SBS

SBS Kurdish - SBS Kurdî

News KU ↓ 914 episodes

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 10, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Bandorên medyaya civakî li ser mêjiyê we 15.08.2025

Lêkolîneke nû pêşniyar dike ku bikaranîna medyaya civakî dikare bibe sedema kêmbûna asta çalakiya mêjî ya girîng di nav çend deqeyan de. Di lêkolînê de hat dîtin ku di gerandina (scrolling) mediyaya civakî de kêmbûneke mezin di warê zanîn, hest û balkişandinê de heye. Lê pispor hişyar dikin ku li ser bandora dema li ber ekranê lêkolînên bêtir hewce ne.

Diyarbakir: Komeleya Zimanê Kurdî li Îzmîrê piştî 14 rojan derî girtî car din vedibe 14.08.2025

Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê hevpeyvînek bi hevserokê Komeleya Avesta, Remezan Kaygusuz re pêk aniye. Di 1ê meha Tebaxê de, şaredariya Konakê ya bajarê İzmirê, deriyê komeleya Avestayê mohr kir. Lê piştî bertek û nerazibûnên zêde, şaredariyê piştî 14 rojan deriyê komeleya Kurdî vekir. Şaredarî ji bo hiceta morkirina komeleyê got 'ruxsata wê ji bo perwerdehiyê nîne'. Hevserokê komeleyê Ramazan K...

Nûçeyên roja Pêncşemê, 14î Tebaxa 2025 14.08.2025

Di vê bûletene de: Anthony Albanese raporên ku Hamas pêşwaziya biryara wî ya naskirina dewleta Filistînê dike şermezar dike... Îdiayên tawanên cinsî di sektora lênerîna zarokan de hema hema ji sedî 50 zêde bûne... Û di cricket de, Hişyarî heye ku hin netewe dê îflas bikin eger ew di lîstina Test Cricket berdewam bin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 13î Tebaxa 2025 13.08.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr Anthony Albanese biryara naskirina dewleta Filistînê diparêze... Şahidekî bûyera ku tê îdiakirin ku çekê polîs di dema girtinê de li Balafirgeha Sydney teqiyaye vedibêje, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Bi milyonan niştecih li Herêma Kurdistanê sûdê ji hatina elektrîkê digirn 13.08.2025

Wezareta Elektrîkê ragihand ku niha zêdetir ji 2.7 milyon kesên li Herêma Kurdistanê 24 saetan elektrîk hene. Herweha, di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê nûçeyeke din heye ku 2 kesên ji Bexdayê hatibûn Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li benzîn xaneyekê hatibûn kuştin.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 12î Tebaxa 2025 12.08.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Banka Navendî rêjeyên faîzê dadixe ji sedî 3.6 ... Tîmê kuştinê yê Victoria li ser mirina du kesan li maleke li Melbourne lêkolînê dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike 12.08.2025

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 08/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 8î Tebaxa 2025 08.08.2025

Di bûletena nûçeyan de: Parlmenterê New South Wales Gareth Ward berî ku Parleman deng bide ji bo derxistina wî, wî dest ji karê xwe berda... Hikûmeta Federal bi mîlyonan dolar ji bo parastina li dijî cureyeke kujer ya grîpa teyrann terxan dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Komisyona nû ya pêvajoya aştiyê li parlemana Tirkiyê civînek li dar xist 07.08.2025

Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ya nû li Parlamena Tirkiyê roja Duşemê 5ê Tebaxê civîna xwe ya yekem li dar xist, ku ev gaveke girînge ber bi çêkirina çarçoveyeke yasayî ji bo çareseriyeke siyasî ya demdirêj ji bo pirsgirêka Kurd û vejandina pêvajoya aştiyê ya berfirehtir li seranserê Tirkiyeyê, da em zêdetir li ser pêvajoyê bizanibin em bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.

Nûçeyên roja Pêncşemê, 7î Tebaxa 2025 07.08.2025

Di vê bûletene de: Dîplomatên Australî dibêjin nenaskirina dewleta Filistînî dê ji bo Îsraîlê xelat be... Weqfa Penceşêra Memikê ya Neteweyî 25 milyon dolar ji bo lêkolînê dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Girîngiya firçekirina diranên xwe 07.08.2025

Dr Omid Allan nêzîkî 30 salî ezmûna xwe di warê diranan de ye. Ew ji bo pêşvexistina tenduristiya devkî ya nexweşên ji her temenî kar dike. Ji sala 2000an vir ve, ew di warê çandina diranan de pispor e. Di axaftineke bi Dr Allan re ew têgihiştinên xwe yên li ser lênêrîna diranan hem ji bo mezinan û hem jî ji bo zarokan parve dike. Nêzîkatiya wî ne tenê dermankirine lê di heman demê de li ser perwe...

