Podcast Kurdi
Podcast Kurdî
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Bakur- Rêjeya îxracatê sal bi sal zêde dibe ( Mahsum Rençber) 24.01.2022 14:01
Li Bakurê Kurdistanê sal bi sal rêjeya îxracatê zêde dibe. Îsal jî herî zêde bajarê Dîlokê îxracat kiriye. Mahsum Rençber amade kiriye.
Dozger cezayê zindanê yê heta hetayî ji bo Rojhat Dogru dixwaze 22.01.2022 9:23
Dîmenên rojnameger Rojhat Dogru yên di xwepêşandanên 6-7ê Cotmeha 2014an li Diyarbekirê tomarkiribûn ji aliyê gelek saziyên navdewletî yên medyayî ve hatibûn bikaranîn û Rojhat Dogru hêjayî xelatê hatibû dîtin.
Malbata Dîrîl- Şîmonî hat kuştin, Hurmuz Dîrîl li ku ye? 20.01.2022 11:44
2 sal bi ser wendakirina Şîmonî Dîrîl û Hurmiz Dîrîl derbas bûye. Cenazeyê Şîmonî piştî wendabûna bi 69 mirîtî hat dîtin. Lê, hîn jî Hurmuz Dîrîl bêserûşûn e. Parêzerê malbata Dîrîl Orhan Kemal Cengiz doza malbata Dîrîl ji podcastkurdiyê re şîrove dike.
Seferberî ji bo kurdî ye 20.01.2022 7:58
Kampanya aktivîst û dildarên kurdî ya ‘’kurdî hilbijêrin’’ ji aliyê xelkê bi germî hat pêşwazîkirin û bi hezaran kesî navên zarokên xwe ji bo dersên bijartî yên kurmancî û zazakî tomarkirine. Rojnameger Gönül Morkoç ê amade kiriye.
Zerya Sêwregij - Estanika Keyneka Dewij 18.01.2022 10:35
Mintiqaya Sêwregi ra estanikêka ecêbe! Estanikan mîyan de biciwîyê.
Wan bûye goristana penaberan! (Gulistan Korban) 17.01.2022 10:53
Her sal bi sedan penaberên îranî, efxan, bangladeşî û pakistanî ji ber serma xenîqîna di Gola Wanê û êrîşên heywanên kovî li sînorê dimirin. Parêzer Jindar Uçar dibêje: Penaberî heq e û lêkirina dîware binpêkirina mafê penaberan e.
Amedspor û Dalkurd çima girîng in? 15.01.2022 14:34
Divê kurd li Amedsporê xwedî derkevin ji bo xezîneya wê mezintir bikin. Amedspor çiqas bi serkeve wê mezintir bibe û em ê jî pê serbilind bibin.
Sûr- Serpêhatiya bajarekî wêran û xalî (Gönül Morkoç) 13.01.2022 12:50
7 sal ji ser şerê nava bajarê dîrokî derbas bûne û ligor zanyariyên muxtarên taxên Sûrê, ji ber şer 20 hezar kes ji navçeyê derketine û ji wan 20 hezaran bi tene 5 hezar kes vegeriyane navçeyê. Rojnameger Gönül Morkoç amade kiriye.
Perwerdeya Kurdî heq e! 10.01.2022 18:57
Ça ku heya dibistan ava nebin, dê mamosta jî tayîn nebin, eynî reng bo mamostayên kurdî tayîn bibin, divê dersên kurdî bên hilbijartin. Dr. Kenan Subaşı dibêje; tenê dersa kurdî ya hilbijartî ne bes e, lê ew 2 saet ders jî wê gelek deriyên nû li ber kurdî veke.
2 sal bi ser wendabûna Gulîstan Dokuyê derbas bû 08.01.2022 14:28
Gulîstan Doku li kú ye? Dayika Gulistan Doku ji Perîxan Kaya re axiviye û behsa hewlên dîtina saxî yan mirî yên keça xwe kiriye. Bedriye Doku dibêje; delîlên kamerayên mobese û malan hemû hatine jêbirin. Perîxan Kaya amade kiriye.
Girtiyên nexweş ne tên dermankirin ne jî tên azadkirin! 07.01.2022 22:00
Li zindanan çend girtiyên nexweş hene? 14 baroyan bo azadbûna girtiyên nexweş çi gav avêtine? Wê ji bo binpêkirinên mafên girtiyan çi were kirin? Parêzer Gurkan Isteklî behsa girtiyên nexweş dike.
Metirsî li ser jiyana Aysel Tuglukê heye (Beroj) 04.01.2022 22:34
Aysel Tugluk ji sala 2016an û vir ve li Girtîgeha Kocaeliyê ye hatiye zindanîkirin û ligor malbat û parêzerên wê metirsî li ser jiyana wê heye. Parlementer Meral Danış Beştaş û parêzer W eysi Eski behsa rewşa tendirustiya Aysel Tuglukê dikin.
