SBS
Raportên Peyamnêran
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.
Vizitează neapărat site-ul podcastului și susține-i creatorul: www.sbs.com.au
Unde asculți?
Podcasturi în aplicație Replaio Radio În curândPodcasturile ajung în curând în aplicație. Instaleaz-o acum și fii primul care descoperă o abordare complet nouă a podcasturilor
Episoade
Gef, zext û bêdadî: Pirsgirêkên rojnamevanan li Herêma Kurdistanê 22.10.2026 13:42
Li Herêma Kurdistanê, binpêkirina mafên rojnamevanan, bêhurmetî û gef li dijî wan hîn jî berdewam in. Tevî bangên berdewam ên navneteweyî ji bo parastina azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan, pirsgirêk hîn jî cihê xwe diparêze. Hozan Qadir serokê Rêxistina Peyamnêran li Herêma Kurdistanê ye. Ehmed Xefûr li Hewlêrê ev hevpyevîna derbarê binpêkirin, sûkatî û gefên li rojnamevanan tên kirin bi...
Peymana Mekkeyê û kêmbûna beşdaran li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê 22.10.2026 9:10
Pêşnûmaqanûna derbarê Peymana Mekkeyê ku Tirkiye xwe li hember êrîşên Hûsîyan amade dike, ji bo piştgirya Erebîstana Siûdî leşkeran bişîne wî welatî. Herweha di raporta ji Amedê behs li ser beşdarîya Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê ku îsal li gorî salên par kêmtir bû. Weşanger û nivîskar li ser egerên vê rewşê hizrên xwe parvedikin. #sbsaudiopodcast
Guhertina aliyê siyasî ya Cemil Tugay û vegera Serhat Bucak ji sirgûniyê 16.10.2026 12:03
Şaredarê Bajarê Îzmîrê, Cemil Tugay, di 7ê Cotmeha 2026’an de ji Partiya Komarî ya Gel (CHP), ku berê endamê wê bû, derket û tevlî Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) bû. Guhertina aliyê siyasî ya Tugay bû yek ji wan pêşketinên balkêş ên di siyaseta Tirkiyê de ku bal kişand ser hevsengiyên siyasî û têkiliyên di navbera partiyan de. Ji aliyê din ve, Serhat Bucak piştî bi salan li sirgûniyê vegeriya T...
Foruma MERI: Yekîtiya Kurdan û siberoja herêmê 14.10.2026 9:29
Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) di 12 û 13ê Cotmeha 2026’an de Foruma xwe ya salane li Hewlêrê li dar xist. Di vê forumê de kesayetiyên siyasî yên girîng, di nav de Neçîrvan Barzanî, Bafel Talabanî, Qubad Talabanî û Mazlûm Ebdî, beşdar bûn. Nîqaş li ser mijarên sereke yên herêmê bûn, wek yekîtiya siyasî ya Kurdistanê, siberoja Sûriyê û rewşa Kurdan, her wiha pêşketinên aborî û ewlekariy...
Daxwaza edaletê ji bo kuştina Musa Enter û serkeftina Amedsporê 25.09.2026 11:38
Rewşenbîrê Kurd Musa Enter, 34 salan berê li Amedê li taxa Seyrantepe, di temenê 78 salî de bi destê hêzên tarî hate kuştin. Doza wî demeke dirêje hatiye girtin. Kujer nehatin eşkerekirin. Di bîranîna wî de kurê wî û şagirdên Musa Enter doza edaletê daxwaz kirin. Amedspor li sehaya xwe tîmê navdar yê Tirkan Beşîktaşê 3-2 têk bir. Ev serkeftin Amedsporê kir e yekemîn di rêza serkeftina tîman de. Bi...
