Ömer Faruk Baran

Perxudres Podcast

Society KU ↓ 448 episodes

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

Author

Ömer Faruk Baran

Category

Society

Podcast website

perxudres.com

Latest episode

Jul 9, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

#197. Dîrektorê Erd û Ezmanan 17.02.2025

17.02.2025, Duşem Şev şikestibû, berbang bû hema bêje, min ji Zagros Film Festivalê vekir Director ya Azad Jafarpour û Morad Haghparast sêr kir. Di vê fîlma anîmasyon de Azad Jafarpour û Morad Haghparast bi senaryoyeka mehnedar mealen dibêjin gava dîrektor dest bi çêkirina fîlma xwe dikin, dibin karakterên fîlmê û dibin fîlma xwe bi xwe talîya talî. Muzîkê pir nizanim, lê di edebîyatê de jî wisa y...

#196. Mezinên Morî Morî û Hepsa Derya Uygurlar 16.02.2025

16.02.2025, Bazar Îro min ji Zagros Film Festivalê, Yavru Karınca sêr kir, Kurmorî yanî, yanî Baby Ant. Fîlma bi dîrektorîya Derya Uygurlar behsa dê û keçekê dike, bavkê malê di hepsê de. Di fîlmê de performansa keçka biçûk ya nav Deniz bala min kişand; ew keçka nav Almina Kahraman ku di çend fîlmên din de jî lîstiye. Derya Uygurlar bi fîlma sahne û sekansên wê ji hindur malê dernakevin kiriye ku...

#195. Bi Nêrîna Evîn Berazî û Jawad Mourad Generalê Portrexwar 13.02.2025

13.02.2025, Pêncşem Îro anîmasyon: Min ji Zagros Film Festivalê Starting Over sêr kir. Starting Over senaryo û anîmasyona Jawad Mourad e û Evin Berazî dîrektorîya wê kiriye. Fîlm di 4 deqîqeyan de sîstema sedrên ji rastî û rasyonalîteyê dûr raber dike. Sedr, hikûmdarî yanî, her ku sert dibe ji aqil û mantiqê dûr dikeve, her ku ji aqil û mantiqê dûr dikeve hîn sert dibe.  Gotinek heye, dibêjin kes...

#194. Ji Özgür Ülke Heta Azadiya Welat Çerx | Sibat 2025 11.02.2025

11.02.2025, Sêşem Îro jî min Çerx ya Metin Ewr sêr kir ji Zagros Film Festivalê. Metin Ewr, Çerx sala 2021an çêkiriye û fîlma xwe îthafî ‘’generalên biçûk yên Apê Mûsa’’ kiriye. ‘’Generalên Biçûk’’ ji zar û zimanê Musa Anter ji salên 1990î vir ve ser tarîfkirina wan belavkarên Özgür Ülke û gazeteyên din yên li ser wê xetê tê gotin. Di zarokîya xwe de min ji wê xetê Özgür Gündem dixwend û dîsa ji w...

#193. Bi Dengê Şimşalê Meraq û Meqamên Zagrosî | Sibat 2025 09.02.2025

09.02.2025, Bazar Min îro ji Zagros Film Festivalê, 7 Symphonies of the Zagrosê sêr kir. Belgefîlm bi dîrektorîya Parviz Rostami ser heyata Nazif Moradweysi ye ku wî li Zagrosan 65 salan pife şimşalê kiriye. Fîq, ney, şimşal, bilûr, zirne enstrumanên pifkirinê ne.  Di zarokîya min ya ne çiyayî lê deyştî de dengên bilûr û zirneyan hebûn. Zirne li ber devê gewendeyan bû, li def û dawetan dihat bihîs...

#192. Destpêka Zagros Film Festivalê: The Mountains 08.02.2025

08.02.2025, Paşîn  Min bi The Mountains ya Rebwar Mahmoudpour dest bi sêrkirina fîlmên Zagros Film Festivalê kir. Va festîvala onlayn îsal di sala xwe ya duduyan de ye. Fokûsa festîvalê par ser Kurdên Sûrîyê bû, îsal jî li dora Kurdên Îranê çerx dibe. Bi gotina kordînatorê festîvalê Simon Suleymani, par Rojava, îsal Rojhilat. Vegerim fîlmê: The Mountains ya ku ez bi xêra vê festîvalê pê hisiyam, b...

#191. Mektûba Guhdar D.: Min Bibe Xarpêt 06.02.2025

Qedehek şeraba din vedixwe dîya min, dest bi girîyê dike, digirî û di ber hêsirên xwe re dewam dike hêdî hêdî: ''Bavê min ji camîyê dernediket meha Remezanê. Ez biçûka malê kûçika malê bûm, sahûr û fitarên ku xwişkên min hazir dikirin, min dibirin, min dibirin di paceyên camîyê re didan bavê xwe. Min tenê destên wî didîtin, destên sipî bûn, destên narîn bûn. Xwarin ji destên min digirt, digot ‘’Ef...

