Ömer Faruk Baran

Perxudres Podcast

Society KU ↓ 448 episodes

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

Author

Ömer Faruk Baran

Category

Society

Podcast website

perxudres.com

Latest episode

Jul 9, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

#222. Mektûba Guhdar N. û Mekteba Newrozê 20.03.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Em diçûn mekteba orte. Ne biçûk bûn êdî em, ne mezin bûn tam. Lê me tam zanibû mekteb wê roja Newrozê li me bûye zindan. Tew me bihîstibû Kawa wê were Newrozê û roja me ya herî pîroz û bi doz û zindana mektebê zind...

#221. Mektûba Guhdar MW. û Donerên Newrozê 20.03.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar MW. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Serê salên 2000î ez zarok bûm. Bavê min wan salan roya Newrozê sibê zû radibû em kom û kulfet dibirin Riha. Em qandî diketin qada Newrozê, bavê min digo ‘’Pêçîyên xwe rake, pêçîyên xwe!'' Min radikirin pêç...

#220. Mektûba Ferec Koyistanî û Gelabiyê Newrozê 20.03.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Ferec Koyistanî radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. “Dinya biçûk e” dibêjin. Lewre divê mirov zêde ecêbmayî jî nemîne ji gelek tiştan. Bihara 2023yan, min xwe di ser medyaya civakî re gihandibû mixaletiyekî bavê xwe, ku niha li Zanîngeha Rojava dersdar e. Şopandi...

#219. Mektûba Guhdar B. û Çîçekên Newrozê | Adar 2025 20.03.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar B. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Darên me yên hinaran, darên me yên mişmiş û gozan diteqîyan çîçekên xwe vedikirin.. Radibûn qîz û bûk diçûn tolik, xerdel, porêpîrê top dikirin.. Dest û sûretên şivan û gavanan bi bayê bakur diterikîyan. Bizin û mîhên me diz...

#218. Mektûba Aryen Rodî û ''Andımız''a Newrozê | Adar 2025 19.03.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Sal 1998. Newroza Amedê wê salê li qada Bayindirlixê tê pîrozkirin. Li gorî çend efsaneyan ew erd li ser navê Serokê PKKê Abdullah Ocalan tapokirî ye û jiber vê yekê kes nikare dest deyne ser wir. Ew efsane min xwe dî nedî h...

#217. Mektûba Guhdar D. û Sancîyên Newrozê 19.03.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. 20ê Adarê 1990. Dê û bavê min, ew û hevalên xwe tev jibo ku bi awayekî ‘’veşartî’’ Newrozê pîroz bikin, li Sûr ya Diyarbekir saloneka dawetê kîra dikin. Jibo neyên ferqkirin ji hevalên dê û bavê min yek dibe zava û yek dibe...

#216. Kobanî û Sirûca Newroza 2015an 17.03.2025

Ezmanekî hêşin î hinek ewrên gewr û sipî lê, deyşta dipdirêj û kîpkesk û roya zer û sor li jor me dibişirî, bi çelengîyên xwe dikirin ku herkesê hatibû Newrozê bela û bêtara bi ser Kobanîyê de hatibû parîyekî bîr bike. Çi bigir şêni li Sirûcê nemabû, zar zêç û kal û pîr, tevî miletê ji derve, herkes hatibû li ser vî girê ku Kobanî xweş didî kom bûbû. Di wê qelebalixê de min ji nas û dostan xwe kes...

#215. Mektûba Guhdar J. û Dilê Gula Berbero 13.03.2025

Di vê xelekê de mektûba Guhdar J. heye. Fotografa li qapaxê Guhdar J. kişandiye. ⁠⁠ ⁠Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. ⁠ ⁠⁠ ⁠⁠ ⁠Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ⁠⁠

#214. Mektûba Guhdar P. û Sevgilîya Şeva Sar 12.03.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar P. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Însan en pir di nexweşîyê de dixwaze sevgilîyeka wî hebe. Bi şev saet dihat dehan, ketime xew li ser kanepeyê, paşê ez rabûm çûm odeya razanê. Nîvê şevê çûbû, ez şiyar bûm ji xew û min li dora nihêrî. Min dî sîya darên dûr l...

#213. Heskîfa Hezaran Salan û Fotografên Elif Yiğit 11.03.2025

11.03.2025, Sêşem Min îro nîvê wê berî fitarê nîvê wê piştî fitarê Heskîf ya Elif Yiğit sêr kir ji YouTubeê.  Belgefîlma sala 2021an ji programên festîvalan filan li ber çavê min ketibû berê, lê wer fersend çênebûbû ku ez herim wê sêr kim. Elif Yiğit belgefîlma xwe herhal piştî temambûna gera wê ya li festîvalan anîye li YouTubeê nû bar kiriye. Di belgefîlmê de kameraya Elif Yiğit li Heskifê pir c...

