Podcast Kurdi
Podcast Kurdî
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Jiyana koçeran li Berwariyê (Perixan Kaya) 14.07.2022 7:24
🎙️Zozanên Çemê Karê ya Berwarî ya Sêrtê ye, her sal mazûvaniya bi sedan koçeran dike. Koçerên Şirnex, Cizîr û Silopiyayê di vê xeleka podcastê de behsa jiyana koçberiyê dikin. 🎙️ Perixan Kaya amade kiriye.
Parezerê Hantaş: Dema kujer polîs û kuştî jî kurd be encama dozê ti carî naguhere! ( Gulistan Korban) 13.07.2022 10:16
Di doza kuştina Recep Hantaşê 20 salî ku bi berhevkirina kaxizan debara xwe dikir polîsê ew kuştibû berat kir. 🎙Gulistan Korban amade kiriye.
Westeyê Çewlîgijî behsê Qedeyîfa Burma ya namdare kenê 09.07.2022 17:52
Qedeyifa namdare ya Diyarbekirî bi serrano ke pê destê westeyanê Çewlîgijan yena viraştiş, pewtiş û rotiş. Tehmê Qedeyifa Dîyarbekirî bîyo namdar û her ca rê vila bîyo.
Parêzer Dîyar Çetedîr: Mafên penaberan tê binpêkirin 07.07.2022 12:07
Li Tirkiyeyê di sala dawî de li ser penaberan nîqaşeke cidî heye. Gelek penaber rastî tundiyê tên û gellek jî ji ber ewlehiya wan nîn e derbasî Ewrupayê dibin. Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Diyarbekirê Parêzer Diyar ÇETEDİR behsa rewşa penaberan dike.
Alî Fikrî Işik behsa bengîtiya futbolê dike 04.07.2022 12:42
Di vê xeleka Bînergehê de Alî Fikrî Işik ji guhdarên xwe re behsa felsefe û psîkolojiya bengîtiya futbolê kiriye.
Embazê Şaban Şenateşî behsê ey û xebata ey kenê 29.06.2022 33:08
Embazê Şeban Şenateşî Alî Îlhan, Mustafa Karadağlı û Faruk Çetînkaplan behsê prosesê vejîyayîşê kitabê Şaban Şenateşî “Fehengê Zazakî” kenê. “Ferhengê Zazakî” yê Şaban Şenateşî yo rehmetî ke qasê 20 serran ser o gurîyayo badê wefatê ey emser ame vilakerdene. Ey bi çimanê xo ferhengê xo nêdî la heskerdoxê ey heskerdoxê Dimilkî ( Zazakî) Ferhengê ey çap kerd.
Dadgehê Cemal Metin Avci xelat kir ( Perixan Kaya) 28.06.2022 14:35
Bavê Pinar Gültekin Sıddık Gültekin dibêje, ji ber em kurd in dadgehê doza kaça min wisa kir. Ev dû sal e jiyana me wan ne jiyan e, ne tenê Pinar ew hemû kûştîne.
Qetlên Reşetariyê- Doza Mehmet Sincar 27.06.2022 17:35
Doza Parlementerê DEPe Mehmet Sincarê ku di 1993an de hate kuştin jî bi girtinê re rû bi rûye. Hevsera Sîncar, Cihan Sîncar dibeje; ez nebinim jî wê neviyên min bibine lê elbet wê edalet were cîh.
Hunermendê Newrozê Hesen Zîrek 26.06.2022 10:09
Îro 50 sal bi ser koça dawî ya Hesen Zîrek re derbas dibin. Zîrek bi sedan stran li gencîneya muzîka kurdî tomar kirine. Podcastera me Xangul Ozbey ji ser Bokanê ji ser aramgeha Hesen Zîrek podcast tomar kiriye.
Maseya podcasterên jin III 25.06.2022 14:33
Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê rêze podcastê de behsa neyeksaniya derfetên karên xwe kirine. Ev xeleka dawî ya vê podcastê ye.
Alî Fikrî Işik behsa transferkirina futbolîstan dike 24.06.2022 12:35
Alî Fikrî Işik di vê xeleka podcastê de behsa tranferkirina futbolîstan kiriye. Işik dibêje; transferkirina futbolîstan li lîga 2yem xeletiyeke mezin e. Çunke lîstikeke baş di wê lîgê de nîne.
Maseya podcasterên jin II 23.06.2022 12:38
Rojnameger û podcasterên me di vê rêze podcastê de behsa serpêhatiyên xwe yên karê rojnamegeriyê kirine.
Maseya podcasterên jin 23.06.2022 14:03
Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê xeleka podcastê de behsa zahmetî, fişar û berbestên karên xwe dikin. Maseya podcasterên jin wê weke rêzepodcast berdewam bike.
