SBS
Raportên Peyamnêran
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Serfermandarê artêşa Lîbya di qezayeke balafirê li Tirkiyê mir 24.12.2025 7:22
Firoka Wezîrê Berevanîyê yê Lîbyayê Muhammed Al Haddad li nêzikî paytexta Tirkîye, Enqerê ket. Digel Wezîr pênc kesên din di firokeyê de mirin. Wezîr Al-Haddad, ji aliyê Wezîrê berevanîya Tirkîyê Selçuk Bayraktaroglu hatibû vexwendin.
Amed sînema û şanoya Kurdî di hefteya çandê de pîroz dike 18.12.2025 6:37
Li Amedê hefteyekê bernameyên kulturî çêbûn. Sêyemîn Festîvala Fîlman ya Amedê piştî heyşt rojan, di 14ê mehê de bi rêûresma xelata fîlman bidawî hat. Derhêner Ali Kemal Çinar bi fîlma ''Dîroka Wenda'' xelata Fîlma Metrajdirêj wergirt. Ji aliyê din ve, di 15ê mehê de, piştî neh salan, xelatên tekstên şanoya Kurdî jî hatin belavkirin. Di 7emîn xelatên Evdirehîm Rehmî Hekarî pêşbazîya Nivîsandina Lî...
Xelk dilxweşiya xwe ji bo piştgirên yaneya Zaxo SC re nîşan didin 17.12.2025 9:53
Piştgirên yaneya werzişî ya Zaxo, mezin û biçûk, li derveyî malên xwe şahiyan ji bo bidestxistina xelata FIFA ya piştgirên Herî Baş ên Sala 2025 diyar dikin. Bi hezaran kes ji bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê xwe gîhandin stadyoma navneteweyî ya Zaxoyê û beşdarî şahiya mezin bûn.
Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Amedê bi dirûşma 'Cîhan bi çîrokan tê cem hev' dest pê kir 12.12.2025 13:47
Sêyemîn Festivala Fîlimên Navnetewi ya Amedê di 7ê mehê de li Amedê destpêkir û dê hefteyekê bidome. Di nav hefteyekê de 84 fîlim tên nişandan. Bi dehan derhêner û hunermend jî beşdar dibin. Diruşma Festîvalê “Dinya bi Çîrokan Tê Cem Hev”. Li alîkî din Komîsyona Parlementoya Tirkîyê bi gohdarkirina Abdullah Ocalan, dawî li proseya gohdarîkirina kes û sazîyan anî. Niha her partîyek di komîsyonê de...
Lehiyên kujer li HK dibin egera mirina çar kesan û wêrankirina bi sedan malan 11.12.2025 8:38
Piştî baraneke dijwar ku vê hefteyê li seranserê Herêma Kurdistanê bariya, lehiyên berfireh çêkir, herî kêm çar kes mirin, bi dehan kes jî birîndar an jî winda e, û bi sedan mal û kargehan zirar dîtine. Herî zêde bandor li navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê bûye. Roja Sêşemê gera 12ê ya Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Duhokê dest pê kir. Ev Festîval ji 110 fîlman pêk tê û dê hemî werin nîşanda...
Li Herêma Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de çêbû 05.12.2025 9:09
Bikaranîna çekên neqanûnî û bêdestûr dibin sedema bûyerên nebaş û xirab, ku di encamê de kuştin û birîndarbûna mirovan çêdibe. Berî çend rojin li gundê Lacanê yê bi ser Parêzgeha Hewlêrê ve xwepêşandanek çê bû, ku têde kesek hate kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê çend kesên ku alozî çêkiribûn girtin. Di heman xwepêşandana li gundê Lacanê de, rojnamevan û peyamnêr rastî îşken...
Dilsoziya alîgirên Zaxoyê ji bo Xelata Hezkiriyên FIFAyê hat berbijêrkirin 27.11.2025 8:26
Xelata FIFA ya Hezkiriyan (FIFA Fan Award) yek ji xelatên herî binirx û cuda ya FIFA ye. Hezkiriyên Yaneya Werzişî ya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina vê xelatê hatine berbijêrkirin. Alîgirên Zaxoyê di sala 2025an de, bi avêtina bûk û leystikan nav yarîgehê ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê, ciwantirîn û mirovdostanetirîn dîmen di cîhana fûtbolê de çêkirin.
Sê partîyên siyasî ji bo hevdîtina Ocalan serdana Îmraliyê kirin 27.11.2025 12:44
Di 24ê Mijdarê de ji Komîsyona Parlemana Tirkîyê sê parlementer çûn hevdîtina Abdullah Ocalan. Ji AKPê, Cîgirê Serok Huseyîn Yayman, ji MHPê, Serokê Grûpê Fetî Yildiz û ji DEM Partîyê, Cîgira Grûpê Gulistan Kiliç Koçyigit çûn Girava İmraliyê. Yekem car e ku ji bilî DEM Partîyê, parlamenterên Tirk diçin serdana Abdullah Ocalan dikin. Li alîyekî din, li Amedê ji bo 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Ji...
