COSMO
COSMO Kurdî
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Wo hören?
Podcasts in der App Replaio Radio Bald verfügbarPodcasts kommen bald in die App. Installiere sie jetzt und erlebe als Erster einen ganz neuen Blick auf Podcasts
Folgen
Li Enqere'yê civîna NATO'yê 03.07.2026 31:35
Civîna bilind a NATO’yê li Enqere’yê bi rê ve çû. Rûsya wekî neyarê sereke hat dubare kirin, navê Çîn'ê derbas nebû. Civîn piştî tengezariyên di navbera Amerîka û welatên Ewropî de pêk hat ku Ewropiyan piştgirî nedabûn şerê Îran’ê. Trump dostaniya xwe ya digel Erdoğan çendîn car bin xêz kir û got ewê him motorên nû bifroşin Tirkiye’yê û him jî firokeyên Tirkiye’yê nûjen bikin. Di civînê de demokra...
Li Ewropa'yê pêla germê 03.07.2026 28:38
Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî li ser bandorên vê pirsgirêkê û awayê helwesta li hember wê rave dike. Von Kamil Basergan.
Kurdên Xorasan'ê 26.06.2026 44:45
Kurdên Îran’ê vê dawiyê ji ber şerê li Îran’ê gelek di rojevê de ne. Lê hin ji wan Kurdan gelek dûrî Kurdistan’ê ne û pirr nayên nas kirin. Kurdên Xorasan’ê. Mehdî Caferzade bixwe xelkê Xorasan'ê ye û behsa dîrok, çand û civaka Kurdî dike. Von Celil Kaya.
Rêziknameyên nû yên penaberiyê yên YE yên GEAS / Peymana Îran/US 19.06.2026 33:59
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
Gelo Çarçove-Qanûn derdikeve? 05.06.2026 37:03
Komîsyona parlamenterî ya pêvajoya çareseriyê di rapora xwe de çarçove qanûnek pêşniyar kiribû, ku çav lê ye vê mehê were pêşiya Meclîsê. Lê belê nayê zanîn, ka ev qanûn dikare bibe bersiva bendewariyên aliyê Kurdî. Pisporê zanistên siyasî Sinan Önal şîrove dike. Von Celil Kaya.
Danûstandinên Îran û Amerîkayê 05.06.2026 31:36
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka'yê bi êrîşên xwe zirareke mezin a leşkerî da Komara Îslamî ya Îran'ê lê nikaribû bigihîje hedefên xwe yên stratejîk. Çavdêrê siyasî Behroz Ensari û partiya Komala Aram Mudaresi birêveçûna vî şerî û karîgeriyên wî yên ser Rojhilatê Kurdistan'ê rave dikin. Von Kamil Basergan.
Hilbijartinên Rojavayê Kurdistan'ê 29.05.2026 38:08
Di 24’ê mehê de li Rojavayê Kurdistan’ê hilbijartin pêk hatin. PYD û partiyên pê re ji ber neheqiya hejmara kursiyan hilbijartin boykot kirin, partiyên ENKS’ê dîsa jî ketin hilbijartinan. Di encamê de tevî Efrîn û Şehba’yê hejmara parlamenterên Kurd gihaş 9 kesan. Hevdem serbestberdana dîlên HSD’ê û vegera xelkê Efrîn’ê jî berdewam dike. Rojnameger Roj Mûsa hilbijartin û vegera xelkê Efrîn’ê rave...
Hikûmeta nû ya Iraqê 22.05.2026 30:03
Parlamentoya Iraqê di 14’ê Gulanê de raya pêbaweriyê da kabîneya Elî Zeydî, lê hukûmetek ku tenê 14 wezîr derbas bûn û 9 wezaret nehatin erê kirin. Ji Başûrê Kurdistan’ê ji Silêmanî rojnamevan û şarezayê mijarên siyasî û ewlehiyê Newroz Sinjar rave dike. Von Kamil Basergan.