Sûr- Taxên Dîrokî hatin rûxandin ê din jî tên “fetihkirin” 22.06.2022 19:01
Li Sûra Diyarbekirê beriya 7 salan ji ber şerê bajaran taxên dîrokî hatin rûxandin niha jî şaredarî navê taxa Kitilbilê weke “Fetih e” guherandiye. Akademisyen Aziz Yağan behsa guhertina li Sûrê dike.
Hûnermend Mikaîl Aslan bîyo meymanê Podcast Kurdî 20.06.2022 31:21
Ma na Podcesta xo de deyîrbazo Dêrsimij Mikaîl Aslanî kenî meymanê xo. Ma na Podcasta xo de Dîyarbekir de Mikaîl Aslanî reyde ameyî têlewe û xebata ey, xebata albumê ey a neweyî ser o qisey kerd.
Hunermendê defê Seyîd Tajedîn Huseynî: Def ji bo min heval e 17.06.2022 38:34
Muzîsyenê kurd Seyid Tajedîn Huseynî di emreke gelekî piçûk de dest bi lêdana defê kiriye û ew bi sala ne defê dijene. Di vê podcastê de Huseynî behsa dîroka defê, cihê wê di muzîka kurdî kiriye.
Bendewarên Binxetê 17.06.2022 11:00
Herçend koçberî û xerîbiya ji Binxetê ber bi sînorên welatên derve zahmet e, mayîn û bendewariya Binxetiyan jî ji bo dîtîna yên çûyî gelekî zehmet e. Di vê podcastê de çîroka bavekî bendewarê zarokên xwe guhdar bikin
Batman- Serpêhatiya jineke nanpêj û serkeftî kedar (Perîxan Kaya) 16.06.2022 10:09
Jina bi navê Yasemîn Saygi li bajarê Batmanê dijî, li taxa Bahçelîevlerê nanpêjiyê dike. Bi karê nanpêjiya debara erz û eyalên xwe dike. Perîxan Kaya amade kiriye.
Bexçeyên Hevselê roj bi roj namîne (Xangul Ozbey) 14.06.2022 18:15
Baxçeyên Hevselê ku ji kîtabeyên Asûran bigire heta bîranînên Ewliya Çelebî di gelek rûpelên dîrokê de cih girtine, ji ber xemsarî, çêkirina avahiyan û mercên qeyrana aborî roj bi roj namîne.
Qeyrana aborî tesîr li ajaldariyê jî kiriye 13.06.2022 9:28
Qeyrana aborî, bihabûna keresteyan û nebarîna baranê di dema xwe de tesîrekene neyîni li ser ajaldariyê ji kiriye. Şivanê ji Gundikê Melî Şivan Nezir Sidar dibeje, dahata wan weke salên berê baş nîne
Diyardeya zarokên karker û derûniya zarokan (Beril Caymaz) 12.06.2022 9:41
🎙Li Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya zarokên zarokên karker pir zêde ye û her meh 5-6 zarokên karker li ser kar jiyana xwe ji dest didin. @BerilCaymaz di vê podcasta xwe de behsa diyardeya zarokên karker kiriye.
Kanî Xulam hîrabîyayîşê NATOyî ser o qisey keno 06.06.2022 44:08
Nuştox û aktîvîsto Kurd Kanî Xulam muracatê endamtîya Swêdî û Fînlandîya yê NATOyî û razînêbîyayîşê Tirkîya şîrove keno. Hukmatê Tirkîya qebûl nêkeno ke wa Swêd û Fînlandîya bibê endamê NATOyî û wazeno wa ê her di welatî hetkarî nêdê Kurdan.
Berhevkareka keleporê û şirêjinek li Rojava 04.06.2022 13:06
Hizniya ango Keça Kurd li hêlîna bav û diya xwe xwedî derketiye û hemû xwişk û bira li ser destên xwe mezin kiriye. Ligel xanedaniyê 22 sal in keresteyên keleporî berhev dike. Çîrokeka jineka serkeftî li Dirbêsiyê.
Zeyneba Daxdewranî - Estanika Lajê Axayî 02.06.2022 7:11
Ma bi estanikêka bîne benê meymanê şima. Wa estanikî cuya şima de kêmî nêbê!
Gelo çi ra konsêrê hûnermendanê Kurdan qedexe benê? 30.05.2022 15:35
Deyîrbaz Mucahît Goker qedexebîyayîşê konsêranê hûnermendanê Kurdan ser o qisey keno. Nê rojanê peyênan de konsêrê deyrîbazanê Kurdan hetê Walîtîyan û Şaredarîyanê girêdayîyê hukmatî ra ameyê betal kerdene.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.