SBS
Nûçe
Agahdar bimînin, bi podcasta Nûçeyên SBS Kurdî li pêş bimînin, ku sernivîsên herî dawî û hûrguliyên bûyerên ku cîhana me çê dibin tîne ber we. Nûçe û çîrokên serbixwe we bi jiyana li Australya û Kurdî-axafên Australî ve girêdidin.
Vizitează neapărat site-ul podcastului și susține-i creatorul: www.sbs.com.au
Unde asculți?
Podcasturi în aplicație Replaio Radio În curândPodcasturile ajung în curând în aplicație. Instaleaz-o acum și fii primul care descoperă o abordare complet nouă a podcasturilor
Episoade
Nûçeyên roja Çarşemê 15/04/2026 15.04.2026 4:41
Di vê bûletenê de: Donald Trump ji rojnamevanan re dibêje ew dirêjkirina agirbesta bi Îranê re nafikire... Wezîrê Karên Navxweyî pêşniyara siyaseta koçberiyê ya kwalisyonê rexne dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Nûçeyên roja Înî 10 04 2026 10.04.2026 6:33
Di vê bûletene de: Rêberên Australya û Singapûrê li ser ewlehiya sotemeniyê nîqaşê dikin... Serokwezîrê Îsraîlê dibêje Îsraîl dê çalakiyên leşkerî li Lubnanê bidomîne... Û di tenîs de, Alex de Minaur derbasî çaryekfînala Monte Carlo Masters dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nuçeyên roja Pêncşemê 09 04 2026 09.04.2026 9:40
Di vê bûletene de: Piştî êrîşên kujer ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, li ser vekirina Tengava Hormuzê tevlihevî heye... Australya hewl dide ku agirbesta Rojhilata Navîn berfireh bike da ku Lubnanê jî di nav de hebe... Û di werzîşê de, AC Milan, Inter û Juventus e dê li Perth bilîzin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Çarşemê 08/04/2026 08.04.2026 5:44
Di vê bûletene de: Donald Trump dibêje wî dema li ser Îranê danîbû bi du hefteyan dirêj kiriye... Serokwezîr peymana agirbestê ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de pêşwazî kir... Ben Roberts-Smith piştî ku bi sûcên şer hate tawanbarkirin ji bo demeke kurt beşdarî dadgehê dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Sêşemê 07/04/2026 07.04.2026 5:20
Di vê bûletene de: Australya rexneyên Donald Trump ji bo nebeşdariya leşkerî li Îranê red dike... Îranê bersiv da gefên Donald Trump ku êrîşî pir û santralên elektrîkê bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Înî 03 04 2026 03.04.2026 4:00
Di vê bûletenê de: Endamên Encûmena Ewlehiyê ya NY dê li ser bikaranîna hêzê ji bo vekirina Tengava Hormuzê deng bidin... Hukûmeta Australya hişyarî dide hamwelatiyên ku neçin Iraqê, ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Nuçeyên roja Pêncşemê 02 04 2026 02.04.2026 11:00
Di vê bûletene de: Serokwezîr Albanese dibêje şerê li Rojhilata Navîn dê reformên aborî yên azwer dereng nexe... Serokê Amerîka Trump radigihîne ku armancên stratejîk ên sereke yên operasyona Amerîka li Îranê nêzîkî temambûnê ne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Çarşemê 01/04/2026 01.04.2026 5:27
Di vê bûletene de: Serokwezîr dê îşev bi axaftinekê li gel neteweyê li ser nakokiya Rojhilata Navîn biaxive ... Daxwaz ji Australya tê kirin ku zêdekirina hilberînê bi naskirina sinetkarên koçber baştir bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Înî 27 03 2026 27.03.2026 6:09
Di vê bûletenê de: Australya peymanên nû yên dabînkirina sotemeniyê misoger dike ji ber ku kêmasî li seranserê welêt têne heskirin... Australya tevgerên xwe li Rojhilata Navîn diparêze, piştî ku Donald Trump got, hewldana Australya "ne pir baş e"... Û di pêşbirka otombêlan de, ajokarên McLaren dixwazin di Grand Prix-a Japonê ya dawiya vê hefteyê de vegerin forma xwe. Ew nûçe û nûçeyên din di bûlet...
