SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 914 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 10, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Encamên serjimêriya Iraqê dê di berjewendiya kurdan de be? 21.11.2024

Raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê ji me re behsa ku piştî 37 salan proseya serjimêriya giştî bi beşdariya nêzîkî 120 hezar dengderan dest pê dike.

Hard choices for homelessness services as demand continues to grow - Vebijarkên dijwar ji bo xizmetên bêmaliyê ji ber ku daxwaz her ku diçe bilind dibe 20.11.2024

Overwhelmed homelessness services across Australia are being faced with impossible choices as housing affordability remains at crisis levels, and the demand for their services grows. A new report from Impact Economics has found some services are turning away families and others, because they do not have enough resources to help everyone. - Xizmetên bêmalbûnê li seranserê Australya bi vebijarkên ne...

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 20î Mijdara 2024 20.11.2024

Di vê bûletenê de: Daxwaz ji hukûmetê tê kirin ku temenê dengdanê dakeve 16 salî... Victoria zeviyeke royê ya mezin ku dikare 51,000 xaniyan bi hêz bike çê dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 19î Mijdara 2024 19.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Peter Dutton plana hukûmetê ya ji bo anîna xwendekarên navneteweyî wekî tevliheviyekê binav dike… Cûdahiya mûçeya zayendî ya Australya ji ya berê xirabtir e, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 15î Mijdara 2024 15.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Endamên parlemanêye serbixwe ji plana hukûmetê ya ji bo danîna sînorekî li ser bexşînên siyasî aciz bûne… Tony Popovic ji perfermonsa Socceroos raziye, tevî ku bi Erebistana Siûdî re 0-0 bûn, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Piştî 37 salan yekem serjimêriya Herêma Kurdistanê. Çima ewqas dirêj kir? 15.11.2024

Di 20î Mijdarê de piştî 37 salan yekem car e li Herêma Kurdistanê serjimêrî çê dibe û piştî 27 salan jî li Îraq ê serjimêrî tê kirin. Gelo çima ewqas dirêj kir heya ku serjimêrî pêk bêt? berêz Sîrwan Mihemed, Cîgirê Wezîrê Pilandanan û Cîgirê Berpirsê Daîreya Statîstîkên Herêma Kurdistanê sedemên cî negirtina serjimêriyê ji me re şîrove dike.

'Bi rastî jî Xusrew û Şîrîna Kurdî di edebiyata klasîka Kurdî de dê bibin yek' 15.11.2024

Vê hefteyê rojnamevan Hatice Kamer ji me re raporteke taybet li ser nivîskar û wergêrê Kurd Perwîz Cîhanî amade kiriye. Mamoste Cîhanî dest bi wergera Şahnameya Firdewsî kir û ragihand ku wî ji pêncyeka berhema xwe kuta kiriye. Mamoste Cîhanî berê, Xusrew û Şîrîn, û Leyla û Mecnûn yên Nîzamî ji Farisî wergerandibûn Kurdî.

Nûçeyên roja Pêncşemê 14î Mijdara 2024 14.11.2024

Di vê buletenê de: Firînên di navbera Balî û Australya de ji nû ve dest pê dikin… Serokwezîr Anthony Albanese dibêje di civîna APEC ya li Peru de nîşandana bazirganiyê pêşengiya wî ye… Raporeke nû diyar dike ku ji sedî 51 ji jinên koçber li kar rastî destdirêjiya zayendî bûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

'Excluding the ethnicity question from the Iraqi census is a major concern for Kurds' - 'Derxistina pirsa netewe ji pirsên serjimêriya Iraqê xemeke mezin e ji bo Kurdan' 14.11.2024

The national census in Iraq is scheduled for November 20, 2024. Dr. Sherko Kirmanj, an academic and researcher, provides his insights on the involvement of the Kurdistan Regional Government in the upcoming census. - Akademîsyon û lêkolîner Dr Şêrko Kurmanc, nêrînên xwe yên ji perspektîfa Kurdî derbarê serjimêriya bêt ya Iraqê ku biryar e di 20 Mijdarê de pêk were, bi me re parevedike.

Serokwezîrê Iraqê bi rêberên kurdan re dicive 14.11.2024

Serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî bo Herêma Kurdistanê, dê deriyên çareserkirinên bilez ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de veke. Dê gotûbêj li ser hinartina petrolê, dabeşkirina bûdceyê, serjimêriya bê û cîbicîkirina biryarên dadgeha federal derbarê mûçeyên sektora giştî li Herêma Kurdistanê bêne kirin. Zedetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 13î Mijdara 2024 13.11.2024

Di vê bûletenê de: Donald Trump Elon Musk hildibijêre ku serokatiya beşê karbidestiya hukûmetê ya nû bike... 900 mîlyon dolar ji bo teşwîqkirina wîlayet û herêman ji bo baştirkirina berhemdarî û pêşbaziyê... Û di fûtbolê de, Australya dê mezûvaniya Kûpa Asya ya Jinan 2026 bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 12î Mijdara 2024 12.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê dibêje ê sala 2024 bibe sala herî germ ya tomarkirî... Çalakvanên aştiyê yên Îsraîlê li Australya ne ku piştgirî bidin agirbesteke daîmî... Komên mafên mirovan ji FIFA daxwaz dikin ku dengdana ji bo mezûvaniya Kûpa Cîhanî ya mêran a 2034 li Erebistana Siûdî rawestîne. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 8î Mijdara 2024 08.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Serokê Banka Navendî ya DYA soz dide ku ew îstifa neke, her çende ku Donald Trump jê daxwaz bike... Serokê hilbijartî yê DYA yekem hevdîtina xwe ya bilind pêk tîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

#74 Talking about your pet peeves (Med) - #74 Axaftina ser tiştên ku we aciz dikin 08.11.2024

Learn how to talk about things that annoy you. - Fêr bibe çawa ser tiştên te aciz dikin biaxafî.

