Podcast Kurdi
Podcast Kurdî
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
Çîroka jineke li du kelepora kurdî: Zeynep Yaş 11.03.2022 32:46
“Stranên ku jinên kurd sitraye zêdetir di hişê civaka kurdî de weke klasîkên muzîka kurdî mane. Jinan reseniya civata kurdî bi giştî berhevkirine û strane.” Nûjîn Onen amade kiriye.
Nobeta edaletê yê Emîne Şenyaşar dewam dike 09.03.2022 12:59
Di nava salekê da çi rûda? Doza malbatê gihiştiye çi qonaxê? Parêzer Hîdayet Emek û Emîne Şenyaşar ji Podcastkurdiyê re axivîne.
Zimané medyayé zimané baviksalar e 08.03.2022 12:50
Jinên kurd îsal jî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di nava tundûtujiyê de pêşwazî kirin. Di nava salekî de 280 jin hatin kuştin. Baş e dema jinek rastî tundiyê tê û serî li dadgehê dide rastê helwesteke çawa tê? Medya bi çi awayî cih dide kuştina jinan? Bersiva van pirsan di vê podcestê de ye. Amade kirin Gonul Markoç
“Dinya guleke, bêhnke, û bide hevalê xwe” ( 08.03.2022 7:24
Şiyar Şerîf Berazî bi dawîn prensesa Kurd û rêvebera rêxistina jinan Yekitiya Afretani Kurdistan Sînemxan Bedirxan re axivî. Sînemxan Bedirxan: Rewşen Bedirxan ji bo ku jinên Kurd xwe bi pêş bixin gelek xebitî
95 jinên Dêrîkê fêrî ajotina bisiqlêtê kir (Gulistan Korban) 06.03.2022 27:47
Bi minasabeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarê Cihanê em ê ji Dêrika Mêrdînê çîroka jineke kurd ya serkeftinê bi we re parve bikin. Sevdat Bakî bi bisiqlêteke li Dêrîkê xelayê 95 jinan pêk aniye û wan fêrî ajotina bisiqletê kiriye. Bakî dibejê: “Ajotina bisqilêtê xeyalên zarokatîyê ya jinan bu. ME xeyalên wan pêkanîn.”
Çîroka mêşvaniya Xêceya karsaz 06.03.2022 12:23
Xecêya karsaz piştî xwendina zanîngehê dest bi pîşeya bavê mêşvaniyê kiriye. Xecê niha bi karê mêşvaniyê debara malbata xwe dike. Xecê çîroka xwe û mêşvaniyê ji me re vegotiye. Rojnameger Gonul Gun amade kiriye.
Jineke serkeftî ya karsaz: Xeyal Erkan 04.03.2022 14:54
Karsaza jin a Şirnexî Xeyal Erkanê kargeh û dikaneke qehweya kizwana li Gundikê Melî çêkiriye û Xeyal Erkanê serpêhatiya qehweya xwe ya bi navê Daristanê ji me re vedibêje.
Ali Fikri Işık: Şer milletan dirizîne 01.03.2022 10:51
Nivîskar û rojnameger, Ali Fikri Işık div ê xeleka xwe de behsa êrîşa Rûsya bo ser Ûkraynayê kiriye. Ali Fikri Işık dibêje: "Ez nabêjim ka kî mafdar e, ka kî ne mafdar e; şer ji binî ve nebaş e û xirab e weke kurdan ku bi salan me êşa şer dîtiye divê beriya hemûkesî em li dijî şer bin. "Şer milletan dirizîne"
Partiya Însan û Azadiyê çima nayê avakirin? 26.02.2022 18:46
Daxwaznameya Partiya Însan û Azadiyê ji sala 2018an nayê qebûlkirin Wezareta Navxwe dîlekçeya partiyê qebûl nake. Serokê Partiyê Mehmet Kamaç proseya rêgiriyên li pêş partiya xwe aşkere kiriye.
Xutbeya kurdî li meleyan qedexe ye! 25.02.2022 19:41
Mele Enwer Emir Kulu ku ji ber xutbeya kurdî doz lê hatiye vekirin dibêje; Televizyona kurdî vekirine lê ji ber me ji cemaata xwe ya kurd re bi kurdî xutbe û waaz daye doz li me vekirin edaleta wan jî ev e.
Azad Altun: Ukraynî gazinan ji YEyê û NATOyê dikin (M.Salih Bedirxan) 24.02.2022 21:27
Rojnameger Azad Altun dibêje, Ukraynî ji alîkariya NATO û YEyê kêfxweş in lê gazinên wan jî hene û dibêjin welatên Rojava weke pêwîst me naparêzin.
Zanîna kurdî rêliber fêrbûna zimanên din vedike (Gönül Morkoç) 21.02.2022 9:48
Malbatên zarokên xwe bi şîwezarên kurmancî û zazakî mezin kirine dibêjin, zanîna kurdî rêliber fêrbûna zimanên din vedike û zarokên di akademî û perwerdeyê ne gelekî serkeftîne. Rojnameger Gönül Morkoç amade kiriye.
