COSMO
COSMO Kurdî
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Xwepêşandanên li Îranê û şerê li Helebê 16.01.2026 30:19
Xwepêşandan û nerazîbûnên di nav welatiyên Îranê de berdewam dikin û hejmara xwepêşandêrên kuştî zêde dibe. Shler Bapiri, çalakvaneke ji rêxistina mafên mirovan Hangaw rewşa dawî rave dike. Von Kamil Basergan.
Li Heleb'ê şerê giran 09.01.2026 36:08
Ji 6’ê mehê ve taxên Kurdan ên li Bakurê Helebê, Şêx Mesqûd, Eşrefiyê, Benî Zêd di bin dorpêça artêşa Ereb a Sûrî de ne. Meclîsa gel a Helebê jî di daxuyaniyekê ragihand, ku ew ji taxên xwe dernakevin. Hêzên Asayişê yên wan taxan jî bi çekên xwe yên sivik ber xwe didin. Hevpeyvîna digel rojnameger Roj Mûsa. Von Celil Kaya.
Di sala 2026an de li Almanya dê çi biguhere? 02.01.2026 24:07
Wekî hercarê, di sala nû de hin qanûn û rêzikname tên guhertin. Herwiha li NRW'ê projeyên nû yên avadaniyê û mijara mazûvaniya Olîmpiyadan heye. Di vê podcastê de, emê awireke giştî vedin li ser guhertinên yasayî û îdarî yên ku di sala 2026an de li eyaleta North Rhine-Westphalia û li Almanyayê pêk tên. Von Kamil Basergan.
Mîrata Hunerî ya Eyşe Şan'ê 26.12.2025 32:00
Cosmo Kurdi Von Celil Kaya.
Siyaseta penaberan û girtîgehên dersînorkirinê 19.12.2025 23:51
Almanya siyaseta xwe ya penaberan hişktir dike û alîkariyên ji bo penaxwazan kêm dike, pê re hejmara serlêdanan jî kêm dibin. Von Kamil Basergan.
Rojava û Şam nakok dimînin 12.12.2025 49:00
Bi ser rûxana rejîma Esad salek buhurî. Lê belê Sûrî hîna jî him di warê aborî û him jî di warê ewlekariyê de ji aramî û seqemgiriyê dûr e. Çarenivîsa Rojava û Kurdan hîna jî mijara danûstandinan e. Desttêwerdanên welatên cîran ên wekî Îsraîl û Tirkiye’yê jî bê navber berdewam dikin. Hevpeyvîna digel Ferhad Ehmê, ji rêxistina sivîl PÊL. Von Celil Kaya.
Hovîtiyeke Bêceza: Komkujiya Vartînîs'ê 28.11.2025 31:49
Vartînîs yek ji hovîtiyên salên 90’î yên li Bakurê Kurdistan’ê ye.. Fîlmsaz û derhêner Celil Badikanli û Özlem Diler jî li ser vê karesatê belgefîlmek çêkiriye. Von Celil Kaya.
Li Bonn'ê Konferansa Aştiyê 21.11.2025 29:26
Di 22'ê Mijdarê de li Bonn'ê konferanseke berfireh aştiyê tê li dar xistin, ku tê de pêvajoya li Tirkiye'yê tê gotûbêjkirin. Von Kamil Basergan.
Kemîna Mykonos'ê: Kuştina Dr. Şerefkendî 14.11.2025 42:29
Rojnameger û nivîskar Perwer Armed bi pirtûka xwe Kemîna Mykonons’ê li ser vê suîqastê hûr bûye û di encama lêkolînkirina bi hezaran rûpel belge û hevdîtinên digel bi dehan şahidan de aliyên vê suîqastê derdixe holê, ku heta niha nedihatin zanîn. Von Celil Kaya.
PKK ji Tirkiye'yê vedikişe 31.10.2025 27:52
Roja 26’ê mehê PKK’ê biryara vekişîna hemû hêzên xwe yên çekdar ên ji nav Tirkiye’yê ragihand. Ev pêngav ji aliyê Tirk ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazî kirin. Şandeya DEM Partiyê jî bi serokkomar Erdoğan rûnişt û peyam hat dayîn, ku herdu alî di berdewamkirina pêvajoyê de hevbîr in. Rojnameger Amed Dîcle biryara vekişînê û birêveçûna pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.