#212. Bihar û Berbanga Şiîrên Mewlûd Oguz 10.03.2025

10.03.2025, Duşem Rojîya Remezanê ye. Min îro berbangê anî şiîrên Lîrîka Berbangê ya Mewlûd Oguz xwendin. Berê min hema di ser re çavek li şiîrên Lîrîka Berbangê xistibû, lê seba sir û sêhra şiîrên wê kitabê tam bibînim ferz bû ez wê xususî berbangê bixwînim ku min jî wer kir. Mewlûd Oguz di şiîrên Lîrîka Berbangê de bi ziman û zanîna xwe hem nola seydayê medreseyeka mezin e hem jî nola Stenbolîye...

#211. Mektûba Guhdar D. û Qedera Pembe 08.03.2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Li erebeya xwe siwar dibim û muzîka xwe eyar dikim. Îro rojeka bi hizûr e: Ji Mehmet Atlı, ji İssa Hassan yanî, Gula Dil vedikim. Çiqas pir hez dikim ji vê muzîkê, min derd û kulên xwe bîrva kirine, diçim manîkura...

#210. Mektûb û Fotografa Guhdar C. û Xerîbistan | Adar 2025 06.03.2025

Di vê xelekê de mektûba Guhdar C. heye. Fotografa li qapaxê Guhdar C. kişandiye. ⁠⁠ ⁠Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. ⁠ ⁠⁠ ⁠⁠ ⁠Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ⁠⁠

#209. Çîrokên Digerim Nagerim Çîrok | Adar 2025 04.03.2025

03.​03.2025, Duşem Min îro Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê xwend,  kitaba çîrokên Îmad Bernas. Hez dikim kitabên tenik yên bi hikmê xwendineka xweş di royekê diqedin. Eger tenikîya Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê deynim hêlekê û berê xwe dîsa bidim çîrokên wê ezê bêjim Îmad Bernas xusûsî bi sê m’yan nivîsîye; meş, muzîk, mekan.  Di çîrokan de, ku ge-ge realîst in ge-ge surrealîst, karakter...

#208. Cewabek bo Mektûba Guhdar Ş. 01.03.2025

1ê Adarê 2025 Guhdar Ş., Mektûba te ez pir kêfxweş kirim, min çend caran xwend, lê jiber karûbarên dinê û debarê ez ancax niha li te vedigerim, qûsirê menêre heyran. Ez berê ji Ulyssesa James Joyce ya Kawa Nemir û begefîlma Aylin Kuryel û Fırat Yücel destpê bikim. Min ew belgefîlm berê ji MUBIyê sêr kiribû, seba te min vekir carekê jî ji Zagros Film Festivalê sêr kir. Tê bîra min, sala 2014an min...

#207. Sibat 2025: Banga Ocalan li Meydana Daxqapîyê Çawa Deng Veda? 27.02.2025

Va xeleka Sibata 2025an, Sibata 2026an hatiye restorekirin. ⁠

#206. Mektûba Guhdar Ş. û Ulyssesa Kawa Nemir | Sibat 2025 27.02.2025

Hatim ber van şêmûgên deriyên te bê silav û kilav. Qey tu dibêjî zîyaret e, ocaxa kesera ye bimbarek. Em tên êgir didin ser êgir. Derdê te ji serê te zêdetir e, bi vêya zanim, kesên peyaman dişînin ji te re derdê te zêde dikin bi wê jî zanim. Lê ya nizanim heyat e. Carinan dibêjim, law xwezî dugmeyek vê mîratê heba me pêlê bikira û bisekiniya ji bo bîstekê, ji bo famkirinekê ji bo hîskirinekê. Hel...

#205. Belgefîlmeka Veysi Altay: Bîra Bîrnekirinê 26.02.2025

26.02.2025, Çarşem, Piştî Nîvro Min vekir Bîr ya Veysi Altay ser kêr ji Zagros Film Festivalê. Vê belgefîlmê bala xwe daye ser 7 kesên sala 1995an li Kerboranê hatine wendakirin. Belgefîlmê bi deng û dîmen û fotografên gazete û televîzyonên salên 1990î bi sebir û semax bîr pir rind kolaye. Jixwe ji bîrên salên 1990î ji êş û elemê pê ve tiştek dernakeve, lê tevî vê trajedîya mezin jî heta niha ji w...