Hemwelatî di ber re nagihên fatureyên elektrîkê bidin (Mahsum Rençber) 21.02.2022 15:05
Serokê @EMODIYARBAKIR Elî Can Çetînkaya dibêje, hewceye dewlet şîrketên elektrîkê dîsan têxe bin kontrola xwe û bi pereyekî guncaw elektrîkê bide hemwelatiyan. Mahsum Rencber amade kiriye.
Hewlêr- Jiyanek li du berhevkariya keleporê 19.02.2022 8:49
Kerîm Şêxanî ji zaroktiyê ve kelûpelên kurdî berhev dike û niha li bin Keleha Hewlêrê ji wan keleûpelan mûzexaneyeke niştimanî ava kiriye. Şiyar Şerîf Berazî amade kiriye.
Aramgeha Şêx Seîd li ku ye? (Gönül Morkoç) 18.02.2022 7:19
Beriya bi 97 salan dewletê Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekirê îdam kir. Heta niha hîn jî cihê qebra Şêx Seîd nayê zanîn. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren û neviyên Şêx Seîd daxwazin cihê qebra Şêx û hevalên wî werin aşkerekirin
Amedspor ‘bêxwedî’ ye! 17.02.2022 12:41
Alî Fikrî Işik dibêje: ‘’Ne rêveberiya Amedsporê ne jî rahênerê Amedsporê problem çaresernekirin û Amedspor niha tûşî wendakirinê dibe. ‘’ Işik diqîre û dibêje: ‘’Ez weke alîgirekî Amedsporê vê rewşa Amedsporê qebûl nakim.’’
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz: Îddîanameya malbata Dîrîl vala ye 15.02.2022 12:40
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz dibêje, di îddianamê de ti tiştek nîn e. Em 2 sal in benda wê bûn lê mixabin vala derket. Rojnameger Perihan Kaya amade kiriye.
Diyarbekir- 4-5 hezar karker ji ber krîzê bêkar mane 14.02.2022 7:21
Serokê Odeya Esnafên Diyarbekirê Alican Ebedinoğlu dibêje: "daneyên TUÎKê ne rast in û esnaf nikare li ser piyan bimîne. Me kredî û fonên pêwîst nestendin û roj bi roj esnaf dikanên xwe digirin. Rojnameger Mahsum Rençber amade kiriye.
Çavê cihanê li Ukrayna ye 12.02.2022 13:27
Hejarê Şamîl: Heger Rûsya êrîşî Ukrayna bike wê herî zêde Ukrayna zirarê bibîne. Rojnameger Hejarê Şamîl, rûdanên li ser sînorê Ukraynayê şîrove dike.
Diyarbekir- Mûçeya kêmane roj bi roj dihile (Mahsum Rençber) 10.02.2022 9:20
Mûçeya kemane karmendan roj bi roj beramber bilindbûna enflasyonê dihile. Mahsum Rençber ligel karmenda bi mûçeya kemane kar dike Mercan Bayikê daketiya bazarê û lê guhdar kiriye bê ka mûçeya wê têra çi kiriye.
Siyasetmedar Aslan: Jiber xemsariyê DMMEyê dosyayên me red kiriye 09.02.2022 16:54
Parlementerê berê yê HDPê Mehmet Ali Aslan dibeje, ji ber xemsariya Komisyona Hiquqê ya HDPê dosyayên me li DMMEyê hatin red kirin. Ev yek nayê qebulkirin. Gulistan Korban amade kiriye.
Hesekê- DAIŞê çawa û çima serî hilda? 03.02.2022 17:41
Di serîhildana DAIŞê de 4 sivîl, 47 pasevan û 40 şervan şehîd bûn. Lêkolîner Dr. Zara Salih proseya serîhildana DAIŞê ya li Rojava ji Podcaskurdiyê re şîrovekiriye.
Iraq- Gelo wê kabîneya Sedir qeyranan çareser bike? 31.01.2022 21:04
Hewlên fraksiyonên Iraqê ji bo avakirina hikûmeta nû dewam dikin. Tevgera Sedir wê hikûmetê ava bike. Gelo wê Tevgera Sedir ji qeyranên Iraqê re bibe derman? Lêkolîner Ziryan Rojhilatî şîrove dike.
Alî Fikrî Işik: Divê rêvebirên Amedsporê vî halî tîma xwe qebûl nakin 27.01.2022 13:35
Alî Fikrî Işik temaşeyî maça Amedspor û Kirşehir Bldsporê kiriye û dibêje, divê rêvebirên Amedsporê vî halî tîma xwe qebûl nakin û rabin ser piyan.
Piştî Sûra dîrokî niha jî xaniyên Ben û Senê tên xirabkirin 25.01.2022 13:11
Şaredariyê biryara rûxandina 1.500 xaniyî daye û heta niha 500 xanî hilweşiyane. Wêlatiyên taxê ‘dibêjin heta ku me bi zorê dernexin em malên xwe vala nakin.’ Perixan Kaya amade kiriye.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.