COSMO

COSMO Kurdî

Society DE ↓ 194 episodes

COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.

Author

COSMO

Category

Society

Podcast website

www1.wdr.de

Latest episode

Jul 3, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

HTŞ li Sûrî pêş ve diçe 06.12.2024

Heyet Tahrir el Şam vê heftê dest bi êrîşî bajarê Heleb'ê kir û niha piştî Hema'yê ber bi Humus'ê ve dimeşe. Hêzên Îslamî yên ser bi Tirkiye'yê êrîşî herêmên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk dike. Em jî digel rojnamevan Siruan Haj Hussein û Dr. Kemal Sido dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Tirkiye: Aştiyeke bê muzakere 29.11.2024

Serokê MHP’ê Bahçeli banga xwe ya ji bo Öcalan dubare kir. Serokkomar Erdoğan jî careke din xwedî li vê bangê derket. Niha di rojevê de seredana endamên DEM Partiyê ya ji bo serokê PKK’ê Abdullah Öcalan heye. Em jî ji Rojnameger Îrfan Aktan dipirsin, ka ew vê pêvajoyê çawa dinirxîne û şert û mercên niha çawa dibîne ji bo destpêkirin û meşandina pêvajoyeke nû. Von Celil Kaya.

Roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan 22.11.2024

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Tirkiye: Aştî ya xapînok? 15.11.2024

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk MHP’ê Devlet Bahçeli banga xwe ya ji bo serokê PKK'ê Abdullah Öcalan dubare kir. Aliyê dewletê dixwaze PKK yekser çekan berde. Hevdem hikûmetê careke din qeyyûm avêtin ser sê şaredariyên Kurdan. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek şîrove dike. Von Celil Kaya.

Trump dîsa bû serokê Amerîka'yê 08.11.2024

Di encama hilbijartinên 5’ê Mijdarê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump careke din wekî serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê hat hilbijartin. Ji Washington’ê, ji beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka Robîn Reşvan encamên hilbijartina Trump dinirxîne. Von Kamil Basergan.

Tirkiye: Pêvajoyeke din a aştiyê? 01.11.2024

Piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Tirkiye’yê dîsa nîqaşa pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Berevajî deh sal berê vê carê MHP û CHP jî peyamên erênî didin. Lê belê divê ev daxuyanî çiqas ciddî werin girtin? Gelo pêvajoyeke aştiyê dikare pêk were? Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan vê carê dikare roleke cudatir bilîze? Em van pirsan ji pisporê zanistên siyasî Sinan Önal dikin. Von Celil Kaya.

Bandora encamên hilbijartinê 25.10.2024

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Scholz seredana Erdoğan dike 18.10.2024

Di 5’emîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de serokwezîr Olaf Scholz seredana Tirkiye’yê dike. Çend roj beriya vê seredanê hat ragihandin, Almanya dawî li ambargoya çekan a ser Tirkiye’yê tîne. Em jî bi rojnameger Roj Mûsa re him li ser seredana Scholz a Tirkiyey’yê û rewşa li herêmên dagirkî dipeyivin. Von Celil Kaya.

Hilbijartinên Başûrê Kurdistan'ê 11.10.2024

Di 20'ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistan'ê hilbijartinên parlamentoyê tên li dar xistin. Vê carê hilbijartin ni nebûna parlamentoyeke çalak de tên li dar xistin. Em jî Hewlêr'ê bi ronakbîr Aso Haidari, bi rojnamegerên ji Silêmanî Dilshad Anwar û ji Duhok'ê Niamat Maronsî re li ser pêvajoya hilbijartinê û bendewariyên hilbijêran dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Dersînorkirina hevwelatiyên Tirkiye'yê 04.10.2024

Almanya û Tirkiye’yê careke din li ser vegerandina penaberan li hev kirin, lê belê îcar mijar xelkê Sûrî yan Afxanistan’ê nînin, hevwelatiyên Tirkiye’yê ne, ku penaberiya wan nehatiye qebûl kirin. Û Hêjayî gotinê ye, pirraniya wan Kurdên me ne. Em jî li ser vê rêkeftinê ji Rêxistina Gelên di bin metirsiyê de, bi Dr. Kemal Sido re dipeyivin. Von Celil Kaya.

kovara Çîya 27.09.2024

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

2. Salvegera kuştina Jîna Emînî 20.09.2024

Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran’ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Bi taybetî nifşa nû, ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin niha çi dikin. Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan’ê KJAR’ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide. Von Celil Kaya.