110 Sal Rêkeftina Sykes-Picot 15.05.2026 36:30
Peymana nepenî ya Sykes-Picot, ku Rojhilatê Navîn li gor berjewendiyên Brîtanyan û Fransa par ve dikir, 110 sal berê, di 16’ê Gulana 1916’an hat îmze kirin. Ev peyman piştî zêdeyî sedsalê hîna jî di rojevê de ye. Em jî bi Prof. Hamit Bozarslan re li ser vê peymanê û karîgeriyên wê yên roja me ya îroyîn dipeyivin. Von Celil Kaya.
Kêmkirinên di sektora civakî de û bandorên wan 08.05.2026 30:55
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
Gelo pêvajoya çareseriyê xitimî? 01.05.2026 38:45
Ji destpêka pêvajoyê ve 18 meh buhurîn. Herdu alî li ser navê wê jî nehevbîr in. Ji bo hikûmetê pêvajoya Tirkiyeya bê teror, ji bo Kurdan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herweha herdu alî hevdu bi derengxistina pêvajoyê tawan dike. Dewlet dibêje çekdanîn bi giştî pêk nehatiye, aliyê Kurdî dibêje bê garantiyên qanûnî ew gav naçe serî. Herweha nîqaşên hilbijartinên pêşwext û rûdanên herêmî jî hen...
Şerê Îranê: Buhabûna jiyanê ya li Almanyayê 24.04.2026 27:17
Ji ber şerê Îranê bazarên enerjiyê, zincîreyên dabînkirinê û barkêşiya navneteweyî bi awayekî berbiçav bandor bûne. Von Kamil Basergan.
Agirbesta Lerzok û Tengava Hurmuz 17.04.2026 48:54
Herçend danûstandinên Îslamadê serneketin jî agirbesta lerzok a di navbera Amerîka û Îran’ê de berdewam dike. Trump vê carê abluqayek danî ser tengava Hurmuzê û li bendê ye, ku Îran şert û mercên wî qebûl bike. Herweha plansaziya tevlêkirina hêzên Kurdî ya di şerekî bejahî de ji bo niha hatiye rawestin. Ji Zanîngeha Sussex a Îngîltereyê, pisporê peywendiyên navnetewî, Doç. Dr. Kamran Matin rave di...
Bandorên agirbesta 2-hefteyî li ser şerê Îranê 10.04.2026 31:19
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
Perwerdehiya Kurdî wekî zimanê dayîkê 03.04.2026 47:51
Ev 33 sal in li Almanya’yê derfet heye ku zarokên Kurdan di dibistanên dewletî de hînî zimanê xwe yê dayîkê bin. Dersan serê pêşî di sala 1993’an de li Bremen’ê, ya dawî jî di 2025ân de li Saarland’ê dest pê kir û niha li heft eyaletan tên meşandin. Dr. Şerif Derince vê dawiyê li cem Zanîngeha Postdamê teza xwe ya doktorayê ya ser li Almanya’yê di dibistanên dewletî de hînkirina zimanê Kurdî pêşkê...
3. Festîvala Fîlmên Kurdî Düsseldorf 27.03.2026 24:52
Sêyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 17-19’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de bi dehan fîlm, kurtefîlm û belgefîlm tên nîşandan. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Vîzeya Xebatê: Serpêhatiya Endezyarekî Kurd 20.03.2026 39:31
Almanya ji aliyekî ve qanûnên xwe yên koçberiyê hişktir dike lê ji aliyê din de jî ji bo hatina karker û xebatkarên pispor û zîrek derfetên nû vedike, ji ber ku pêdivî bi karkeran heye. Lê ji salên 60’î cihêtir divê karker pispor bin, xwendina wan a bilind hebe. Lê pêvajoya hatina wan çawa dimeşe? Çi zehmetiyên burokratîk û civakî derdikevin pêşiya wan? Endezyar Seyîtxan Ayav jî behsa serpêhatiya...