Nêzîkî 70 kes li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê jehrî dibin 23.09.2026 7:10
Li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê, nêzîkî 70 kes jehr dibin. Li gorî agahiyan, duner kebaba ku li ser erebeyekê hatibû firotin û bi awayekî neyasayî û bê destûr ew xwarina hatîye firotin. Kesên ku jehrî bûne, tûşî zikçûn û vereşiyê bûne. #sbsaudiopodcast
Daxuyaniya rêxistinên sivîl û serdanên Fîdan û Erdo gan ya Amedê 17.09.2026 5:34
Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de, behs li ser daxuyanîya li dijî bûyerên li Kobaniyê dibe. Rêxistinên sivîl ên li Amedê di daxuyaniyê de buyeran weke proveksiyon pênase dikin. Herweha behs li ser serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û kurê Erdogan, Bîlal Erdogan ku hefteya borî di demên cuda de hatin Amedê û li ser pêvajoyê peyam dan. #sbsaudiopodcast
Budceya Iraqê ya 2027an metirsiyan bo Herêma Kurdistanê peyda dike 16.09.2026 7:17
Raporta Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê diyar dike ku hevdîtinên wan ên bi Bexdayê re bo diyarkirina budceya texmînî ya sala 2027an ji ber sepandina sîstêma navendî û neheqiya di dabeşkirina mafên darayî de bêencam mane. Di civînan de Herêmê daxwaza 11 trîlyon û 717 milyar dînarî bo mûçeyên fermanberan kiriye, lê Bexda tenê bi 10 trîlyon û 210 milyar dînarî razî bûye. Zêdetir derbarê vê mijar...
Hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizraklî piştî 7 salan zindan azad bû 10.09.2026 10:40
Hevşaredarê berê yê Amedê, Selçuk Mizraklî, piştî heft salan ji Girtîgeha Edirneyê hate berdan. Piştî ku Mizraklî ji bo namzediya Amedê hate destnîşankirin, li ser îdiayên ku ji aliyê jinekê ve hatibûn kirin, doz li dijî wî hate vekirin. Jina ku bûbû îtirafkar, tawanbarî li dijî Mizraklî kir û doz li dijî wî bi tawana endambûna rêxistineke terorê 7 sal û çar meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ew...
Ciwanên Kurd ji Lîbyayê rizgar bûn û vegeriyan Herêma Kurdistanê 10.09.2026 9:01
Hukûmeta Iraqê hewl dide ku PKK û komên din ên girêdayî bi wan ku li Şingalê ne çekên xwe radest bikin, pêkhateyên xwe yên çekdarî hilweşînin û endamên xwe tevlî hêzên Iraqî bikin. Li alîyekî din, Hukumeta Herêma Kurdistanê vegerandina 33 ciwanên kurd ragihand, ku zêdetirî mehekê di zîndanên Lîbyayê de mabûn. Li gorî amarên Fermangeha Medya û Zanyariyê, heta niha 335 kes ji Lîbyayê hatine rizgar k...
Korek Telecom biryara Desteya Ragihandinê ya Iraqê rexne dike 03.09.2026 8:19
Korek Telecom biryarên Desteya Ragihandin û Agahdariyê ya Iraqê wekî "ne li gorî destûrê û siyasî" dibîne û dibêje ev deste xwediyê desthilatê nîne ku bi hevkariya Serokwezîrê berê re ji bo çareserkirina kêmasiyên darayî û kêmkirina îcazeya 4G hatibû çêkirin, biqedîne. Korek bang li Serokwezîrê Iraqê dike ku destwerdanê bike û tekezî li ser parastina mafên aboneyên xwe bike.
Daykek: Heyfa ciwanên ku canê xwe ji bo deskeftinên ne hêja fîda kirin 27.08.2026 7:56
Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser rewşa dawîn a qanûn û komisyonên ku ji bo pêvajoyê hatine avakirin e. Herwiha, rapor li ser şîna dehan şervanên PKKê ye ku navên wan hatine eşkerekirin û di deh salên dawî de di şer û pevçûnan de hatine kuştin. Di heman demê de li Amedê, bi beşdariya malbatan, şîna 49 şervanan sê rojan hate lidarxistin. Hemû şervan ji Amedê bûn.
