SBS

Raportên Peyamnêran

News KU ↓ 76 episodes

Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.

Author

SBS

Category

News

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jul 9, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Hilbijartina serokatiyê li Iraqê yekîtiya siyasî ya Kurdî qels dike 15.04.2026

Hilbijartina Nizar Amêdî wek serokê Îraqê nîşan dide ku di navbera Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) de dijberî berdewam e. Her çende ku serokatî bi gelemperî diçe siyasetmedarekî Kurd jî, nakokiyên di navbera van her du partiyan de aloziyeke siyasî çêkir. Ev dijberî bandorê li biryardanê û yekîtîya di navbera Herêmê û Iraqê de bi tevahî dike. Zêdetir di raport...

Bajarê Wanê yê geştiyar ji ber şerê li Îranê di krîza aboriyê de ye 09.04.2026

Di şerê îranê de, di roja 40î de agirbesteke du alî hate ragihandin. Ev şer bandora xwe li ser hemî cîhanê heye. Lê li Tirkiyê, bajarê Wanê di warê aboriyê de di bin zinayeneke giran da ye. Her sal bi sed hezaran Îranî jibo geştiyarê berê xwe didan Wanê, bi taybetî di dema Newrozê de. Par nêzikî 800 hezar geştîyar hatin, lê îsal rewş xerab e. Odeya Pişesazîya Wanê dide xuyakirin ger şer dewam bike...

Welatiyên Herêma Kurdistanê ji bilindbûna buhayê alîktrîkê nerazî ne 09.04.2026

Hejmareke mezin ji welatiyên Herêma Kurdistanê gilî û nerazîbûna xwe li hember bilindbûna buhayê aliktrîkê nîşan didin û daxwaz dikin ku buhayê wê were kêmkirin. Li bajarê Duhokê xelk li ber rîveberiya aliktrîkê nerazîbûna xwe nîşan da. Ji aliyekî din ve, bendavên Herêma Kurdistanê ji ber barana zêde û berfê tujî bûne, ev yek jî feydeyeke mezin digihîne welatiyêncotkar, geştiyar û karsazên Herêma...

Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî xatirê xwe ji cîhanê xwest 02.04.2026

Di 10ê Adarê de helbestvanê navdar, Ehmed Huseynî jiyan ji dest da. Ehmed Huseynî ji ber nexweşîna penceşêrê li bajarê Stockholm li Swêdê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Cenazeyê wî birin Amedê û li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevrêyên Huseynî, nivîsîkar, helbestvan, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn. Peyamnêra SBS...

Êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê berdewamin 02.04.2026

Îranê di nav aloziyên herêmî yên zêdebûyî de bi mûşek û balafirên bêpîlot êrîşî Herêma Kurdistanê dike, ku deverên li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê kirine armanc. Êrîşan li ser navendên leşkerî, binesaziyê û bi taybetî jî li ser mala serokê Herêma Kurdistanê xistine, û bûne sedema qurbanî û zirarên li deverên sivîl. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirin 26.03.2026

Li bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin.

Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kir 25.03.2026

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û c...

Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikin 19.03.2026

Li Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin.

Alozî û êriş pîrozbahiyên Newrozê li Herêma Kurdistanê bandor dike 18.03.2026

Ji ber alozî û êrîşên dawî, rêûresmên Newrozê li Herêma Kurdistanê hatine sînordarkirin. Tevî ku amadekariyên berfireh ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatibûn kirin, bi taybetî li bajarê Akrê yê ku wek "Paytexta Newrozê" tê naskirin, îsal rûyê pîrozbahiyan hate guhertin.

Koçkirina Êzîdîyan e berdewam bi piştgirîya kêm ya Hukumeta Îraqê ve girêdayî ye 13.03.2026

Zêdo Baedrî, şêwirmendê Parlemana Kurdistanê ye, di hevpeyvîneke digel nûçegîhanê SBS Kurdî Ehmed Xefûr behsa koçberbûna Êzîdiyan bo derveyî Iraqê dike. Ew herwiha behsa çarenivîsa keç û jinên Êzîdî ye ku ji aliyê çekdarên grûpa Dewleta Îslamî ve hatibûn revandin dike.

