COSMO
COSMO Kurdî
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Pêvajoya Aştiyê û Qedexeya PKK'ê 13.06.2025 32:29
Partiya Karkekê Kurdistan’ê PKK, ku ji 1993’an ve li Almanya’yê qedexe ye, di sala 2022’an der serî li wezareta navxweyî dabû, ku qedexe were rakirin. Herçend wezaretê ev daxwaz red jî kir, rêxistinê serî li dadgeha îdarî ya Berlîn’ê da. Rêxistin niha biryarên çekdanîn û xwefesxkirinê jî li serlêdana xwe zêde dike. Ji MAF-DAD’ê parêzer Rengîn Engül şîrove dike. Von Celil Kaya.
Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê 06.06.2025 27:00
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
2026: Zanîngeha Kurdî-Almanî tê vekirin 30.05.2025 33:38
Di sala 2026’an de yekemîn zanîngeha navnetewî ya Kurdî-Almanî dest bi perwedehiyê dike û amadehî gihaştine qonaxa dawîn. Zanîngeh ewê ne tenê dersên ziman û wêja Kurdî bi zimanê Kurdî bide lê herweha beşên din ên wekî zanistên civakî û beşên teknolojiyê jî. Em jî ji lijneya damezinêr bi Lezgîn Botan re li ser amadehiyên zanîngehê û zehmetê û derfetên wê dipeyivin. Von Celil Kaya.
Tirkiye-PKK û Rojhilata Nêzîk 23.05.2025 24:26
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
Dawiya PKK'ê û têkoşîna çekdarî 16.05.2025 49:29
Partiya Karkerên Kurdistan’ê PKK’ê li ser banga Abdullah Öcalan dawî têkoşîna xwe ya çekdarî anî û xwe fesix kir. Ev yek nayê wê wateyê ku wan dev ji doza xwe berdaye lê belê ewê ji niha û pê ve têkoşîna xwe bi rê û rêbazên aştiyane bimeşînin, wekî siyaset û rêxistinkirina civakî. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çîçek paşxaneya xwe fesixkirina PKK’ê û encamên wê yên ser pêvajoya çareseriyê dinirx...
Danûstandinên di navbera Îran û Amerîka de 09.05.2025 31:02
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
Rojava: Konferansa Yekrêziya Kurdî 30.04.2025 37:40
Roja 26’ê li Qamişlo’yê Konferenasa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat li dar xistin û di encamê de biryar derket, ku Kurd ewê bi şandeyeke hevpar herin Şam’ê, da ku doza mafên netewî yên Kurdan lê herweha yên pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin. Vê yekê li cem ne tenê xelkê Rojavayê Kurdistan’ê lê tevahiya Kurdistan’ê bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Rojnameger Roj Mûsa him encamên konferan...
Rewşa Sûriye û Rojava 25.04.2025 28:31
Piştî ku HTŞ hat ser desthilatdariya Sûrî li welêt hewldanên guhertinê hene. Lê belê di vê serdemê de karîgeriyên desttêwerdanên ji derve ji her demê bêhtir in. Lê sibêrojeke çawa li benda Rojava û Sûrî ye? Em jî vê heftê ji GfbV Dr. Kemal Sido re, ku niha li Rojava ye û herweha bi rojnameger Siruan Haj Hussein re li ser rewşa niha û sibêroja Rojava û tevahiya Sûrî dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Aştî heta dawiya Hezîranê? 18.04.2025 41:34
Bi hevdîtina şandeya DEM Partî ya digel serokkomar Erdoğan pêvajoya çareseriyê ket qonaxeke nû lê belê aliyê Tirk hîna jî gavên hewce ne avêtin. Ji aliyê din de tê pêşbînî kirin, ku pêvajo heta dawiya meha Hezîranê bi awayekî serkeftî biçe serî. Ji Kongreya Netewî ya Kurdistan’ê KNK’ê Nilüfer Koç şîrove dike. Von Celil Kaya.
Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê 11.04.2025 25:43
Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 23-27’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de 30 fîlmên kurt, dirêj û belgefîm tên nîşandan û mijara sereke ya îsal Rojava ye. Herwiha gelek derhêner jî ewê di festîvalê de amade bin û temaşevanan re hevpeyvînê bikin. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Pêvajoya çareseriyê û qeyyûm 04.04.2025 36:42
(c) WDR 2025 Von Celil Kaya.
Dersînorkirina Koçber û Penaberan 28.03.2025 26:54
Li Almanya’yê zêdetirî 20 mîlyon koçber û penaber dijîn. Ji aliyekî ve welat zextên xwe yên li ser penaberan tundtir dike ji aliyê din de jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin ku penaberan dersînor bike. Von Celil Kaya.
