SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 914 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 10, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê, 25î Şibata 2025 25.02.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Pirsên li ser dravdana ji bo sozê Medicare ya bi mîlyaran dolar berdewam dikin… Daneyên nû eşkere kirin ku Australya di cîhanê de yek ji rêjeya herî zêde ku teşxîskirina kansêra pêsîrê heye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

'Ez bi vî zimanî hatime dunayê, ez e bi vî zimanî jî bimrim' 21.02.2025

Roja Zimanê Zikmakî yê Navnetewî her sal di 21ê Şibatê de tê pîrozkirin. Ew ji bo pêşvexistina hişmendiya li ser cihêrengiya ziman, çand, û her weha ji bo parêzvaniya pirzimaniyê ye jî. Ev roj ji aliyê UNESCO ve tê naskirin. Em derbarê vê roja girîng hin pirsan ji nivîskarê hêja mamoste Berken Bereh dipirsin.

Kurte Nûçeyên roja Înî 21î Şibata 2025 21.02.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Hukûmet îdiayên Peter Dutton yên derbarê merasîmên welatîbûnê red dike... Rêvebirê Reserve Bank dibêje divê jiyan ji bo kirêdaran baştir bibe… Û di fûtbolê de, Japonê Matildas têk bir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Li darxistina konfirensa çareseriya pirsa Kurd li Amedê 20.02.2025

Hatice Kamer di raporta xwe ya ji Amedê de behsa pêvajoya gengeşeyên di navbera hûkumeta Tirkiyê û DEM partiyê û çareserkirina pirsa Kurd li wî welatî dike.

Nûçeyên roja Pêncşemê, 20î Şibata 2025 20.02.2025

Di vê bûletenê de: Hukûmeta federal dê 2.4 mîlyar dolar xerc bike da ku kargeha hesinî ya Whyalla rizgar bike... Wezîrê berevaniya Australya dibêje, şerê di navbera Rûsya û Ukraynê de tenê bi şertên Ukraynayê dikare were çareserkirin... Û di fûtbolê de, Manchester City ji Lîga Şampiyonan piştî ku ji hêla Real Madrid ve hat têkbirin derket. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Interest rate cuts: a modest reprieve for mortgage borrowers - Kêmkirina rêjeya fayîzê: ji bo deyndêran rehetiyeke sivik dide 19.02.2025

Financial consultant and accountant Nader Xeriban explains the latest interest rate cuts and their benefits for mortgage borrowers. We talked about the benefits of interest rate cuts, how much rates can fall, how much banks will pass on the rate cuts to customers, and the impact on fixed mortgages. - Şêwirmendê aborî û jimêryar Nader Xerîban li ser kêmkirina rêjeya fayîzê ya herî dawî û feydeyên w...

Şer û pevçûnên artêşa Iraqê û cotkarên kurd li Kerkûkê 19.02.2025

Raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê derbarê cotkarên Kurd dixwestin zeviyên xwe bikolin lê leşkerên artêşa Iraqê nehîştin, di encamê de şer û pevçûn li hinek gundên parêzgeha Kerkûkê derketin holê. Ji aliyê din ve alafireke bê firokevan li gundekî navçeya Amêdiyê mala welatiyekî bombebaran kiriye.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê,19î Şibata 2025 19.02.2025

Di vê bûletenê de: Kesek bi tohmeta êrişa li ser du jinên musilman hat girtin ... Bîranîna 83 saliya teqîna Darwîn pêk hat, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê, 18î Şibata 2025 18.02.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: RBA rêjeyên fayîzê bi 25 xalên bingehîn dadixe ji sedî 4.1... Xeznedarê Federal Jim Chalmers pêşwaziya kêmkirina rêjeya fayîzê dike... Û di sporê de, Novak Djokovic bêdengiya xwe li ser qedexekirina bikarênana madeya huşber ya Jannik Sinner dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Li herêma Amedê sersala kurdî tê pîrozkirin 17.01.2025

Di 13 û 14 Çileyê de li devera Amed û Farqînê Sersala Kurdan hat pîrozkirin. Şaredarî û komeleyên çand û hunerê ji bo pîrozkirina vê bûyerê bernameyên rengîn pêşkêş kirin. Ev rûdan, nifşan ber bi hev tîne ku beşekî mezin ji zaroyan tiştek li ser Sersala Kurdan ku bi gîştî li deverên Amed û Farqînê tê pîrozkirin nedizanibûn. Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ronahiyekê li ser vê bûyerê dide me.

Kurte Nûçeyên roja Înî 17î Çileya 2025 17.01.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Îsraîl rêkeftina agirbestê piştrast dike... Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan rekorda Australya ya li ser girtina zarokan şermezar dike... Û di Australian Open de, Learner Tien di maça tênisê ya maratonê de ji Daniil Medvedev qazanc dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Annual human rights report criticises Australia on several fronts - Rapora salane ya mafên mirovan Australya rexne dike 17.01.2025

Human Rights Watch has released its annual review of human rights practices around the world... and the organisation's report has found several practices are tarnishing Australia's human rights record. - Çavdêrîya Mafên Mirovan - Human Rights Watch lêkolîna xwe ya salane li ser pratîkên mafên mirovan li seranserê cîhanê belav kir... û di rapora rêxistinê de hatiye dîtin ku gelek pêkanîn rekorda ma...

