Podcast Kurdi
Podcast Kurdî
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Seyran Duran: Baweriya azadiyê hêzê dide mirov 29.05.2022 30:48
Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Swêdê Seyran Duran çîroka xwe @NjnnOnn re gotiye. Duran dibêje divê jin pêdaçûnê di halê xwe de bikin û xwe biguherînin.
Alî Fikrî Işik di vê podcastê de fînala lîga şampîyonan şîrove kiriye 29.05.2022 12:38
Di maça fînalê ya Lîverpool- Real Madrîdê de Real Madrîd bi golekê ji Lîverpoolê bir û 14 caran bû şamyîyonê lîga şampiyonan.
Firoşkar: Bi zorê em debara xwe dikin 26.05.2022 11:24
Jimareyeke zêde ya kurdan li Enqerê heye û bazarên sektora mahsî û mîwe di destê kurdan daye. Fîroşkarên bazêrên sewze û mîwe yên kurd dibêjin ji ber qeyrana aborî û kêmbûna dahata xelkê ew bi zorê debara xwe dikin.
Farqîn- Pîrozbahiya Serê Gulanê 26.05.2022 8:48
Farqînî dibêjin “Gulan bûka salê ye, Farqîn di dilê herkesî de cihê ye.” Farqînî her sal 14ê Gulanê diçin seyrangehan û hatina Gulanê pîroz dikin. Xangul Ozbey behsa cejna Serê Gulanê û nerîta wê cejnê dike.
Ümit Baysal: Radyo Alef dengê Mêrdînê ye 24.05.2022 12:56
Koordînatorê Giştî yê Radyo Alefê Ümit Baysal behsa naveroka weşana radyo Alefê û planên xwe yên pêşerojê dike. Baysal dibêje Radyo Alef bi xwe dengê Mêrdînê ye. 🎙@fatexann amade kiriye.
Rojava- Îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hat 20.05.2022 18:07
Hişkesalî îsal jî bi ser cotkarên Rojavayê Kurdistanê de hatiye û toximên cotkaran xistibûn axê ji ber nebara baranê berhem nedane. Cotkar bi fikar in û bihayê genim û ard jî roj bi roj biha dibe.
Xwendekar rêwitiyê bi trênê dikin 19.05.2022 8:38
Diyarbekir- Qeyrana aborî, bihabûna nirxê mazot û sotemeniyê berê xelkê û xisûsî jî xwendekaran daye geştên xwe bi trênê bikin. Xangul Ozbey di geşteke bi trênê ya Diyarbekir- Batmanê de vê podcasta xwe tomar kiriye.
Muzîsyen Ali Doğan Gönültaş qalê albumê xo keno 18.05.2022 10:26
Bi nameyê "Kiğî"albumê Ali Doğan Gönültaşî ame vilakerdiş. Alî Doğan behsê albumê xo yê neweyî û projeyanê xo keno.
Diyarbekir- Seyyare li ser destê Delalê tamîr dibin 17.05.2022 9:21
Jina bi navê Delal Orûç, her roj diçe sanayiya Diyarbekirê û wesayîtên xerabûyî tamîr dike. Wê daye dû xeyala xwe Hosta Delal behsa serpêhatiya serkeftina xwe dike.
Çend pêşniyaz bo Amedsporê 15.05.2022 13:04
Alî Fikrî Işik, beriya maça Amedspor û Tarsus İdman Yurdusporê ya Play-Offê hin pêşniyazan li tîmê dike. Işik, dibêje heger Amedspor guh bide van pêşniyazan wê serkeftî be.
Dîyarbekir de şayîya Roşanê Ziwanê Kurdî 15.05.2022 10:35
15ê Gulane Roja Roşanê Ziwanê Kurdî Dîyarbekir de bi çalakîyanê cîya bi cîyayan ame pîrozkerdiş. Hetê Platformê Ziwanê Kurdkî (PZK) û Tora Ziwanî û Kulturê Kurdkî ra bi minasebetê 15ê Gu
Piyanîst Boran Zaza: Xeyala min ew e li Qamislo konserekê bidim 14.05.2022 23:10
Piyanîst Boran Zaza dibêje eq çend sal e ne li Kurdistanê ye ew bi kurdbûna xwe û kultura xwe serbilind e. 🎙Nujin Önen amade kiriye.
Sînorê bi xwîn 13.05.2022 13:52
Li Bajarokê Ruboraka Colemergê mirina ciwanên kurd êdî bûye diyardeyek ji rêzê. Herî dawî ciwane bi navê Tahsin Yalçın li ser sînor bi destê leşkeran hate kuştin. Kuştina van ciwanan em ji Komeleya Mafê Mirovan ya Colemergê bi Sibel Çapraz re axivin.
