SBS

Paytextên Australya: Gerek di nav Australya de

Society KU ↓ 8 episodes

Dest bi rêwîtiyeke li paytextên Australya bike - xelkê, çand û deverên navdar ên heyşt paytextên Australya, ji bedewiya Bendera Sydney bigire heya xweşikbûna tropîkal a Darwinê. Çîrok, şêwazên jiyanê û ezmûnên ku her bajarekî bêhempa dikin kifş bikin.

Author

SBS

Category

Society

Podcast website

www.sbs.com.au

Latest episode

Jun 24, 2026

Where to listen?

Podcasts in the app Replaio Radio Coming soon

Podcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts

Get it on Google Play Install for free Android 5M+ downloads · 4.8 rating iOS soon

Episodes

Darwin: Deriyê cîhana tropîkal 24.06.2026

Darwin, paytexta Herêma Bakur, bajarekî tropîkal û pirçandî ye ku nêzîkî 150,000 kes lê dijîn. Bajar bi avhewaya xwe ya germ, bazarên li derve û şêwaza jiyana xwe ya rihet tê nasîn. Nêzîkbûna Darwin bi Asyayê re û mîrateya xwecî ya bihêz nasnameyeke taybetî dide wî bajêrî. Ew her wiha deriyek e ku ber bi dîmenên xwezayî yên navdar e wekî Parka Neteweyî ya Kakadu - Kakadu National Park. Li gorî Ser...

Canberra: Cihê ku çand û demokrasiyê hevdîtin e 17.06.2026

Canberra, paytexta Australya, bajarekî bi baldarî hatiye plankirin ku bi qadên vekirî, hêşinayî û avahîsaziya rêkûpêk tê nasîn. Di navenda bajêr de Parlamena Australya heye, ku sembola demokrasiya welêt e. Canberra her wiha malovaniya gelek saziyên neteweyî, mûze, galerî û zanîngehan dike û bi perwerdehiya xwe ya bilind navdar e. Bajar şêwazeke jiyanê ya bêdengtir û rêkûpêktir pêşkêş dike. Li gorî...

Hobart: Navenda çand û xwezaya Tasmania ye 10.06.2026

Hobart, paytexta Tasmania ye, bajarakî bêdeng û bi xwezayê ve girêdayî ye ku li binê Çiyayê Wellingtonê cih digire. Ev bajar bi dîroka xwe ya kolonî û cihên dîrokî yên wek Salamanca Place tê nasîn, ku bi embarên kevirî yên salên 1830’an navdar e. Her çende ku Hobart ji bajarên mezin ên Australya piçûktir be jî, di salên dawî de wekî navendeke çandî û afirînerî pêş ketîye. Huner, xwarin û geştiyarî...

Bajarê festîval, xwarin û jiyana xweş yê Australya 03.06.2026

Adelaide bajarekî xweşik û guncaw e ku bi festîvalên xwe, çanda xwarinê û şêwaza jiyana xwe ya rihet tê nasîn. Adelaide, bi tevlihevkirina mîrateya xurt a Ewropî bi cihêrengiya pirçandî ya mezinbûyî re, atmosfêreke pêşwazîkar pêşkêş dike ku ji hêla civak, afirînerî û herêmên inbîtê (wine0 yên asta cîhanî ve hatî şêwekirin pêk tîne. Ji Bazara Navendî ya Adelaide ya zindî bigire heya Barossa Valley...

Bajarekî dûr, lê zindî di nav xweza û jiyana modern de 27.05.2026

Perth bajarekî nûjen û rojhilatî ye ku nêzîkî 2.2 mîlyon kes lê dijîn û wekî yek ji bajarên mezin ên herî dûrî cîhanê tê nasîn. Tevî vê dûrbûnê, ew jiyaneke aram û jîngeheke li derve pêşkêş dike bi rojên pir tavî. Cihên navdar ên wê Kings Park û Swan River in. Bajar pirçandî ye û ji koçberiya ji Brîtaniya, Başûrî Afrîka û Asyayê bandor girtiye, herwiha aboriya wê bi ma’den û çavkaniyan pêşketiye....

Bajarê ku tîrêjarojê, çand û şêwaza jiyanê li hev dicivin 20.05.2026

Brisbane bajarekî zindî û bi şêwaza jiyana xwe ya rihet, avhewaya germ û nasnameya xwe ya pirçandî ya mezin tê nasîn. Li dora Çemê Brisbane (Brisbane River) yê pêçayî hatiye avakirin, bajar jiyana li derve bi mezinbûna bajêr ya modern re dike yek, cîhên çandî yên zindî, balkêşiyên li kêleka Çem û atmosfereke pêşwazîkar pêşkêş dike.

Paytexta çanda afirîner û ezmûnên Australya 13.05.2026

Melbourne dilê çanda Australya ye - bajarekî afirîner, pirçand, werzîş û huner di ezmûneke bajarî ya zindî de tên cem hev. Ji kolanên îkonîk û çanda xwarinê ya cihêreng bigire heya enerjiya Federation Square û bûyerên navdar ên cîhanê, Melbourne ji nîşaneyên dîrokî bêtir pêşkêş dike; ew atmosfêr û civakê pêşkêş dike.

Sydney cihê ku bedewiya Bendergehê bi enerjiya cîhanî re dicive 06.05.2026

Hûn bi xêr hatin podcasta Gerek di nav Australya de, di vê podcastê de em ê di nav paytexên wîlayet û herêmên Australya de bigerin, kesên li wir dijîn û li cihên îkonîk binêrin. Australya ji şeş wîlayet û du herêmên sereke pêk dihêt, her yek ji wan xwedî paytexta xwe û karektereke bêhempa ye. De werin em gerra xwe ji wîlayeta NSW ku paytexta wê Sydney ye dest pê bikin.

Listen to the Paytextên Australya: Gerek di nav Australya de podcast in Replaio

Radio and podcasts in one app - free, with no sign-up. Install today and do not miss the launch

Get it on Google Play

Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.