Mezlûm Ebdî: HSD dê were hilweşandin û tevlî saziyên dewletê bibe 26.08.2026 10:48
Mazlûm Ebdî ragihand ku pêvajoya hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û tevlîbûna wan a temam di nav saziyên fermî û ewlehiya dewleta Sûriyê de dê were pêkanîn. Li gorî daxuyaniyê, ev gav dê bibe beşek ji pêvajoya yekîtiya saziyên leşkerî û ewlehiyê û rêxistina nû ya hêzên li Sûriyê. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Qanûna Pêvajoyê hat belavkirin: Hêvî û xemên malbatên şervanan 20.08.2026 9:16
Qanûna Yasaya Pêvajoyê roja Sêşemê 19 Tebaxê bi İmzeya Serokomarê Tirkiyê, di Rojnameya Fermî ya Dewletê de hate belavkirin. Ji bo sepandina qanûnê sê komîte dê werin damezrandin. Avakirina Komîteya Çavderîkirin û Nîrxandinê, roja Sêşemê ji aliyê Cîgirê Serokê Tirkiye ve hate ragihandin. Ev qanûn, rê li vegera şervanên PKKê jî vedike. Lê gelo malbatên şervanan çi dibêjin, Hatice Kamer ji du dayikê...
Êrîşa mûşekî ya Îranê li ofîsa Serokwezîr M Barzanî nerazîbûnê zêde dike 19.08.2026 10:50
Êrîşa mûşekî ya Îranê li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û baregeha ajansa ewlehiyê ya Hukûmeta Herêmê bû sedema nerazîbûna navxweyî û navneteweyî. Li alîkî din, li depoyeke sûtemeniyê ya li navçeya Tancero a Silêmaniyê agirêkî mezin derket. Di agirî de nêzîkî 25 kes birîndar bûn. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Dengê 26 jinên Kurd bi zimanê Yunanî 13.08.2026 6:47
Nivîskar Cemîl Turan Bazidî, li ser helbestvanên jin ên Kurd, antolojiyek bi zimanê Yunanî amade kiriye. Ev di warê xwe de berhemeke sereke ye. Antolojî ji helbest û kurteçîroka 26 jinên Kurd pêk tê. Bazidî antolojiyê diyarî Rewşan Bedirxan dike. Di hevpeyvînê de Bazidî behsa serhatiya nivisandinê û armanca antolojiyê dike. Bazidî 40 sal in li Yunanistanê dijî.
Krîza benzînê li Kurdistanê: 166 parlamenter daxwaza çareseriyê dikin 13.08.2026 8:47
166 parlamenterên Iraqê bi fermî daxwaz ji Serokwezîr Elî Zeydî kirine ku ji bo çareserkirina krîza sotemeniyê li Herêma Kurdistanê, pişka nefta xav ya Herêmê ji 50 hezar bermîlî bo 140 hezar bermîlî rojane zêde bike, an jî rasterast benzînê bişîne Herêmê. Niha nirxa benzînê li Herêma Kurdistanê gelek zêde bûye. Welatî nîgeran in û dest bi xwenîşandanan kirine, û daxwaza kêmkirina nirxa benzînê di...
Pêşnûmaya yasayê ji bo pêvajoyê li Parlemana Tirkiyê tê nîqaşkirin 07.08.2026 8:59
Roja Çarşemê 5î Tebaxê, pêşnûmaya çarçoveya yasayê ji bo pêvajoyê di parlamena Tirkiye de tê behskirin. MHP û AKP roja Sêşemê pêşnûme imze kirin. DEM Partî jî roja Çarşemê imze kir. Lê naveroka yasayê ne zelal e. Bayram Bozyel, Serokê PSKê derbarê pêvajoyê û yasayê de hizrên xwe parvedike.
