COSMO
COSMO Kurdî
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Almanya'yê fermana Êzîdiyan nas kir 20.01.2023 44:02
Bundestag’ê zilma hov a rêxistina terorê ya Daiş’ê ya ser Êzîdiyan a wekî Genozid anku nijadkujî pênase kir. Meclîsa Federal roja pêncşemê pêşniyara fraksiyonên SPD, Partiya Kesan û FDP’ê bi yek dengî pejirand. Fraksiyonên partiya Çep û AfD, ku di amadekirina biryarê de beşdar nebûbûn, dengê erê dan. Von Abducelil Kaya.
Beriya hilbijartinan zextên ser HDP'ê 13.01.2023 25:55
Doza girtina HDP, doza Kobaniyê û doza li dij şaredarê Stenbol’ê. Ev doz ewê hemû encamên hilbijartinan diyar bikin. Herweha vê heftê HDP ragihand ewê bixwe namzetek nîşan bide û bikeve hilbijartinên serokkomariyê. Emê ji Amedê ji nûçegihana xwe Hatice Kamer bipirsin, ka sedem û dengvedanên vê biryarê çi ne ? Von Celil Kaya.
„Xaça Federalî ji Feryad Fazil Omer re“ 06.01.2023 37:49
© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
Li Parîs'ê dîsa komkujî 30.12.2022 20:06
Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane. Von Celil Kaya.
Çiya Rabiî: Lehengê Würzburg 23.12.2022 30:22
Penaberê Kurd Çiya Rabiî parsal li bajarê Würzburg'ê mînakeke wêrekiya medenî nîşan da û li hember êrîşbirekî rawestiya. Ev mêrikê xelkê Mahabad hejayî çendîn xelatan hat dîtin. Von Kamil Basergan.
Reva ji destê dadgerên Erdoğan 16.12.2022 39:19
Hejmara hevwelatiyên Alman, ku li Tirkiye'yê asê mane ber bi zêdebûnê ve diçe. Wezareta derve ragihand, niha zêdeyî 120 hevwelatî li Tirkiye'yê girtî ne yan di derbarê wan de qedexeya derketina derveyî welêt heye. Ji Hamburg’ê bi Îlhamî Akter, ew jî ji ber parvekirinên ser torên civakî li Tirkiye’yê hatiye girtin û hetta ceza jî xwariye. Lê camêr wekî fîlmên aksiyonê ji Tirkiye’yê reviya û xwe gih...
Pereyê hevwelatiyan, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor 09.12.2022 30:28
Di sala nû de, di warê alikariyên sosyal, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor ên biyanî de hin guhertin pêk tên. Wekî mînak di şûna Hartz IV de Bürgergeld. Lê ewê çi biguhere? Von Kamil Basergan.
Tirkiye dîsa êrîşî Rojava dike 02.12.2022 30:15
Piştî êrîşa li Stenbol’ê ya 13’ê Mijdarê herkes li bendê bû, Tirkiye vê êrîşê ji xwe re bike hincet û êrîşî Rojava bike. Weha jî bû û Tirkiye ji 19’ê Mijdarê û vir ve bi firokeyên şerrî û topan êrîşî herêmên rêveberiya xweser dike. Hat ragihandin, di êrîşan de heta niha 13 sivîl hatin kuştin ku di nava wan de rojnamevanek jî heye. Herweha zarokek û rojnamegerî din jî tê de bi dehan kes birîndar bû...
„Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin“ 25.11.2022 33:56
© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
Êrîşa Stenbol'ê karê kê ye? 18.11.2022 40:28
Yekşema buhurî li kolana Îstîklalê êrîşeke bombeyî pêk hat, ku di encamê 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndar kirin. Êrîşbira bergûman çend saet piştî bûyerê hat girtin. Dezgehên fermî ragihand, ku êrîşbir li xwe mukir hatiye, ku endama PYD/PKK’ê be û ji Kobani’yê hatiye. Aliyê Kurdî ev îddîa red kirin. Hevdem gelek agahiyên nakok derketin holê, ku digihîjin heta rêxistina MHP ya navçe...
„Enflasyon di nav karsazan de“ 11.11.2022 26:35
© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
Li Efrîn'ê çi diqewime? 04.11.2022 39:57
Piştî ku Erdoğan sinyala wê yekê da, ku ewê siyaseta xwe ya hember rejîma Esad biguherîne, ne tenê li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin li dar xistin, lê herweha Şaxa Sûrî ya Al Qaide, Heyet Tehrir’l Şam ket Efrînê. Ev hemû jî bi rizmanediya Tirkiye’yê pêk hat. Gelo Tirkî dixwaze ji artêşa azad re bêje, ser xwe re neçin, heddê xwe zanibin? Yan dixwaze di hevdîtinên digel rejîmê de eniyeke xurtti...
Tirsa penaberan ji ku tê? 28.10.2022 25:58
© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
Sînemaya Kurdî yan Sînemaya bi Kurdî? 21.10.2022 36:43
Vê heftê bi boneya festîvala fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê em behsa sînema Kurdî dikin. Di vî warî de em bi listîkvanê sînemayê Bilal Bulut re li ser fîlm û fîlmsaziya Kurdî dipeyivin. Camêr him di fîlmên Kurdî û Tirkî de dilîze û herweha yek ji amadekarên festîvala Hamburg’ê ye. Von Celil Kaya.
„enflasyon û newekheviya civakî“ 14.10.2022 34:05
© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
Serhildana Jinan: Jin, Jiyan, Azadî 07.10.2022 49:08
Ev sê hefte ne li seranserî Îran’ê xwepêşandan berdewam dikin, ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê Rojhilat’ê Kurdistan’ê hatibûn dest pê kirinin. Xwepêşandan li seranserî cîhanê deng vedidin. Em jî li ser xwepêşandan û serhildanên jinan ên li Îran’ê digel çalakvana mafên jinan Zeinab Bayazidi dipeyivin. Birêz Beyazîdî bi xwe xelkê Rojhilat e û bi salan di zindanê de maye, be...
Kuştina Jîna Emînî 30.09.2022 39:22
Xwepêşandanên ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya bi destê polîsên Komara Îslamî, dest pê kiribûn bê navber berdewam dikin. Pirraniya wan li Rojhilatê Kurdistanê dora 54 xwepêşandêr hatin kuştin û bi sedan kes jî hatin birîndar kirin. Aqûbeta bi sedan kesan, ku hatine girtin jî nayê zanîn. Li Almanya û welatên din ên Ewropa'yê jî çalakî tên li dar xistin. Von Kamil Basergan.
Li cem polîsa Berlîn'ê nijadperestî 20.09.2022 38:42
Di 9'ê mehê de, di serdegirtina malekê ya li Berlîn’ê de polîsek, li dij xwediyê malê gotinên nijadperest bi kar anî. Polîsa Berlîn’ê ew polîs yeskser ji karê derve kişand û hikûmeta Berlîn’ê jî bûyer şermezar kir. Gelo ev helwest bi rastî heta dawiyê weha bimeşe yan wekî bûyerên din ên bi vî rengî, di taliyê de berpirsiyar ceza nexwin? Li ser vê bûyerê û li ser helwesta rayedaran em jî digel Enda...
Kêmaniyên olî ji Iraq'ê direvin 16.09.2022 31:50
© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.