SBS
SBS Kurdish - SBS Kurdî
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Vizitează neapărat site-ul podcastului și susține-i creatorul: www.sbs.com.au
Unde asculți?
Podcasturi în aplicație Replaio Radio În curândPodcasturile ajung în curând în aplicație. Instaleaz-o acum și fii primul care descoperă o abordare complet nouă a podcasturilor
Episoade
Gef, zext û bêdadî: Pirsgirêkên rojnamevanan li Herêma Kurdistanê 22.10.2026 13:42
Li Herêma Kurdistanê, binpêkirina mafên rojnamevanan, bêhurmetî û gef li dijî wan hîn jî berdewam in. Tevî bangên berdewam ên navneteweyî ji bo parastina azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan, pirsgirêk hîn jî cihê xwe diparêze. Hozan Qadir serokê Rêxistina Peyamnêran li Herêma Kurdistanê ye. Ehmed Xefûr li Hewlêrê ev hevpyevîna derbarê binpêkirin, sûkatî û gefên li rojnamevanan tên kirin bi...
Nuçeyên roja Pêncşemê 22 10 2026 22.10.2026 10:53
Di vê bûletene de: Parleman, piştî êrîşa li dijî Helen Haines, bi pirsgirêka gefên li ser parlementeran re mijûl dibe... Aborînas balê dikişînin ser bilindbûneke din a rêjeyên faîzê di meha Mijdarê de... Serokê DYA parastina banga xwe kir ku cezayên li ser Rûsyayê bo kurte demekê bên rawestandin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Peymana Mekkeyê û kêmbûna beşdaran li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê 22.10.2026 9:10
Pêşnûmaqanûna derbarê Peymana Mekkeyê ku Tirkiye xwe li hember êrîşên Hûsîyan amade dike, ji bo piştgirya Erebîstana Siûdî leşkeran bişîne wî welatî. Herweha di raporta ji Amedê behs li ser beşdarîya Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê ku îsal li gorî salên par kêmtir bû. Weşanger û nivîskar li ser egerên vê rewşê hizrên xwe parvedikin. #sbsaudiopodcast
Muzîka klasîk a Kurdî ji nû ve zindî dibe: Têkelya klasîk û nûjeniyê 21.10.2026 11:58
Serdar Qadir, stranbêj û hunermendekî Kurd li Australya dijî, li ser rêwîtiya xwe ya muzîkê, faktorên ku bandor li ser rêya wî ya hunerî kirine, û îlhama li pişt strana xwe ya nû, "Dewanam Dewanam", diaxive. Di vê hevpeyvîna bi SBS Kurdî re, Serdar behsa hewesa xwe ya destpêkê ya ji bo muzîkê dike û vedibêje ka wî çawa straneke gelêrî ya klasîk a Kurdî vejandiye, ruhê wê yê resen parastiye û di he...
Nûçeyên roja Çarşemê 21/10/2026 21.10.2026 7:13
Di vê bûletene de:Êrîşkarê îdiakirî yê Helen Haines dê di girtîgehê de bimîne ... Li gorî cîgirê serokê ASIO, îhtîmala bûyerên tundiya siyasî zêdetir dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Sêşemê 20/10/2026 20.10.2026 5:04
Di vê bûletene de: Nasnameya wî zilamî hat piştrastkirin ku tê îdiakirin êrîşî parlamenter Helen Haines kiriye... Banka Netewî ya Australya (National Australia Bank) dê 2.500 karan ji holê rake, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 20.10.2026 57:35
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 15/10/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn bi şêwirmendê derûniyê Hesen Salih re heye, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Australya Çawa Kar Dike û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast
Alîkarî bixwaze: Bêdengiya li ser tenduristiya derûnî bişkîne 15.10.2026 11:49
Meha Cotmehê Meha Hişyariya Tenduristiya Derûnî ye. Di vê çarçoveyê de, SBS Kurdî bi şêwirmendê derûnî Hesen Salih re li ser girîngiya tenduristiya derûnî, pirsgirêkên derûnî yên herî gelemper, rêyên birêvebirina stres û xemê, û awayên piştgirîkirina kesên ku bi dijwariyên hestyarî re rû bi rû dimînin, diaxive. Di vê hevpeyvînê de, em ê herwiha li ser stîgmaya li dora tenduristiya derûnî û girîngi...