HSD dibe beşeke sereke ya artêşa Sûrî 17.10.2025 41:44
Vê heftê hat ragihandin, HSD’ê û hikûmeta Şam’ê li hev kirine, ku HSD bi sazbûnên xwe wekî sê firqeyan tev li artêşa Sûrî bibe, ku YPJ jî dibe çendîn lîwa di nav wan de. Weha xuya ye, Amerîka û dewletên din ên garantor zext li ser hikûmeta Şam’ê kirine da ku pê razî be. Lê belê Tirkiye di vê yekê nerazî ye. Ji Kobani’yê, rojnameger Lezgîn Îbrahîm vê rekeftinê, şert û mercên paş wê de û herweha pêk...
Salek di ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê re derbas bû 10.10.2025 29:27
Ji Cotmeha 2024’an ve li Tirkiye’yê pêvajoyeke din a çareseriyê dimeşe. Rojnameger Kakşar Oremar salek piştî despêkirina wê, vê pêvajoya aştiyê şîrove dike. Von Kamil Basergan.
Li Almanya'yê Nijadperestiya dij Kurdan 03.10.2025 36:29
Informationstelle Antikurdischer Rassismus vê heftê raporeke li ser bûyerên nijadperetiya dij Kurdan a li Almanya’yê weşand. Rapor ne tê amar û hejmarên van bûyeran dide lê herweha cih dide çendîn gotarên zanist û pisporan, ku di vî warî de kar û xebat dimeşînin. Herweha pêşniyarên zelel jî beşeke vê raporê ne. Em jî ji IAKR bi Passar Hariky re li ser bûyerên nijadpesretiya dij Kurdan û naveroka r...
NRW 2025: Encumenên Întegrasyonê 26.09.2025 33:13
Di 14’ê mehê de li NRW hilbijartinên xwecihî anku hilbijartinên şaredarî, encumen û qeymeqamiyan hatin li dar xistin. Û di 28’ê mehê de li çendîn bajarên mezin tûra duyem a hilbijartinan tên li dar xistin. Di hilbijartinên xwecihî de herweha meclîsên întegrasyonê jî hatin hilbijartin. Emê jî bi Şahin Kürküt re bipeyivin. Camêr li Bonn’ê ji lîsteya serbixwe ya Kurdî ket wê meclîsê. Von Celil Kaya.
Rewşa Rojhilatê Navîn û Sûriyeyê 19.09.2025 23:10
Nearamiya li seranserî Rojhilatê Navîn û bi taybetî Sûriye’yê berdewam dike. Hevdîtinên aliyên Kurdî û hikûmera Şam’ê heta niha bê encam man lê belê hewldan hîna jî berdewam dikin. Em jî vê heftê ji Rêxistina ji bo Gelên di bin Xeterê de, bi Dr. Kemal Sîdo re li ser rewşa niha û herweha rola hêzên herêmî û navnetewî dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Komeleya Aştiyê Khamon 12.09.2025 29:20
Li Başûrê Kurdistan'ê rêxistineke aştiyê ya bi navê Khamon hat damezirandin, ku ji bo ji bo pêşxistina aştî û pêkvejiyanê û edaleta civakî dixebite. Em jî vê heftê bi seroka Rêxistina Khamon, Prof. Dr. Zhiya Abbas re li ser armanc û xebatên vê rêxistinê dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Mareşalê Neftê: Prof. Nadîr Nadîrov 05.09.2025 38:05
Prof. Nadîrov û malbata wî mexdûrên siyaseta sirgûnkirinê yên Stalîn'ê. Ji Naxçivan'ê sirgûnî stepên Qazaxistan'ê dibin. Nadîr tevî hemû zordestî û zehmetiyan dixwîne, dibe profesor. Ew herweha dibe hevwelatiyê rûmetê yê wî bajarî ku lê hatibû sirgûn kirin. Prof. Nadirov di 2021'ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.
