dihêlin 14.08.2026 15:52
Sydney-based Kurdish musicians Rasul Ghafur Nejad and Asrin Rajabi discuss their shared musical journey, from their early passion for music and formal studies in Australia to releasing their first album in 2017. They explain the inspiration behind their latest song, “Imaginary Horse,” describing its themes of love, hope and perseverance. The couple also reflect on the importance of Kurdish music a...
Dengê 26 jinên Kurd bi zimanê Yunanî 13.08.2026 6:47
Nivîskar Cemîl Turan Bazidî, li ser helbestvanên jin ên Kurd, antolojiyek bi zimanê Yunanî amade kiriye. Ev di warê xwe de berhemeke sereke ye. Antolojî ji helbest û kurteçîroka 26 jinên Kurd pêk tê. Bazidî antolojiyê diyarî Rewşan Bedirxan dike. Di hevpeyvînê de Bazidî behsa serhatiya nivisandinê û armanca antolojiyê dike. Bazidî 40 sal in li Yunanistanê dijî.
Nuçeyên roja Pêncşemê 13 08 2026 13.08.2026 10:19
Di vê bûletene de: Tasmania yekem bûyera xwe ya grîpa çivîkan - bird flu a kujer tomar dike... Karbidestên hukûmetê cihê kesa ku jê re tê gotin "bûka DAIŞê" dişopînin... Û di Sportê de, stêrkê Socceroos Lucas Herrington peymaneke pênc-salî li Premier League a Îngilîzî de îmze dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Krîza benzînê li Kurdistanê: 166 parlamenter daxwaza çareseriyê dikin 13.08.2026 8:47
166 parlamenterên Iraqê bi fermî daxwaz ji Serokwezîr Elî Zeydî kirine ku ji bo çareserkirina krîza sotemeniyê li Herêma Kurdistanê, pişka nefta xav ya Herêmê ji 50 hezar bermîlî bo 140 hezar bermîlî rojane zêde bike, an jî rasterast benzînê bişîne Herêmê. Niha nirxa benzînê li Herêma Kurdistanê gelek zêde bûye. Welatî nîgeran in û dest bi xwenîşandanan kirine, û daxwaza kêmkirina nirxa benzînê di...
Nûçeyên roja Çarşemê 12/08/2026 12.08.2026 7:13
Di vê bûletenê de: Alozîyên bi Îranê re tundtir dibin ji ber ku Amerîka dibêje ew bi tevahî Tengava Hormuzê kontrol dike ... Seroka Yek Netewe Pauline Hanson bang li derçûyên navneteweyî dike piştî qedandina xwendina xwe ji Australya derkevin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Sêşemê 11/08/2026 11.08.2026 4:57
Di vê bûletene de: Banka Navendî rêjeyên faîzê li ser 4.35 ji sedî hîşt... Gotûbêj di navbera serokê Vîetnamê û Anthony Albanese de çêbûn... Buroya Îstatîstîkê ji her kesî li welêt dixwaze ku îşev beşdarî Serjimêriya neteweyî bibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 11.08.2026 56:58
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 06/08/2026 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, babetên derbarê Serjimêriya (Census) 2026 , raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
Nûçeyên roja Înî 07 08 2026 07.08.2026 5:07
Di vê bûletene de: Îsraîl êrîşên xwe li başûrê Lubnanê zêde dike di dema ku hevdîtinên agirbestê rawestiyane... Du futbolvanên Îranî bûne hemwelatiyên Australî... Sendîkaya Doktoran ji hukûmeta federal dixwaze piştgiriya aborî bide xwendekarên bijîşkî, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Pêşnûmaya yasayê ji bo pêvajoyê li Parlemana Tirkiyê tê nîqaşkirin 07.08.2026 8:59
Roja Çarşemê 5î Tebaxê, pêşnûmaya çarçoveya yasayê ji bo pêvajoyê di parlamena Tirkiye de tê behskirin. MHP û AKP roja Sêşemê pêşnûme imze kirin. DEM Partî jî roja Çarşemê imze kir. Lê naveroka yasayê ne zelal e. Bayram Bozyel, Serokê PSKê derbarê pêvajoyê û yasayê de hizrên xwe parvedike.