#204. Bîrayên Bilal Korkut û Şiîrên Arjen Arî 26.02.2025

26.02.2025, Çarşem, Berî Nîvro  Serê sibê zû berî ez rûnim taştekê bixwim çayekê vexwim min vekir ji Zagros Film Festivalê, Bîraxane ya Bilal Korkut sêr kir. Piştî min fîlm vekir bi min wer hat ku ez di danekî şaş de fîlmê sêr dikim, lê min got de tiştek nabe, hele ka çi ji vê meselê derdikeve.  Bîraxane bi şiîrên şairê şêrgele Arjen Arî hal û hikayetên karakterên welêt û yekî ji derveyî welêt rab...

#203. Spasîyeka Zagros Zagros | Sibat 2025 24.02.2025

24.02.2025, Duşem Îro jî biqede çar royên Zagros Film Festivalê dimînin. Gava min fîlmên festîvala îsal dîtibûn min qirar dabû ku ez heta roya talî ya festîvalê temamê wan fîlman sêr kim û wan bipodcastînim. Di vê festîvala onlayn de 20 fîlm hene bo mehekê û min di 15 royan de hema bêje nîvê fîlman, 11 fîlm sêr kirin û podcastandin. Herhal jiber ku min berê ti carî di demeka ewqas kin de ewqas fîl...

#202. Xwînxwînî 23.02.2025

23.02.2025, Bazar, Piştî Nîvro Fîlmeka din li îro, ji Zagros Film Festivalê dîsa, Pele ya Shorish Vakili. Min va fîlma nola çîrokên Gabriel Garcia Marquez û Jorge Louis Borges pir eciband. Di fîlmê de kalemêrekî ku berê esker bûye, li saloneka sînemayê dişixule û ew her cara ku salonê pak dike li ser perdeyê lekeyên xwînê dibîne. Bi fîlmê, bi lekeyên xwînê du gotinên hêla me hatin bîra min. Yek, ‘...

#201. Bêjin Nebêjin Gotûbêjin | Sibat 2025 23.02.2025

23.02.2025, Bazar, Berî Nîvro Min vekir Gotûbêjin ya Nimet Gatar sêr kir ji Zagros Film Festivalê. Vê belgefîlmê navê xwe ji projeya xwe ya şêrîn-şebab sitandiye. Bi projeyê fîlmên sînemaya Kurdan, ewên ku sînefîl jî pir caran nikanin zûbizû bibînin û temaşe bikin, bi teknîk û îmkanên mobîl çûne Dêrsim, Diyarbekir û Wanê û geh li malan û geh li salonan hatine ser perdeyê. Fîlm çûne, fîlm çûne wan...

#200. Li Hezkirina Meryem Semedi 22.02.2025

22.02.2025, Paşîn Serê sibê rabûm min ji Zagros Film Festivalê, Karnica ya Meryem Semedi vekir, sêr kir.  Fîlm ser kalemêrekî û pîrejîna wî ya bi Alzheimer çerx bûye.  Zarokên wan dixwazin dîya xwe bişînin mala hemşîreyan ku ew di bin kontrolê de li wir bimîne, lê kalemêr bi cefa û wefa li ber xwe dide, pîrejina xwe bernade. Bi vê fîlmê dîn û dîwaneyên zarokîya min hatin bîra min. Wan çaxan pir me...

#199. Bi Dev û Dest Fîlmeka #metoo 21.02.2025

21.02.2025, În Dewam dikim li Zagros Film Festivalê, îro min Triangle ya Zhino Hadi sêr kir. Zhino Hadi di vê fîlmê de di ser du peya û du jinan re behsa meseleya tacîzê, meseleya destdirêjîyê dike. A rast, kes rasterast qala tacîzê nake di fîlmê de, tenê ji awiran herkes fehm dike ku kê çi kiriye çi nekiriye. Di heyatê de jî ne wisa ye ma? Tacîz pir caran eşkere nabin, mexdûr jibo xwe mexdûrtir h...

#198. Mahsum Taşkın Bixwîne Nexwîne Sînema | Sibat 2025 20.02.2025

20.02.2025, Pêncşem Îro jî min Alf Leila Wa Leila ya Mahsum Taşkın sêr kir ji Zagros Fîlm Festîvalê. Fîlma sala 2020an min berê bihîstibû ji hevalên ji hêla Botanê, lê fersend çênebûbû ku ez rûnim sêr kim. Deng û dîmen, senaryo li hêlekê min zimanê Alf Leila Wa Leila ne îşê îşan pir hez kir. Ji fîlmê wer tê xanê ku Mahsum Taşkın seba karakterên fîlmê nekevin tirs û tatêlê ji wan xwestiye ku bi şîw...

Listen to the Perxudres Podcast podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.