Hilbijartinên herêmî yên 2025an li NRW 29.08.2025 28:12
14’ê Îlonê li NRW’ê hilbijartinên herêmî tên li dar xistin, anku şaredar, encumenên şaredariyan, meclîsên navçeyan û herweha meclîsên entegrasyonê tên hilbijartin. Em jî vê heftê bi siyasetmedar û endamê encumena şaredariya Essen’ê bi Shoan Vaisi re li ser birêveçûna hilbijartinan û encamên pêkan dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Kurdên Japonya'yê 22.08.2025 46:23
Kurdên Japonya’yê ne ewqas zêdebin jî vê dawiyê gelek di rojevê de ne. Li hember wan pêleke nefretê rabûye û ev yek bûbû mijara kampanyayên partiyên rastgir, ku di hilbijartinên 24’ê Tîrmehê de dengên xwe bi awayekî berbiçav zêdekirin. Nijadperestên Tirk ên ji Tirkiye’yê jî di vê pêla nefretê ya ser torên civakî de piştgirî didin nijadperestên japon. Rojnameger Îrfan Aktan ev sê sal in li ser Kurd...
Malbateke Êzîdî ji bo Iraq'ê hat dersînor kirin 08.08.2025 36:35
Piştî dersînorkirina Afxaniyan îcar Almanya’yê dîsa dest bi dersînorkirina Iraqiyan kir, di nav malbateke Êzîdî. Ev malbat ji sala 2022’an ve li Lychen’ê di kampekê de dijiya, emrê zarokên wan, 5, 12,15 û 17 ne ku hemû diçûn dibistanê yan bexçê zarokan. Tu endamekî malbatê sûc nekiriye û ceza jî nexwariye. Ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên li Almanya’yê Dr. Îrfan Ortaç dersînorkirina Êzîdiyan şîrove di...
Muzakereyên Şam û Rêveberiya Xweser 25.07.2025 33:37
Qerar bû muzakereyên di navbera hikûmeta Şam’ê û şandeya rêveberiya xweser di 24’ê mehê li Parîs’ê bihata meşandin lê belê civîn hat paş de avêtin. Sedem jî ew e, ku herdu alî li ser mijarên xwekî xweseriya herêmî û yek kirina artêşa Sûrî de li hev nakin. Hikûma Şam’ê dibêje HSD nabe ku wekî hêzeke leşkerî bimîne û endamên HSD divê wekî şex tev li artêşê bin. Hêjayî gotinê ye, Şam YPJ ji binî ve n...
Qaîdeyên nû ji bo yekbûna malbatan / Rewşa li Sûriyeyê 18.07.2025 31:41
Almanya’yê ji bo hin penaberan lihevgihandina malbatî ji bo du salan dide rawestandin. Ji Bochum’ê parêzer Besra Güler behsa qanûna dike. Herweha nakokiyên di navbera hikûmeta Surî û HSD’ê de kûr dibe. Endamê Parlamentoya Federal Jian Omar jî rewşa dawî ya li Sûrî şîrove dike. Von Kamil Basergan.
Qedexeya telefonên desta li dibistanan 04.07.2025 26:04
Pispor daxwaz dikin, ku di dibistanan de bikaranîna telefûnên destî were qedexe kirin. Ew dibêjin, telefûn di perwerdehî û perwerşînê de dibin pirsgirêk. Di vê podcastê de em bi mamoste Soma Altikulac û mamoste Skala Fatah re diaxivin. Von Kamil Basergan.
Şerê 12 rojî ya Îran û Îsraîl'ê 27.06.2025 37:43
Şerê Îsraîl û Îran'ê 12 rojan ajot û heta Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê jî rojekê rasterast tesîsên atomî yên Îran’ê bombebaran kirin. Taliyê di 25’ê mehê bi navbeykariya Amerîka’yê agirbestek hat ragihandin. Lê ji hingî ve herdu alî berdewam gef li hevdu dixwin. Em jî ji Zanîngeha Carleton a Kanada’yê bi profesorê alîkar bi Dr. Sardar Saadî re li ser vî şerî, helwesta Kurdên Rojhilat û pêşbîni...
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de 20.06.2025 33:52
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.