Nuçeyên roja Pêncşemê 26 03 2026 26.03.2026 12:23
Di vê bûletene de: Meta dê li dijî biryara dadgehê îtîraz bike ku wê platforma xwe bi zanebûn ji bo kişandina bikarhênerên ciwan sêwirandiye... Australya û Almanya têkiliyên ewlehiyê yên xurtkirî radigihînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Çarşemê 25/03/2026 25.03.2026 6:01
Di vê bûletene de: Pêşnûme qanûn dê cezayên dijwartir ji bo bihayên zêde yên sotemeniyê li Australya bidin destpêkirin... Piştî ku Îsraîl dibêje ew plan dike ku başûrê Lubnanê dagir bike, Neteweyên Yekbûyî daxwaza kêmkirina aloziyê dike... Û di futbolê de, lîstikvanê navneteweyî yê Misrê Mihemed Salah ragihand ku ew dê Liverpool li cih bihêle. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nuçeyên roja Pêncşemê 19 03 2026 19.03.2026 11:11
Di vê bûletene de: Serokwezîr Anthony Albanese ji bo çareserkirina pirsgirêkên dabînkirinê koordînatorekî sotemeniyê yê netewî destnîşan dike... Îran daxwaza valakirina tavilê ya avahiyên petrolê yên li Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî dike... Di werzîshê de Japon, Koreya Başûr têk dibe û ji bo fînala Kûpa Asyayê li dijî Matildas bilîze. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Çarşemê 18/03/2026 18.03.2026 5:49
Di vê bûletene de: Îran mirina serokê ewlehiya neteweyî yê bihêz piştrast dike.... Hukûmeta federal ji ber xemên kêmbûna sotemeniyê li Australya kabîneya neteweyî dicive, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Înî 13 03 2026 13.03.2026 4:34
Di vê bûletenê de: Wezîra Çavkaniyên Australya diçe Japonê da ku bi hevtayên xwe re li ser dabînkirina sotemeniyê bicive... Serokwezîrê Îsraîlê behsa planên nêzîk ên kuştina Rêberê Bilind ê nû yê Îranê dike... Û di futbolê de, Matildas îşev di çaryekfînala Kûpa Asyayê de bi Koreya Bakur re rû bi rû dibe. Ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Nuçeyên roja Pêncşemê 12 03 2026 12.03.2026 10:34
Di vê bûletene de: Tirs li ser kêmbûna sotemeniya cîhanî heye ji ber ku Îran hişyarî dide ku dê nerx ji du qatî zêdetir bibe... Encûmena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku Îran dev ji êrîşa li ser welatên Kendavê berde... Û di werzîşê de, lîstikvana Matildas Clare Hunt dibêje tîm ji ber ti zextê nebixeme. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Sêşemê 10/03/2026 10.03.2026 6:06
Di vê bûletene de: Australya ji bo parastina Emîrtên Erebî li dijî êrîşên Îranê balafirek û mûşekan dişîne... Hat hişyarkirin ku Australîyên li Rojhilata Navîn dijîn, divê tavilê herêmê biterikînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Înî 20 02 2026 20.02.2026 4:37
Di bûletena îro de: Andrew Mountbatten-Windsor piştî 12 demjimêran di bin çavdêriya polîsan de hat berdan... Lêgerîna bapîrê 85 salî yê hatî revandin berdewame... Û di werzîşê de, Indra Brown ya ciwan di fînala nîv-lûleya azad de bi ser ket dema ku Australya dixwaze mêdalîyan zêde bike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nuçeyên roja Pêncşemê 19 02 2026 19.02.2026 9:36
Di vê bûletene de: Opozîsyona Federal dibêje divê pasaport ji jin û zarokên ku bi koma Dewleta Islamî (DAIŞ) ve girêdayî ne nehatibûna dayîn... Adelaide dê ji sala 2027an pê ve mazûvaniya MotoGP bike... Û Mary Flower di tîmê Matildas de ji bo Kûpa Asyayê ya meha bê hat hilbijartin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Sêşemê 17/02/2026 17.02.2026 6:51
Di vê bûletene de: Raportek nijadperestiya di zanîngehên Australya de eşkere dike... Li Canberra li ser vegerandina Australîyên ji kampeke li Sûriyê nakokî hene... Û di werzîşê de, Soccerooyek ji bo mayîna salê bê lîsk ma. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Înî 13 02 2026 13.02.2026 5:15
Di bûletena îro de: Angus Taylor wek serokê nû yê opozîsyonê hat hilbijartin... Donald Trump ji Isaac Herzog dixwaze ku Benjamin Netanyahu efû bike, ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Nûçeyên roja Înî 12 02 2026 12.02.2026 10:35
Di bûletena îro de: Angus Taylor namzediya serokatiyê radigihîne, di demekê de ku pêşniyara rijandina Lîberalan tê dayîn... NATO mîsyona nû ya Ark-tîkê li Grenlandê radigihîne... Û di werzîşê de, Scotty Jamesê Australî di pêşbirka nîv-lûleyê (halfpipe) ya Olîmpiyada Mêran de biserdikeve. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Çarşemê 11/02/2026 11.02.2026 4:44
Di vê bûletene de: Li Australyayê erzanbûna kirêkirinê bi lez û bez xirabtir bûye kirin... Endamê serokatiya opozîsyona federal Andrew Bragg dibêje divê Angus Taylor ji serokatiya opozîsyonê îstifa bike... Karwaneke leşkerî ya şervanên Kurd ji bajarê Hesekê vekişiya, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Sêşemê 10/02/2026 10.02.2026 5:53
Di vê bûletene de: Serokwezîr dibêje vexwendina Serokkomarê Îsraîlê Herzog bo Australya rast bû û banga aramiyê dike... Hukûmet siyaseta xwe ji bo bidawîkirina tundûtûjiya li dijî jin û zarokên Neteweyên Yekem radighîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Înî 06 02 2026 06.02.2026 5:10
Di bûletena nûçeyên îro de:Rêberên xwecihî dibêjin ji bo birêvebirina hewldana êrîşeke terorîstî ya li dijî civakê gelek tişt dikarin werin fêrkirin ... Seroka Banka Navendî hêviyên kêmkirina rêjeya faîzê di mehên li pêş de pûç dike, ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Nuçeyên roja Pêncşemê 05 02 2026 05.02.2026 10:12
Di vê bûletenê de: Peyakî ji Perth ji ber bûyera Roja Dagirkirinê bi terorîzmê hate tawanbarkirin... Pizîşkê dadwerî encamên lêpirsîna kuştina şeş kesan li Bondi Junction Westfield ya sala 2024 radigihîne... Wezîra Derve Penny Wong dibêje Australya di cîhgirtina di Lijneya Aştiyê ya Donald Trump de difikire, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Podcasturi asemănătoare
Replaio nu este editorul podcasturilor; numele emisiunilor, coperțile și materialul audio aparțin autorilor lor și sunt distribuite prin fluxuri RSS publice