Nûçeyên roja Pêncşemê 7î Mijdara 2024 07.11.2024

Di vê buletenê de: Cîgira Serokê DYA Kamala Harris sozê veguheztina aştiyane ya desthilatê ji Donald Trump re ragihand... Rêberên cîhanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşe Donald Trump dikin… Dê Australya zarokên di bin 16 salî de ji bikaranîna medyaya civakî qedexe bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Xelk ji danîna qeyûman li bajarên Kurdan ne razîne 07.11.2024

Tirkiyê roja Duşemê sê şaredarên bajarên ku piraniya şêniyên wan kurd in, bi tawanên "terorîzmê" ji kar derxistin, tevî ku Enqere xwesteka eşkere ya ji bo nêzîkbûna bi kurdan re heye. Li bajarên Mêrdîn, Batmanê û Halfeti ku navçeyeke Ruhayê ye şaredar ji wezîfeyê hatin derxistin û qeyûm hatin tayînkirin. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

Gelo daxwaza Herêma Kurdistanê derbarê paşvexistina serjimêriya 2024 pêk bê? 07.11.2024

Serjimariya Îraqê di 20/11/2024 de ye, ji ber pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqê de, tirs heye ku serjimêrî ji bo mebestên siyasî were bikaranîn. Bi taybetî bicihkirina Erebên aware li Hermên Kurdistanê yên li Derveyî Îdareya Herêmê. Zedetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Migrants aren't being hired in the jobs they're qualified for. It's costing Australia billions - SBS Examines: Koçber di karên xwe de nayên wergirtin. Mesrefê bi mîlyaran li Australya dike 06.11.2024

Australia is facing a skills shortage. So why are migrants struggling to find work in line with their education and experience? - Australya bi kêmasiyeke jêhatîbûnê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê çima koçber ji bo peydakirina kar li gorî perwerde û ezmûna xwe têdikoşin?

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Mijdara 2024 05.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Reserve Bank rêjeyên ji sedî 4.35 dihêle ... Cîgirê Serokwezîr Richard Marles dibêje hevalbendiya DYa-Australya dê bi hêz bimîne… Û di pêşbirka hespan de... Knight Kûpê Melbourne di pêşbaziya hespan de qezenc dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 1î Mijdara 2024 01.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Hat dîtin ku Pauline Hanson bi nijadperestî senatoreke misilman şermezar kiriye… Bi kêmanî 6 penaxwazên Rohinga li beravên Aceh li Endenûsya xeniqîn, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Is Turkiye trying to improve its relations with the Kurds? - Gelo Tirkiyê hewl dide têkiliyên xwe bi Kurdan re sererast bike? 31.10.2024

The recent circumstances in Turkiye have been marked by heightened tension, particularly following the incident that occurred in Ankara on October 23, which has adversely affected the peace negotiations between the Kurdistan Workers' Party (PKK) and the Turkish government. To get further insight into the situation, Sedat Yurtdash, a lawyer and politician from Diyarbakir, provides an analysis of th...

Nûçeyên roja Pêncşemê 31î Cotmeha 2024 31.10.2024

Di vê bûletenê de: Raporek dibîne ku avhewaya Australya xirabtir dibe, û daxwaza kêmkirina gazê bi zûtirîn dem tê kirin… Çîn Australya bi nîjadperestiya sîstematîk tawanbar dike... Û di tênis de, Alex de Minaur û Holger Rune derbase dora sêyemîn ya Masters li Parîsê dibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Nakokî di navbera PDK û YNK li ser karta Jimareya Min zêde dibe 31.10.2024

Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê di raporta xwe de li ser nakokiya di navbera PDK û YNK derbarê karta bankê ya Hesabê Min vedibêje. Her weha behsa encamên dawîn yên helbijartinê dike ku her kes dixwaze hukumetek bi zûtirîn dem pêk bêt.

Malbata Şenyaşar piştî 6 salan şîna xwe datîne 31.10.2024

Fadil Şenyaşar piştî zêdetirî 6 salan ji girtîgehê bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ji girtîgehê derket. Di doza êrîşa 2018'an a Pirsûsê ku ji malbata Şenyaşaran gelek kes hatin kuştin, tevî girtiyên din ê di girtina malê de bin. Di encama têkoşîna Emîne Şenyaşar de kurê wê Fadil Şenyaşar hate berdan. Malbat piştî 6 salan şîna xwe datîne.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 30î Cotmeha 2024 30.10.2024

Di bûletena nûçeyên îroj de: Enflasyon ji destpêka sala 2021-an û vir ve digihîje rêjeya herî nizim… Hukumeta federal planên mezinkirina stokên mûşekên dûravêj yên Australya eşkere dike, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.