Kesatiyekî ayînî Êzîdî li Almaniya tê êrîşkirin 07.08.2025

Li Almanya xurtekî êrişe Mîr Hazim Tehsîn Beg mîrê Êzidiyan kiriye ku vê yekê gelek diltengî ji bo civaka Êzîdî çêkir. Herweha di naveroka raportê de behsa rêjeya xenqandina xelkê bi melevanîyan dibe ku ev bûyerana gelekî zêdebûne. Em derbarê van herdu mijarên li jor bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

"A ku ji me re hatiye îspatkirin Sûriye nikare vegere sîstema berê" 06.08.2025

Guhertineke siyasî ya girîng li Sûriyê çêdibe, ji ber ku hukûmeta demkî ya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên bi pêşengiya Kurdan ber bi gaveke nûh ve diçin. Di 10ê Adara 2025an de, serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî peymanek dîrokî îmze kirin da ku HSDê tevlî dezgeha dewleta Sûriyeyê bikin. Em derbarê wê babetê û babetên din bi Hev-Serokê Partiya Yeketiya Demok...

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 6î Tebaxa 2025 06.08.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Bi hezaran mamosteyên Queensland ji ber mûçe û şert û mercan derdikevin girêvê... Australya û Fransa dê meha bê li Neteweyên Yekbûyî li ser dewleta Filistînê danûstendinê bikin. Û di futbolê de, mirina efsaneyekî Portogalî. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Tebaxa 2025 05.08.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Desteya bilind a perwerdehiya navneteweyî pêşwaziya zêdebûna sînorê xwendekarên navneteweyî ji hêla hukûmetê ve dike... Wezîra Karên Derve Penny Wong bersiva tawanbarkirina welatiyekî Çînî bi destwerdana biyanî dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike 05.08.2025

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 01/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

Kurte Nûçeyên roja 1î Tebaxa 2025 01.08.2025

Di bûletena nûçeyan de: Australya ji bacên nû yên Donald Trump e zêde rizgar bû... Diyaloga Uluru daxuyaniyeke tund da... Û di avjeniyê de, Australya li Singaporê medalyaya zêrîn a relay qezenc dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Agirên daristanan li Tirkiyê 10 agirkujan dikuje, bi hezaran bê mal dihêle 01.08.2025

Di agirên daristanan yên li çend herêmên Tirkiyeyê de hejmareke ji kesan jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku germahiya zêde û bayên bihêz agirên wêranker li rojhilatê Deryaya Spî gur dikin. Em derbarê vê mijarê bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.

What is Garma? And why is it important? - Garma çi ye? Û çima girîng e? 01.08.2025

The very first Garma Festival was held just before the turn of the millennium in 1999, led by the late Yunupingu. But the mission of its founders remains: to be a cross-cultural meeting of leaders to discuss improving standards of living for all First Nations people. SBS looks at a small slice of what Garma is today. And a warning - this package contains the voice of someone who has died. - Yekem...

Nûçeyên roja Pêncşemê, 31î Tîrmeha 2025 31.07.2025

Di vê bûletene de: Piştî pêşnûmeqanûna deynê HECS di parlemanê de hat pejirandin, deynê bi mîlyonan xwendekaran tê kêmkirin... Berî hevdîtinên DYA di demjimêrên li pêş de, Îsraîl di bin zexteke zêde de ye li ser Xezzeyê... Û di avjeniyê de, Harrison Turner yekem mîdalîya şampyoniya cîhanê ya Australya di pêşbirka perperok a 200 metroyî de bi dest xist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hen...

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 30î Tîrmeha 2025 30.07.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Australya daxuyaniyeke hevbeş îmze kir ku rêya dewletbûna Filistînê dide... Wezîra Ragihandinê biryara hukûmetê ya tevlîkirina YouTube di qedexeya medyaya civakî de diparêze, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê: Em li ser êrîşên dronan bêdeng namînin 30.07.2025

Iraqê yekemîn partiya siyasî ya jinan bi navê Partiya el-Mewadde damezrand, di destpêşxeriyeke ku armanc dike hewildanên jinên ji civak û mezhebên cûda bike yek û rola wan di jiyana siyasî de zêde bike. Her weha roporta ji Hewlêrê behs li ser zêdebûna êrîşên bi dronan ên li ser avahiyên pêtrolê li Herêma Kurdistanê dibe ku bûye çavkaniyeke xeman ji bo rayedarên herêmî. Bi gelemperî tê bawerkirin k...

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Tîrmeha 2025 29.07.2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Senatorê serbixwe yê ACT sîstema hinartina xazê wek xapînok bi nav dike... Organîzatorên xwepêşandana Xezzeyê soz didin ku li dijî qedexeya Sydney Harbour şer bikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike 29.07.2025

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/07/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Tîrmeha 2025 25.07.2025

Di bûletena nûçeyan de: Fransa dê Dewleta Filistînê bi fermî nas bike... Xeznedar Jim Chalmers, ji bo çareserkirina kêmbûna hilberîna demdirêj bang li însiyatîfeke neteweyî dike... Û di bisiklêtvaniyê de, Ben O'Connor qonaxa çiyayî ya Tour de France bi serkeftineke hestyarî qezenc kir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Listen to the SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.