Newroz / Hefteya Navneteweyî ya Dijî Nijadperestiyê 21.03.2025 30:10
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
Rêkeftina Mazlum Abdî û Colanî 14.03.2025 33:50
Di 10’ê mehê de fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî û serokkomarê nû yê Sûrî Ahmed Şara anku colanî rêkeftinek îmze kir. Rêkeftin li ser entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî bû. Lê sê roj paşê îcar Colanî destûra demborî ragihand, ku ewê 5 salan di meriyetê de be. Rêkeftin û destûra demborî ji gelek aliyan ve li hev nakin. Îcar şansê cihbicih kirina rêkeftinê ewê...
Ji Öcalan banga çekberdanê 07.03.2025 37:30
Abdullah Öcalan, ku ev 26 sal in di zindana Îmrali’yê de ye, di 27’ê mehê bang li PKK’ê kir ku di encama kongreyekê de çekên xwe deynin û xwe fesih bikin. Öcalan herweha ji deewleta Tirk xwest û ji bo pêkanîna vê yekê bingehên siyasî û huqûqî deyne. Em jî bi endamê konseya rêvebir a KCK’ê bi Zubeyir Aydar re him li ser vê bangê him jî pêvajoya ji niha û pê ve dipeyivin. Von Celil Kaya.
Bandora Encama Hilbijartina 2025 28.02.2025 27:52
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
Pirrzimanî di nav malbat û perwerdehiyê de 21.02.2025 35:47
21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ye. Em jî hersal bi boneya vê rojê mamosteyên Kurdî û pisporên perwedehiyê dikin mêvan. Û vê heftê jî em ji Yek-Mal Akademî bi Şerîf Derînce re dipeyivin. Yekmal Akademî vê dawiyê lêkolîneke berfireh a pirrzimaniyê di nav malbatên koçber ên li Berlîn’ê de meşand. Şerîf Derînce him li ser lêkolînê û him jî li ser encamên wê dipeyive. Von Celil Kaya.
Hilbijartin 2025: Vedat Akter ji Köln'ê namzet e 07.02.2025 41:09
di 23’ê vê mehê hilbijartinên pêşwext tên li dar xistin. Mijara koçber û penaberan wekî hercarî di kampanyayên partiyan de cihê sereke digire. Helbet di nav namzetan de kesên esil biyanî jî hene. Wekî mînak Vedat Akter. Camêr ji Köln Mülheim/Leverkusen ji partiya Çep namzetê rasterast e. Emê jî vê heftê pê re li ser hilbijartinên pêşwext, namzetiya wî û nîqaşên ser koçberan bipeyivin. Von Celil Ka...
Hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlûm 24.01.2025 43:18
Serok Mesûd Barzanî di 16’ê mehê de li Hewlêr’ê pêşwaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de yekrêziya Kurdan û çarenûsa Rojavayê Kurdistan'ê hatin nîqaş kirin. Hevdem êrîşên Tirkiye’yê yên ser bendava Tişrîn’ê berdevam dike û di encamê de bi dehan xelkê sivîl jî hatin kuştin. Em jî ji Kobani’yê bi Lezgîn Ibrahîm re him rewşa dawî ya li herêmê û him jî deg...
Îran: Cezayê îdamê ser Pexşan Ezîzî 17.01.2025 30:17
Çalakvana medenî Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2023’an de li Tehran’ê hatibû destgîr kirin û bi tawana serhildana çekdarî ya dij Komara Îslamî dihat darizandin. Di Sibata 2024’an de Dadgeha Inqilaba Îslamî cezayê îdamê da Pexşan Ezîzî. Herweha cezayê 4 sal cezayê zindanê ji ber endametiya PJAK’ê. Dadgeha bilind jî di 8’ê mehê de wî cezayê pesend kir. Von Celil Kaya.
Hêvî û geşedanên muhtemel ên ji bo Kurdan di sala 2025an de 10.01.2025 32:05
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
Nûnerên partiya DEM’ê li Îmraliyê çûn serdana Öcalan 03.01.2025 20:34
Şandeya DEM Partiyê şemiya buhurî li grava Îmrali'yê çû seredana Abdullah Öcalan. Diyar kir, ku ew piştgiriyê dide paradîgmaya nû û ji bo çareseriyê amade ye. Von Kamil Basergan.
Salvegera koça dawî ya Eyşe Şan 27.12.2024 29:06
18'ê Kanûnê salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî rexne kirin û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtiyê derket. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvan e. Von Abducelil Kaya.
Serjimêriya li Iraqê 20.12.2024 29:25
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
Rejîm rûxa- Kurd ewê çi bikin? 13.12.2024 58:05
Rejîma Esad rûxa û desthilatdariya welêt ket destê Heyet Tahrir uş-Şam. Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava berdewam dike. Kurd ewê sibêroja Sûrî de çi rolê bilîzin? Em jî ji rêxistina civaka sivîl ji Civil Waves PÊL bi Ferhad Ehmê re li ser rûxana rejîmê û sibêja Sûrî de dipeyivin. Von Celil Kaya.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.