SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 914 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 10, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

"The Ezidi community is self-reliant and successful in toowoomba" - "Êzdî xwe dispêrin xwe, civaka me li Toowoomba serkeftî ye" 20.06.2025

SBS is commemorating fifty years of broadcasting, and in recognition of this milestone, we journeyed to regional Queensland for an outside broadcast (OB) in Toowoomba. , a city that has embraced many refugees over the last ten years. We engaged in a discussion with Salim Hussein, a representative of the Ezidi Community Association in Toowoomba, regarding the community's settlement. Mr Hussein stat...

Rojnamevana penaber a Kurd Xelata Kampîna Nîşana Çapemeniyê (PEC) wergirt 20.06.2025

Perihan Kaya di sala 1986an de li Qersê ji dayik bû, kariyera xwe wekî rojnamevan li ajansa nûçeyan a Dicle û ajansa nûçeyan a jinan ya JINHA dest pê kir. Ew li ser mijarên hesas ên wekî pirsgirêka Kurd, mafên jin û zarokan sekiniye û bi nûçegihaniya xwe ya wêrek hatiye nasîn. Wê her weha wekî rojnamevaneke serbixwe û platformên li Tirkiyê kar kiriye.

Şikefta Şaneder û dîroka wê 20.06.2025

Pişti ku hindek hestî û keleyê serê mirovan dnava şikefta Şaneder li parêzgeha Hewlêr hate ditin. Bi hezaran xelk û geştîyar, şûnwarnas û dîroknas seredana wê şikeftê dikin. Rojane bi sedan şandên cûda cûda yên dîrokî, kesatîyên akademî serdana şikeftê dikin.

Guhdare podcasta bernameya SBS Kurdî bike 17.06.2025

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 12/06/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

Nîqaşeke germ di navbera HAKPAR û DBP de 13.06.2025

Di nav partîya HAKPAR û DBP'ê nîqaşekê destpêkirîye ku li ser peyama Abdullah Ocalan ya ku ji 12emîn Kongreya PKK'ê re şandîye. Partîya Weletperwerên Kurd (PWK) jî kete nav nîqaşê û ji Ocalan dixwaze ku ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Weletperwerên Kurd Mehmet Can Azbay behsa daxuyanîya partîya xwe û van nîqaşan dike.

Pakêta dadweriya nû ya Tirkiyê di nav fikarên efûyê de rastî nerazîbûnê tê 12.06.2025

Li Tirkiyeyê niha 396 girtîgeh hene ku ji bo 299 hezar û 924 girtî hatine lêkirin. Lê niha, 409 hezar û 617 girtî di van girtîgehan de cezakirî ne. Rewşa girtîgehan hukûmetê mecbur dike ku jibo barê girtîgehan sivik bike gavên nû bavêje. Hukûmeta Dad û Geşepêdanê (AKP) li ser navê 10emîn Pakêta Dadwerîyê dixwaze guhertinan di hin yasayan de bike. Lê wusa xuya ye, pakêta ku pêşkêşî parlamenê kirin,...

Nûçeyên roja Pêncşemê, 12î Hezîrana 2025 12.06.2025

Di vê bûletene de: Wezîrê Parastinê Richard Marles gumanên li ser siberoja peymana sêalî ya AUKUS kêm dike... Balyozê Îsraîlê li Australya dibêje sepandina cezayan li ser du wezîrên Îsraîlî 'nayê pejirandin'… Û di avjeniyê de, Piştî roja sêyemîn a Ceribandinên Australya li Adelaide, hin rûyên nû di tîmê Dolphins de hene, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

'Serdana Kurdistan' hêvî dike ku heta sala 2035'an 20 mîlyon geştiyaran bikişîne 12.06.2025

Platforma 'Serdana Kurdistanê'/visit Kurdistan ya Herêma Kurdistanê roja Sêşemê bi fermî hate destpêkirin, û mijareke din behs li ser birîna kehrebê li hindek parêzgehên Îraqê dibe ku Herêma Kurdistanê weke tolhildan li hember hukumeta Iraqê ji bo nedana mûçeyên fermanberan dibe. Bir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 11î Hezîrana 2025 11.06.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Opozîsyonê rexne li cezayên Australya yên li ser du wezîrên Îsraîlî girt... Polîsê Los Angeles dibêje piştî qedexeya derketina derve ya li bajêr dest bi girtinên girseyî kirine... Socceroos Erebistana Siûdî têk bir û mafdara FIFA 2026e, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

50 saliya SBS - kêliyên girîng ku ji hêla rojnamevan û pêşkêşvanan ve tên vegotin 11.06.2025

SBS salvegera xwe ya 50emîn pîroz dike. Di 9ê Hezîrana 1975an de 'Radyoya Ethnic Australia' dest pê kir - ceribandineke wêrek ji hêla wezîrê koçberiyê yê wê demê Al Grassby ve ku Medibank, guhertoya yekem a Medicare, bi zimanên cûda ji koçberan re vebêje.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 10î Hezîrana 2025 10.06.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr dibêje lênerîna tenduristiyê ya erzan di nav pêşîniyên sereke yên serdema wî ya duyemîn de ne... Prue Car ji Partiya Kar bi kansêra pêsîrê hat teşxîskirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Guhdare podcasta bernameya SBS Kurdî bike 10.06.2025

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 29/05/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur hene.

