SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 914 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 10, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 17î Dîsembira 2024 17.12.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Nîgeraniyên li ser siberoja penaberên Sûriyê piştî rûxandina rêjîma Esed... Qedexekirina protestoyên li derveyî cihên îbadetê, li gorî qanûnên pêşniyarkirî li Victoria, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 13î Kanûna 2024 13.12.2024

Di vê bûletenê de: Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken bang li serkirdayetiya nû ya Sûriyê dike ku mafên jinan û kêmneteweyan biparêze... Koalîsyon dibêje plana wê ya hêza nuklêrî dê 263 mîlyar dolar ji Australya re tewfîr bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Helbestvan Berken Bereh 50 saliya helbestvanîya xwe pîroz dike 13.12.2024

Raporta Hatîce Kamer ji Amedê vê hefteyê yeke hunerî ye. Ew ji me re behsa 50 saliya helbestvanîya helbestvan Berken Bereh dike.

Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 12î Kanûna 2024 12.12.2024

Di bûletena nûçeyên roja Pêncşemê de: Ji bo tîmekî rugby league yê P-N-G peymanek di navbera Australya û PNG hate morkirin... Australya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara dengdana agirbesteke daîmî ya Gazzeyê dide… Dîplomatekî berê yê Amerîkî rexne li helwesta Australya derbarê vegerandina jin û zarokên Australî ji Sûriyê kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Penaberên Sûrî li Hewlêrê rûxandina Esed pîroz dikin 11.12.2024

Penaberên Rojavayê Kurdistanê rûxandina rejîma Beşar eL-Esed li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê pîroz kirin. Nêzîkî sê mehane ku karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe wernegirtine, ji ber wê jî karê xwe yê fermî boykot kirin û daxwaza mafên xwe kirin. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

SBS ber bi Rojavayî Sydney ve berfireh dibe 11.12.2024

Ev alîkariya diravî dê rê bide SBS ku navendek hilberîna serbixwe ya nû li Rojavayî Sydney ava bike, ku ji wir dikare naverokên orîjînaltir çêbike.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 11î Kanûna 2024 11.12.2024

Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese mîlyarek dolar ji bo lênerîna gerdûnî ya zarokan eşkere dike… Artêşa Îsraîlê di nava 48 demjimêran de 480 caran êrîşî Sûriyê kiriye, da ku firsend ji bo serhildayan çê bibe avakirina ji nûve pêk bînin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Is antisemitism in Australia changing? - SBS Examines: Ma dij-cihûtî li Australya diguhere? 11.12.2024

Antisemitism is nothing new. But experts say the kinds of anti-Jewish incidents and attacks we're seeing now have never happened before in Australia. - Dij-cihûtî ne tiştekî nû ye. Lê pispor dibêjin cureyên bûyer û êrîşên dijî Cihûyan ku em niha dibînin, berê li Australya çênebûne.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 10î Dîsembira 2024 10.12.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Rêberê opozisyonê dibêje Australya divê di bin yek al de bibe yek... Parlamenterê Partiya Kar banga yekitiyê dike ji bo bersivdana êrîşa bi berfirehî ya şermezarkirina kinîşta Melbourne… Tirkiye sînorê xwe bi Sûriyê re vedike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Metirsî ji bo sivîlên ku li Sûriyê di nav şer de asê mane zêde dibin 06.12.2024

Serhildayên Sûrî bajarê Hemayê girtin, û serkeftineke mezin pîroz kirin piştî hefteyekê ku li seranserê bakurê Sûrîyê pêşve diçin. Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres banga rawestandina rijandina xwînê dike.

Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 5î Kanûna 2024 05.12.2024

Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 5î Kanûna 2024 Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken hişyarî li hember vejîna rêxistina Dewleta Îslamî li Sûriyê dide... Serokê hukumeta NSW Chris Minns dibêje dengdaneke raporkirî ya ji bo şandina wî bo organa gendeliyê ya wîlayetê şerm e, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 4î Mijdara 2024 04.12.2024

Di vê bûletenê de: Aboriya Australya di çaryeka Îlonê de ji sedî 0.3 zêde bû... Banka Commonwealth, piştî berteka mişterîyan, raya xwe ya li ser xercên nû diguhere... Matildas di maça xwe ya îşev li Melbourne li hember Taywanê li serkeftinekê digerin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Rûniştina vekirina parlemana Herêma Kurdistanê bêyî lihevkirin bi dawî hat 04.12.2024

Civîna yekem ya xola şeşemîn ji civîna Parlemana Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, lê ji ber boykotan serokek, cîgirê serok û sekretêr ji bo parlemanê nehatin helbijartin. Her weha nûçegîhan Ehmed Xefûr di nav raportê de behsa şerê ku ji nu ve li Sûriyê destpêkiriye dike, ka berteka Hukumeta Herêma Kurdistanê û Îraqê bi gîştî çî ye dibe.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 3î Dîsembira 2024 03.12.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Australya delîlan dide wekî beşek ji dozeke girîng ya avhewayê li Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê... Serokê hukumeta Queensland qanûnên gengeşî yên sûcên ciwanan diparêze... Û di futbolê de, Matildas xwe ji bo du pêşbirkên dawî yên salê amade dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

'Russia to Assad, You didn't follow what we said, you solve the problem' - 'Rûsiya ji Esed re, te bi a me nekir, tu çareser bike' 03.12.2024

SBS Kurdish interviewed Dr Akram Onen, an academic and expert on Middle East affairs, about the recent rise in threats resulting from the offensive launched by rebel forces in Syria in the past few days. - SBS Kurdî hevpeyvînek bi Dr Ekrem Onen, akademîsyon û pisporê Rojhilata Navîn re, li ser zêdebûna metirsiyên vê dawiyê yên ji êrîşa hêzên serhildêr li Sûriyê di çend rojên borî de pêk anî.

