Podcast Kurdi
Podcast Kurdî
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Dîsan dadgeh destên li pişt komkujiyê diparêze 11.12.2022 10:42
Dadgehê di doza kuştina 7 endame malbata Dedeogulları de destên tarî parast û belge û peywendiyên kujer Mehmet Altun ê bi hêzên emnî re red dike. Parêzer @avkrblt behsa rewşa dawî ya doza malbata Dedeogullari dike.
Wan- Qeyrana aborî kêr gihandiye hestî 09.12.2022 25:21
Ji ber qeyrana aborî û bilindbûna enflasyonê Xelkê Wanê êdî nema dikarin pêdawîstiyên xwe yên serekî bistînin. Karsaz @SemsettinBZKRT dibêje pdî li herêma pîşesaziyê dengê fabrîkayan nayê bihîstin û qeyranê kêr gihandiye hestî.
Ferat Mehmetoglu:Armanc ne dizî ye, armanc qutkirina dengê me ye 06.12.2022 11:55
Diz li Diyarbekirê her ji çend mehan sîstem û kabloyên kanala Amed Radyo Tvyê didizin. Xwediyê @amedtvradyo Ferat Memetoglu dibêje; armanc ji diziye qutkirina dengê Amed Radyo Tvyê ye.
Zeyneba Daxdewranij - Meseleya Pîre 03.12.2022 3:48
Dewên de pîrê bena û na mesele yena ci ser. Bêrê ma pîya goşdarîya meseleya pîre bikerê.
Zaza Cebelî qalê xebata xo ya arêdayîşê estanikan keno 02.12.2022 17:55
Nê rojan de 2 kitabê Zaza Cebelî *Dayika Şer (Helbest) û *Meseleyê Verênî û Estonekê hetê weşanxaneyê J&J ra çap bîyê. Zaza Cebelî derheqê na xebata xo de Podcast Kurdî rê behsê xebata xo ya “Meseleyê Verênî û Estonekê” keno. No veng, vengê ziwanê şima yo…
Ahenga swinga Amerîkî li birc û pirên Amedê 01.12.2022 14:20
Koma Swing Amedê bi salan e li cî û warên dîrokî yên Amedê bernameyên dansa swingê li dar dixe. Endama Koma Swing Amedê Newal di vê podcastê de behsa çîrok û projeyên Koma Swing Amedê kiriye.
Manşet û Sermanşet-1: Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike 28.11.2022 13:51
Rojnameger Mihemed Yildirim wê rûdanên girîng li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê binirxîne û şîrove bike. Ev yekem xelelka podcasta Mihemed Yildirm bû. Bila guhê w eli ser me be. Dengê me dengê we ye.
Kujerên Tahir Elçî vedişêrin 28.11.2022 10:50
7 sal bi ser koça Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî borî. Di 7 salên koça wî de ne li Tirkiyê tiştek guherî ne jî kujerên wî hatin aşkerekirin. Parêzer Abdullah Çagerê hevalê Tahir Elçî ye behsa wî dike.
Pêşengiya jina kurd di şoreşa Rojhilat û Îranê de 25.11.2022 19:36
Zêdetir ji 2 mehan e jinên kurd bi dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêşengiya şoreşê dikin. Di Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Li Dijî Jinan a Cîhanî de nivîskar û çalakvana mafê jinan Solmaz Durûdî behsa rola jinên kurd di şoreşê de kiriye.
Metirsiya Bikaranîna maddeyên hişbir li Wanê 24.11.2022 14:23
Li bajarê Wanê û navçeyên sînorî yên Serhedê bikaranîna maddeyên hişbir bûye diyarde. Rojnameger Nejla Kirbaş di vê podcastê de behsa metirsiya maddeyên hişbir li herêmê dike.
🎙️Şahidiya li Şewata Sînemaya Amûdê 13.11.2022 20:26
🎙️Şahidiya li Şewata Sînemaya Amûdê 🎙️62 sal bi ser komkujuya Şewata Sînemaya Amûdê derbas bû. Di wê şewatê de rejima Beasê agir bi sînemê xistibû û 230 zarokên kurd canê xwe bext kiribûn. Yek ji şahidên wê bûyerê ji me re behsa wê rojê kiriye.
Dikanan taxa yek bi yek tên girtin 08.11.2022 7:54
Li ber diranên çerxa felekê yek bi yêk dişken dikanên taxa. Li gor daneyên Odeya Esnaf û Pişesazan a Diyarbekirê di 10 salên dawîyê de 3 hezar û 500 dikanên taxa hatine girtin.
Vertanîs- 29 sal e ew agir dewam dike 04.11.2022 10:01
📍Bi cend deqîqeyan bikifikirin, di şeveke de hemû mala wetevî xwişk û birayên we li ber çavên we tên şewitandin. 📍Û destur nayê dayin ku hun û keseke din aveke li wê agirî bikin we dê çi bikira? 🔊Di ve Podcast’a xwe de em e jı we re behsa çiroka Aysel Öğüt u Vartinise bikin.
Swêd- Çîroka şahekî bernamesaziyê 03.11.2022 19:08
Muhendisê bernamesaziyê Mehmet Can Seyhan demeke li Swêdê ye û li Swêdê kompanyaya xwe ava kiriye. Di demeka kurt de ew bûye yek ji mezintirin bernamesaz li Swêdê. Çîroka Seyhan di vê podcastê deye.