#190. Azadîya Koma Dengê Azadî 30.01.2025

30.01.2025, Pêncşem Kovara Deng, Adara 1992yan bi Koma Dengê Azadî re roportajek kiriye. Jiber ku wextekê min li Fedî, li wê albuma Koma Dengê Azadî pir û pir guhdarî kiribû, min roportaj bi meraqeka ‘’ka çi gotine û çi negotine wê çaxê’’ xwend. Roportaj hîn pir berî ‘’Fedî’’yê, piştî ku Koma Dengê Azadî albuma xwe ya pêşî ‘’Hêvî’’ derxistiye, hatiye kirin. Di roportajê de tiştekî pir bala min kiş...

#189. Psikolojîya Abdullah Cevdet, Ruhîyata Ziya Gökalp 29.01.2025

29.01.2025, Çarşem Bi şev wer ji nişka ve hat bîra min, min vekir li Çankaya, li xatirayên Falih Rıfkı Atay nihêrî. Falih Rıfkı Atay, ku katibê Mustafa Kemal Atatürk bûye, di vê kitabê de ser salên pêşî yên dewleta Tirkîyê û meseleyên zimanê Tirkî malumatên êpêce enteresan dide. A kir ku ez vekim careka din li wê kitabê binêrim, meseleka Ziya Gökalp û Abdullah Cevdet bû. Gorey gotina Falih Rıfkı A...

#188. Marûf Xeznedar, Ema Sazbend û Blind Guardian 28.01.2025

28.01.2025, Sêşem Min îro pêşgotina Dîroka Edebîyata Kurdî ya Prof. Dr. Marûf Xeznedar xwend. Ez di kitabên tarîxê de, di ewên akademîk de gava pêşgotinê dibînim û serencama hazirkirina wan kitaban, spasîyan filan dixwînim, kêf li min ne îşê îşan xweş dibe. Xeznedar di destpêka gotina xwe ya pêşî de dibêje ‘’Şiîr li ba min ji asîman dihat xwarê, şair jî kesek wisa bû ku ji terefê Xwedê ve hatibû ş...

#187. Saet Sê Kêm Selîm Temo: Hilbe Kobanî | Çile 2025 26.01.2025

‘’Hilbe Kobanî’’ya Selîm Temo 26ê meha 1ê ya 2025an, di salvegera 10an ya rizgarîya Kobanîyê de derket.  Ez ku wê royê ji Sirûca li ber serê Kobanîyê diçûm Diyarbekir, min xebera ser derketina kitaba ji zû de li bendê bûm, li rê, di Instagramê de dît.  Çito ez gihîştim Diyarbekir, ez li derekê aware nebûm, dîrekt çûm, min kitab kirî û ez rûniştim, min kitab du caran xwend. Carê ji destpêkê heta da...

#186. Çep û Çeleng Eren Keskin | Meha Yekê 2025 25.01.2025

EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗 ⁠ ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ www.patreon.com/perxudrespodcast ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreo...

#185. Mektûba Guhdar Letîf û Dengê Fadilê Kufragî 16.01.2025

Havîna 2019an bû. Piştî nîvro saet 1 bû hema bêje. Ez bi west ji ber pez dihatim, ber bi mal ve dimeşîyam. Hîngî germ bû xwîdan wek dilopên baranê ji enîya min berjêr dibû. Li ber westa min, teselîya min, telefona min Samsung A10 bû; têde bi dengê Fadilê Kufragî, ‘’Bavê Fexrîya’’ lêdiket. Piçek nêzî mal bûm. Dayê şaneşîn şirt dikir, balkon dişûşt . Wekî ku tiştekî xerîb bihîstibe serê xwe rakir, l...

#184. Bûk û Berfeka Pûk | Meha Yekê 2025 09.01.2025

Di gêncîya min de ‘‘yara min’’ bi rîtm û retorîka xwe û bi dengê koroya NÇMê straneka şahîyê bû, ez pê şa dibûm, radibûm reqsê:  çavê reş û belek tevde kil dane, bejna yarê zirav e wekî leylan e Stran dîsa eynî stran, rîtm û retorîk dîsa eynî rîtm û retorîk, koro dîsa eynî koro, lê qey wext derbaz bû, qey ez serwext bûm: yarê li me barî berfeka pûk e, yarê min bihistî tu bûyî bûk e Havîn be zivist...

#183. Mektûba Guhdar D. û Taktîk û Toksîk 🥼 02.01.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcat e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.  Merheba! Ez Guhdar D., ew bû deh sal in doktorîyê dikim û nêzî du salan e hema bêje li onkolojîyê dixebitim. Jibo doktorîya min, salên min yên borî tiştekî din in û salên min yên li onkolojîyê tiştekî din.  Ser salên li onk...

#182. Deh Muzîkên Min - 2024 🎶 30.12.2024

Spotifyê, ew platforma populer ya muzîk û podcastan, lîstên 2024an eşkere kirin. Her çiqas min sala 2024an gorey 2023yan a pir ji  YouTube Musicê li stran û kilaman guhdarî kiribe jî seba tarîxa xwe ya şexsî ezê behsa lîsta xwe ya Spotifyê bikim ku her ro du ro çav û guhên min li ser wê platformê ne. Qeydên Spotifyê raber dikin ku min sala 2024an tewr zêde li Meçhul ya Sercan Öztürk guhdarî kiriye...

