SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 914 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 10, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 21î Tebaxa 2024 21.08.2024

Di bûletena nûçeyên îroj de: Siyasetmedar dê ji ber reftarên xerab, li gorî qanûnên nû yên ku ji parlemanê re hatine şandin werin cezakirin…Zeviya rojê ya herî mezin e li Australya pejirandina jîngehê wergirt, Û di krîkit de, Kûpa Cîhanî ya Jinan T20 piştî aloziyên siyasî yên li Bangladeşê veguheste Yeketiya Îmaratên Erebî. Ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.

The importance of maintaining healthy teeth - Giringîya hîştina diranên tendirust 21.08.2024

Maintaining healthy teeth can help prevent gum disease and cavities. Brushing and flossing properly can also help prevent plaque, a thin film of bacteria that sticks to your teeth. After you eat, bacteria convert the sugar on your teeth into acids that erode tooth enamel and leave behind cavities. Dr Omid Alan, a Kurdish speaking dentist in Sydney, tells us how to keep our teeth healthy. - Parasti...

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 20î Tebaxa 2024 20.08.2024

Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese peymana berevaniyê ya nû bi Endonezya re eşkere dike… Serokê DYA Joe Biden pîl derbasî Cîgira Serok Kamala Harris di Kongreya Neteweyî ya Demokrat de dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Armanca serdana du serokên Ereb bo Tirkiyê çî ye 16.08.2024

Serokê Desthilatdariya Filistînê li Perlemana Tirkiyê gotarek pêşkêş kir û eşkere kir ku wan biryar daye biçin Xezzeyê. Her weha wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên roja Çarşemê gihîjte Enqerê da ku beşdarîyê di gera çaremîn ya kombûnên komîteya asayişa hevbeş ya Iraq û Turkiyê bike. Ev serdan di berdewamîya diyaloga navbera Îraq û Tirkiyê de li ser hevkarîya ewlekarîyê gaveka girîng e. Zêdetir derba...

Kurte Nûçeyên roja Înî 16î Tebaxa 2024 16.08.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîrê New Zealand Chris Luxon li Canberra bi Anthony Albanese re hevdîtin kir… Rêvebirê wîlayeta Lîberalên NSW Richard Shields ji kar hat dûrxistin... Û di Rugby de, rêbertiya Penrith bi guman e ji ber ku Nathan Cleary di milê xwe de birîndar dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Nûçeyên roja Pêncşemê 15î Tebaxa 2024 15.08.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Hukûmeta federal dê 3 milyar dolar ji deynê zanîngehan bibire... Senatorê partiya Kar dibêje rêberê opozisyonê bawerî bi ajansên ewlekarîya Australya derbarê penaberên Xezayê nîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Ma niştecihên Kerkûkê ji bijartina parêzgarê nû razîne? 15.08.2024

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd roja Sêşemê bi biryareke fermî Rebwar Taha wek parêzgarê Kerkûkê destnîşan kir, heyşt mehan piştî hilbijartinên parêzgehan li wî welatî. Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê zêdetir derbarê wê mijarê û mijareke mirovahî li ser rizgarkirina sê keçên Êzîdî ji destê DAIŞ ku bi taybetî yek ji wan temenê xwe sê meh bûn dema hat birin diaxafe.

Multiculturalism to get a make-over - Pirçandî ber bi guhertinê ve diçe 15.08.2024

Fifty years ago, Labor minister Al Grassby [[graz-bee]] urged Australians to embrace a growing multicultural identity. Now, a sweeping review has examined the state of Australia's multicultural society. - Pêncî salî berê, wezîrê partiya Kar Al Grassby ji Australîyan xwest ku nasnameyeke pirçandî ya pêşkeftî hembêz bikin. Niha, lêkolîneke berfireh rewşa civaka pirçandî ya Australya vekolandiye.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 14î Tebaxa 2024 14.08.2024

Di bûletena nûçeyên îroj de: Serokwezîr û serokê opozisyonê li ser mijara vîzeyên ji bo Filistîniyan ketin e rik hev... Pêşwaziya li balfirgeha Sydney ji bo Olîmpiyên Australya dema vegera ji Parîsê, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.

