COSMO
COSMO Kurdî
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
No dejes de visitar la web del podcast y apoyar a su creador: www1.wdr.de
¿Dónde escuchar?
Podcasts en la app Replaio Radio Muy prontoLos podcasts llegarán muy pronto a la app. Instálala ahora y sé el primero en descubrir una forma totalmente nueva de vivir los podcasts
Episodios
Şerê Îranê: Buhabûna jiyanê ya li Almanyayê 24.04.2026 27:17
Ji ber şerê Îranê bazarên enerjiyê, zincîreyên dabînkirinê û barkêşiya navneteweyî bi awayekî berbiçav bandor bûne. Von Kamil Basergan.
Agirbesta Lerzok û Tengava Hurmuz 17.04.2026 48:54
Herçend danûstandinên Îslamadê serneketin jî agirbesta lerzok a di navbera Amerîka û Îran’ê de berdewam dike. Trump vê carê abluqayek danî ser tengava Hurmuzê û li bendê ye, ku Îran şert û mercên wî qebûl bike. Herweha plansaziya tevlêkirina hêzên Kurdî ya di şerekî bejahî de ji bo niha hatiye rawestin. Ji Zanîngeha Sussex a Îngîltereyê, pisporê peywendiyên navnetewî, Doç. Dr. Kamran Matin rave di...
Bandorên agirbesta 2-hefteyî li ser şerê Îranê 10.04.2026 31:19
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
Perwerdehiya Kurdî wekî zimanê dayîkê 03.04.2026 47:51
Ev 33 sal in li Almanya’yê derfet heye ku zarokên Kurdan di dibistanên dewletî de hînî zimanê xwe yê dayîkê bin. Dersan serê pêşî di sala 1993’an de li Bremen’ê, ya dawî jî di 2025ân de li Saarland’ê dest pê kir û niha li heft eyaletan tên meşandin. Dr. Şerif Derince vê dawiyê li cem Zanîngeha Postdamê teza xwe ya doktorayê ya ser li Almanya’yê di dibistanên dewletî de hînkirina zimanê Kurdî pêşkê...
3. Festîvala Fîlmên Kurdî Düsseldorf 27.03.2026 24:52
Sêyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 17-19’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de bi dehan fîlm, kurtefîlm û belgefîlm tên nîşandan. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Vîzeya Xebatê: Serpêhatiya Endezyarekî Kurd 20.03.2026 39:31
Almanya ji aliyekî ve qanûnên xwe yên koçberiyê hişktir dike lê ji aliyê din de jî ji bo hatina karker û xebatkarên pispor û zîrek derfetên nû vedike, ji ber ku pêdivî bi karkeran heye. Lê ji salên 60’î cihêtir divê karker pispor bin, xwendina wan a bilind hebe. Lê pêvajoya hatina wan çawa dimeşe? Çi zehmetiyên burokratîk û civakî derdikevin pêşiya wan? Endezyar Seyîtxan Ayav jî behsa serpêhatiya...
Şerê Îranê dijwartir dibe 13.03.2026 35:11
Şerê Îran'ê her ku diçe dijwartir dibe û Komara Îslamî di warê leşkerî de mderbeke mezin xwar. Ji bo êrîşeke bejahî navên pêşmergeyên partiyên Kurd ên Rojhilatî derbas dibin. Çavdêrê siyasî Shorsh Alyari, rojnameger Agiri Emailnazhad û çalakvan Mahdi Fattahi mêvanên vê hefteyê ne. Von Kamil Basergan.
Rojhilat: Hêzên Kurdî garantî dixwazin 06.03.2026 46:47
Îsraîl û Amerîka careke din li Îran’ê dixin û Komara Îslamî ber xwe dide. Çavê Îsraîl û Amerîka li Kurdên Rojhilat e, ku li ser erdê şerê Komara îslamî bikin. Lê bi taybetî piştî tecrûbeya Rojava Kurdên Rojhilat bi baldarî tevdigerin. Gelo şerê Îran’ê ji bo Kurdan derfetek yan xeterek e? Hevkariya bi Amerîka ewê li ser çi şert û mercan be? Hêzên Kurdî çiqas amade ne? Ji KJAR'ê Maryam Fathi rave di...