Şerê Îranê dijwartir dibe 13.03.2026 35:11
Şerê Îran'ê her ku diçe dijwartir dibe û Komara Îslamî di warê leşkerî de mderbeke mezin xwar. Ji bo êrîşeke bejahî navên pêşmergeyên partiyên Kurd ên Rojhilatî derbas dibin. Çavdêrê siyasî Shorsh Alyari, rojnameger Agiri Emailnazhad û çalakvan Mahdi Fattahi mêvanên vê hefteyê ne. Von Kamil Basergan.
Rojhilat: Hêzên Kurdî garantî dixwazin 06.03.2026 46:47
Îsraîl û Amerîka careke din li Îran’ê dixin û Komara Îslamî ber xwe dide. Çavê Îsraîl û Amerîka li Kurdên Rojhilat e, ku li ser erdê şerê Komara îslamî bikin. Lê bi taybetî piştî tecrûbeya Rojava Kurdên Rojhilat bi baldarî tevdigerin. Gelo şerê Îran’ê ji bo Kurdan derfetek yan xeterek e? Hevkariya bi Amerîka ewê li ser çi şert û mercan be? Hêzên Kurdî çiqas amade ne? Ji KJAR'ê Maryam Fathi rave di...
Depresyon: Nexweşiya Serdema Me 27.02.2026 27:08
Depresyon nexweşiyek e ku dikare were dermankirin e. Bi desteka civakî, terapiya psîkolojîk û heger hewce be bi dermanan, gelek kes dikarin vegerin jiyana xwe ya asayî. Dr. Şwan Muhammed Omer li ser depresyonê û bandorên wê dipeyive û herweha şîretên pisporiyê dide. Von Kamil Basergan.
München: Nijadperestiya dij Kurdan 20.02.2026 45:16
Lêkolîneke nû diyar dike, ku nijadperestî û cudakarî parçeyeke jiyana rojane ya Kurdên München'ê ne. Mexdûr pirranî ciwan in û bi taybetî keçên ciwan. Lêkolîna Prof. Dr. Cinur Ghaderi Von Celil Kaya.
Danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de 13.02.2026 30:22
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
Rojava: Li aliyekî seferberî li aliyekî muzakere 06.02.2026 41:30
Rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şam'ê de di 2'ê Sibatê ket meriyetê. Nureddîn Ehmed wekî yekem waliyê Kurd ê Hesekê dest nîşan kirin. Dorpêça Kobanî berdewam dike. Amerîka'yê çima dev ji pişgiriya xwe ya bo HSD'ê berda? Rojnameger Dr. Tariq Hemo rave dike. Von Celil Kaya.
Tadeya Dêrûnî ya Şer li ser Kurdan 30.01.2026 29:36
Li hember êrîşên ser Rojava, Kurd li her der ser piyan e. Pispor dibêjin ev şer û pevçûn li cem gelê Kurd dibe sedeme bêzariyên dêrûnî. Vê heftê dêrûnînas Houshyar Faqehi û nivîskar Mahmoud Tschawisch dibin mêvanên me. Von Kamil Basergan.
Rojava: Berxwedana man û nemanê 23.01.2026 40:49
Piştî ku Amerîka’yê piştigiriya xwe ya ji bo HSD’ê vekişand, artêşa Sûrî êrîşî HSD’ê dike û rewşa niha de HSD ji herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûrî vekişiya û parastina Rojavayê Kurdistan’ê dike. Kobanî careke din di bin dorpêçê de ye. Dema agirbestê di 24'ê mehê de diqede. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek rave dike. Von Celil Kaya.
Ähnliche Podcasts
Replaio ist kein Herausgeber von Podcasts; die Namen der Sendungen, Cover und Audioinhalte gehören ihren Autoren und werden über öffentliche RSS-Feeds verbreitet