Why is sex and sexuality education taught in Australian schools? - SBS Examines: Çima perwerdehiya zayendî û zayendîtiyê li xwendegehên Australya tê fêr kirin? 14.08.2024

Sex ed in schools is controversial, but experts say it's vital for young people to learn about their bodies, identities, and healthy relationships. Why are some parents concerned? - Perwerdehiya zayendî li xwendegehan nakokî ye, ku di heman demê de girînge, lê pispor dibêjin ji bo ciwanan girîng e ku li ser laş, nasname û têkiliyên xwe yên tenduristiyê fêr bibin. Gelo çima beşek ji dêûbavan bi xem...

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 13î Tebaxa 2024 13.08.2024

Di vê bûletenê de: Hejmarên aborî yên nû destnîşan dikin ku mûçeyên Australîya ji enflasyonê derbas dibin... Kesek ji ber agirê daristanên derveyî kontrolê li derdora Atînayê jiyana xwe ji dest dide... Û di werzîşê de, Alexei Popyrin li Montreal bi ser dikeve - yekem Australîyê ku ji dema Leyton Hewitt di 2003 de sernavekî Masters 1000 qezenc kir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 9î Tebaxa 2024 09.08.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Piraniya mamostayên xwendegehan dibêjin, ew nafikirin ku ew ê heta teqawidbûnê di kar de bimînin... Hukûmeta federal lê dinihêre ku çawa li seranserê welêt kêmbûna mezin ya bijîjkan çareser bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Hukûmeta Tirkiyê Instagramê qedexe dike 08.08.2024

Tirkiyê bikaranîna Instagramê qedexe kir, piştî ku karbidestekî şûnbilind yê hukûmetê platforma medyaya civakî ji ber "sansûra" naveroka Hamasê rexne kir. Saziya Ragihandinê BTK'ê bêyî ku tu sedemê bide qedexe roja Înê ragihand. Bêtir derbarê vê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

Nûçeyên roja Pêncşemê 8î Tebaxa 2024 08.08.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Karkerên lênerîna zarokan li Australya ê ji sedî 15 zêdekirina mûçeyêwerbigirin... Li Brîtanya serhildanên dijî koçberiyê berdewam dikin, ku bi hezaran xwepêşander derketin e meşê... Û di sporê de, Tom Craig ê Australya ji ber kirîna kokainê li Parîsê îmtiyazên xwe yên Olîmpîkê ji dest dide, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

Rising cost of living pushes Australians into homelessness - Zêdebûna lêçûnên jiyanê Australîyan ber bi bêmalbûnê ve dibe 08.08.2024

Every year, Homelessness Week is held with the goal of bringing attention to the difficulties that more than 122,000 Australians face when they become homeless on any given night. "Homelessness Action Now" is the theme for Homelessness Week in 2024. Australians who may not have imagined they would face financial difficulties are turning to support services for assistance as the country's growing c...

Êrîşa bi rokêtan li ser baregeha El-Eesed ya esmanî li Iraqê 08.08.2024

Di naveroka rapora Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Îraqê dibe. Herweha di nav raporê de behs li ser sedema koçkirina Ermeniyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê jî dibe.

New visa subclass for migrant workers battling exploitation - Vîzeya nû ji bo karkerên koçber e ku neheqî li wan dibe 08.08.2024

In a world first, Australia is seeking to tackle migrant worker exploitation through the introduction of workplace justice visas. This new visa subclass will allow migrant workers battling against exploitation to extend their stay in Australia while fighting a workplace claim. Historically, the threat to migrant workers of losing their visa status has silenced many from speaking out against their...