Depresyon: Nexweşiya Serdema Me 27.02.2026 27:08
Depresyon nexweşiyek e ku dikare were dermankirin e. Bi desteka civakî, terapiya psîkolojîk û heger hewce be bi dermanan, gelek kes dikarin vegerin jiyana xwe ya asayî. Dr. Şwan Muhammed Omer li ser depresyonê û bandorên wê dipeyive û herweha şîretên pisporiyê dide. Von Kamil Basergan.
München: Nijadperestiya dij Kurdan 20.02.2026 45:16
Lêkolîneke nû diyar dike, ku nijadperestî û cudakarî parçeyeke jiyana rojane ya Kurdên München'ê ne. Mexdûr pirranî ciwan in û bi taybetî keçên ciwan. Lêkolîna Prof. Dr. Cinur Ghaderi Von Celil Kaya.
Danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de 13.02.2026 30:22
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
Rojava: Li aliyekî seferberî li aliyekî muzakere 06.02.2026 41:30
Rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şam'ê de di 2'ê Sibatê ket meriyetê. Nureddîn Ehmed wekî yekem waliyê Kurd ê Hesekê dest nîşan kirin. Dorpêça Kobanî berdewam dike. Amerîka'yê çima dev ji pişgiriya xwe ya bo HSD'ê berda? Rojnameger Dr. Tariq Hemo rave dike. Von Celil Kaya.
Tadeya Dêrûnî ya Şer li ser Kurdan 30.01.2026 29:36
Li hember êrîşên ser Rojava, Kurd li her der ser piyan e. Pispor dibêjin ev şer û pevçûn li cem gelê Kurd dibe sedeme bêzariyên dêrûnî. Vê heftê dêrûnînas Houshyar Faqehi û nivîskar Mahmoud Tschawisch dibin mêvanên me. Von Kamil Basergan.
Rojava: Berxwedana man û nemanê 23.01.2026 40:49
Piştî ku Amerîka’yê piştigiriya xwe ya ji bo HSD’ê vekişand, artêşa Sûrî êrîşî HSD’ê dike û rewşa niha de HSD ji herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûrî vekişiya û parastina Rojavayê Kurdistan’ê dike. Kobanî careke din di bin dorpêçê de ye. Dema agirbestê di 24'ê mehê de diqede. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek rave dike. Von Celil Kaya.
Xwepêşandanên li Îranê û şerê li Helebê 16.01.2026 30:19
Xwepêşandan û nerazîbûnên di nav welatiyên Îranê de berdewam dikin û hejmara xwepêşandêrên kuştî zêde dibe. Shler Bapiri, çalakvaneke ji rêxistina mafên mirovan Hangaw rewşa dawî rave dike. Von Kamil Basergan.
Li Heleb'ê şerê giran 09.01.2026 36:08
Ji 6’ê mehê ve taxên Kurdan ên li Bakurê Helebê, Şêx Mesqûd, Eşrefiyê, Benî Zêd di bin dorpêça artêşa Ereb a Sûrî de ne. Meclîsa gel a Helebê jî di daxuyaniyekê ragihand, ku ew ji taxên xwe dernakevin. Hêzên Asayişê yên wan taxan jî bi çekên xwe yên sivik ber xwe didin. Hevpeyvîna digel rojnameger Roj Mûsa. Von Celil Kaya.
Di sala 2026an de li Almanya dê çi biguhere? 02.01.2026 24:07
Wekî hercarê, di sala nû de hin qanûn û rêzikname tên guhertin. Herwiha li NRW'ê projeyên nû yên avadaniyê û mijara mazûvaniya Olîmpiyadan heye. Di vê podcastê de, emê awireke giştî vedin li ser guhertinên yasayî û îdarî yên ku di sala 2026an de li eyaleta North Rhine-Westphalia û li Almanyayê pêk tên. Von Kamil Basergan.