Lêçûnên jiyanê bandoreke mezin li ser kebaniyên malan li Turkiyê dike 06.06.2025

Sazîya statîstîka Turkiyê (TUIK) daneyên enflasyona salane û ya meha gulanê eşkere kir. Ev dezgeha fermi ya dewletê dibêje rêjeya enflasyona salane ji sedî 35.41 e. Li gorî daxuyaniyê rêjeya enflasyona meha Gulanê jî ji sedi 1.5 e. Nûçegîhana SBS Kurdî Hatice Kamer li Amedê ji kebanîyan pirsî, ka gelo enflasyona bilind bandora xwe çawa li ser mesrefên Cejnê dike?

Nûçeyên roja Pêncşemê, 5î Hezîrana 2025 05.06.2025

Di vê bûletene de: Serokwezîrê wîlayeta Tasmania dipejirîne ku dibe hilbijartineke pêşwext li ber dest be... Serok Donald Trump daxuyaniyek îmze kir ku rê li ber kesên ji deh welatan bigire da nekevin DYA... Û di werzîşê de, Goleke ji Cristiano Ronaldo ji Portugalê re cihek di fînala Lîga Neteweyan a UEFA de bi dest xist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Dozgerîya Enqerê li dijî Kongereya CHP dozê vedike 05.06.2025

Dema ku di sala 2023 de, 38mîn Kongereya CHP pêk hat, Ozgur Ozel, li hember Kemal Kiliçdaroglu bibû namzed û di gera duyemîn de bi dengên zêde bû serokê nû yê CHP. Lê di îdianameya ku li dijî CHP dibe doz, tê gotin ku Serokê nû yê CHP ji bo dengê zêde bi sedan delege bi pereyan qanii kirîye û sozên weke kar û şaredartî daye wan. Lê him Ozgur Ozel û him Ekrem Îmamoglu bi tundî li dijî van îdîayan d...

"Purposes to domestic violence is often to intimidate, dominate or control the other person" - "Armanc ji tundûtûjiya malbatî ku kesê din bitirsînin yan jî kontrol bikin" 05.06.2025

Domestic violence represents a significant issue that affects numerous families across Australia. A global study, unprecedented in its scope, has disclosed that over 1 in 3 Australian men indicate having faced violence against their partner. To help us understand the concept of domestic violence, we are joined by Helen Robertson, Director, and Clinical Psychologist at Drummoyne Psychology. - Tundû...

Herêma Kurdistanê daxwaza çareseriyeke lezgîn ji bo krîza mûçeyan dike 05.06.2025

Di aloziyeke dramatîk a krîza mûçeyan de bandoreke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye. Serokê Komîteya Yasayî yê Parlemena Iraqê Rebwar Hadi, Wezîrê Darayî yê Federal Taîf Samî bi rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tawanbar dike. Em bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê derbarê pirsgirêka mûçeyan diaxafin.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 4î Hezîrana 2025 04.06.2025

Guhdare podcasta nûçeyên roja Çarşemê bike.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 3î Hezîrana 2025 03.06.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Neteweyên Yekbûyî lêpirsîneke serbixwe ya tavilê li ser kuştina Filistîniyên ku alîkarî dixwestin dixwaze... Rayedar li dijî ATMên krîptopereyan tedbîrên tund digirin, Û di futbolê de, Socceroos dibêjin misogerkirina bêtir cihan di Kûpa Cîhanê lezgîniya misogerkirina cihê wan di tornemêntê de kêm nake. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Guhdare podcasta bernameya SBS Kurdî bike 03.06.2025

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 29/05/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 30î Gulana 2025 30.05.2025

Di bûletena nûçeyên roja Îniyê de: Pêkhateya dawî ya Seneta federal hate ragihandin... Hêviyên pêşketinê li ser peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Nûçeyên roja Pêncşemê, 29î Gulana 2025 29.05.2025

Di vê bûletene de: Peyak ji ber agirê kujer li Croydon li rojavayê hundur yê Sydney rû bi rûy dadgehê dibe ... Pizîşkekî neştergirî yê Fransî ji ber destirêjiya cinsî li ser bi sedan zarok hate cezakirin ... Û di werzîşê de, Billy Slater di maçên State of Origin yên siberojê de ji Queensland bêtir dîsîplînê dixwaze. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Wezareta darayî ya Îraqê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê 8 mehan paşdixe 29.05.2025

Wezîrê Darayî yê Iraqê ragirtina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji bo heşt mehên bê ragihand. Gumanên Iraqê li ser şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bûye sedema nerazîbûna gelek siyasetmedarên navdar ên Kurd di salên borî de, yên ku daxwaza muameleyeke dadperwerane ji Bexdayê û mafên xwe yên destûrî kirine. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Civîneke surprîz li Stenbolê: Şeraa û Erdogan li ser çi axivîn 28.05.2025

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 25 Gulanê de li Stenbolê bi Serokkomarê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şeraa re civiya. Di civîna girtî de, her du serokan li ser başkirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de, û tekezî li ser hewildanên ji bo normalîzekirina têkiliyên dîplomatîk û aborî di navbera welatên cîran de sekinîn. Zêdetir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 21î Gulana 2025 28.05.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Partiyên Lîberal û Neteweyî ji bo yekbûna xwe rêkeftinek çêkirin... Kesek piştî agirê bi maleke li Sydney ketî mir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.