SBS
SBS Kurdish - SBS Kurdî
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Nûçeyên roja Înî 19 06 2026 19.06.2026 5:30
Di vê bûletene de: Pizîşkekî zarokan ji Perth bi dehan sûcên destdirêjiyên li zarokan rû bi rû dibe... Amerîka û Iran paymana derbarê vekirina Tengava Hurmûzê imze dikin... Socceroos xwe ji bo rûbirûbûna bi Amerîka re amade dikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Nuçeyên roja Pêncşemê 18 06 2026 18.06.2026 9:48
Di vê bûletene de: Hukûmet îstîsnayên nû ji bo reformên baca qezencên Sermayeyê - capital gains tax radigihîne… Peymana nû ya DYA û Îranê li ser aşti û derbasbûna keştiyan… Û di werzîşê de, Dronek li ser danişîna perwerdeya dawîn a Kûpaya Cîhanê ya Koreya Başûr hatibû dîtin, ji aliyê Meksîkê ve hate desteserkirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
"I feel at home in Armidale, I can't express their kindness" - "Ez li Armidale wek ku ez li welatê xwe me hest dikim, qenciya wê geleke” 18.06.2026 14:08
As part of Refugee Week 2026, we speak with A'mera Ali — a young Yazidi woman, refugee advocate, writer, and law student living in Armidale. After surviving the ISIS genocide in 2014, A'mera and 23 members of her family were captured by ISIS when she was just 10 years old. She remained in captivity for almost a year. Today, A'mera has rebuilt her life in Australia and is advocating for refugee rig...
Serokwezîr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Tom Barrack civiyan 18.06.2026 8:52
Serokwezîr Mesrûr Barzani spasiya Tom Barrack Nûnerê Taybet yê DYA bo hevkarîya Amerîka û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê kir. Herdu alî li ser girîngiya ji nû ve aktîvkirina Parlamena Kurdistanê, avakirina kabîneya nû ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem bidawîanîna rewşa siyasî li hev kirin. Her weha raport behsa parastina maf û pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistan...
Nûçeyên roja Çarşemê 17/06/2026 17.06.2026 5:36
Di vê bûletenê de: Ji qezayên trafîkê bêtir Australî ji ber bikaranîna madeya hoşber dimirin... DFAT hişyariyên rêwîtiyê ji bo hin welatên Rojhilata Navîn sivik dike. Û di Kûpa Cîhanê de, Fransa û Norwêc kampaynên xwe bi serkeftinan dest pê kirirn. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
"Australya dizanibû ku parastina tîmê Tirkiyê gelekî lawaz e” 17.06.2026 7:40
Kûpa Cîhanê ya futbolê ya FIFA’yê di 11’ê Hezîranê de dest pê kir. Tirkiyê jî bi tîma xwe yê neteweyî beşdarî tornemêntê bû. Maça yekem a Tirkiyê li dijî tîmê Australya hate lîstin. Her çiqas e ku Tirkiyê ji xwe pir bawer bû, di dawiyê de têk çû.
Kûpa Cîhanê ya Rojane: Şoka Kûpa Cîhanê, Spanya ji hêla tîmê nû Cabo Verde ve tê girtin 16.06.2026 5:25
Yekem şoka mezin a Kûpa Cîhanê hat, Spanya, ku di pêşbirkê de serketî bû, û tîmê nû yê Kûpa Cîhanê Cabo Verde wekhev man. Û ev ne tenê encama bêmaf a roja 5emîn bû, her sê maç jî bi wekhevî bi dawî bûn.
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn û raport hene 16.06.2026 56:33
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 11/06/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, beşê şeşemîn ji podcasta Gerek di nav Australya de ku îro li ser bajarê Hobart e û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
Nûçeyên roja Înî 12 06 2026 12.06.2026 4:31
Di vê bûletene de: Îran dibêje hîn biryara dawî li ser peymana aştiyê bi Amerîka re tune ye ... Û di futbolê de, ji golan bêtir kartên sor hebûn, Meksîko lîstika yekem a Kûpa Cîhanê qezenc kir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Çalakvanekî Kurd li Tirkiyê dîsa hat girtin û bû armanca dozgeran 12.06.2026 10:35
Çalakvanê Kurd Ferîd Azad, dîsa hate desteserkirin. Azad, berdevkê Tevgera Vejînê ye, ew hem leşkerîya Tirkiyê hem jî zimanê Tirkî red dike û doza xwe ya ji bo mafê Kurd û Kurdistanê bi çalakiyên pasîf bi rêya medya civakî belav dike. Hevjîna wî Evîn Azad, behsa rewşa hevjînê xwe dike û vedibêje ka çima Ferîd Azad gelek caran dibe armanca dozgeran û di mafê wî de doz vedibin.
