fr

COSMO

COSMO Kurdî

COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.

N'hésitez pas à visiter le site du podcast et à soutenir son créateur : www1.wdr.de

Auteur

COSMO

Catégorie

Society

Site du podcast

www1.wdr.de

Dernier épisode

23 oct. 2026

Où écouter ?

Les podcasts dans l'appli Replaio Radio Bientôt disponible

Les podcasts arrivent très bientôt dans l'appli. Installe-la dès maintenant et découvre en avant-première une toute nouvelle façon de vivre les podcasts

Télécharger sur Google Play Installe-la gratuitement Android près de 10 M de téléchargements · note de 4,8 iOS bientôt

Épisodes

Betalkirina penaberiya xelkê Sûrî 23.10.2026

Daîreya Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê (BAMF), dest bi betalkirina statuya parastinê û mafê penaberiyê yê hejmareke mezin a welatiyên Sûriyeyê kir. Dr. Kamal Sido, berpirsê beşa Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên Di Bin Metirsiyê de, rewşa niha ya Sûriyeyê, mafên hindikahiyan û pêvajoya demokratîk a li welêt dinirxîne. Von Kamil Basergan.

Li Hisîça'yê çi diqewime? 16.10.2026

Ji destpêka meha Cotmehê ve li nav bajarê Hesekê aloziyek heye, ku hin komên Ereban li dij desthilatdariya herêmî radibin û daxwaz dikin, ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer be. Xwepêşandan bi lez veguherîn bûyerên şîddetê û êrîşên li dij Kurdan. Rayedar banga aramiyê dikin û xwepêşandan wekî provokasyon bi nav dikin lê belê li cem Kurdan tirs û fikar hene. Rojnameger Roj Mûsa bûyerên vê dawiyê yên...

Em ji dîroka xwe çi hîn bûne? 09.10.2026

COSMO KURDI Von Kamil Basergan.

Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê 25.09.2026

Vekişîna hêzên Amerîkî û Koalîsyona Navnetewî ya ji Iraq û Herêma Kurdistanê, ku tê plankirin heta 30ê Îlona 2026an bê temamkirin, guherîneke mezin a jeopolîtîk û leşkerî ye. Têkildarî vê mijarê, em jî li ser potansiyela guherînê û hêviyan di vê geşedana dîrokî de, bi Doç. Dr. Kardo Rashid ji Silêmaniyê, û rojnamevan Newroz Sinjar ji Hewlêrê re nîqaş dikin. Hin agahiyên zêdetir li ser vê mijarê dê...

Yekkirina Hêzên Pêşmerge 18.09.2026

Di 10'ê Îlonê de Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekkirin hêzên Pêşmerge bi dawî bûye. Yekbûn dilê Kurdan xweş dike lê belê fikar jî hene, ka ev yekbûna vê dawiyê ewê yekbûneke rasteqîn be yan partîbazî ewê dîsa bibe asteng li pêşiya berjewendiyên netewî yên Kurdan. Ji Zanîngeha Birmingham'ê huqûqnas Dr. Hoshman Ismail rave dike. Von Celil Kaya.

Hilbijartinên li Sachsen-Anhalt 11.09.2026

COSMO KURDI Von Kamil Basergan.

Rojava: HSD'ê xwe fesix kir 04.09.2026

Di warê cih bi cih kirina rêkeftina 29'ê Çile de entegrasyona dezgeh û hêzên rêveberiya xweser a di nav dewleta Sûrî de bi dawî hat. Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk jî xwe fesix kir. Werçerxanek di dîroka Rojavayê Kurdistanê de. Ji rêxistina civaka sivîl PÊL Ferhad Ehmê biryara fesixkirina HSD'ê û parastina destkeftên Kurdan a li Sûrî dinirxîne. Von Celil Kaya.

Penaberên avhewayê an jî Erebkirin 28.08.2026

COSMO KURDI: Von Kamil Basergan.

Dîwana Goethe êdî bi Kurdî ye 21.08.2026

Dr. Abdullah Încekan Dîwana Xerb-Şerqî ya helbestvanê mezin Goethe wergerand û ji weşanxaneya Nûbihar’ê çap kir. Dîwana Şerqî-Xerbî heta roja me ya îroyîn wekî manîfestoya dîaloga di navbera çandan de, li hevdu rêzgirtin û zihnîyeta vekirî tê dîtin. Emê jî bi birêz Abdullah Incekan re li ser wergera Kurmancî ya Dîwana Goethe û serpêhatiya wî ya wergerê de bipeyivin. Em herweha jê dipirsin zêdeyî 2...

Salvegera Koça Dawî ya Aram Tîgran 14.08.2026

Nivîskar Kakşar Oremar, di 17'emîn salvegera koça wî ya dawî de hunermendê mezin Aram Tîgran bi pîrtûkeke jînenîgariyê bi bîr tîne. Von Kamil Basergan.

Berlîn: Yekem Dibistana Almanî-Kurdî 07.08.2026

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027/28an Dibistana Seretayî ya Riza Baran a duzimanî veke. Dibistan ewê bibe yekem dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî ya li Almanyayê. Rêvebera giştî ya YEKMAL’ê birêz Günay Darici pêvajoya dameziranda vê dibistanê û plansaziyên xwe yên sibê rojê rave dike. Von Celil Kaya.

Pêşangeha Rewand Cewad li ser Qirkirina Şingalê 31.07.2026

COSMO KURDI: Von Kamil Basergan.

Hikûmeta nû ya Iraqê di navbera Îran û Amerîkayê de 24.07.2026

COSMO KURDI: Von Kamil Basergan.