Dîlan Guvenç: "Mixabin hişmendiya zimanê Kurdî hêdî hêdî kêm dibe" 25.11.2025 13:16
Di 17î Mijdarê de li Amedê 750 sazî û dezgehên Kurd bi daxuyanîyeke hevpar bang li dewletê kirin. Deklerasyonê ji 750 dezgehan dexwaza Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu. Herweha Zimanê Kurdî ji baxçê zarokan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.
MEPS2025 rêberên Kurd û navnetewî ji bo pêşxistina aştî û ewlehiyê dicivîne 20.11.2025 8:50
Şeşemîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Duhokê bi beşdarbûna bi sedan rêber, berpirs û dîplomatên herêmî, Iraqî û navneteweyî hate lidarxistin. Di forûmê de gelek mijarên girîng li ser asta navxweyî û herêmî nîqaş hatin kirin.
Tundûtûjiya li ser jinan li Tirkiyê herku diçe zêde dibe 14.11.2025 8:05
Serdozgeriya Stembolê li dijî Ekrem İmamoglu iddianameya xwe temam kir. Jibo Îmamoglû 142 sucên cuda ceza tê xwestin ku ew ji Adara 2025an de girtî ye. Li alîkî din piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan, hêvî û bendewarîyên jibo azadîya Demirtaş didome. Lê gelek rûniştvanên Amedê bawer nakin ku ew bê azadkirin. Di çarçova 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tûndûtûjiya li ser jinan, çendîn çalakî lidar...
Hilbijartinên Iraqê bi dawî bûn — gelo dê kengê hkûmeteke nû ava bibe? 13.11.2025 10:07
Wek tê zanîn ku roja Sêşemê 11 Mijdarê Hilbijartina Parlemana Iraqê cî girtin, û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, encamên destpêkê yên herdu proseyên dengdana giştî û taybet ragihand. Komîsyonê rgihand ku zêdeyî 12 milyon kes beşdarî proseya dengdanê bûn. Dengdan bi gîştî li Herêma Kurdistanê bi aramî derbas bû lê li hin deverên dervayî Herêmê hin pirsgirêk çê bûn. Nûçegîhan E...
Çi tedbîr ji bo hilbijartinên li Iraqê têne girtin 06.11.2025 10:52
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ji bo misogerkirina ku binpêkirin çênebin û mafên wekhev ji bo hemî namzed û lîsteyên hilbijartinê li Iraq û Herêma Kurdistanê li gorî qanûnê bin, rêbername û biryarên nû derxist. Di hilbijartinên berê de, çend namzed û lîsteyên hilbijartinê rêbername û qanûnên Komîsyonê binpê kirin, vê carê Komîsyon bi alîkariya çavdêrên navneteweyî, konsulxane û balyozxaneyan hewl...
Ewropa dest bi vegerandina penaxwazên neyasa dike 30.10.2025 10:17
Ev bû demeke ku hejmareke mezin ji penaber û koçberan ji welatên Ewropî bi taybetî ji Almanya û Brîtanya bo Îraq û Herêma Kurdistanê tên vegerandin. Karbidestên wan welatan wan penaxwazan ji ber hin egeran vedigerîn. Egerên weke çûna koçberan bo welatên Ewropî bi awayekî neyasayî, herweha rêkeftina di navbera Îraqê û hin welatên di Yeketiya Ewropî de bo vegerandina panaxwazên ku bi şêweyeke neyasa...
Çekdarên PKKê di çarçoveya peymana çekdenînê de ji Tirkiyê vekişiyan 30.10.2025 9:18
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja Yekşemê ragihand ku ew di çarçoveya pêvajoya çekdanînê de ku bi hukûmeta Tirkiyî re tê hevrêzkirin, ji Tirkiyê vedikişe, û zextê li Enqerê dike ku gavên pêwîst bavêje da ku ew bikaribe bikeve siyasetê. Em derbarê vê mijarê bi nûçegîhan Hatice Kamer re dipeyvin.
Krîza aborî beşdarbûnê li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê kêm dike 23.10.2025 12:10
Nehemîn Pêşengeha Pirtûkan ya Diyarbakir di 18ê mehê de destpêkir û roja yekşemê bidawî tê. Ji 30 weşanxane, komele, sazî û dezgehên Kurdî zêdetir di pêşangehê de beşdar bûn û di nav heşt rojan de bi dehan çalakîyên kultûrî hene. Weke gotûbêj, xwendina çîrok û helbestan, û imzekirina pirtûkan. Îsal beşdar kêmin, weşanxane balê didin ser bandora xerab ya krîza ekonomîk li Tirkiyê. Parlamena Tirkiyê...