Nuçeyên roja Pêncşemê 25 10 2026 15.10.2026 11:15
Di vê bûletene de: Di meha Îlonê de 39,000 kar hatin windakirin û rêjeya bêkariyê gihîşt ji sedî 4.7... Wezîra Ragihandinê pêşnûmeqanûnek derbarê erka lênerîna dîjîtal de pêşkêşî parlamenê dike... Û di warê werzişê de, Tîmê "Kangaroos" çavên xwe berdane serkeftineke din a Kûpa Cîhanê. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Sêşemê 13/10/2026 13.10.2026 6:29
Di vê bûletene de: Tê payîn ku hukumeta federal mûçeya zêdetirî 460,000 karmendên di warê lênerînê de were zêdekirin... Endazyarekî Australî piştî zêdetirî çar salan ya girtîmayîna li Iraqê, dengê xwe bilind dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Australia's changing languages shape new SBS review - Zimanên ku li Australya diguherin, nirxandineke nû li SBS çêdikin 13.10.2026 7:45
Many bilingual and migrant families have their own personal connection and memories of listening to SBS's language programs on the radio. - Gelek malbatên duzimanî û koçber xwediyê têkiliyên xwe yên taybet û bîranînên guhdarîkirina bernameyên zimanî yên Radyoya SBSin. #sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 29.09.2026 55:31
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi oparêzerê koçberiyê Hîwa Zendî derbarê guhertinên nû di qanûnên koçberiyê de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast
Guhertinên nû di qanûnên kuçberiya Australya de 25.09.2026 9:43
Wezîrê Koçberî û Hemwelatiya Australya di qanûnên koçberiyê de komek guhertinên nû anîye meriyetê. Parêzerê koçberiyê Hîwa Zendî di vê hevpeyvînê de derbarê bandora van guhertinan li ser xwendekarên navneteweyî, vîzeyên demkî û kesên ku bi guherandina vîzeyan hewl didin li Australya bimînin, agahiyan dide. #sbsaudiopodcast
Daxwaza edaletê ji bo kuştina Musa Enter û serkeftina Amedsporê 25.09.2026 11:38
Rewşenbîrê Kurd Musa Enter, 34 salan berê li Amedê li taxa Seyrantepe, di temenê 78 salî de bi destê hêzên tarî hate kuştin. Doza wî demeke dirêje hatiye girtin. Kujer nehatin eşkerekirin. Di bîranîna wî de kurê wî û şagirdên Musa Enter doza edaletê daxwaz kirin. Amedspor li sehaya xwe tîmê navdar yê Tirkan Beşîktaşê 3-2 têk bir. Ev serkeftin Amedsporê kir e yekemîn di rêza serkeftina tîman de. Bi...
Nuçeyên roja Pêncşemê 24 09 2026 24.09.2026 10:23
Di vê bûletene de: OpenAI piştî binpêkirina Medicare ji aliyê ajanekî AI ve, fermana nirxandinê dide... Xi Jinping ji bo hevdîtinên bi Donald Trump re gihîşt Washingtonê... Socceroos amadekariyan dikin ku sibê Înê li Queensland li dijî Brezîlyê bilîzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nêzîkî 70 kes li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê jehrî dibin 23.09.2026 7:10
Li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê, nêzîkî 70 kes jehr dibin. Li gorî agahiyan, duner kebaba ku li ser erebeyekê hatibû firotin û bi awayekî neyasayî û bê destûr ew xwarina hatîye firotin. Kesên ku jehrî bûne, tûşî zikçûn û vereşiyê bûne. #sbsaudiopodcast
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 22.09.2026 56:21
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 17/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvînên bi Salah Pûresed, Rûnak Rad û Jîno Kardo re derbarê çaremîn bîranîna Jîna Emînî di Parlemana Federal ya Australye de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Înê 18 09 2026 18.09.2026 5:38
Di vê bûletene de: Partiya Keskan di navbera plana koçberiyê ya Partiya Kar û tedbîrên tund ên DYA de berawirdiyên nû dike... OpenAI derbarê tevgerên nîgeranker ên di modelên Hişmendiya Çêkirî de, şeş raporên nû eşkere kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast
Woman, Life, Freedom: Kurdish activists call for greater international support - Jin, Jiyan, Azadî: Çalakvanên kurd banga zêdetir piştgiriya navnetewî dikin 17.09.2026 8:01
Four years after the death of Jina Amini, Kurdish community leaders and advocates gathered at Australia's Parliament House in Canberra to commemorate her legacy and call for greater recognition of the ongoing oppression of Kurds and other marginalised communities in Iran. Ronak Rad and Jino Kardo discuss the outcomes of their meeting in Parliament House, highlighting transnational repression, thre...