Meyade xewna futbolê ya birayê xwe didomîne: 'Ruhê wî bi min re dimîne' 11.06.2026 8:27
Meyade Elî bi rêya werzîşa ku brayê wê jê hez dikir, bîranîna birayê xwe zindî dihêle. Meyade got ew ji bo "diyariyên" ku birayê wê daye wê, di nav de "hêz, sebir, wêrekî û evîna ji bo futbolê" spasdar e. Bi rêya werzîşa topê, ew bîranîna birayê xwe zindî dihêle û yên din îlham dike.
Nuçeyên roja Pêncşemê 11 06 2026 11.06.2026 10:36
Di vê bûletene de: Xem li ser bandora qanûna reformê ya NDIS ya hukûmetê ji bo Australiyên xwedî astengiyên psîkocivakî têne zêdekirin... Amerîka plan dike ku êrîşî Îranê bike ... Serokwezîr Albanese dirêjkirina kêmkirina baca sotemeniyê red nake … Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Pêşveçûnên Tirkîyê li Amêdiyê: Tirs ji wêrankirina jîngehê û nearamiyê heye 11.06.2026 8:47
Pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li sînorê qezaya Amêdîyê berdewamin. Hemwlatîyên deverê hişyarîyê didin ku ev rewş heybeta serbazî ya nîştîmanî ya Îraqê lawaz dike û daxwazê dikin ku di bin sîbera gihîştinên aştîyê de, artêşa Tirkîyê û hêzên PKK ji navçeyên sivîl dûr bikevin da ku aramî vegere. Herweha, artêşa Tirkîyê proseya berfireh a talankirina jîngehê bi birîna daran berdewam dike, ev yeka jî kares...
Fêmkirina penceşêra kolonê: Temen, dîroka malbatê, û faktorên rîskê 11.06.2026 13:03
Dr Elî Zêbarî, pizîşkê gîştî agahdariyên girîng li ser penceşêra kolonê, ku yek ji penceşêrên herî gelemperî ye ku bandorê li mezinan dike. Doktor vedibêje ku penceşêra kolonê bi gelemperî di kolon an rektûmê de pêş dikeve, ku bi hev re rûviya mezin pêk tînin.
Nûçeyên roja Çarşemê 10/06/2026 10.06.2026 5:24
Di vê bûletenê de: Îsraîl û Lubnanê li hev kirin agirbesteke nû bikin ku armanc dike aloziyan li ser sînorê wan ê hevpar kêm bike... Şeş mehan piştî destpêkirina qedexeya medyaya civakî ji bo ciwanên di bin 16 salî de, encamên tevlihev hene... Matildas li hember Meksîkê serketinekê bi dest dixe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Hobart: Navenda çand û xwezaya Tasmania ye 10.06.2026 2:08
Hobart, paytexta Tasmania ye, bajarakî bêdeng û bi xwezayê ve girêdayî ye ku li binê Çiyayê Wellingtonê cih digire. Ev bajar bi dîroka xwe ya kolonî û cihên dîrokî yên wek Salamanca Place tê nasîn, ku bi embarên kevirî yên salên 1830’an navdar e. Her çende ku Hobart ji bajarên mezin ên Australya piçûktir be jî, di salên dawî de wekî navendeke çandî û afirînerî pêş ketîye. Huner, xwarin û geştiyarî...
