Podcast Kurdi
Podcast Kurdî
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Hişyar Özalp: Bilindkirina ala Kurdistané ne sûc e 30.09.2022 13:38
Bilindkirina Ala Kurdistanê di maça Amedspor- Bursasporê ji aliyê çend ciwanên CNKê bû rojev. Parêzer Hişyar Ozalp dibêje hildana Ala Kurdistanê ne sûc e.
Raperîn li Rojhilat û seranserî Îranê 28.09.2022 31:13
Piştî şehîdbûna Jîna Emînî li 31 wîlayetên Îranê û li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê raperînê dest pê kir. Çalakvana mafê jinan Solmaz Durudî û nivîskar û şîrovekar Tahir Xalidî behsa xwepêşandan û raperîna dikin.
Ali Fikri Işik: Fikra Ahmet Yildirim tune ye 25.09.2022 14:05
Ali Fikri Işik temşeyî maça Nazilli Belediyespor-Amedsporê kiriye Işik dibêje, "Fikra Ahmet Yildirim tune ye. Li pişt vê lîstîka li qadên fikrek û firasetek tuneye." Işik maça Amedspor - Bursasporê ya ku wê îşev bê lîstin jî nirxand.
Xelkê Diyarbekirê: Em ne bextewer in! 22.09.2022 17:43
Li gor rapirsiyan,xelkê Diyarbekirê di rêza kêfxweşiyê de di rêza yekem de ne. Yanî Amedî ne kêfxweş in. Xelkê Diyarbekirê dibêjin em ji jiyana xwe nerazî ne.
Govenda dawî ya Apê Musa- Musa Anter (Gulistan Korban) 20.09.2022 7:34
Doza qetilkirina Musa Anter weke doza kuştina gelek siyasetmedarên kurd bi destê dewletê demborî bû û piştî 30 salan ji kuştina Anter doz hate girtin. 🎙 Gulistan Korban amade kiriye
Murat Başaran qalê edebîyatê dînî yê Sêwregi keno 18.09.2022 10:54
Nuştox û cigêrayox Murat Başaran qalê edebîyatê dînî yê Sêwregi keno û malumatanê hîrayan dano. Cigêrayîşê Murat Başaranî ra zî bewlî beno ke tarîxê ziwanê ma yê nuştekî de cayê Sêwregi berz o û berhemê ercayê ameyê nuştiş.
Çavderiyên ji geşta Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 15.09.2022 12:32
Rojnameger Xangul Ozbey di vê xeleka podcastê de behsa çavdêriyên xwe yên geşta li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiriye.
Performanseke reddiyeyê li Zerzewanê 14.09.2022 11:46
Hunermend Adem Bulut bi nûmayişeke nû balkişand ser wêrankirin û jinavbirina bermayiyên dîrokî yên erdnîgariya Kurdistanê. Adem Bulut behsa performansa xwe kiriye.
Maseya Podcasterên Jin 08.09.2022 20:43
Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê xeleka podcastê de behsa pêdawîstiyên serekî yên jinan, bihabûna pedên hîjyenîk û tesîra wê li ser jinan kirine.🎙️
Alî Riza Aslan: Ji bo goreke kurê min hebe min li ber xwe da (Gulistan Korban) 06.09.2022 7:20
Ali Riza Aslane ku hestiyê kurê wî yê 27 salî di nava kutiyeke de radestî wî kirin ji Podcast Kurdî re axivî. Aslan dibêje; "Ger dozger li wir buna min ê jê re bigota "Ger zarokên te bi vî awayî bidana te yê qebul bikira ez ê jî qebul bikim.
Haydar Diljen vizêrî ra hetanî ewro behsê Dimilîya Sêwregi keno 06.09.2022 16:51
Nuştox Haydar Diljen behsê Dimilîya Sêwregi û vizêrî ra hetanî ewro edebîyatê Sêwregi keno. Dimilîya Sêwregi mîyanê fekanê Zazakî de cayê aye zaf muhîm o. Endamê Grûba Xebate ya Vateyî Nuştox/Cigêrayox Haydar Diljen o ke bi xo zî Sêwregi ra yo û Diljen ma rê behsê Dimilîya Sêwregi û vizêrî ra hetanî ewro ziwanê ma de cayê edebîyatê sêwregi keno.
Serpêhatiya masîvanekî li Dîcleyê 31.08.2022 7:05
Masîvan Veysî Bozyil ê li Amedê ev 30 sal in masîvanî dike, her sibe û êvarê ji Çemê Dîcleyê masiyan digre, tîne dikana xwe ya li Mêrgahmedê dipêje û xav jî difroşe. Bozyil dibêje ku di Çemê Dîcleyê de 17 cureyên masiyan hene. Bozyil destnîşan dike ku çêkirina bendavan û ocaxên qûmê, bandorek neyînî li masiyên Çemê Dîcleyê dike. Bozyil ê ku debara xwe bi masîvaniyê dike, ji karê xwe û masiyan pir...
Halê Dalkurdê ne di xema rêveberên wê daye ( Ali Fikri Işık ) 30.08.2022 9:57
Alî Fikrî Işik dibêje, lîstika xirab a Dalkurdê berdewam dike û lîstîka xirab a Dalkurdê li yarîgehê ne di xema berpirsên wê daye.
