Pung Podcast Kurdî
Hunera Ziman
Di vê bernameya podcastê de mijarên ziman tên destgirtin.
Author
Pung Podcast Kurdî
Category
Podcast website
Latest episode
Jul 4, 2026
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Zimanê Zindî, Hafizeya Bajêr 04.07.2026 11:45
🎙️ Beşa nû ya Podcastê Di vê beşê de, bi moderatoriya Mîna Acer û mêvaniya Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakut , li ser rewşa zimanê Kurdî di mal, kolan û jiyana rojane de nîqaşek kûr tê kirin. Zimanê dayikê çima di malê de asê dimîne? Rola jinan di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de çi ye? Û em çawa dikarin zimanê xwe ji malê derxînin nav jiyana civakî? 🎧 Li Spotifyê guhdarî vê beşa nû...
Perde Vedibe: Şanoya Kurdî Ji Ku Ber bi Ku Ve? 20.06.2026 12:42
Şanoya kurdan jî wekî qedera wan li sirgûniyê pêş ket. Ji ber ku rewşenbîrên kurdan her tim sirgûn bûn. Rewşenbîrên kurdan çûne ku çand, huner û şanoya xwe jî birine wir û li wir pêş xistin. Apê Mûsa di girtîgehê de Birîna Reş nivîsî. Kurdan li Sovyetê çand û hunera xwe pêş xistin. Di Radyoya Erîvanê de Şanoya bi deng pêş xistin. Di Cemiyeta Kurdan a Stenbolê de rewşenbîr pir bûn. Rewşenbîrên Kurd...
Sirra Dengê Miradê Kinê: Çima Heta Îro Tê Guhdarkirin? 06.06.2026 8:32
Jan Axîn li ser Miradê Kinê û stranên wî axivî: Cihê Miradê Kinê di muzîka Kurdî de gelek gelek mezin e. Medi nava xwe de navê wî danîbû Beethovenê herêma Mêrdînê. Dema Stranan dibêje, di mejiyê xwe de stranên nû yên dinçêdike. Di dema qeyd zahmet bû, Miradê Kinê stranên xwe di hişê xwe de qeyddikir. Di muzîkê de gelek gelek serkeftî bû. Miradê Kinê hinekî bajarî bû. Hunermendên klasîk tev gelek...
Ji Klasîkê Heta Rockê: Rêçûna Jan Axîn a di Nav Notayan de 23.05.2026 15:36
Eger berhemek emrê wê kêm be ew ne huner e. Divê emrêberhemê dirêj be. Hunermend Jan Axîn li ser Roka Kurdî dibêje; “Di dema min deRoka Kurdî ne pêşketî bû. Wê demê Koma Wetan wekî Ekoloke Roka Kurdî bû ji bome. Min hin kes û komên biyanî guhdarkirin û wan bandor li min kir. Di muzîkê de şêwazekî muxalif hebû. Ew muxalifîbi min re jî heye. Min jê hez kir û det pê kir.” Jan Axîn destnişan dike k...
Xeleka Dişkê: Çima Zarok Bi Kurdî Naaxivin? 14.05.2026 16:27
Kovara Hawarê hafiza, hewldan û berxwedanekê tîne bîra me. Ji bo îro ji me re bû bingeh. Dema îro em li rewşa zimanî dinerin, bi taybetî ji bo bakurê Kurdistanê fikar jî bi me re çêdibin. Ji ber statuya kurdî li bakur nîne. Ziman di aliyê transferê de wekî berê ji mezinan derbasî zarokan nabe. Asîmilasyon û polîtikayên asîmîlasyonê wekî polîtîkayên sed salî didomin. Encana wê ya nayînî li ber çava...
Jin û Ziman 07.03.2026 11:08
Di parastina zimanê zikmakî de rola jinan pir giring e. Sed sal in li ser kurdan polîtîkayên bişaftinê tê meşandin. Ji bo ziman tune bikin di serî de dixwazin jinan ji ziman û çandê dûr bixin. Lê jinan wekî her qadên jiyanê di aliyê parastina ziman de jî li ber xwe daye. Dayikan her dem bi vegotina çîrokan a ji zarokan re ziman parastiye.
Jiyan Performans e 11.02.2026 14:18
Hunermend Hêja Netirk jiyanê wekî performansê pênase dike. Destnîşan dike ku jiyan di nava hunerê de tiştekî nû li paşxaneya kurdî zêde dike û dibêje: “Serhildan estetîk e. Estetika serhildanê heye. Ez jineke serhildêr im. Em sînoran qebûl nakin. Kurdistan kirine çar parçe. Sînor neqebûlkirin parçeyeke hebûna me ye. Du hunera min de bertek heye. Berteka li dijî sînoran heye. Dema li ser dikê stran...
Di tenduristiyê de rista ziman 26.01.2026 11:42
Di teşhîskirina nexweşiyê û dermankirina nexweşan de zimanê dayikê pir girîng e. Ziman amûra ragihandina di navbera nexweş û bijîşk de. Ji bo bijîşk nexweşiyê nas bike û teşhîs bike ziman girîng e. Ku zimanê ragihandinê biyanî be, nexweş, xwe bêkes û xerîb hîs dike û nikare nexweşiya xwe bîne ziman. Dema teşhîs şaş e, tedawî jî şaş dibe û derman jî şaş dibe. Ji bo wê ziman gelek girîng e.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.