Nebatên rengîn û dermanbexş ên siruşta Kurdistanê 12.05.2022 21:26
Li deşt û çiyayên Kurdistanê nebat û gihayên wekekereng, ribês, gûlîk, mendê, kiwarik û hwd tên çinîn. Nivîskar İhsan Birgül dibêje, kurdan gelek nebat û gihayan yan pijandine xwarine û an jî weke derman bikaranîne.
M. Malmîsanij derheqê problemanê kirmanckî de qisey keno 11.05.2022 16:13
Malmisanijî derheqê rastnuşê kirmanckî (zazakî) de zanayîşî dayî, behsê xebata Grûba Xebate ya Vateyî kerd û çend nimûneyan ser o cewab da tay xeletîyê ke warê rastnuştişê ziwanî de benê.
Piştî 7 salan careke din deng bi dêra Surp Gragos ket 10.05.2022 9:41
Li Dêra Ermeniyan a Surp Gragosê piştî 7 salan yekem ayîn pêk hat. Bi sedan ermen ji çar aliyên cîhanê hatin Amedê û tevli vê ayînê bûn. Di ayînê de hem kêfxweşî û hem jî dilşikestin hebû.
Sînamegereke serkeftî li Bakurê Kurdistanê ( Pencemorên JInan-3 ) 08.05.2022 40:59
Sînameger Lîsa Çalan di gelek fîlmên dirêj, belgefîlm û projeyên rêzefîlman de cih girtiye Di 26emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê ya li parêzgeha Kerala ya Hîndistanê ‘’Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê’’ wergirt. Çalan di heman demê de "Mêvana Rûmetê" ya mihrîcanê bû. Lîsa Çalan mêvana vê xeleka Pencemorên JInan e
Sirûc- Dîdarek ligel çend karker û cotkaran ( Beril Caymaz) 01.05.2022 8:39
Îro 1ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê ye. Bi minasebeta Roja Karkerên Cihanê Beril Caymaz ligel çend karker û cotkarên kurd li Sirûcê axiviye. 1ê Gulanê Pîroz be!
Mîkaîl Erbey: Îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hat 30.04.2022 16:01
Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mikail Erbey dibêje ligel pandemî û qeyrana aborî niha îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hatiye û rewşa cotkaran xirab e. 🎙 Mahsum Rencber amade kiriye.
Nûnerê nerîta hezar salan: Îbrahîm Akyol 28.04.2022 12:14
Îbrahîm Akyol 70 sal e bi nebatên siruştî ji nexweşan dermaan çêdike û wan tedawî dike. Îbrahîm Akyol çawaniya çêkirina dermanan û berdewamiya nerîta dermansaziyê gihayî ji me re aşkere dike. 🎙Xangul Ozbey amade kiriye.
Receb İçen: Divê xema şanohezan estetîk be 27.04.2022 13:38
Dramaturg Receb Îçen behsa proseya avabûna Şaneşîn Performans û yekem lîstîka wê ya bi navê Bêcirê dike. Îçen dibêje divê xema bîneran estetîk be. Fate Saruhan amade kiriye.
Xweparastin ji Tundiyê- 4 26.04.2022 30:17
Nebûna xizmetguzariya bi zimanê kurdî li saziyên fermî dibê rêgir jinên kurd tûndiya beramberî xwe bînin ziman. Parêzer Semra Balyan û civaknas Berivan Öztürk behsa rêgiriyên li pêş zimanî û tûndiya li ser jinan kirine.
Maça Amedspor- Isparta Davrazsporê 24.04.2022 11:32
Alî Fikrî İşik, ji bînergehê temaşeyî maça Amedspor- Isparta Davrazsporê kir. Işik her dîsan tekez dike ku çi stratejiyeke Amedsporê tuneye û dibêje ji vê çi lîstikê çi tişt dernaekeve û hêviya wî tuneye.
Harûn Bozkurtî reyde kitabê ey ser o 24.04.2022 39:26
Wayîrê xebata “Destpêk ra Heta Ewro Antolojiyê Şîîranê Zazakî” Harûn Bozkurt qalê xebata xo keno. Bi kirdkî (zazakî) reya verêna ke xebatêka wînayêne ameya kerdiş.
Azad Altun: Rojnamegeriya kurdî gihiştiye asta navneteweyî 22.04.2022 42:57
Rojnameger Azad Altun Azad Altun zêdetir ji 2 mehan li meydana şerê Ukrayna û Rûsyayê ye. Altun tecrûbeyên xwe yên li meydana şerî û rewşa rojnamegeriya kurdî şîrove dike. M. Salih Bedirxan amade kiriye
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.