Pireke di di navbera Rojhilat û Rojava de 13.09.2024

Komeleya çandî û werzişî ya Kurd û Iraqî tevî koma Kolovielena di 28'ê Îlonê de li Düren'ê konserek li dar dixe: Pira di navbera Rojhilat û Rojava de. Çalakvana mafê jinan Roonak Aziz û muzîkjen Alan Arif mêvanên vê heftê ne. Von Kamil Basergan.

Çîroka Stranekê: Welatê me Kurdistan e 06.09.2024

Di sala 1973’an de dema ku stran a "Welatê me Kurdistan e" li ser frekansên Radyoya Erîwan’ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan’ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe "hit" û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî. Nivîskarê vê stranê Mecîd’ê Silêmên di Tebaxa 2...

Navid Zardi 30.08.2024

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

50 salên bi huner: Şivan Perwer 23.08.2024

Hunermend Şivan Perwer îsal 50 saliya hunera xwe pîroz dike. Em jî di vê xeleka xwe de cih didin hunera wî û em bi nivîskarê jînenîgariya Şivan Perwer bi Dr. Abdullah Încekan re him li ser jiyan him jî li ser hunera vî hunermendî efsanewî dipeyivin. Von Celil Kaya.

Iraq: Zewicandina keçên 9 salî 16.08.2024

Di parlamentoya Iraq'ê de pêşnûma qanûnek tê nîqaş kirin, ku dihêlê keçikê 9 salî werin zewicandin. Li hember jî gelek rexne hene. Rêvebira rêxistina mafên jinan Amez, Kanda Muhammed helwesta rêxistinên jinan a beranber vê pêşnûmeyê şîrove dike. Von Kamil Basergan.

Betlane mafê her zarokekî/ê ye 09.08.2024

Betlaneya havînê dest pê kir. Bi taybetî jî malbatên bi zarok ketin nav teşqeleyekê. Lê divê zarok tatîla xwe çawa derbas bikin? Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin? Em van pirsan ji Frankfurt’ê ji sosyalpedagog û terapîstê malbatî ji Mehmet Ataç dikin. Von Celil Kaya.

10 sal piştî komkujiya Şengalê 02.08.2024

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Lihevhatina Erdoğan û Esad 26.07.2024

Piştî du salan Erdoğan careke din hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da lê belê hîna jî diyar nîne ka civîn ewê pêk were, pêk were jî li ku û di bin çi şert û mercan de. Em jî ji Rêxistina Civil Wave PÊL bi birêz Ferhad Ehmê vê hewldanê û senaryoyên pêkan dinirxînin. Von Celil Kaya.

Tirkiye êrîşî başûrê Kurdistanê dike 19.07.2024

Tirkiye li seranserî Başûrê Kurdistan’ê operasyoneke berfireh dimeşîne. Bi dehan gundên li Behdînan û Qendîl’ê hatin vala kirin. Em jî di vê xelekê de bi Rojnameger Dilshad Anwar re li ser êrîşên Tirkiye’yê yên ser Başûrê Kurdistan’ê dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Îran: Reformxwazekî bê hêz û destûr 12.07.2024

(c) WDR 2024 Von Celil Kaya.

Şampiyonaya Ewropî 2024 05.07.2024

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Piştî Salan Dîsa Koma Amed 28.06.2024

Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û serê vê mehê li Parîs’ê konserek da. Kom ewê herweha 5’ê mehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî vê heftê bin endamê Koma Amed Silêman re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin. Von Celil Kaya.

Mûsil: 10 salên piştî Daiş'ê 21.06.2024

Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê û binesaziya bajêr wêran bûbû. Ji Kerkûk’ê rojnameger Karwan Salehi him behsa ketina bajarê Mûsil’ê û rewşa piştî rizgarkirinê û ji nû ve avadan kirina bajêr dike. Von Kamil Basergan.

Listen to the COSMO Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.