Ömer Faruk Baran

Perxudres Podcast

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

Bezoek zeker de website van de podcast en steun de maker: perxudres.com

Auteur

Ömer Faruk Baran

Categorie

Society

Website van de podcast

perxudres.com

Nieuwste aflevering

6 nov. 2026

Waar luisteren?

Podcasts in de app Replaio Radio Binnenkort beschikbaar

Podcasts komen binnenkort naar de app. Installeer nu en zie als eerste een compleet nieuwe kijk op podcasts

Download het op Google Play Gratis installeren Android bijna 10 mln downloads · beoordeling 4,7+ iOS binnenkort

Afleveringen

#502. Mektûba Guhdar Dilazad: Li Şevê Bar 06.11.2026

Şev e, sar e, saet 1ê şevê ye, tarî ye. Sermaya payîzê heta hestiyên xwe jî hîs dikim. Lê belê ne xema min e çimkîîî hişê min ji bedena min xeyîdîye. Îro bedena min gote hişê min: “Ez nikarim vê stresa te hilgirim'' û xeyîdî.  Heyv li jor tam di hîzaya min de ye. Ronahiya heyvê dide Behra Marmarayê û derdorê piçekî be jî ronî dike. Ez li ser kursîyê xwe yê kampê runiştime û motor û vapor,...

#501. Misirî, Michiganî, Misliman: Abdul El-Sayed 05.11.2026

Amerîka 3yê Qasima 2026an bo hilbijartinên nîvdemî, bo midterm elections, çû ser sindoqan. Di hilbijartinan da li hember Komarîyan, li hember Cumhurîyetçîyan yanî, kêf bû kêfa Demokratan ku wan li çend eyaletan navên xwe li tarîxê nivîsîn.  Ji vê tarîxê navek jî Abdul El-Sayed bû, bi vî navî li Amerîka cara pêşî ye Mislimanek dibe senator. Abdul El-Sayedê bi eslê xwe ji Misirê ye ji eyaleta Michig...

#500. Bi Dengên Guhdarên Delal Perxudres Podcast 04.11.2026

🎉♥️🎧Di vê xelekê da guhdarên me yên delal xeleka 500î ya Perxudres Podcastê pîroz dikin. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗 ⁠ ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ www.patreon.com/perxudrespodcast ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin des...

#499. Ji Efrînê Heta Diyarbekir Mecîdê Hemgulî 03.11.2026

Nivîskar Sevîm Hatun bi dengê Mecîdê Hemgulî di kitabekê da destanên hêla Efrînê kom kirine. Kitaba destanên nola Dewrêşê Evdî, Edla Emer Begê, Eyşa Îbê, Tahîr Begê Lawîn û Lewend Paşayê Narîn têda, Eylûla 2026an bi etîket û kalîteya Wardozê derketiye ku ew weşanxane pirtir bi karên xwe yên ser folklorê tê naskirin. Di pêşgotina kitabê da Sevîm Hatun dibêje fikra vê kitaba destanên ser hêla Efrînê...

#498. Meha Dehan 2016: 73 Destekçî - 643 Dolar 02.11.2026

Guhdarên delal, Meha 10an a sala 2026an bi destekên 73 guhdaran 643 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê. Vê mehê CS. RÖ. YK. û HB. û NT. bûn destekçîyên nû. Bo wan û bo destekçîyên berê pir û pir spas. Me bi van destekan ser rewş û rojeva dinê, ser kultûr, sanat û edebîyatê xelekên nû hazir kirin, me mektûbên we guhdaran xwendin. Em dibêjin Perxudres Podcast mal e, mekteb e, memleket e ya, bi dest...

#497. Jinên Kurd û Tirk li Enqerê Bo Aştî û Azadîyê Kom Bûn | Amadekar: Hêvîgeş Bêrtî 01.11.2026

Jinên Kurd û Tirk li Enqere ya paytexta Tirkîyê bo danûstandinên ser siberojê li hev kom bûn. Di programa konferans û forumê da hema bêje ji her alîyê sîyasetê û ji her fikrê jin hebûn. Jinan ser, aştî, azadî û çareserîya demokratîk xeber dan, danûstandin kirin. Ez Hêvîgeş Bêrtî, bo guhdarên Perxudres Podcastê li programê hazir bûm û min ji sîyasetvan, aktîvîst û akademîsyanan fikrên wan ên ser vê...