Gelo wê destê li pişt Onur Gencer kifş bibe? ( Gulistan Korban) 29.12.2021 8:56
🎙Yekem runiştina doza Deniz Poyrazê îro ye. Parezerê dozê Turkan Aslan Ağaç dibêje, kujer Onur Gencee ne bi tenê ye û bang li baroyan kir ku xwedî li vê dozê derbikevin. 🎙Gulistan Korban amade kiriye.
Malbatên Robozikê: Jiyana me ti carî nebû wekî berê! 27.12.2021 15:13
10 sal di ser Komkujiya Robozikê derbas bûye û heta niha ne kujer û biryarderê komkujiya 34 xort û zarokên Robozikê nediyar in û doza hiqûqî li salonên dadgehan wendaye. Gulistan Korban Rençber amade kiriye.
Mêr jinan dikujin û yasa jî mêran diparêzin 24.12.2021 16:14
Li gorî raporên saziyên jinan bi tevahî li Tirkiyê di 11ê mehên sala 2021ê de mêran 372 jin kuştine û lu jakure Kurdistanê bi tevahî 73 jin hatine kuştin. Parêzer Nesrin Bilge beha tûndiya jinan kiriye. Perîxan Kaya amade kiriye.
Alî Fikrî Işik, ji bînergehê temaşeyî maça Diyarbekirsporê kiriye 23.12.2021 13:25
Işik, rexneyan li alîgirên Amedsporê digire. “Divê em tezahuratên xwe bi zimanên xwe bilind bikin. Dema me ev yek kir wê demê wê maçên li Amedê ji rikeberên me re bibin dojeh.”
“Merasîmê 3ine yê Xelata Kovara Vateyî” ( Ronya Bewran) 20.12.2021 6:57
Vateyê ma est o! Merasîmê 3ine yê Xelata Kovara Vateyî Dîyarbekir de ame viraştiş û beşê Hîkaye û Şîîran de xelatî ameyî dayîş.
DAIŞ ji boşahiya ewlehiyê îstîfade dike(Gonul Gun) 16.12.2021 18:05
Lêkolîner û pisporê rêxistinên tûndrew Serbest Ferhan Sindî derbarê êrîşên DAIŞê yên dawî de dibêje, DAIŞ ji boşahiya ewlehiyê îstîfade dike û zû bi zû bi dawî nabe. Divê Hewlêr ji bo jinavbirina DAIŞê stratejiyeke nû bi cî bîke. Rojnameger Gonul Gun amade kiriye.
Komkujiya Konyayê - Gulistan Korban 13.12.2021 12:39
Hemû tohmetbarên komkujiya Konyayê ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Parêzerê doza malbatê Abdurrahman Karabulut dibêje kujer bi tena sere xwe ew kar nekiriye û ew komkujî encama planekê ye. Rojnameger Gulistan Korban amade kiriye
Şêrîna li ber dilan û kula li ser dilê neyaran: Kurdistan (Mahsum Rençber) 12.12.2021 20:12
Siyasetmedar Bayram Bozyel û parêzer Hişyar Ozalp behsa sansor û desteserkirina hemwelatiyan ji ber bilêvkirina navê Kurdistanê dikin. Mahsum Rençber amade kiriye.
Mertalê dewletê li ber tecawizker Musa Orhan e 11.12.2021 21:47
Dadgeha Sertê derbarê Musa Orhanî de bi tawanê destdirêjiyê 10 sal ceza da lê birî û biryar da, bi şertê qedexeya derneketina derve serbest bimîne. Rojnameger Perîxan Kaya ligel parêzerên doza Îpek Erê axiviye û podcastek amade kiriye.
Dalkurd bûye şampîyon, lêbelê Amedspor dikare bibe şampiyon? (Alî Fîkrî Işik- Bînergeh) 08.12.2021 14:00
Alî Fikrî Işik, behsa wê proseya şampîyonetiya Dalkurdê û rêgiriyên li pêş Amedsporê dike.
Erzingansporê 5 gol avêtine Amedsporê! (Bînergeh - Alî Fikrî Işik) 30.11.2021 14:36
Amedspor hema hema di her maçê de golan dixwe, Alî Fikrî Işik vê rewşa Amedsporê şîrove kiriye. Alî Fikrî Işik dibêje, tîma Amedspor nikare bergiriyê bike. Işik bi şkereyî rawe dike:’’Di nava tîmên Kurdistanê de ne ekolek heye ne jî, feraset û nerîteke futbolê.’’
Dewlet nahêle “kujerên” Tahir Elçî aşkere bibe 28.11.2021 13:35
Li ser qetilkirina Elçî 6 sal derbas bû jî hej kujerên Elçî nehatine eşkerekirin û ceza li t kesekî jî nehatiye birîn. 🎙Rojnameger, Gulistan Korban Rençber li ser doza Elçî bi Mehmet Emin Aktar re axiviye.
Tawan û tûndiya li dijî jinan berdewam e! - Perîxan Kaya 24.11.2021 10:16
Tawanên weke destdirêjî, lêdan, îşkence û kuştina jinan bi destê mêran berdewam dike. Li gorî raporên saziyên jinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava 10ê mehên sala 2021ê herî kêm 280 jin hatine kuştin. Me di vê podcastê de behsa tûndiya li ser jinan kiriye.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.