Nuçeyên roja Pêncşemê 06 08 2026 06.08.2026 13:58
Di vê bûletene de: Ji ber belavbêna agirên daristanan li seranserê DYA, bi deh hezaran kes ji malên xwe derketin ... Dikandarekî Melbourne piştî êrîşa dizên ciwan li ser dikanê jiyana xwe ji dest da... Û di werzîşê de, Tîmê Sydney Roosters ji bo serkeftina rahênerê NSW Blues piştgiriyê dide Matt King. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Li Sûriya 'Nû' divê mafê hemû pêkhateyan bê parastin 06.08.2026 8:04
Roja Duşemê 3ê Tebaxa 2026an, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Şamê kir û ligel Ehmed Şerii, Serokkomarê Sûriyê yê demî civiya. Di civînê de tekeze li ser bihêzkirina peywendiyên dualî, berfirehkirina hevkar ya aborî û herêmî, û parastina mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de hat kirin. Herweha di raportê de behs li ser ku zêdetirî 20 milyon serdankirên Îranê û hejmareke welat...
Rêberiya Serjimêriya 2026: Kengî ye? Kî dike? Û ji bo çi ye? 05.08.2026 8:18
Di 11ê Tebaxê de, ji her malbateke li Australya tê xwestin ku beşdarî Serjimêriyê bibe. Berî şeva Serjimêriyê, SBS bersiva pirsên sereke dide ka kengî, çima û çawa anketa neteweyî tê kirin. Her pênc salan carekê, Buroya Îstatîstîkê ya Australya [ABS] ji her kesî û her malbateke li welêt wekî beşek ji Serjimêriyê dijmêre.
Nûçeyên roja Sêşemê 04/08/2026 04.08.2026 6:12
Di vê bûletene de: Şîrketên qumarê îdiayên tektîkên şokker ên ji bo armanckirina qumarbazên pirsgirêkdar red dikin... Danûstandin ji bo vekirina rya keştîyan li Tengava Hormuzê... Û di Tenîsê de, Alexandra Eala dibe yekem lîstikvana ji Fîlîpînê ku sernavekî WTA ya tekane qezenc dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 28.07.2026 56:03
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 23/07/2026 e rengîn û balkêş bike. Dr Muwefeq Soranî derbarê iltîhaba kezebê (hepatitis) diaxafe. Herweha nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
Parastina kezebê: Agahî, test û dermankirina kulbûna kezebê 24.07.2026 10:13
Roja Sêşemê, 28ê Tîrmehê, Roja Cîhanî ya Kulbûna Kezebê (Hepatitis) e. Di vê hevpeyvînê de, Dr Muwefeq Soranî balê dikişîne ser girîngiya hişyarbûnê, têstkirinê û pêşîlêgirtina li cureyên B û C. Ev herdu cure gelek caran bêyî nîşaneyan in, û gelek kes dikarin bêyî ku bizanin bi van vîrusan re bijîn. Dr Soranî diyar dike ku ev kulbûn bi rêya xwînê tên veguheztin û heke neyên dermankirin, dikarin bi...
Nuçeyên roja Pêncşemê 23 07 2026 23.07.2026 13:10
Di vê bûletene de: Hûsiyên Yemenê êrîşên li ser tankerên petrolê yên Siûdî li Deryaya Sor îdîa dikin... Serokwezîr di konferansa neteweyî ya partiya kar de li ser lêçûnên jiyanê tekeze dike... Û di werzîşê de, al-hilgirên Australya ji bo Lîstikên Commonwealth 2026 hatin destnîşankirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Partiyên Kurdistanî êrîşên Îranê şermezar kirin 23.07.2026 7:56
Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de li ser daxuyaniya hevbeş a partiyên Kurdistanî ku li dijî êrîşên Îranê derketiye radiweste. Her weha, pêşveçûnên pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê jî têne nirxandin, ku tê de amadekariyên çarçoveya qanûnî, serdanên siyasî û peyama Abdullah Ocalan li ber çavan tên girtin.
Nûçeyên roja Çarşemê 22/07/2026 22.07.2026 6:26
Di vê bûletenê de: Ji Australiyan tê xwestin ku ji bo ceribandina sîstema hişyariya neteweyî ya nû ya welêt amade bibin... Parlementerê Yek Netewe Barnaby Joyce ji ber qîrîna li segê xwe lêborînê dixwaze, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Hewlêr û Silêmanî dîsa bûn armanca dron û muşekan 22.07.2026 8:09
Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behsa zêdebûna aloziya ewlehiyê li Herêma Kurdistanê dike, piştî ku hejmareke ji dron û muşek ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve hatin arastekirin. Ew herweha balê dikişîne ser pirsgirêka zêdebûna berazan ku êrîşî erd û berhemên cotkaran dikin, dike. Cotkar dibêjin tevî hewildanên wan ji bo parastina berhemên xwe, beraz hîn jî zirareke mezin didin çandiniyê.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.