SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 914 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 10, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Jinên Tirkiyê li dijî kuştina jinan dadikevin taxan 08.05.2025

Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re behsa kuştina jineke ciwan li yek ji kolanên herî qerebalix e li Stenbolê dike ku bû sedema nerazîbûneke berfireh, û ev yek bû sedem ku jin li cihê ku Bahar Aksu lê hatiye kuştin kom bibin. Herweha di raportê de behs li ser mirina Sirri Sureyya Onder jî dibe.

Nûçeyên roja Pêncşemê, 8î Gulana 2025 08.05.2025

Di vê bûletene de: Serokwezîr li benda xurtkirina têkiliyên Australya bi cîhanê re ye... Bi sedan kes piştî danûstandinên dawî yên sînorî bi Hindistanê re li paytexta Pakistanê meşek li dar xistin... Û di sportê de, Rabbitohs amade ne ku piştî nûçeya veguhastineke bilez pêşwazîya Brandon Smith bikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Silêmanî ji Tirkiyê daxwaza dawîkirina ambargoya li ser balafirgehê dike 08.05.2025

Cîgirê Serokwezîrê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî daxwaza bi dawîkirina embargoyên geştiyarî ku Tirkiyê li ser balefirgeha Silêmaniyê ferz kiriye kir, lê Tirkiyê ew daxwaz red kir. Hewldana avakirina eniyeke berfireh li dijî desthilatdariya PDK û YNK zêde dibe. Em derbarê wan mijaran bi peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

"Ger fişara xwînê bilind be, dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê" 08.05.2025

Bilindbûna fişara xwînê, metirsiya nexweşiya dil zêde dike, pêkana krîza dil, felec û gelek pirsgirêkên din yên ku bi dil û tamarên xwîne ve girêday zêde dike. Bi kurtî, bilindbûna zexta zwînê a domdar zexteke zêde li ser dil disepîne, ku dibe bibe sedema zirara demdirêj û îhtîmala zêdebûna têkçûna dil û tevliheviyên din yên têkildar. Dr Selah Amêdî ji me re wan metirsiyan vedibêje.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 7î Gulana 2025 07.05.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Hindistan operasyona mûşekî li ser Pakistanê dest pê dike... Namzedê Lîberal li kursiya Victoria ya Goldstein serkeftinê bi dest dixe... ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 6î Gulana 2025 06.05.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Anthony Albanese piştî serkeftina berbiçav a Partiya Kar biplaneke xurt dest bi serdema duyemîn dike... Partiya Lîberal hîn di vebijarkên rêberatiya xwe de difikire... Karbidestên Îsraîlî dibêjin piştî ragihandina dagirkirina dijwar a Gazzeyê, ew êdî ji gotina "dagirkirin" natirsin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

"Armanca şanoyê ew e ku şanogerên Kurd ji seranserê cîhanê bîne ba hev" 06.05.2025

Ji bo dehemîn Festîvala Şanoya Amedê, Hatice Kamer bi şanoger û endamê rêveberiya festîvalê Omer Şahîn re hevpeyvînek pêk anîye. Di hevpeyvînê de berêz Şahîn behsa festîval, naverok, û herwiha taybetiyên lîstikên Kurdî dike.

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 1î Gulana 2025 bike 06.05.2025

Guhdare bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur.

Partiya Kar di hilbijartinan de bi ser ket û Anthony Albanese wek serokwezîr dimîne 03.05.2025

Anthony Albanese di hilbijartinên federal ên 2025an de serkeftin bi dest xist, di heman demê de Partiya Kar amade ye ku bi piraniya dengan ji bo cara duyemîn hukûmetê ava bike.

First-time voter hopes the next government will reduce the cost of living - Dengderê yekem car hêvî dike ku hukûmeta siberojê mesrefê jiyanê kêm bike 02.05.2025

Shamo Silo, a former refugee, settled in Australia six years ago with his two young daughters. He tragically lost most of his family members, including his wife, to ISIS. This will be his inaugural opportunity to vote in Australia following the acquisition of his Australian citizenship. He expresses hope that the forthcoming federal government will alleviate the cost of living and facilitate the r...

Kurte Nûçeyên roja Înî 2î Gulana 2025 02.05.2025

Di vê bûletenê de: Anthony Albanese û Peter Dutton berî roja hilbijartinê di pêşbirka dawî de di nav kursiyên kêm-dengdan de pêşbaziyê dikin... Kamyoneke ku hesinê hûr rijandiye bû sedema zirara li tekerên zêdeyî 140 wesayîtan, ku hin beşên otobana M1 bi saetane girtiye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Nûçeyên roja Pêncşemê, 1î Gulana 2025 01.05.2025

Di vê bûletene de: Ukrayn û DYA di nav hewldana vegerandina deynan de peymaneke aborî îmze kirin... Koalîsyona federal dibêje ew dê kêmkirina bacê ya Partiya Kar betal bike û bernameyên mesrefên sereke bi dawî bike...Û di werzîşê de, Shaylee Bent ji birîndarbûnê vedigere maça vekirina State of Origin ya N-R-L e jinan. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Metirsî li ser jiyana Onder ji ber nexweşiyê heye 30.04.2025

Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re behsa rewşa Sirrı Sureyya Onder ya di nexweşxaneyê de dike. Doktor dibêjin ew hîn di beşê lênerîna taybetî de ye rû bi rûyî metirsiyên neurolojîk dibe. Her weha di raportê de behs li ser berteka Tirkiyê li hember Konfirensa ku li Qamişlo di 26 Nîsanê de cî girtî dibe.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 30î Nîsana 2025 30.04.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Wezîra Derve ya Australya dibêje hukûmet dê careke din Dengê ji bo Parlemanê neşopîne... Serokwezîr Anthony Albanese dibêje eger ew di helbijartinên roja Şemiyê de bi serkeve dê ew bo serokê DYA Donald Trump re li ser baca gumrigê biaxife, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Êrîşeke nenas ya bi dronê pênc pêşmerge birîndar kirin 30.04.2025

Bi sedema êrîşeke dironî li ser bingehên hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li gûndê Belave li sînorê bajarokê Dêrelûkê li qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê pênc pêşmerge birîndarbun. Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê dibêje, hin alî û kom hewl didin ku pêvajoya aştî û aramiyê li herêmê asteng bikin. Bêtir derbarê vê mijarê û mijarên din raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

What are First Nations voters looking for in this election? - Dengdêrên Neteweyên Yekem di vê hilbijartinê de li çi digerin? 30.04.2025

Cost of living, housing, Medicare – some of the issues central to this election. But what some experts and advocates are saying is “absent” from the campaign trail is First Nations affairs. What are the key policy announcements? What are the interests and concerns of First Nations people? Where should Australia go after the referendum outcome? - Mesrefê jiyanê, xanî, Medicare - hin ji mijarên sere...

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Nîsana 2025 29.04.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Jinek piştî êrîşkirina ofîsa hilbijartinê ya Peter Dutton bi boyaxa sor hate tawanbarkirin... Neteweyên Yekbûyî dibêje herku diçe hejmara penaberan li seranserê cîhanê zêde dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24î Nîsana 2025 bike 29.04.2025

Guhdare bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporta ji Hewlêre û babetên cur bi cur têde hene.

"Support for women's well being in this election campaign is very important" - "Piştgiriya tenduristiya jinan di kampanya hilbijartinê de gelekî girîng e" 25.04.2025

Career woman and mother Gozal Khangheh expressed her views on the federal election, emphasising the importance of supporting women's welfare, addressing domestic violence, and providing financial assistance. She also highlighted the need to rethink higher education, calling for it to be made free, as it was in the mid-1970s. She also emphasised the need to make mental health support a priority on...

Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Nîsana 2025 25.04.2025

Di vê bûletenê de: Xizmet û qurbanî li seranserê welêt di Roja ANZAC de di Merasîmên Şefaqê de hatin bîranîn... Serok Nêçirvan Barzani Yekîtîya Kurdan wekî zinarêê bingehîn yê aramîyê li Sûrîyê tekez dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Nûçeyên roja Pêncşemê, 24î Nîsana 2025 24.04.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Kwalisyon soz dide ku 90 mîlyon dolarên din ji bo çareserkirina tundûtûjiya malbatî li seranserê Australya xerc bike... Zextên lêçûnên jiyanê xelk mecbûr kiriye ku berê xwe bidin xêrxwaziyên xwarinê ji bo alîkariyê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Pîrozkirina Roja Rojnamevaniya Kurdî li Herêma Kurdistanê 23.04.2025

Yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat weşandin. Ev bûyer li Herêma Kurdisanê hat bîranîn. Li Silêmanîyê di nav bera yaneya werzişî ya Zaxo û Newroz ve şer û alozî di navbera piştevanên herdu alîyan de çê bû. Hejmarek ji kesan brîndar bûn. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê...

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 23î Nîsana 2025 23.04.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Pirsên li ser wê yekê ku Opoisyon dê sozê xwe yê hilbijartinê derbarê lêçûnên berevaniyê çawa fînanse bike dibe... Di encama erdheja ku li beravên rojhilatê Australya pêk hat, ti ziyanên giyanî çênebûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Who's Right? Who's Left? How will migrant communities vote this election? - SBS Examines: Kî Rast? Kî Çep? Civakên koçber dê çawa dengê xwe bidin vê hilbijartinê? 23.04.2025

Migration policies are a hot topic this election, but it's not clear how our diverse communities will cast their vote. - Siyasetên koçberiyê di vê hilbijartinê de mijareke germ e, lê ne diyar e ku dê civakên me yên cihêreng dengê xwe çawa bidin.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 22î Nîsana 2025 22.04.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Serkirdeyên partiyên sereke piştî rawestandikeke demkî ya kampaynê ji bo gotûbêja hilbijartinê ya îşev amade ne... Vatîkan planên binaxkirin Papa Francis eşkere dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.