Serpêhatiya hostayeka amûrên elektronîk li Wanê 22.08.2022 12:34
‘Her tişt li ser dile mîrov e, heke tiştek binuqute dilê însan ne mimkun e ku ew tişt bisernekeve ‘ wiha dest bi xeberdana xwe dike Nazîme Curga. Curga, jineke 39 salî ye û bi qasî 18 salan e li Wanê temîra amurên elektronik dike. Curga , dayika 5 zarokan e û him ji mala xwe ra eleqedar e him jî kargeha xwe dinêre. Serê sibê wexta kar û barê xwe yê malê temam dike, tê derîyê kargeha xwe vedike û p...
M. Malmîsanij derheqê xonamekerdişê şarê ma de qisê keno (2) 17.08.2022 39:30
M. Malmisanij na beşa qiseykerdişê xo de derheqê kamîya (nasname) şarê ma de zanayîşanê hîrayan dano û qalê meylanê xeletan ê ke zirar danê ziwanê ma ro keno…
Zeyneba Daxdewranî - Meseleya Di Birayan 14.08.2022 4:49
Na mesele Dewa Daxdewranî ya Gergerî de qewmîyaya. Bêrê ma goşdarî bikerê hela çi ameyo sereyê nê di birayan.
Letîfo ke çimanê xo ra astengdar o raştê neheqîya minîbusçîyan yeno 03.08.2022 16:53
Kor Letif bi nameyo bîn Hefiz Letîf her roj semey rizqê tutanê xo keye ra vejyeno teber ke şêro sûke. La minîbûsê Dîyarbekirî ey nêgênê û tira remenê. Letîf her roj pê na kerdena minîbusçîyan zehmetî anceno, ezîyet vîneno. Ma na Podcasta xo de Letifî de pîya verê keyeyê ey ra kewtî rayîr û bîyê şahadê zehmetîya ey û neheqîya ke minîbusçîyê Dîyarbekirî ey rê her roj kenê.
Talankirina daristanên Şirnexê 02.08.2022 15:04
Li Şirnexê talan kirina daristanan zêdebuye. Bi hinceta ewlehiyê rojane hezar û 500 ton dar têne birin. Parêzer Mahmut Sidar dibeje; Di qanunê de mafê her tiştekê heye, mafê darekê jî he ye. Lê kesên berpirsiyan van qanuna nainin cih.
Terziyekî kurd cilên Tom Crouise difesilîne ( Xangul Ozbey) 31.07.2022 18:13
Cilên Tom Crouise ji aliyê kurdekî ve tê dirûtin. Ezîz Ormanci yê ji navça Farqîna Amedê ye, di 23 saliya xwe de diçe Amerîkayê li wir ji kesên navdar ên cîhanê, yên wekî Tom Cruise û gelek dewlemendên cîhanê re cilan didirû û bi karê terzîtiyê dike û li cîhanê navdar dibe.
Xalid Sadînî behsa pirtûka 'berze' Mîrnameya Hekariyan dike 29.07.2022 25:04
Nivîskar û weşangere Çolemêrgî Xalid Sadînî 20’an zêdetir pirtûk çapkirî ye. Niha jî pirtûka 'berze' Mîrnameya Hekariyan derxiste holê. Sadînî, bu mehvane Podcast Kurdî behsa Hekkarîyê, Mîrên Hekariyan û pirtûka Mîrnameya Hekariyan kir.
40 sal xizmet di ber kasetan de 28.07.2022 18:11
Kasetfiroş ango bandçî dawî yê Surê Diyarbekirê Muhittin Akbey e. Ew 40 sal e bandan difroşe û zêdetir ji 40 hezar kasetên wî hene. Di vê podcastê de Akbey behsa çîroka xwe û kasetan kiriye. @rozerendipity amade kiriye.
Alî Fikri Işik behsa hêviyên xwe yên Dalkurdê yên vê heyamê kiriye 26.07.2022 13:10
Alî Fikri Işik behsa hêviyên xwe yên Dalkurdê yên vê heyamê kiriye Işik dibêje: "Dalkurd dê vê demsalê ji ser Pirasiratê derbas bibe, divê biryara xwe bide."
Yeşilyaprak: Ez dixwazim di navbera rîtmên muzika latînî û kurdî de pirekê ava bikim 23.07.2022 31:49
Perkusyonist @dilanium behsa serboriya xwe û înstrmenta xwe perkusyonê dike. Yeşîlyaprak dibêje ew dixwaze di navbera muzîka kurdî û latînî de pirekê ava bikim.
Altekin: Sîstemeke heteroseksîzmê heye 19.07.2022 14:01
Endamê Komîsyona Mafên LGBT+ yê Baroya Diyarbekirê Okan Altekîn dibêje sistemeke heteroseksîzmê heye li gorî ve sistemê tene “jin û mêr heye ew jî dizewicin û zarokan dînin û dibin malbat.
Pınar Yıldız behsê xebata xo ya “Mehelîyan” ser o kena 18.07.2022 17:19
Pınar Yıldız derheqê zazayanê Qerejdaxî (Mehelî) de malûmatanê hîrayan dana. Pınar Yıldız zazayanê Qerejdaxî ser o xebatêke kerda û nê zazayê Qerejdaxî xo bi nameyê “Mehelî” name kene û xo sey eşire vînenê.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.