Li Sûriya 'Nû' divê mafê hemû pêkhateyan bê parastin 06.08.2026 8:04
Roja Duşemê 3ê Tebaxa 2026an, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Şamê kir û ligel Ehmed Şerii, Serokkomarê Sûriyê yê demî civiya. Di civînê de tekeze li ser bihêzkirina peywendiyên dualî, berfirehkirina hevkar ya aborî û herêmî, û parastina mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de hat kirin. Herweha di raportê de behs li ser ku zêdetirî 20 milyon serdankirên Îranê û hejmareke welat...
Partiyên Kurdistanî êrîşên Îranê şermezar kirin 23.07.2026 7:56
Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de li ser daxuyaniya hevbeş a partiyên Kurdistanî ku li dijî êrîşên Îranê derketiye radiweste. Her weha, pêşveçûnên pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê jî têne nirxandin, ku tê de amadekariyên çarçoveya qanûnî, serdanên siyasî û peyama Abdullah Ocalan li ber çavan tên girtin.
Hewlêr û Silêmanî dîsa bûn armanca dron û muşekan 22.07.2026 8:09
Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behsa zêdebûna aloziya ewlehiyê li Herêma Kurdistanê dike, piştî ku hejmareke ji dron û muşek ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve hatin arastekirin. Ew herweha balê dikişîne ser pirsgirêka zêdebûna berazan ku êrîşî erd û berhemên cotkaran dikin, dike. Cotkar dibêjin tevî hewildanên wan ji bo parastina berhemên xwe, beraz hîn jî zirareke mezin didin çandiniyê.
Bandorên hewla derbeya 2016 û pêvajoya çekdanînê li Tirkiyê 16.07.2026 9:12
Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê di raporta xwe de li ser salvegera hewla derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an ya ku bi rêxistina FETO ve tê girêdan radiweste û encamên wê yên siyasî, civakî û aborî ji bo Tirkiyê dinirxîne. Di raportê de tê şîrovekirin ka ev bûyer çawa bandor li siyaseta navxweyî, têkiliyên civakî û nêrînên xelkê li ser demokrasî û ewlehiyê kiriye. Herweha behs li ser salvegera destpêkirin...
Iraq û DYA li ser petrol û aboriyê hevkarîyê xurt dikin 15.07.2026 8:51
Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî û serokê DYA Donald Trump, civînek li Washington pêk anîn. Civîna roja Sêşemê piştî wê yekê hat ku Trump piştgiriya xwe da el-Zeydî, karsazê bê dîrok di siyasetê de. Her du rêberan soz dan ku têkiliyên aborî kûrtir bikin û hilberîna petrola Iraqê zêde bikin.
Nakokî li ser xwedîtiya gundan li Parêzgeha Duhokê berdewam e 09.07.2026 11:24
Demek e ku beşek ji krîstiyanên qezayên Akrê, Amêdî û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê, nerazîbûna xwe li ser xwedîtiya hejmareke ji gund û zeviyan nîşan didin. Ew di wê baweriyê de ne ku ev gund û zevî di bingehî de yên wan in û divê ji wan re werin vegerandin. Dr Elî Teter, Parêzgarê Duhokê ragihand: 'Em parêzerên mafên hemû pêkhateyan in û em nahêlin xedr li hîç kesî were kirin. D...
Siberoja ewlehî û hevkariya navneteweyî li kombûna NATOyê tê nîqaşkirin 08.07.2026 9:48
Raporta Hatice Kamer ji Amedê li ser Kombûna Bilind a NATOyê ye ku di 7 û 8ê vê mehê de li Enqerê cî digire, û li wir serok û nûnerên welatên endam li ser mijarên girîng yên ewlehî, parastin û siberoja hevkariyên navneteweyî nîqaş kirin. Herwiha di raportê de behs li ser Konfirensa Zimanê Kurdî dibe ku hefta borî li Amedê hate lidarxistin. Di konfirensê de akademîsyon, nivîskar û çalakvanên zimanê...
Podcasturi asemănătoare
Replaio nu este editorul podcasturilor; numele emisiunilor, coperțile și materialul audio aparțin autorilor lor și sunt distribuite prin fluxuri RSS publice