Ne girtîgeh e: Dojeh e 25.10.2022 12:41
Zindana Diyarbekirê ew cihê ku mirovahî lê miriye. Girtîgeha Diyarbekirê di derbeya leşkeri a 12 îlona 1980î de bi îşkence û kiryarên li dijî mirovahîyê tê naskirin bi destê hikûmetê hat girtin. Mexdûrên îşkenceyê behsa serboriyên xwe yên li zindanê dikin.
Yasaya Sansûrê dê çi bi xwe re bîne? 24.10.2022 16:31
Rêveberê MLSA yê Parêzer Veysel Ok derbarê yasaya sansurê de dibêje; Ne tenê rojnameger, hemû welatî, hemû saziyên sivîl, baro û partiyên siyasî bi îhtîmaleke mezin wê bibin mexdûrên vê yasayê.
Şahab Laçîn qalê edebîyatê fekkî yê ziwanê ma keno 22.10.2022 44:45
Nuştox û cigêrayox Şahab Laçîn xeylê wexto ke qezaya Dîyarbekirî Gêl û der û dormeleyê ci de estanik û deyîranê Zazakî ser o cigêrayîşan keno. Eyê ke wazenê edebîyatê fekkî yê zazakî ra hayîdar bê eşkenê nê qiseykerdişê Şahab Laçînî ra îstîfade bikê.
Rojava- Tekane hostayê hesin li Qamişlo 20.10.2022 17:06
Xwediyê tekane kargeha hesin Ezîz Hesen li kargeha xwe gelek amûrên hesin çêdike û wan dişîne bajarên Rojavayê Kurdistanê. Hesen ji xeyala zaroktiya xwe avakirina kargehekê bi cî aniye û bûye hunermendê hostayê hesin.
Wan- Dozgerê kerr û kor e wezîr gundiyan tohmetbar dike 18.10.2022 11:15
2 sal berê gundiyên bi navê Servet Turgut û Osman Şiban ji helîkopterê hatin avêtin. Servet Turgut koça dawî kir û Osman Şiban jî demeke dirêj li nexweşxanê tedawî bû. Îddîaname nehatiye amadekirin dozgeran xwe kerr kirine û li cihê wan wezîrê navxwe gundiyan töhmetbar dike.
Çîroka koçberiya pîremêrekî Efrînî 15.10.2022 16:46
6 sal bi ser dagirkeriya Efrînê derbas bûye û ji heyama 6 salan Efrîn wêran xelkê wê perişan e. Mam Xelîl yek ji şêniyên Efrînê ye ku di heyama 6 salan hem hemû zarokan xwe wenda kirine û hem tûşî derbederi, xizaniyeke dijwar bûye. Podcasterê me Welîd Hûsên çîroka Mam Xelîlî tomar kiriye.
Çavdêriyên geştiyarekî Nemsayî li Bakurê Kurdistanê 13.10.2022 10:02
Geştiyarê bi navê Miladen ê bi eslê xwe mimar e, zededir ji mehekê ye li kuçe û kolan û şûwarên dîrokî yên Bakurê Kurdistanê digere. Di vê podcastê de Meladin ji çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên li bajarên kurdan Rozerin Tekin re dibêje.
Kanî Xulam: Şarê Îranî hînî azadî wazenê 10.10.2022 22:37
Nuştox û cigêrayox Kanî Xulam derheqê kişyayîşê Jîna Emînî û xoverrodayîşanê bindestanê Îranî de vano " Şarê Îranî hînî serbestî wazenê. Ganî pêro şarê Îranî bêrê tekişt û Rejîmê dîktatorî birijnê" Kênaya Kurde ya 22 serrî Jîna Emînî roja 13ê êlûla 2022yî Tehran de hetê polîsanê Dewleta Îranî ra, bi bahaneyê porê aye asîyeno, ameybî îşkence kerdene û dinyaya xo bedilnabî.
Çîrokeka serkeftina parêzerekî ji Rojava heta Bakur 07.10.2022 15:16
Piştî hatina ji Rojava bo Bakur Ehmed Melemuhammed beşa hiqûqê dixwîne û li Bakurê Kurdistanê dibe parêzer. Parêzer Ehmed behsa çîroka xwe kiriye.
Çîroka lêkolîna Keleha Zerzewanê (Xangul Ozbey) 03.10.2022 14:19
Serokê Tîma Lêkolîna Keleha Dîcleyê Dr. Aytaç Coşkun behsa serpêhatiya lêkolînên Keleha Zerzewanê dike. Xangul Ozbey amade kiriye.
Versîyonê destanê Sîyabend û Xecê yo bi kirdkî (Zazakî) 01.10.2022 15:08
Hecî Xenîyo Mistanij nika 90 serrî yo û bi qasê 40-50 serrî verî xalê xo ra goşdarîya destanê Sîyabend û Xecê ke mîyanê kurdanê ma yê kurmancan de namdar o kerdo. Hecî Xenîyo Mistanij bi ziwanêko zelel behsê meseleya Sîyabend û Xecê keno. No veng, vengê ziwanê şima yo.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.