Bilindbûna aloziyên herêmî: Tirkiyê hişyariyê dide Îranê 11.03.2026

Şerê Amerika/Îsraîlê li dijî Îranê di roja 12an da ye, ku di çar û dehê mehê de, du mûşekên Îranê li Tirkiyê hatin xistin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da xuyakirin û hişyariyên pêwîst bi zelalî ji Îranê re hatine ragihandin. Erdogan bi telefonê bi Serokomarê Îranê Pezîşkiyan re axivî û got ‘armancgirtina Îranê ya li ser welatên cîran sûdê nade tu kesî.’’ Zêdetir derbarê vê mijarê di rap...

Di du mehan de 58 jin li Turkiyê hatine kuştin 25.02.2026

Di nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye.

Bang ji bo berfirehkirina Navenda Lalişê li cîhanê tê kirin 25.02.2026

Navenda Laliş ji bo xizmetkirina tevahiya civaka Êzidî li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Lewma ji nuha ve daxwaz hatiye kirin ku bêtir giringî bidin Navenda Lalişê û li welatên cîhanê yên ku civaka Êzidî lê dijîn, liqên nû yên Navenda Laliş bên vekirin, da ku bêtir xizmeta civaka Êzidî bikin.

Li Amedê bernameyên curbicur ji bo Roja Zimanê Dayikê li dardikevin 20.02.2026

Roja 21ê Şibatê, Roja Zimanê Dayikê ye. Li Amedê jibo wê rojê komele û tevgerên zimên bernameyên curbicur amade dikin. Demet Ceylan behsa van bernameyan dike.

Xwediyê helbesta ‘Ez xortê Kurd im’ Mehmed Emîn Bozarslan koça dawî kir 12.02.2026

Helbesta ‘’Ez xortê Kurd im, pir bi nav û deng", xwediyê wê, rewşenbîr, dîrokzan, zimanzan û nivîskarê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan e, ku li welatê Swêdê koça dawî kir. Bozarslan ji Amedê ye û 49 salan ji welatê xwe dûr bû.

Peywendiya telefonî ya Mesûd Barzanî û Nûnerê Trump li ser Sûriyê 11.02.2026

Baregeha Mesûd Barzanî ragihand ku roja Duşemê 9î Şibatê peywendiyeke telefonî di navbera rêzdar Mesûd Barzanî û Tom Barack, Nûnerê Donald Trump jibo karûbarên Sûriyeyê de hat encamdan, û tekeze li ser berdewamiya hevalbendiya gelê Kurdistanê û Amerîkayê kirin. Herweha di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behx li ser dirêjkirina pêkanîna hukumeta Iraqê, û rênekeftina Partî û Yeketî li ser posta serok...

Ji parlemanê heta operasyonan û desteserkirina zêdetirî 96 kesan 05.02.2026

Serokê Partiya Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî roja Sêşemê li parlemena Tirkiyê got ‘Divê mafê hêviyê bidin Ocalan, Demirtaş jî azad bibe’. Bahçelî duyemîn care jibo Ocalan behsa mafê hêviyê dike. Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan jî banga Bahçelî bi erênî dibîne lê dibêje divê ev bang ji hukûmetê be. Ji aliyê din ve Wezareta Karê Navxwe li 22 bajaran operasyoneke berfireh li ser partî û dezgehên so...

Tirs û kuştin li Îranê: birîndar ji tirsa girtinê serî li nexweşxaneyan nadin 04.02.2026

Çavdêrên mafên mirovan dibêjin, pêvajoya serkutkirina Komara Îslamî ya Îranê li dijî xwepêşanderan, li gorî mafên navnetewî, belgeyeke eşkere ya sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê navendên serbixwe û navnetewî ji bo eşkere kirina hûrgiliyên zêdetir derbarê kuştinan de gavên neraziyê gavan bavêjin. Her wiha hatiye eşkerekirine ku hejmara kesên girtî zêdetirî 20 hezar kesin li Îranê. Kesên birîndar bû...

Ji Amedê heta Wanê, Stembolê heta Nisêbînê bi hezaran Kurd derdikevin meşê 21.01.2026

Rewşa Rojava, li Tirkîye, li bajarê Kurdan dibe sedema nerazîbûnê û ji Amedê heta Wanê, ji Stembolê heta Nisêbînê bi hezaran Kurd ji bo piştigrîya Rojava li kolanan, di xwepêşandanan de beşdar bûn. DEM partî, civîna grûpa partîya xwe ya parlamenê, roja Sêşemê li sînor, li navçeya Nisêbînê, beramberê Qamişloyê lidarxist.