Kurte Nûçeyên roja Înî 29î Mijdara 2024 29.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Yek ji xirabtirîn tecawizkerê zarokan yê Australya bi cezakirina ebedî hati zindankirin... Serokê Partiya Keskan Adam Bandt hukûmetê bi binpêkirina sozên xwe yên li ser avhewayê tawanbar dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kuştin û tundûtundiya li ser jinê li Herêma Kurdistanê kêm bû ye 29.11.2024

Bizavên mezin ji aliyê berpirsên bilind yên Herêma Kurdistanê û rêxistinên jinan ve ji bo tundûtûjiya li ser jinan dibe tê kirin. Divan çend salên dawîn tundûtûjiya li ser jinan dibe kêm bû ye. Hejmara niştecihên Iraqê gihîştiye 45.4 milyon kesî ye, û hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê gihîştiye 6.3 milyon kesî ye. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Nûçeyên roja Pêncşemê 28î Mijdara 2024 28.11.2024

Di vê bûletenê de: Hikûmet hewl dide ku di roja rûniştina dawîn ya Senatê de nêzikî 40 qanûnan derbas bike… Neteweyên Yekbûyî dibêje hemî nanpêjên li navenda Xezayê ji ber kêmbûna kelûpelan hatine girtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 27î Mijdara 2024 27.11.2024

Di vê bûletenê de: Agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li Lubnanê ket meriyetê… Efserekî polîs bi kuştina neqanûnî ya jina 95-salî ya bi nîşanên xerfandinê sûcdar hat dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Are Australian workplaces safe for migrant women? - SBS Examines: Gelo ma cihên kar li Australya ji bo jinên koçber ewle ne? 27.11.2024

New research has highlighted the high rates of workplace sexual harassment and assault experienced by migrant women. Experts say there are many reasons why this type of abuse often goes unreported. - Lêkolîneke nû rêjeyên bilind yên taade û destdirêjiya zayendî ku li cîhê karli li jinên koçber dibin eşkere kir. Pispor dibêjin gelek sedem hene ku çima ev celeb taade bi gelemperî nayên ragihandin. L...

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 26î Mijdara 2024 26.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Alîkariya Hikûmeta Federal ji bo kirîna xaniya pêşnûmeyê di Senetê de derbas dike… Mûşek û dronên Rûsî li Ukraynê dixin... Û di sporê de, stêrka Matildas Caitlin Foord pesna daxwazeke mezintir ji bo futbola jinan wekî rêgezeke erênî ya lîstikê dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Li Amedê çalakiyên hişyarkirina tundiya li jinê dibe tên lidarxistin 22.11.2024

Roja Cîhanî ya Rakirina Tundûtûjiya Dijî Jinê di 25 Mijdarê de ye, nûçegîhan Hatîce Kamer ji Amedê behsa çalakiyên ku li bajêr dibin dike. Yek ji wan li ser Rojîn Kabaiş ku ji bo xwendina zanîngehê çûbû Wanê lê di roja sêyemîn de wunbda bû û meytê wê piştî 18 rojan di gola Wanê de hat dîtin. Malbata wê bawer dike ku keça wan hate kuştin lê ta niha tu lêpirsînek venebûye.

Kurte Nûçeyên roja Înî 2î Mijdara 2024 22.11.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Penny Wong dibêje Australya rêzê li serxwebûna ICC dike piştî ku fermanên girtinê ji bo karbiestên Israîlî derxist… Trump Pam Bondi ji bo Dozgera Giştî hildibijêre piştî ku Matt Gaetz vekişiya ... Û di futbolê de, Tîmê jinan yê Arsenal di deqeya dawîn de 1-0 serkeftin li hember Juventus bi dest xist, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Nûçeyên roja Pêncşemê 21î Mijdara 2024 21.11.2024

Di vê buletenê de: Bi dehan otombîl bi grafîtîyên dijî Îsraîlê hatin xerabkirin… Danûstandin ji bo pêşîlêgirtina li grêva trênê ya Sydney berdewam dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Kurdish Australians seek Australian government support - Civaka Kurd li Australya piştgiriya hukûmeta Australya bo Kurdan daxwaz dike 21.11.2024

The Kurdish community in Australia is set to engage with Australian parliamentarians regarding the challenges encountered by the Kurds and the Kurdish regions, with particular emphasis on the situation in Iran. In this context, we discussed the meeting with Salah Pourasad, a representative of the KDPI in Australia, who will also provide insights into the absence of Khalid Azizi, member of the Cent...

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.