Tevî sozê ramanên nû, Erdogan li Amedê tu pêşniyarên taybet nedan 16.01.2025

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemîyê beşdare kongreya partîya xwe AKP li Diyarbekirê bû û tekeze kir, ku divê rêxistina terorê bê şert û merc dest ji çekan berde û xwe ji holê rake. Di heman rojê de Demîrtaş jî ragihandibû ku ew piştgirî didin vê pêvajoya nû. Zêdetir derbarê wê mijarê di rapora Hatice Kamer ji Amedê heye.

Nûçeyên roja Pêncşemê, 26î Çileya 2025 16.01.2025

Di vê bûletenê de: Li Rojhilata Navîn geşbîniya piştî rêkeftina agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de heye... Rêwiyên Sydney di bêtir derengiyên trênan de dijîn ... Û di werzêşê de, Australî Aleksandar Vukic di Australian Open de lîstikvanê jimare 22mîn Sebastian Korda têk bir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Nûjenkirina Keleha Hewlêrê da bibe navendeke kultûrî û hunerî 16.01.2025

Raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê derbarê sardana Hemîd Derbendî nûnerê Mesûd Barzanî bo Rojava, sardana serokê HHK bo Bexdayê û ji nû avakirina Kela Hewlêrê ku kevintirîn şûna dîrokî li HK û Iraqê ye.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 15î Çileya 2025 15.01.2025

Di vê bûletenê de: Agahiyên nefermî ku Australiyek li Ukraynê ji aliyê hêzên Rûsya ve hatiye kuştin. ... Serokwezîr dibêje ew dixwaze bibîne ku kesên ji ber kiryarên dijîsemîtîzmê werin darizandin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

How common is ovarian cancer in Australia - Penceşêra hêkdankê çiqas hevpar e 15.01.2025

In Australia, ovarian cancer ranks as the tenth most prevalent cancer among women, with approximately 1,800 new diagnoses each year. It is frequently identified at an advanced stage due to its nonspecific symptoms, positioning it as the sixth leading cause of cancer-related mortality in females. We speak with Dr. Maryam Akrawi regarding this matter and its significant effects on individuals who re...

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê, 14î Çileya 2025 14.01.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Qeter pêşnûmeya agirbestê pêşkêşî Îsraîl û Hamasê dike ji ber ku danûstandin digihêjin serkeftinekê... Australya stratejiya otîzmê ya $42.3 mîlyonî dide destpêkirin da ku tevlêbûn û bextewariyê baştir bike... Û di tenis de, Jannik Sinner dest bi parastina xwe ya Australiam Open bi serketineke rasterast dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Raging California wildfires claim five lives, destroy homes - Agirên daristanan li Kalîforniya 5 kesan dikujin, xanî hilweşandin 10.01.2025

Raging wildfires in Los Angeles have killed at least five people, destroying hundreds of buildings and forcing the evacuation of 70,000 people. But fierce winds are hindering firefighting operations and further fueling the fires. - Li Los Angeles ji ber agirên daristanan ta amadekirina vê raportê herî kêm 5 kesan jiyan xwe ji dest daye, bi sedan avahî hilweşiyan û 70,000 kes jî neçar man koç bikin...

Kurte Nûçeyên roja Înî 10î Çileya 2025 10.01.2025

Di vê bûletenê de: Di êrîşa dijî-Samiyê de kinîşteka Sydney hat xerabkirin... Neteweyên Yekbûyî dît ku Australya peymana mafên mirovan a li ser girtina penaxwazan li Nauru binpê kiriye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

'People are tired and want to live in peace now' - 'Xelk westiya, êdî dixwaze di aramiyê de bijî' 09.01.2025

We discuss the current state of affairs in northeastern Syria, particularly in Kobani, with Umar Menla Yusif, a local pharmacist from Kobani. The ongoing threats from Turkey have left residents anxious. On the contrary, there is a sense of optimism among the population that the new government after the fall of Bashar al-Assad’s regime may bring peace to Syria, as the Syrian people are generally ti...

Partiya DEM di nêzik de serdana zindanên Îmraliyê û Edîrneyê bike 09.01.2025

Di axaftina me ya li gel nûçegihan Hatîce Kamer a ji Amedê de, doza Tahir Elçî, rojeva Partiya Dem ya ji bo serdana Demîrtaş û Ocalan di zindanê de û herweha gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ên derbarê Sûriyê de hatin gotûbêjkirin.

Nûçeyên roja Pêncşemê, 9î Çileya 2025 09.01.2025

Di bûletena îroj de: Li Los Angeles 5 kes mirin, bi deh hezaran ji ber agirên daristanan ji malên tên derxistin… Xezînedar Jim Chalmers dibêje dê hilbijartin yeke peredanê be, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Tirkiyê bo cara çaremîn qedexeya firînan ji Silêmaniyê dirêj dike 09.01.2025

Tirkiyê careke din qedexeya çûnûhatinê bo Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dirêj kir. Piştî rûxandina rejîma Beşar El-Esed bi sedan welatiyên Sûrî vegeriyan welatê xwe, lê penaberên Kurd venagerin deverên xwe li Rojavayê Kurdistanê, zêdetir derbarê van mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 8î Çileya 2025 08.01.2025

Di vê bûletenê de: Anthony Albanese dest bi gera kampînê dike ku kursiyên sereke dike armanc… Erdhejeke kujer li Tîbetê diqewime… Şandeke ji Yeketiya Ewropî diçe Şamê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.