Mîrata Hunerî ya Eyşe Şan'ê 26.12.2025 32:00
Cosmo Kurdi Von Celil Kaya.
Siyaseta penaberan û girtîgehên dersînorkirinê 19.12.2025 23:51
Almanya siyaseta xwe ya penaberan hişktir dike û alîkariyên ji bo penaxwazan kêm dike, pê re hejmara serlêdanan jî kêm dibin. Von Kamil Basergan.
Rojava û Şam nakok dimînin 12.12.2025 49:00
Bi ser rûxana rejîma Esad salek buhurî. Lê belê Sûrî hîna jî him di warê aborî û him jî di warê ewlekariyê de ji aramî û seqemgiriyê dûr e. Çarenivîsa Rojava û Kurdan hîna jî mijara danûstandinan e. Desttêwerdanên welatên cîran ên wekî Îsraîl û Tirkiye’yê jî bê navber berdewam dikin. Hevpeyvîna digel Ferhad Ehmê, ji rêxistina sivîl PÊL. Von Celil Kaya.
Hovîtiyeke Bêceza: Komkujiya Vartînîs'ê 28.11.2025 31:49
Vartînîs yek ji hovîtiyên salên 90’î yên li Bakurê Kurdistan’ê ye.. Fîlmsaz û derhêner Celil Badikanli û Özlem Diler jî li ser vê karesatê belgefîlmek çêkiriye. Von Celil Kaya.
Li Bonn'ê Konferansa Aştiyê 21.11.2025 29:26
Di 22'ê Mijdarê de li Bonn'ê konferanseke berfireh aştiyê tê li dar xistin, ku tê de pêvajoya li Tirkiye'yê tê gotûbêjkirin. Von Kamil Basergan.
Kemîna Mykonos'ê: Kuştina Dr. Şerefkendî 14.11.2025 42:29
Rojnameger û nivîskar Perwer Armed bi pirtûka xwe Kemîna Mykonons’ê li ser vê suîqastê hûr bûye û di encama lêkolînkirina bi hezaran rûpel belge û hevdîtinên digel bi dehan şahidan de aliyên vê suîqastê derdixe holê, ku heta niha nedihatin zanîn. Von Celil Kaya.
PKK ji Tirkiye'yê vedikişe 31.10.2025 27:52
Roja 26’ê mehê PKK’ê biryara vekişîna hemû hêzên xwe yên çekdar ên ji nav Tirkiye’yê ragihand. Ev pêngav ji aliyê Tirk ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazî kirin. Şandeya DEM Partiyê jî bi serokkomar Erdoğan rûnişt û peyam hat dayîn, ku herdu alî di berdewamkirina pêvajoyê de hevbîr in. Rojnameger Amed Dîcle biryara vekişînê û birêveçûna pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.
HSD dibe beşeke sereke ya artêşa Sûrî 17.10.2025 41:44
Vê heftê hat ragihandin, HSD’ê û hikûmeta Şam’ê li hev kirine, ku HSD bi sazbûnên xwe wekî sê firqeyan tev li artêşa Sûrî bibe, ku YPJ jî dibe çendîn lîwa di nav wan de. Weha xuya ye, Amerîka û dewletên din ên garantor zext li ser hikûmeta Şam’ê kirine da ku pê razî be. Lê belê Tirkiye di vê yekê nerazî ye. Ji Kobani’yê, rojnameger Lezgîn Îbrahîm vê rekeftinê, şert û mercên paş wê de û herweha pêk...
Podcasts similares
Replaio no es editor de podcasts; los nombres de los programas, las portadas y el audio pertenecen a sus autores y se distribuyen a través de canales RSS públicos