Kadın Zamanı

Dema Jinan Diaxive

Em bi serenava "dema jinan diaxive" di podcastê de ne. Di encama xebatên me yên qad û ankêtan ku me hin daneyan bi dest xist, bi serenav û zimanê (kurdî) ku hat daxwazkirin em dest bi qeyda xwe ya podcastê dikin.

No dejes de visitar la web del podcast y apoyar a su creador: kadinzamani.org

Autor

Kadın Zamanı

Categoría

Education

Web del podcast

kadinzamani.org

Último episodio

22 de nov. de 2024

¿Dónde escuchar?

Podcasts en la app Replaio Radio Muy pronto

Los podcasts llegarán muy pronto a la app. Instálala ahora y sé el primero en descubrir una forma totalmente nueva de vivir los podcasts

Descárgala en Google Play Instálala gratis Android casi 10 M de descargas · valoración de 4,8 iOS muy pronto

Episodios

Di Têkoşîna Li Hember Tundîya Li Ser Jinan De Xebatên Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Femînîst 22.11.2024

Beşa Pêncemîn: Hacer Ozdemîr Di beşa pêncemîn ya di bernameya me de mêvana me aktîvîst Hacer Ozdemîr behsa tecrubeye û xebatên hevpar ya Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Femînîst ya Tirkîye dike.

Di Têkoşîna Li Hember Tundîyê De Xebatên Çand û Hunerê ya Jinên Kurd 15.11.2024

Beşa Çaremîn: Emel Çîftçî Di beşa çaremîn ya di bernameya me de mêvana me hunermend Emel Çîftçî behsa tecrubeyên jinên kurd ya di xebatên çand û hunerê û bandora van xebatan ya ku li têkoşîna li hemberî tundîyê dikî kir.

Di Têkoşîna Li Hember Tundîyê De Bikaranîna Mekanîzmayên Hiqûqî 08.11.2024

Beşa Sêyemîn: Gulşen Demîr Di beşa sêyemîn ya di bernameya me de mêvana me parêzer û endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê Gulşen Demîr behsa bikaranîna mekanîzmayên hiqûqî ya di têkoşîna li hemberî tundîyê de dike.

Di Têkoşîna Li Hember Tundîyê De Xebatên Saziyên Sîvîl Ya Jinên Kurd 04.11.2024

Beşa Duyemîn: Zubeyde Ogurlu Di beşa duyemîn ya bernameya me de mêvana me aktîvîst Zubeyde Ogurlu behsa sazîyên jinên kurd ya sîvîl û tecrubeyên van sazîyan dike.

Di Têkoşîna Li Hember Tundîyê De Tecrube û Deskeftîyên Rêveberiyên Herêmî 30.10.2024

Beşa Yekemîn:Çaglar Demîrel Wek Komeleya Dema Jinan di beşa yekemîn ya di bernameya me ya di derheqê deskeftî û tecrubeyên jinên kurd ya di têkoşîna li hember tundîya li ser jinan de, mêvana me aktîvîst Çaglar Demîrel behsa tecrube û deskeftîyên jinên kurd ya di qada rêveberîyên heremî de dike.

Komeleya Dema Jinan Diaxive Sezona Duyemîn Teaser 29.10.2024

Di vê sezonê de em behsa di têkoşîna li hember tundîya li ser jinan de tecrube û deskeftîyen jinên kurd dikin. Amadekar: Newroz Unverdî Ev proje bi piştgirîya nûnertîya komeleya Tirkîyeyê a Frîedrîch-Ebert-Stîftung’ ê pêk hat.

Encamnameya Komcîvîna Navendên Şêwr û Piştgirî û Stargehên Jinan ya 25em 04.08.2023

Me di vê podcastê de Encamnameya Komcivîna Navendên Şêwr û Piştgirî û Stargehên Jinan ku cotmeha 2022an li Amedê pêk hatibû bi kurdî vegot. Ber bi Komcivîna 26em em dixwazin bînin bîra xwe bê em çi axivîbûn û xal bi xal rêz bikin. Bi hêviya jiyaneke bê stargeh!

Jinên Kedkar û Mafên Wan 11.05.2023

Di vê podcastê de me qala keda jinan, îstismarkirina keda wan û têkoşîna li dijî vê mêtingeriyê kir. Bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê; Her wiha em ê behsa keda jinan a bi sed salan a li malê ku nayê dîtin bikin, ji bo karê wekhev mûçeyê wekhev nagirin û di şert û mercên awarte de jin yekem in ku ji kar tên derxistin.

