SBS
Nûçe
Agahdar bimînin, bi podcasta Nûçeyên SBS Kurdî li pêş bimînin, ku sernivîsên herî dawî û hûrguliyên bûyerên ku cîhana me çê dibin tîne ber we. Nûçe û çîrokên serbixwe we bi jiyana li Australya û Kurdî-axafên Australî ve girêdidin.
Koniecznie odwiedź stronę podcastu i wesprzyj twórcę: www.sbs.com.au
Gdzie słuchać?
Podcasty w aplikacji Replaio Radio Już wkrótcePodcasty trafią do aplikacji już wkrótce. Zainstaluj teraz i jako pierwszy zobacz nowe podejście do podcastów
Odcinki
Nuçeyên roja Pêncşemê 12 11 2026 12.11.2026 12:02
Di vê bûletene de: Serokwezîr Anthony Albanese ji ber ku di lûtkeya avhewayê de behsa sotemeniyên fosîl nekir, rastî rexneyên tund hat... Piştî ku li bakurê Sydney parçeyek ji laşê mirovekî hat dîtin, polîsan lêpirsîn da destpêkirin... Û di lîstika rugbyê de, stêrkên tîmê "Jillaroos" ji bo fînala Kûpa Cîhanê ya roja Yekşemê ya li dijî New Zealand amade ne. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de...
Nûçeyên roja Sêşemê 10/11/2026 10.11.2026 6:44
Di vê bûletene de: Parlamenterên Partiya Kar piştgirîya Xeznedar dikin, tevî raporên li ser agahdarkirinên li dijî wî... Komên parêzvaniyê daxwaza pêşnûmeqanûna Erka Lênihêrîna Dîjîtal dikin da ku zirarên komên li ser internêtê nas bikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Înî 06/11/2026 06.11.2026 5:22
Di vê bûletene de: Wezîr dicivin da ku li ser armancên "Girtina Valahiyê" gotûbêj bikin... Hukûmeta federal piştgiriya xwe ji bo xizmetguzariyên tenduristiya derûnî ya civaka Cihû dirêj dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Pêncşemê 05 11 2026 05.11.2026 12:18
Di vê bûletene de: David Jones dikeve bin rêveberiya îflasê, ku bi hezaran kar di xetereyê de ne... Ciwanek li Herêma Bakur bi tohmetên têkildarî terorê re rûbirû dibe... Û di werzîşê de, tenîsvanê Australî Rinky Hijikata, Novak Djokovic di Paris Masters de têk dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Çarşemê 04/11/2026 04.11.2026 5:59
Di vê bûletene de: Hilbijartinên nîv-dewreyê yên DYA, bi awayekî berfireh wekî referandûmeke li ser dema duyem a serokatiya Donald Trump tên dîtin... Guhertinên bacê yên di budçeya Partiya Kar de, bûne sedema daketineke nedîtî di krediyên xaniyan ên ji bo veberhêneran de... Û di tênis de, Novak Djokovic bû lîstikvanê herî temenmezin ku di dîroka Paris Masters de serkeftin bi dest xistiye. Ew nûçey...
Nûçeyên roja Înî 30/10/2026 30.10.2026 5:23
Di vê bûletene de: Kujera kivarkan Erin Patterson îtîraza xwe winda kir... Polîs dozên li dijî zilamekî Perth zêde kirin... Spanî rêz dibin da ku xwînê bidin rêwiyên ku di qezaya trênê de birîndar bûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Pêncşemê 29 10 2026 29.10.2026 11:12
Di vê bûletene de: Civîneke awarte bi cotkaran re ji bo rizgarkirina peymana bazirganiya azad a Yeketiya Ewropî û Australya... Parlamenterên opozîsyonê piştî weşandina hejmarên enflasyonê yên herî dawî zextê li hukûmetê dikin… Spanya piştî qezaya trênê ya kujer sê roj şîn îlan kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Çarşemê 28/10/2026 28.10.2026 7:15
Di vê bûletene de: Li Îsraîlê, di hilbijartinên neteweyî de jimartina dengan berdewam e... Piştî windakirina hilbijartinên duyemîn ên Brezîlê, Flavio Bolsonaro reviya ye... Parlamenter li ser guhertinên di qanûna erkê lênerîna dîjîtal a hukûmeta federal de nîqaşe dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Sêşemê 27/10/2026 27.10.2026 7:30
Di vê bûletene de: Hat eşkerekirin ku di çarçoveya peymana AUKUS de, yekem binavokiya nuklêrî dê bişînin Australya... Îsraîl di hilbijartineke dîrokî de, ber bi sindoqên dengdanê ve diçe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Pêncşemê 22 10 2026 22.10.2026 10:53
Di vê bûletene de: Parleman, piştî êrîşa li dijî Helen Haines, bi pirsgirêka gefên li ser parlementeran re mijûl dibe... Aborînas balê dikişînin ser bilindbûneke din a rêjeyên faîzê di meha Mijdarê de... Serokê DYA parastina banga xwe kir ku cezayên li ser Rûsyayê bo kurte demekê bên rawestandin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Çarşemê 21/10/2026 21.10.2026 7:13
Di vê bûletene de:Êrîşkarê îdiakirî yê Helen Haines dê di girtîgehê de bimîne ... Li gorî cîgirê serokê ASIO, îhtîmala bûyerên tundiya siyasî zêdetir dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Sêşemê 20/10/2026 20.10.2026 5:04
Di vê bûletene de: Nasnameya wî zilamî hat piştrastkirin ku tê îdiakirin êrîşî parlamenter Helen Haines kiriye... Banka Netewî ya Australya (National Australia Bank) dê 2.500 karan ji holê rake, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Pêncşemê 25 10 2026 15.10.2026 11:15