#181. Îskender | Meha Donzdehan 2024 28.12.2024

Îskender , navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min. Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên pêxember û keç û kurên wan bûn û ne li mektebê ne jî li camîyê, min ser Îskender tiştek nebihîstibû. Kesî nedigot ...

#180. Mektûba Guhdar YZ. û Beytarê Mirîşkan 🐓 19.12.2024

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar YZ. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me.  Merheba! Eger ez karibim îja mektûbê bibim serî dê bibe mektûba min a ewil. Çinku heta vê lehzê qet fikra min çênebû ez mektûbekê binivîsim, bişînim. Qaşo min çend caran xwe ceriband lê ti tişt jê derneket. Qe hevalên min...

#179. Stêrkên Beyraqên Sûrîyê û Straneka Eyşe Şanê 🎶 13.12.2024

Dinê di talîya 2024an re ji Sûrîyê dît ku beyraqek çito bi bayê bezê dikeve xwarê û li şûna wê çito yek radibe, li ba dikeve.  Hema bêje temamê mîr, wezîr û kizîrên dewletên dinê bi pêşveçûn û serketina muxalîfên bi salan di Îdlibê de asê mabûn şok bûn.  Dema muxalîfan beyraqa xwe li Şama paytext bilind kir dewletên giregir dest bi danûstandinan kirin ku wê beyraqê bi rêkên resmî nas bikin. Muxalî...

#178. Roya Rûtîn, Mirin û Nesimi 🎶 12.12.2024

Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse û hewadîs çi ne, ne çi ne li dinê. Dibînim, dixwînim ku Makbule Çimen, xanima Nesimi Çimen rehmetî bûye.  Nesimi Çimen, sala 1993yan li Sêwasê dema dîndarên radîkal ar berdane Otela Madımakê, tevî 34 hevalên xwe canê xwe ji dest daye. Wê çaxê, Makbule Çimen jî li wê otelê bûye; ji şewata mezin, bi birînan sax filitiye. Li fotografeka...

#177. Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor ✉️ 28.11.2024

Dembaş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me.  Wê şevê nîvê şevê ji dûr ve, dengek, mîna vedana birûskekê dengek hat min û bi wî dengî şîyar bûm.  Gava şîyar bûm, ji xew rabûm, nizanim ji çi bû, min hema hîs kir ku wê tiştekî xerab biqewime.  Hîs bi min re, tirsek ket o...

#176. Ellahê Mala Meta Min 🎶 21.11.2024

Li hewşa mala meta min a Emîne, berî ro ji nîvro here esir sîya dareka hêjirê ye dinya salên 1990î.  Hizûr û dinya, gulên rengrengî ne dîsa bînên wer xweş wer xweş bi xwe re anîne. Bînên wer xweş wer xweş di şûşeyan de şerbet in, wext hatiye wextan, çi wext in.  Hema dema êvar dadikeve erdê, bi çizeçiz radyoyeka Eyntab e ber bi Sirûcê ve dadixîne perdê.  adın senin gaffar iken ayb örtücü settar ik...

#175. Felek Çi Feleka Abdullah Balak 🎶 14.11.2024

felek sen ne feleksen bağrım ettin elek sen aldın gülyüzlü yarim  daha neme gereksen  elbet yüzüm gülecek bülbül güle erecek  bu karanlık günlerin  bir gün sonu gelecek  ağla gözlerim  sızla gözlerim  beni felek vurmuştur  yanar gezerim ben felek vurgunuyam  ağlar gezerim  Abullah Balak (1938 - 2017)  felek tu çi felek î çiqas xerab î  te singê min qulqulî kir, kir seradî  ew yara min a şêrîn û şe...

#174. Mektûba Guhdar M. û Dîwarên Bilind û Qalind ✉️ 07.11.2024

Dostum ê min î delal, Cara dawî min çi wext mektûbek nivîsî, nayê bîra min. Feqet ez nola navê xwe zanim ku tu bi salan e li heps û zindanên her bajarekî dûr li benda mektûba min î. Zanim, ez zanim ku dilê te ji min maye, û ez zanim ku ji te wetrê min tu bîr kiriyî, lê na, tu her di her bîra min de bûyî, tu her di bîra min de yî. Bi salan e bi xwe de ketime, qebûl nakim, nikarim halê te yî hepsî q...

#173. Fotografeka 50 Sal Şiîr 📷 03.11.2024

Di vê xelekê de bi deklanşora Murat Bayram fotografeka Berken Bereh heye. Medyakar Murat Bayram sala 2023yan di 50 salîya şairîya Berken Bereh de fotografeka wî kişandiye. Şair Berken Bereh di fotografê de bi huzneka wer bi henûnîyê dagirtî derketiye ku sankî fotograf ji heyata Berken Bereh derketiye. Sankî salan di salîseyekê de dax û derdên dinê tevde danîne ser mil û polên Berken Bereh, bes ew...

Listen to the Perxudres Podcast podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.