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 7î Tebaxa 2024 07.08.2024

Di bûletena nûçeyên îroj de: Ji xelkê Australya hatiye xwestin ji ber aloziyên siyasîye li Bangladeşê neçin wî welatî… Raporeke nû destnîşan dike ku peyayên penaber li Australya bêtir tûşî nixweşiya derûnî dibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 6î Tebaxa 2024 06.08.2024

Di vê bûletenê de: Banka Navendî rêjeyên faîzê bilind nake... DYA li Rojhilata Navîn daxwaza ragirtinê dike... Bermahiyên mirovan di hundirê tîmsehekî li bakurê Queenslan hatin dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 2î Tebaxa 2024 02.08.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Wezîra Derve Penny Wong li ser vekolîneke Israîlî ya li ser kuştina karmenda alîkariyê Zomi Frankcom bangî Israîlê dike ... Azadkirina opozisyonên Rûsî di çarçoveya bivguhertina girtiyan ya dîrokî hat pêşwazîkirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Yazidi community in Australia wants justice for Sinjar genocide - Civaka Êzidî li Australya ji bo komkujiya Şengalê edaletê dixwaze 02.08.2024

On the 3rd of August 2014 when IS attacked Sinjar, nineteen members of Khalid Taalo’s family were captured by them. Until now twelve of them have been back by buying them back and seven members are still missing. - Ji bo Êzidiyan 3’ê Tebaxê tu carî nayê jibîrkirin. Êzîdî li seranserê cîhanê - ne tenê yên li Şengalê vê roja trajîk bi bîr bînin. Deh sal derbas bûn, hîn jî edalet pêk nehatiye dibêje...

Deh sal piştî komkujiya Şingalê, kesên rizgar bûyî edaletê dixwazin 02.08.2024

Deh sal di ser êrîşa DAIŞ ya li ser Şingalê derbas bûn û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û kole kirin, lê gelek kesên rizgarbûyî, di nav wan de yên ji civaka Êzidî li Australya hîn jî li benda edaletê ne ji bo tiştên ku hatine serê wan. Rêjeya hovîtiyên ku li dijî civaka Êzîdî ji aliyê koma Dewleta Îslamî ve hatine kirin, kuştinên komî, revandin, kolekirin û tundiya zayendî ya sîstematîk. Heyam Mihê...

'Edalet, eger edalet hebûya ê di 10 salan de pêk bihata' 02.08.2024

Deh sal di ser êrîşa DAIŞ ya li ser Şingalê derbas bûn û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û kole kirin, lê gelek kesên rizgarbûyî, di nav wan de yên ji civaka Êzidî li Australya hîn jî li benda edaletê ne ji bo tiştên ku hatine serê wan. Rêjeya hovîtiyên ku li dijî civaka Êzîdî ji aliyê koma Dewleta Îslamî ve hatine kirin, kuştinên komî, revandin, kolekirin û tundiya zayendî ya sîstematîk. Gelek kes...

Nûçeyên roja Pêncşemê 1î Tebaxa 2024 01.08.2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Ji Australîyên li Libnanê daxwaz tê kirin ku ji wir bi zûtirîn dem ji tirsa şerekî berfireh çêbibe derkevin… Sê plansazên îdiakirî yên li pişt êrîşên 11ê Îlona 2001 gihîştin rêkeftinekê…Û di olîmpayedê de qayîxvan Jessica Fox ya Australî mêdalîyeke zêrîne din bi dest dixe, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

Kûştina sevîlan bi destê asayîşê 31.07.2024

Ev bû demeke ku sivîl bi destê çekên hêzên asayişê li Silêmanî tên koştin ku vê yekê nerazîbûneke gîştí çê kirye. Li alîyekî din, segên berdayî gelek arîşe û nexweşîyan ji bo xelkê û zarokan çêdikin û her weha êrîşe ser zarokan dikin, zêdetire derbarê mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.