#496. Serokomarîya Tirkîyê Wefaya Ehmedê Xanî Dide Abdullah Keskin 01.11.2026

Serokomarîya Tirkîyê ragihand ku di Xelatên Mezin yên Kultûr û Sanatê yên 2026an da Xelata Wefayê dide Ehmedê Xanî. Vê xelata wefayê, li ser xatiraya Ehmedê Xanî dikê xwedîyê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin bistîne. Şair û mitesewifê mezin Ehmedê Xanî ji eserên xwe ya pir bi Mem û Zînê tê naskirin. Ehmedê Xanê ew eser talîya sedsala 17an ra nivîsîye. Derdorên entelektuel, Ehmedê Xanî bi gotinên...

#495. Hinekî ADHD | Amadekar: Îrem Zinar 31.10.2026

Berîya ku tu fikirekê xilas bikî fikirekê din destpê dike... Gava tu tiştekî difikirî tiştekî din tê bîra te, paşê ew tiştê ku hat bîra te tiştekî din jî bi xwe ra tîne. Û di cîhekî da tu ferq dikî tiştê ku tu di serî da difikirî êdî nayê bîra te... Yek ji tesîrên ADHDê yên mirov zû ferq dike jî ev e. ADHD yanê kêmasîya dîqetê û hîperaktîvîte, norolojîk e. Her kes wê mîna nexweşî zane lê ev nexweş...

#494. Şeva Pîrebokan: Kurdish Halloween Night 2026 | Amadekar: Kevok Memedyan 29.10.2026

Chalak Events a li Stenbolê bi karên xwe yên enteresan deng daye, li ser stîla van karan şeveka pîrebokan organîze kir. Ew şeva li dinê wek Halloween tê zanîn her sal talîya meha 10an tê pîrozkirin û konsepta wê bo ken û kêfê kinc û kostumên bi tirs û xof in.  Kevok Memedyan bo guhdarên Perxudres Perxudrestê fîstaneka reş lê, li piştê kembera zêrîn û pelerîn, li serê wê kumê cazûyan li çalakîya Ch...

#493. Xweşî Kozmetîk | Amadekar: Mihemed Baqî 28.10.2026

Silav, dem baş. Ez Mihemed Baqî, 28 salî me, xelkê Wanê me. Ji 12 salîya xwe heya niha li xerîbî û xurbetîyê di înşaetan da dixebitîm. Çend salan li metropolên Tirkîyê mam, çend salan li Ewrupayê, lê min ew ti wextî ji xwe ra wek warek nedidît. Li wan bajarên xerîbî û xurbetîyê tim xeyala min bû, min digot ez ji xwe ra li Wanê dikanekê vekim û navê wê jî bikim navekî bi Kurdî. Piştî salên dirêj ez...

#492. Mektûba Guhdar Bî Rabbit: Payîza Pencereyekê 27.10.2026

Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra. Li ser dersê bûm, dixebitîm, min xweste bêhnekê bidim. Lê çi bêhn! Yek di behrekê da berî tam bixeniqe, belkî cara dawî serê xwe derbixe ser avê û bêhneka dawî bistîne; bêhneka dawî, di nav fikir û raman û qisawet û kesayeta xwe da, bêhneka dawî.. Hewa germ e angorê vê mehê, lê ez dîsa jî nexweş im. Bi gavên nexweş berve petro...

#491. Xwendekarên Sirbistanê:Mamosteyên Sîyasetê 26.10.2026

🎧📢Xwendekarên Sirbistanê bi serketineka sîyasî bala dinê alemê kişandin ser xwe. Serketina xwendekaran li vê demê, li payîza 2026an rast tê ku gêncên jenerasyona Zyê li seranserê Ewrupa rabûne, jiber sîstemên xirab protestoyan dikin. Li Sirbistanê jî hereketa xwendekaran ji 2024an vir va bi slogan û protestoyan li meydanan bû. Qasima 2024an li Novi Sada li bakurê Sirbistanê kanopîyeka îstasyonek...