Nuçeyên roja Pêncşemê 17 09 2026 17.09.2026 10:13
Di vê bûletene de: Hukûmeta federal guhertinên berfireh di sîstema koçberiya Australya de eşkere dike… Tê texmînkirin ku Banka Navendî ya Australya rêjeyên fayîzê zêdetir bike… Dozger red dikin ku doza bi dehan salan a zaroka windabûyî Cheryl Grimmer ji nû ve vekin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Daxuyaniya rêxistinên sivîl û serdanên Fîdan û Erdo gan ya Amedê 17.09.2026 5:34
Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de, behs li ser daxuyanîya li dijî bûyerên li Kobaniyê dibe. Rêxistinên sivîl ên li Amedê di daxuyaniyê de buyeran weke proveksiyon pênase dikin. Herweha behs li ser serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û kurê Erdogan, Bîlal Erdogan ku hefteya borî di demên cuda de hatin Amedê û li ser pêvajoyê peyam dan. #sbsaudiopodcast
Budceya Iraqê ya 2027an metirsiyan bo Herêma Kurdistanê peyda dike 16.09.2026 7:17
Raporta Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê diyar dike ku hevdîtinên wan ên bi Bexdayê re bo diyarkirina budceya texmînî ya sala 2027an ji ber sepandina sîstêma navendî û neheqiya di dabeşkirina mafên darayî de bêencam mane. Di civînan de Herêmê daxwaza 11 trîlyon û 717 milyar dînarî bo mûçeyên fermanberan kiriye, lê Bexda tenê bi 10 trîlyon û 210 milyar dînarî razî bûye. Zêdetir derbarê vê mijar...
"Şoreşa jin, jiyan, azadî bû dirûşmeke cîhanî ku li Kurdistanê dest pê kir" 16.09.2026 6:54
Rêber û çalakvanên Kurd li Parlemana Australya li Canberra kom bûn da ku salvegera çaremîn a mirina Jîna Emînî bi bîr bînin û daxwaza gavên berfirehtir ji bo mafên mirovan li Îranê bikin. Em bi Selah Pûresad re, ku nûnerê Hizbî Demokratî Kurdistan-Îran re, derbarê zextên berdewam ên li ser Kurdan, pêwîstiya Îraneke demokratîk, sekuler, federal û pirçand û girîngiya berdewamiya berxwedana Kurdan de...
Nûçeyên roja Sêşemê 15/09/2026 15.09.2026 6:25
Di vê bûletene de: Pauline Hanson ji ber şîroveyên xwe yên derbarê xwecihiyên Australya û dayika Serokwezîr rehmetî de lêborînê dixwaze... ASIO hişyariyê dide ku zarokên Australî li ser înternetê ber bi radîkalbûnê ve têne kişandin... Rêveberiya Trump gavan davêje da ku sînorên derdanên karbonê yên ji bo santralên elektrîkê yên bi komir û gazê dixebitin li Dewletên Yekbûyî rake. Ew nûçeyana û nûçe...
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din 15.09.2026 58:02
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 10/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin. #sbsaudiopodcast
Podcasturi asemănătoare
Replaio nu este editorul podcasturilor; numele emisiunilor, coperțile și materialul audio aparțin autorilor lor și sunt distribuite prin fluxuri RSS publice