SBS
Raportên Peyamnêran
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.
Besuch unbedingt die Website des Podcasts und unterstütze die Macher: www.sbs.com.au
Wo hören?
Podcasts in der App Replaio Radio Bald verfügbarPodcasts kommen bald in die App. Installiere sie jetzt und erlebe als Erster einen ganz neuen Blick auf Podcasts
Folgen
Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî bi 22 lîstikan destpê kir 30.04.2026 11:22
Yanzdemîn Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî di 22ê Nîsanê de destpêkir ku heta 2ê Gulanê bi bernameyên rengin û dewlemend dê bidome. Ji 19 welatan 22 lîstik dê werin pêşkêşkirin. Berfîn Zenderlîoglu û Merîwan Helepçeyî derbarê festîvalê de diaxivin. Doktor Sabir Ebdulahîzad, jibo gohdarên SBS Kurdî li ser têgeh û ferhenga Yasaya Kurdî zanyarîyan dide.
Li rojavayê Mûsilê goreke komî ya Êzîdîyane nû dîtine 29.04.2026 9:22
Rêxistineke mafên mirovan li Şingalê eşkere kir ku, 561 bermayên qurbaniyên Şingalê li pizîşkiya dadî ya Bexdayê mane û nasnameyên wan nehatine eşkerekirin. Heta niha 857 berma ji nava gorên komî hatine derxistin.
Trajîdiya Xezalê - Pêşmergeya li ber deriyê nexweşxaneyê can da 23.04.2026 7:51
Xezal pêşmergeyek gênc bû, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê ew li Herêma Kurdistanê bi firokên bê firokvan birîndar kir. Ew ji ber birînên giran hate veguhestin bo bajarê Silêmaniyê. Lê nexweşxaneyê Xezal Mewlan wernegirt. Piştre, ew hat veguhestin bo nexweşxaneyeke din, lê li wir ji ber birîna dijwar jiyana xwe ji dest da. Dermannekirina wê di nexweşxaneyê de gelek hereş e û rexne çê kir. Çima nex...
Doza Gulîstanê fireh dibe: Kurê walî û bavê wî jî di nav tawanbaran de 22.04.2026 9:07
Lêpirsîna li ser wundakirina keça Kurd Gulîstan Doku hefteyek e didome. Kurê walîyê berê yê Dersîmê (Tuncelî) Mustafa Tuncel Sonel bi kuştina Gulîstanê tê tawanbarkirin û hate girtin. Bavê wî yê walî jî ji tarîkirina delîlan, bikaranîna erka dewletê tê tawanbarkirin. Walî Sonel, sê rojan berê li bajarê Elezîzê, bi nasnameyyeke sexte hate girtin. Lêpirsîna wî li bajarê Erzîromê destpêkir û roja Sêş...
Tirkiyê–Îsraîl: Têkiliyên dîplomatîk bi sedema şerê Xezeyê têk diçin 16.04.2026 9:22
Aloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi giranî ji ber piştgiriya xurt a Tirkiyê ji bo Filistînê û dijberiya li hember çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê, ku piştî 7ê Cotmeha 2023an bi tundî zêde bûn. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi tundî rexne li Îsraîlê girt, ku ev yek bû sedema têkçûna têkiliyên dîplomatîk û Tirkiyê Îsraîlê bi sûcên şer tawanbar dkie. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên...
Hilbijartina serokatiyê li Iraqê yekîtiya siyasî ya Kurdî qels dike 15.04.2026 6:58
Hilbijartina Nizar Amêdî wek serokê Îraqê nîşan dide ku di navbera Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) de dijberî berdewam e. Her çende ku serokatî bi gelemperî diçe siyasetmedarekî Kurd jî, nakokiyên di navbera van her du partiyan de aloziyeke siyasî çêkir. Ev dijberî bandorê li biryardanê û yekîtîya di navbera Herêmê û Iraqê de bi tevahî dike. Zêdetir di raport...
Bajarê Wanê yê geştiyar ji ber şerê li Îranê di krîza aboriyê de ye 09.04.2026 7:53
Di şerê îranê de, di roja 40î de agirbesteke du alî hate ragihandin. Ev şer bandora xwe li ser hemî cîhanê heye. Lê li Tirkiyê, bajarê Wanê di warê aboriyê de di bin zinayeneke giran da ye. Her sal bi sed hezaran Îranî jibo geştiyarê berê xwe didan Wanê, bi taybetî di dema Newrozê de. Par nêzikî 800 hezar geştîyar hatin, lê îsal rewş xerab e. Odeya Pişesazîya Wanê dide xuyakirin ger şer dewam bike...