Çerxa Menstrual (Regl) 24.04.2023

Mijara me ya îroj ku rasterast bandor li jiyana me dike; çerxa menstrual an jî regl e. Em di vê podcastê de li ser çerxa menstrual, xizaniya reglê û zehmetiyên ku em dibînin sekinîn.

8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê 08.03.2023

Rêwîtiyeke dirêj ya 8ê adarê ku weke Roja Jinên Cîhanê tê pîrozkirin heye. Di civak, mal, sikak û cihên karan de jinên ku ne xwediyê mafên wekhev in, piştguhkirina mafên wan û hema hema di her qadê de astengkirina azadiya wan îroj bû sedem ku weke roja jinên kedkar were îlankirin û ji bo azadî û mafên wekhev îroj û her roj bibe rojên têkoşînê. Di vê 8ê Adarê de êşa me jî hêrsa me jî pir mezin e. E...

Mafên Jinan Mafên Mirovan in 13.12.2022

Pêvajoya newekheviyê ya ku ji cihêkariya malê destpê dike, li kargehê, li sikakan bi astên cuda didome. Newekhevî tenê ji kiryarên cihêkar pêk nayê, ji kiryarên ku rewşên cuda ên zayêndî û civakî ên jinan nasnake jî pêk tê. Jin di heman demê de ji pêvajoya perwerdehiyê tên dûrxistin, di nav pêrgalên pederşahî ên ku her roj ji nû ve diafirin û tên meşandin, dibin mehkûmên kevneşopî û xizaniyê. Mafê...

Pençeşêra Pêsîran û Rêbazên Kontrolê 28.10.2022

Pençeşêra pêsîran û rêbazên kontrolê çi ne? Çima ji bo jinan ewqas girîng e û xweparastin dê çawa bibe?

Toplumsal Cinsiyet Eşitsizliğine Dayalı Ayrımcılık 17.04.2022

Toplumsal cinsiyet eşitsizliğine dayalı ayrımcılık;  toplumsal cinsiyet eşitsizliğini derinleşmesi ve bu kalıpların varlığını sürdürmesi için kullanılan en önemli araçtır diyebiliriz çünkü toplumsal cinsiyete dayalı ayrımcılık, cinsiyet rollerinin ‘doğal’ ve değişmez, biyolojik varlığımıza bağlı şeyler olduğu varsayımına dayanır.

Em Laşê Xwe Nas Bikin 02.11.2021

Organên zayendî yên jinan çi ne? Di laşên jinan de çi hene û jin laşê xwe û organên xwe yên zayendî çiqas nas dikin? ji bo ku em xwe nas bikin em vê podcastê guhdar bikin guhdarên hêja.

Peymana Stenbolê 02.11.2021

Peymana Stenbolê; di demên dawî da bi awayekî neyînî di rojevê da cih digirt û jin ji bo vê peymanê têdikoşin , niha em ê li ser wateyên Peymana Stenbolê çi ye, kê , ji çi û çawa diparêze bisekinin.

Cureyên Tundîyê 02.11.2021

Tundî çi ye û çend cureyên tundîyê hene? Tundî çawa pêk tê û jin ê çawa fehm bikin bê ew cure tundî hatîye serê wan an na. Û Dema ku jin rastî tundîyê tên dikarin çi bikin?

Wekhevîya Zayenda Civakî 02.11.2021

Zayend çi ye? Di nav zayenda civakî û bîyolojîk da cudatîyên çawa hene û wekhevîya zayenda civakî çawa tê ava kirin. Di vê podcastê da em ji bo van mijaran axivîn.

Em Komeleyê Nas Bikin 02.11.2021

Dema Jinan çi ye, jinan çima komeleyê ava kirine û jin ji bo çi dixebitin di vê derê da. Me bi kurtasî bersîva van pirsan da û qala komeleya dema jinan kir.

Escucha el podcast Dema Jinan Diaxive en Replaio

Radio y podcasts en una sola app - gratis y sin registro. Instálala hoy y no te pierdas el estreno

Descárgala en Google Play

Replaio no es editor de podcasts; los nombres de los programas, las portadas y el audio pertenecen a sus autores y se distribuyen a través de canales RSS públicos