Di vê bûletene de: Di meha Îlonê de 39,000 kar hatin windakirin û rêjeya bêkariyê gihîşt ji sedî 4.7... Wezîra Ragihandinê pêşnûmeqanûnek derbarê erka lênerîna dîjîtal de pêşkêşî parlamenê dike... Û di warê werzişê de, Tîmê "Kangaroos" çavên xwe berdane serkeftineke din a Kûpa Cîhanê. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Sêşemê 13/10/2026 13.10.2026 6:29
Di vê bûletene de: Tê payîn ku hukumeta federal mûçeya zêdetirî 460,000 karmendên di warê lênerînê de were zêdekirin... Endazyarekî Australî piştî zêdetirî çar salan ya girtîmayîna li Iraqê, dengê xwe bilind dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Pêncşemê 24 09 2026 24.09.2026 10:23
Di vê bûletene de: OpenAI piştî binpêkirina Medicare ji aliyê ajanekî AI ve, fermana nirxandinê dide... Xi Jinping ji bo hevdîtinên bi Donald Trump re gihîşt Washingtonê... Socceroos amadekariyan dikin ku sibê Înê li Queensland li dijî Brezîlyê bilîzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Înê 18 09 2026 18.09.2026 5:38
Di vê bûletene de: Partiya Keskan di navbera plana koçberiyê ya Partiya Kar û tedbîrên tund ên DYA de berawirdiyên nû dike... OpenAI derbarê tevgerên nîgeranker ên di modelên Hişmendiya Çêkirî de, şeş raporên nû eşkere kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Pêncşemê 17 09 2026 17.09.2026 10:13
Di vê bûletene de: Hukûmeta federal guhertinên berfireh di sîstema koçberiya Australya de eşkere dike… Tê texmînkirin ku Banka Navendî ya Australya rêjeyên fayîzê zêdetir bike… Dozger red dikin ku doza bi dehan salan a zaroka windabûyî Cheryl Grimmer ji nû ve vekin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Sêşemê 15/09/2026 15.09.2026 6:25
Di vê bûletene de: Pauline Hanson ji ber şîroveyên xwe yên derbarê xwecihiyên Australya û dayika Serokwezîr rehmetî de lêborînê dixwaze... ASIO hişyariyê dide ku zarokên Australî li ser înternetê ber bi radîkalbûnê ve têne kişandin... Rêveberiya Trump gavan davêje da ku sînorên derdanên karbonê yên ji bo santralên elektrîkê yên bi komir û gazê dixebitin li Dewletên Yekbûyî rake. Ew nûçeyana û nûçe...
Nuçeyên roja Pêncşemê 10 09 2026 10.09.2026 14:34
Di vê bûletene de: Koalîsyon qanûna pêşniyarkirî ya hukûmetê ya Erka Lênerîna Dîjîtal şermezar dike... Rûniştina 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji aliyê serokê nû Xelîlûr Rehman ve hate vekirin... Û di werzîşê de, Elena Rybakina dibe yekem lîstikvana ji Kazakistanê ku di rêza yekem a cîhanê ya tenîsê de cih digire. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Çarşemê 09/09/2026 09.09.2026 5:03
Di vê bûletene de: Reformên medyaya civakî xemên li ser sansurê zêde dikin ... DYA amadekariyên bîranîna 25 saliya 11 Îlonê dike... Û di futbolê de, Champion League bi hin serketinên balkêş dest pê dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Sêşemê 08/09/2026 08.09.2026 5:31
Di vê bûletene de: Raporteke nû bandora nifşên cuda li ser Nifşên Dizî destnîşan dike ... Îro reformên qanûna medyaya civakî li parlemanêtêne pêşkêş kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nuçeyên roja Înê 04 09 2026 04.09.2026 4:14
Di vê bûletene de: Girpa teyran H5 gihîşt Sydney bi dozeke piştrastkirî li Beravên Bakur... Du Australîyên din li Nepalê zindî hatin piştrast kirin... Û di tênis de, Alex de Minaur di gera duyemîn a US Open li New Yorkê têk çû. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Nuçeyên roja Pêncşemê 03 09 2026 03.09.2026 9:51
Di vê bûletene de: *Australya dê depoya bateriyan li Palau nû bike da ku piştgiriyê bide veguherîna enerjiya nûjenkirî... Koalîsyon planên xwe yên kêmkirina baca titûnê bi rêjeya %80 radigihîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nûçeyên roja Sêşemê 01/09/2026 01.09.2026 5:12
Di vê bûletene de: Amûr û alîkariyên Australya ber bi Nepalê ve diçin da ku piştgiriyê bidin hewldanên lêgerîn û vegerandinê... Pekîn şîroveyên li ser Taywanê yên di civîna Foruma Giravên Pasîfîkê de red dike ku ew gef bûn... Û di tenisê de, Aryna Sabalenka li New York Camila Osorio ya Kolombî têk dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nuçeyên roja Înê 28 08 2026 28.08.2026 5:45
Di vê bûletene de: Australya 5 milyon dolar û tîmekî pispor dişîne Nepalê, herweha hejmara Australiyên winda gihîştiye 39an... Wezîr red dikin ku penaber werin qebûlkirin, Anthony Albanese sînorê 20,000 kesan piştrast dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Podobne podcasty
Replaio nie jest wydawcą podcastów; nazwy audycji, okładki i audio należą do ich autorów i są rozpowszechniane przez publiczne kanały RSS