Welatiyên Herêma Kurdistanê ji bilindbûna buhayê alîktrîkê nerazî ne 09.04.2026 8:45
Hejmareke mezin ji welatiyên Herêma Kurdistanê gilî û nerazîbûna xwe li hember bilindbûna buhayê aliktrîkê nîşan didin û daxwaz dikin ku buhayê wê were kêmkirin. Li bajarê Duhokê xelk li ber rîveberiya aliktrîkê nerazîbûna xwe nîşan da. Ji aliyekî din ve, bendavên Herêma Kurdistanê ji ber barana zêde û berfê tujî bûne, ev yek jî feydeyeke mezin digihîne welatiyêncotkar, geştiyar û karsazên Herêma...
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî xatirê xwe ji cîhanê xwest 02.04.2026 7:16
Di 10ê Adarê de helbestvanê navdar, Ehmed Huseynî jiyan ji dest da. Ehmed Huseynî ji ber nexweşîna penceşêrê li bajarê Stockholm li Swêdê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Cenazeyê wî birin Amedê û li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevrêyên Huseynî, nivîsîkar, helbestvan, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn. Peyamnêra SBS...
Êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê berdewamin 02.04.2026 9:09
Îranê di nav aloziyên herêmî yên zêdebûyî de bi mûşek û balafirên bêpîlot êrîşî Herêma Kurdistanê dike, ku deverên li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê kirine armanc. Êrîşan li ser navendên leşkerî, binesaziyê û bi taybetî jî li ser mala serokê Herêma Kurdistanê xistine, û bûne sedema qurbanî û zirarên li deverên sivîl. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirin 26.03.2026 9:40
Li bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin.
Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kir 25.03.2026 9:55
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û c...
Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikin 19.03.2026 8:38
Li Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin.
Alozî û êriş pîrozbahiyên Newrozê li Herêma Kurdistanê bandor dike 18.03.2026 9:15
Ji ber alozî û êrîşên dawî, rêûresmên Newrozê li Herêma Kurdistanê hatine sînordarkirin. Tevî ku amadekariyên berfireh ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatibûn kirin, bi taybetî li bajarê Akrê yê ku wek "Paytexta Newrozê" tê naskirin, îsal rûyê pîrozbahiyan hate guhertin.
Koçkirina Êzîdîyan e berdewam bi piştgirîya kêm ya Hukumeta Îraqê ve girêdayî ye 13.03.2026 11:12
Zêdo Baedrî, şêwirmendê Parlemana Kurdistanê ye, di hevpeyvîneke digel nûçegîhanê SBS Kurdî Ehmed Xefûr behsa koçberbûna Êzîdiyan bo derveyî Iraqê dike. Ew herwiha behsa çarenivîsa keç û jinên Êzîdî ye ku ji aliyê çekdarên grûpa Dewleta Îslamî ve hatibûn revandin dike.
Bilindbûna aloziyên herêmî: Tirkiyê hişyariyê dide Îranê 11.03.2026 12:19
Şerê Amerika/Îsraîlê li dijî Îranê di roja 12an da ye, ku di çar û dehê mehê de, du mûşekên Îranê li Tirkiyê hatin xistin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da xuyakirin û hişyariyên pêwîst bi zelalî ji Îranê re hatine ragihandin. Erdogan bi telefonê bi Serokomarê Îranê Pezîşkiyan re axivî û got ‘armancgirtina Îranê ya li ser welatên cîran sûdê nade tu kesî.’’ Zêdetir derbarê vê mijarê di rap...
Di du mehan de 58 jin li Turkiyê hatine kuştin 25.02.2026 7:24
Di nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye.
Bang ji bo berfirehkirina Navenda Lalişê li cîhanê tê kirin 25.02.2026 8:42
Navenda Laliş ji bo xizmetkirina tevahiya civaka Êzidî li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Lewma ji nuha ve daxwaz hatiye kirin ku bêtir giringî bidin Navenda Lalişê û li welatên cîhanê yên ku civaka Êzidî lê dijîn, liqên nû yên Navenda Laliş bên vekirin, da ku bêtir xizmeta civaka Êzidî bikin.