Bi hezaran kes li HK li dijî êrîşên hukûmeta Sûriyê xwepêşandan pêkanîn 21.01.2026

Bi hezaran kes ji her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên hukûmet û komên ser bi hukûmeta Sûriyê ve xwepêşandan pêkanîn. Wan bang li civaka navdewletî kin ku xwedî helwesteke cidî be heta Kurd neyên kuştin, birîndarkirin û girtin. Çend rojin şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hukûmeta Demkî ya Sûriyê de derketin derketin holê.

Gelo geşedanên vê dawiyê bandoreke neyênî li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyê bike? 14.01.2026

Bûyer û êrîşên li ser Kurdan, li bakurê Surîye, li Tirkiyê bi taybetî di nav raya giştî ya Kurdan de dibe sedema nerazîbûnan. Dayikên Aşitîyê bi otobêsan çûn Enqerê, li pêş Wezareta Karên Derve ya Tirkiye daxuyanî dan, helwesta Tirkiyê li hember van êrîşan şermezar kirin. Li parlemana Tirkiyê jî rojeva gotarên serokê MHP Dewlet Bahçelî û yê DEM Partîyê, Tuncer Bakirhan, mijara êrîş û pevçûnên li b...

Bi hezaran kes li Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên hukumeta Sûriyê derketin xwepêşandanê 14.01.2026

Bi hezaran kes li Herêma Kurdistanê daketin ser kolan û nerazîbûna xwe li dijî êrîşên hukûmeta Sûriyê û komên çekdar yên nêzîkî hukûmetê yên li ser taxên ku piraniya wan kurd in li bajarê Helebê nîşan dan. Di wan êrîşan de hejmareke ji xelkê sivîl hatine kuştin, birîndarkirin, girtin û windakirin. Ji ber vê yekê, berpirsên Herêma Kurdistanê li dijî van êrîşan daxwaz dikin ku êrîş û şer bêne rawest...

Barîna berfeke pir jiyana xelkê li Amedê û li navçeyên din dijwar kiriye 08.01.2026

Li Amed û li gelek bajarên Kurdan r din îsal berfeke zêde bariya, li nav bajêr de nêzikî mîtroyek berf ket û pileya germê daket bin sifirê -17 derece. Pispor dibêjin ev afat û karesat e ku jiyana rojana asteng dike. Herweha di naveroka raporta Hatice Kamer ji Amedê gehs li ser gelo pêvajoya derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê ji ber pêşketinên li bakur-rojhilatê Sûriyê di bin metirsiyê de ne, Serokê MHP...

81 kandîd ji bo serokatiya Iraqê hene, lê partiyên Kurdî ji bo yekîtiyê têdikoşin 07.01.2026

Heta niha 81 kesan xwe ji bo wergirtina posta serokkomariya Iraqê kandîd kirine. Postên neteweya Kurd di nav hukûmeta Iraqê de her car rûbirûyî pirsgirêkan dibin û partiyên Kurdî li ser kandîdekî lihev nakin, lewma di dawiyê de bi piroseyeke aloz û tiji pirsgirêk re derbas dibe. Posta serokwezîrtiyê dikeve para pêkhateya Şîe zû zelal dibe, û posta serokatiya parlamenê jî jibo Suneyan hatiye danîn,...

Siberoja sîyasî ya Iraqê di nezelaliyê de ye, hevrikî jibo desthilatdariyê heye 24.12.2025

Şîe, Sunne û Kurd hewl didin ku postên bilind yên wekî Serokwezîrê Iraqê, Serokkomar û Serokê Perlemanê di nav xwe parevebikin. Şîe postê Serokwezîriyê, Sunne postê Serokê Perlemanê û Kurd jî posta Serokkomariyê dixwazin. Lê pirsgirêka sereke ewe ku tu alîyekî ji van her sê pêkhateyên sereke di nav xwe de li hev nekirine. Ji alîyekî din ve, xelk û berpirsên Besrayê daxwaz dikin ku "Herêma Besrayê"...

Listen to the Raportên Peyamnêran podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.