Perwerdehiya Mamosteyên Zimanê Kurdî 17.07.2026

Li Almanya’yê li 7 eyaletan derfet heye, ku zarok di dibistanên dewletî de zimanê Kurdî wekî dersa zimanê dayîkê bixwînin. Herçend li Almanya’yê zêdeyî milyonek û 300 hezar Kurd dijîn jî zarokên ku diçin wan dersan gelek kêm e. Yek ji sedeman jî ew e, ku mamoste têrê nakin. Yekmal Akademî jî da ku vê valahiyê dagire bernameyeke perwerdekirina mamoste û dersdarên Kurdî Kurmancî li dar dixe. Ji Yekm...

Li Enqere'yê civîna NATO'yê 03.07.2026

Civîna bilind a NATO’yê li Enqere’yê bi rê ve çû. Rûsya wekî neyarê sereke hat dubare kirin, navê Çîn'ê derbas nebû. Civîn piştî tengezariyên di navbera Amerîka û welatên Ewropî de pêk hat ku Ewropiyan piştgirî nedabûn şerê Îran’ê. Trump dostaniya xwe ya digel Erdoğan çendîn car bin xêz kir û got ewê him motorên nû bifroşin Tirkiye’yê û him jî firokeyên Tirkiye’yê nûjen bikin. Di civînê de demokra...

Li Ewropa'yê pêla germê 03.07.2026

Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî li ser bandorên vê pirsgirêkê û awayê helwesta li hember wê rave dike. Von Kamil Basergan.

Kurdên Xorasan'ê 26.06.2026

Kurdên Îran’ê vê dawiyê ji ber şerê li Îran’ê gelek di rojevê de ne. Lê hin ji wan Kurdan gelek dûrî Kurdistan’ê ne û pirr nayên nas kirin. Kurdên Xorasan’ê. Mehdî Caferzade bixwe xelkê Xorasan'ê ye û behsa dîrok, çand û civaka Kurdî dike. Von Celil Kaya.

Rêziknameyên nû yên penaberiyê yên YE yên GEAS / Peymana Îran/US 19.06.2026

COSMO KURDI Von Kamil Basergan.

Gelo Çarçove-Qanûn derdikeve? 05.06.2026

Komîsyona parlamenterî ya pêvajoya çareseriyê di rapora xwe de çarçove qanûnek pêşniyar kiribû, ku çav lê ye vê mehê were pêşiya Meclîsê. Lê belê nayê zanîn, ka ev qanûn dikare bibe bersiva bendewariyên aliyê Kurdî. Pisporê zanistên siyasî Sinan Önal şîrove dike. Von Celil Kaya.

Danûstandinên Îran û Amerîkayê 05.06.2026

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka'yê bi êrîşên xwe zirareke mezin a leşkerî da Komara Îslamî ya Îran'ê lê nikaribû bigihîje hedefên xwe yên stratejîk. Çavdêrê siyasî Behroz Ensari û partiya Komala Aram Mudaresi birêveçûna vî şerî û karîgeriyên wî yên ser Rojhilatê Kurdistan'ê rave dikin. Von Kamil Basergan.

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistan'ê 29.05.2026

Di 24’ê mehê de li Rojavayê Kurdistan’ê hilbijartin pêk hatin. PYD û partiyên pê re ji ber neheqiya hejmara kursiyan hilbijartin boykot kirin, partiyên ENKS’ê dîsa jî ketin hilbijartinan. Di encamê de tevî Efrîn û Şehba’yê hejmara parlamenterên Kurd gihaş 9 kesan. Hevdem serbestberdana dîlên HSD’ê û vegera xelkê Efrîn’ê jî berdewam dike. Rojnameger Roj Mûsa hilbijartin û vegera xelkê Efrîn’ê rave...

Hikûmeta nû ya Iraqê 22.05.2026

Parlamentoya Iraqê di 14’ê Gulanê de raya pêbaweriyê da kabîneya Elî Zeydî, lê hukûmetek ku tenê 14 wezîr derbas bûn û 9 wezaret nehatin erê kirin. Ji Başûrê Kurdistan’ê ji Silêmanî rojnamevan û şarezayê mijarên siyasî û ewlehiyê Newroz Sinjar rave dike. Von Kamil Basergan.

110 Sal Rêkeftina Sykes-Picot 15.05.2026

Peymana nepenî ya Sykes-Picot, ku Rojhilatê Navîn li gor berjewendiyên Brîtanyan û Fransa par ve dikir, 110 sal berê, di 16’ê Gulana 1916’an hat îmze kirin. Ev peyman piştî zêdeyî sedsalê hîna jî di rojevê de ye. Em jî bi Prof. Hamit Bozarslan re li ser vê peymanê û karîgeriyên wê yên roja me ya îroyîn dipeyivin. Von Celil Kaya.

Kêmkirinên di sektora civakî de û bandorên wan 08.05.2026

COSMO KURDI Von Kamil Basergan.

Gelo pêvajoya çareseriyê xitimî? 01.05.2026

Ji destpêka pêvajoyê ve 18 meh buhurîn. Herdu alî li ser navê wê jî nehevbîr in. Ji bo hikûmetê pêvajoya Tirkiyeya bê teror, ji bo Kurdan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herweha herdu alî hevdu bi derengxistina pêvajoyê tawan dike. Dewlet dibêje çekdanîn bi giştî pêk nehatiye, aliyê Kurdî dibêje bê garantiyên qanûnî ew gav naçe serî. Herweha nîqaşên hilbijartinên pêşwext û rûdanên herêmî jî hen...

Écoute le podcast COSMO Kurdî sur Replaio

La radio et les podcasts dans une seule appli - gratuite, sans inscription. Installe-la dès aujourd'hui et ne rate pas le lancement

Télécharger sur Google Play

Replaio n'est pas éditeur de podcasts ; les noms des émissions, les visuels et l'audio appartiennent à leurs auteurs et sont diffusés via des flux RSS publics