Li Amedê bernameyên curbicur ji bo Roja Zimanê Dayikê li dardikevin 20.02.2026 10:22
Roja 21ê Şibatê, Roja Zimanê Dayikê ye. Li Amedê jibo wê rojê komele û tevgerên zimên bernameyên curbicur amade dikin. Demet Ceylan behsa van bernameyan dike.
Xwediyê helbesta ‘Ez xortê Kurd im’ Mehmed Emîn Bozarslan koça dawî kir 12.02.2026 12:35
Helbesta ‘’Ez xortê Kurd im, pir bi nav û deng", xwediyê wê, rewşenbîr, dîrokzan, zimanzan û nivîskarê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan e, ku li welatê Swêdê koça dawî kir. Bozarslan ji Amedê ye û 49 salan ji welatê xwe dûr bû.
Peywendiya telefonî ya Mesûd Barzanî û Nûnerê Trump li ser Sûriyê 11.02.2026 11:13
Baregeha Mesûd Barzanî ragihand ku roja Duşemê 9î Şibatê peywendiyeke telefonî di navbera rêzdar Mesûd Barzanî û Tom Barack, Nûnerê Donald Trump jibo karûbarên Sûriyeyê de hat encamdan, û tekeze li ser berdewamiya hevalbendiya gelê Kurdistanê û Amerîkayê kirin. Herweha di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behx li ser dirêjkirina pêkanîna hukumeta Iraqê, û rênekeftina Partî û Yeketî li ser posta serok...
Ji parlemanê heta operasyonan û desteserkirina zêdetirî 96 kesan 05.02.2026 10:18
Serokê Partiya Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî roja Sêşemê li parlemena Tirkiyê got ‘Divê mafê hêviyê bidin Ocalan, Demirtaş jî azad bibe’. Bahçelî duyemîn care jibo Ocalan behsa mafê hêviyê dike. Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan jî banga Bahçelî bi erênî dibîne lê dibêje divê ev bang ji hukûmetê be. Ji aliyê din ve Wezareta Karê Navxwe li 22 bajaran operasyoneke berfireh li ser partî û dezgehên so...
Tirs û kuştin li Îranê: birîndar ji tirsa girtinê serî li nexweşxaneyan nadin 04.02.2026 9:14
Çavdêrên mafên mirovan dibêjin, pêvajoya serkutkirina Komara Îslamî ya Îranê li dijî xwepêşanderan, li gorî mafên navnetewî, belgeyeke eşkere ya sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê navendên serbixwe û navnetewî ji bo eşkere kirina hûrgiliyên zêdetir derbarê kuştinan de gavên neraziyê gavan bavêjin. Her wiha hatiye eşkerekirine ku hejmara kesên girtî zêdetirî 20 hezar kesin li Îranê. Kesên birîndar bû...
Ji Amedê heta Wanê, Stembolê heta Nisêbînê bi hezaran Kurd derdikevin meşê 21.01.2026 10:19
Rewşa Rojava, li Tirkîye, li bajarê Kurdan dibe sedema nerazîbûnê û ji Amedê heta Wanê, ji Stembolê heta Nisêbînê bi hezaran Kurd ji bo piştigrîya Rojava li kolanan, di xwepêşandanan de beşdar bûn. DEM partî, civîna grûpa partîya xwe ya parlamenê, roja Sêşemê li sînor, li navçeya Nisêbînê, beramberê Qamişloyê lidarxist.
Bi hezaran kes li HK li dijî êrîşên hukûmeta Sûriyê xwepêşandan pêkanîn 21.01.2026 10:22
Bi hezaran kes ji her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên hukûmet û komên ser bi hukûmeta Sûriyê ve xwepêşandan pêkanîn. Wan bang li civaka navdewletî kin ku xwedî helwesteke cidî be heta Kurd neyên kuştin, birîndarkirin û girtin. Çend rojin şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hukûmeta Demkî ya Sûriyê de derketin derketin holê.
Ähnliche Podcasts
Replaio ist kein Herausgeber von Podcasts; die Namen der Sendungen, Cover und Audioinhalte gehören ihren Autoren und werden über öffentliche RSS-Feeds verbreitet