Rexneyên berfireh yên raya giştî li hukûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê hene 22.10.2025 9:25
Herdu perlemanên Îraq û Herêma Kurdistanê bûne ciyê rexne û gilî û gazincên mezin ji alîyê xelk ve. Komisyona Helbijartinên Îraqê bo roja dengdanê jiber saxtekarî hindek biryar derxistin, di nav de birina mobayil û kamîra bo hola dengdanê qedexe kir. Zêdetir derbarê wan mijaran û yên din di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Baroya Wanê di mirina Kabaiş de îhmalkariya edlî îdia dike 17.10.2025 10:06
Dadgeha Mafê Mirovan di meha Tîrmehê de li ser Doza Kobaniyê jibo Selahattîn Demirtaş biryar da ku divê Tirkîye wî azad bike ku dadgeh bawer dike biryara girtina Demirtaş biryareke siyasî ye. Hêvî hebû jiber pêvajoya aşitîyê Tirkîye li dijî biryara dadgehê dernekeve û Demirtaş di 8ê mehê de azad bibe lê Tirkîye îtiraz kir. Rojîn Kabaîş a 21 salî, ji Amedê, xwendekara Zanîngeha Wanê, salekê berê di...
Pêşbirka hilbijartinên parlementoya Iraqê dest pê kir 15.10.2025 10:15
Bangeşa helbijartinê bo perlemana Îraqê li herêma kurdistanê destpêkiriye ku bangeşeke gerim birêve diçe û partên desthelat û opozisyûn bangeşa xwe bê pirisgirêk birêve dibin. Roja Sêşemê firokeyeka bê firokevan li sînora Qendîlê kete xwarê, ev jî piştî ku dever bombaran kir û her dem û demekê hinek deverên Herêma Kurdistanê tên burdoman kirin. Vê yekê dilgiranîyeke mezin li gel xelkê wan gundên s...
Parêzerê hevşaredarê Amedê li ser doza wî û rewşa girtîgehê diaxave 18.09.2025 13:08
Raporta vê hefteyê, hevpeyvîneke digel parêzer Mehmet Emîn Aktar, parêzerê hevaşeradarê Amedê, Adnan Selçuk Mizraklî ye. Mizrakli şeş sal in li girtîgeha Edirne girtî ye, ew digel Selahattîn Demirtaş dimîne.
Tenduristiya Silêmaniyê di krîzeke mezin a kêmbûna dermanan de ye 17.09.2025 8:33
Demeke dirêj e ku arîşa nebûna derman û hewcedariyên nûjdarî li nexweşxaneyên sînorê parêzgeha Silêmanîyê çêbûye. Nebûna dermanan metirsîyeke mezin li ser jiyana bêtir ji 40 hezar nexweşên dom dirêj li sînorê parêzgeha Silêmanîyê çêkirye. Wezîrê Tenduristiya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Tenduristiya Silêmanî bizavên mezin dikin ji bo çareserkirna nebûna dermanan.
Salek derbas bû û hîn kujerê Narîn Guran nehatiye zanîn 12.09.2025 9:30
Li Amedê, li gondê Çolî, di 19ê Tebaxê de zarokeke 9 salî wunda bû, navê wê Narin Guran bû. Meytê wê piştî 18 rojan di newalek de hate dîtin. Dayika wê Yuksel, birayê wê Enes (19), Apê Salim Guran, bi sûcê kuştina Narînê bi hetahetayê hatin cezakirin.
Gelo mimkun be hêzên Pêşmerge bibin yek? 11.09.2025 9:32
Şîrketa pêwindiyan ya bi navê Korek Telecom ya Îraqî ye û navenda wê li bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ye. Şîrket berî niha rastê sizayê hatibû û heya niha ew pirsa nehatîye çarekirin. Herweha di naveroka raporta ji Hewlêrê bizavên mezin jibo yekgirtina herdu hêzên 70 û 80 yên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hatîye kirin ku herdu bibin yek û bikevin jêr desthelata Wezareta Pêşmerge û Hukûmeta he...
Şanoya bajarê Amedê car din perdeya lîstikvaniyê vedike 05.09.2025 10:17
Şanoya bajarê Amedê perdeya xwe bi lîstikeke jinan vekir. Navê lîstikê JİN e û ji derhêner heta listikvanan jinin. Derhêneriya şanoyê Mizgîn Bîlmen e, koreografiya wê Bêrîvan Savgat û dramaturgiya wê jî Berfîn Emektar e. Herweha di raportê de behs li ser meşa 1ê îlonê Roja Aşitiya Cîhanê dibe ku bi hezaran welatî, ji bo dexwaza aşitiyê meşeke girseyî lidarket. Raporta Hatice Kamer.
Diyarbakir: Komeleya Zimanê Kurdî li Îzmîrê piştî 14 rojan derî girtî car din vedibe 14.08.2025 9:10
Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê hevpeyvînek bi hevserokê Komeleya Avesta, Remezan Kaygusuz re pêk aniye. Di 1ê meha Tebaxê de, şaredariya Konakê ya bajarê İzmirê, deriyê komeleya Avestayê mohr kir. Lê piştî bertek û nerazibûnên zêde, şaredariyê piştî 14 rojan deriyê komeleya Kurdî vekir. Şaredarî ji bo hiceta morkirina komeleyê got 'ruxsata wê ji bo perwerdehiyê nîne'. Hevserokê komeleyê Ramazan K...
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.