Tevahiya bernameyê: Hemû çîrok û hevpeyvîn di bernameyê de hene 09.06.2026 56:11
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 04/06/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, beşê pêcemîn ji podcasta Gerek di nav Australya de ku îro li ser bajarê Adelaide e û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
Nûçeyên roja Înî 05 06 2026 05.06.2026 5:42
Donald Trump dibêje şanaziyeke ku bi Rêberê Bilind ê Îranê re di nav zextên ji bo bidawîanîna şer de bicive... Partiya Kar li ser alîkariya xanîkirina niştecîhên daîmî bersivê dide opozîsyonê... Û di werzîşê de, Socceroos ji bo maça ceribandinê ya dawîn a Kûpa Cîhanê amade dibin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Ferhenga Rastnivîsîna Kurdî Kurmancî piştî 8 salan hate derxistin 05.06.2026 9:42
Weqfa Mezopotamya “Ferhenga Rastnivîsînê” ya taybet ji bo Kurdiya Kurmancî çap kiriye. Ev xebata ku cara yekem bi vî awayî li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, ji bo standardkirina zimanê Kurdî gaveke girîng û dîrokî tê nirxandin. Koordînatorê Weqfê, Mîkaîl Bulbul, got taybetmendiya vê ferhengê hem di xebata kolektîf û hem jî di berfirehiya naveroka wê de ye. Wî diyar kir ku Celadet Bedirxan be...
Nuçeyên roja Pêncşemê 04 06 2026 04.06.2026 11:04
Di vê bûletene de: Hukûmeta federal dibêje pêşniyara nû ya gumriga Amerîkî ji bo 60 welatan, Australya jî di nav de neheq û bê bingeh e…Jin û mêrekî ixtiyar ji bo jiyana xwe şer dikin piştî êrîşeke malê li bakurê New South Wales, ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hene.
Hukûmeta Îraqê dest bi komkirina çekên ne qanûnî kiriye 04.06.2026 10:10
Piştî salên dirêj yên hebûna çekên derveyî qanûnê ku di nakokiyên navxweyî de hatine bikaranîn û bûne sedema kuştin, birîndarkirin, revandin û windakirina gelek welatiyên bêguneh, niha pêvajoyeke cidî ji bo radestkirina çekan bo dewletê dest pê kiriye. Ji alîyekî din ve, hejmareke ji siyasetmedar û kesayetên Êzîdî yadestnameyeke fermî şandine hukûmeta Îraqê û daxwaz kirine ku navên gund û bajarokê...
Nûçeyên roja Çarşemê 03/06/2026 03.06.2026 5:16
Di vê bûletenê de: Leşkerên Australya dê ji bo perwerdekirina leşkerên Ukraynî bo Poloniya werin şandin... Hişyarî li ser platformên kirîna serhêl ên sereke berhemên xeternak têne firotin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Pay rise on the way for Australia's lowest earners - Zêdebûna mûçeyan ji bo karkerên herî kêm mûçe li Australya 03.06.2026 8:17
Millions of Australian employees are set to receive a 4.75 per cent wage increase in July, after the Fair Work Commission handed down its annual wage review. Union groups have welcomed the figure, saying it will allow workers to get back on their feet. - Piştî ku Komîsyona Karê Dadperwer - Fair Work Commission nirxandina salane ya mûçeyan pêşkêş kir, tê payîn ku di meha Tîrmehê de bi mîlyonan karm...
Bajarê festîval, xwarin û jiyana xweş yê Australya 03.06.2026 2:35
Adelaide bajarekî xweşik û guncaw e ku bi festîvalên xwe, çanda xwarinê û şêwaza jiyana xwe ya rihet tê nasîn. Adelaide, bi tevlihevkirina mîrateya xurt a Ewropî bi cihêrengiya pirçandî ya mezinbûyî re, atmosfêreke pêşwazîkar pêşkêş dike ku ji hêla civak, afirînerî û herêmên inbîtê (wine0 yên asta cîhanî ve hatî şêwekirin pêk tîne. Ji Bazara Navendî ya Adelaide ya zindî bigire heya Barossa Valley...
Nûçeyên roja Sêşemê 02/06/2026 02.06.2026 4:54
Di vê bûletene de:Mûçeya herî kêm li Australya dê ji Tîrmehê pê ve bi rêjeya %4.75 were zêdekirin... Hejmara danişvanên Australya dighêje 28 milyonî, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.