#490. ''Hêrsa Me Ciwanan Sebebeka Wê Heye'' 25.10.2026

🎧📢I'm Arya, an undergraduate Pharmacology student going into my final year of university in the UK. I'm from Qamişlo and have spent a part of my childhood in Hewler and Slemani as well. I've been in the UK for around 8 years now. From high school to university, I've been through the education system in England. Lately, there are protests across Europe with countries including Fra...

#489. Barselona, Real Madrid û Amedspor 24.10.2026

Di futbolê da tarîxa reqabeta Barselona û Real Madridê li ser 100 salî xistiye. Belge raber dikin ku Barselona û Real Madrid cara pêşî sala 1902yan hatine hember hev û di vê maçê da Real Madridê 1, Barselonayê jî 3 gol avêtine. Her du taqim di La Liga ya Îspanya da cara pêşî 1929an li hember hev lîstine û vê carê jî skor 2-1, Real Madridê maç sitandiye. La Lîga wê sala 1929an destpê kiriye û reqab...

#488. Bismillah Her Der Tarî Ye 22.10.2026

Gêncên Fransayê, gêncên payîza 2026an jiber şertên xirab yên xwendinê û bihabûna heyatê rabûn, di protestoyan da li dora sloganeka enteresan kom bûn: "Bismillah, c’est les ténèbres” Tercûmeya vê gotinê ‘’Bismillah, tarî ye’’ yan ‘’Bismillah, tarî daket’’ e û dûz, dîrekt, rasterast mehneyekê nade, lê jibo gêncên Fransayê mehneya wê pir e û kûr e. Bismillah bi Erebî ‘’Bi navê Xwedê’’ ye, Misilman be...

#487. Hidûd: Enqere-Diyarbekir-Erîvan 21.10.2026

⛔️🎧Ermenistanê serxwebûna dewleta xwe sala 1991ê ragihand. Tirkîye ji wan dewletên pêşî bû ku serxwebûna Ermenistanê hema qebûl kir, nas kir. Sala 1993yan piştî Ermenistan ket Qarabaxê, Tirkîyê hidûdê xwe yê bi vê dewletê ra girt. Bi vê girtinê ra di mabêna Enqere û Yêrêvanê da danûstandinên dîplomatîk û ticareta rasterast sekinîn. Nîsana 2005an Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Seroko...

#486. Li Welatê Arnawidan Ar Dibare 20.10.2026

🎧Payîz 2026, Ewrupa bi pêla protestoyên gêncan dikele. Pêşengîya protestoyan gêncên jenerasyona Zyê dikin. Li Fransa, Belçîka, Îtalya, Portekîz, Îspanya, Yunanistan, Awistirya û li welatê Arnawidan, li Albanya milet tevî van gêncan dadikeve meydanan. Protester û polîs, li Tîrana paytexta Arnewidan ew demek e her ro du ro diajon ser hev. Di destê protesteran da kevir û molotof kokteyl hene, di des...

#485. Parîsa Rewşen û Ronahîyê Ketiye Teng û Tarîyê | Kurdish Podcast 19.10.2026

🎧Dinê alem careka din ser protestoyên li Fransayê xeber dide. Ji Parîsê heta Marsîlyayê li gelek bajarên Fransayê, bi sed hezaran kes bo protestoyan dadikevin meydanan. Li meydanan, protester û polîs car caran tên hember hev û meseleyên şidetê çêdibin. Hinek protesterên maske li ser rûyên wan, li Parîsê dikan talan kirin, li Lyonê daîreyeka turîzmê, li Limojê bînayeka beledîyê hat şewitandin. Baş...

#484. Mektûba Guhdar Birûskovîç: Paradoksa Darê 19.10.2026

✉️🎧Di van demên dawîn da ez li darên tik û tenê rast têm; darên li orta erdan tik û tenê. Ew darên tik û tenê hem xeman diavêjin dilê min, hem jî carinan hizûrê didin min. A rast jiber ku ez însanekî depresîf-realîst im, bi wan daran zêdetir xem li dilê min dikeve. ''Darên tik û tenê'' dibêjim, ''mîna me, mîna me bi hezaran kesan.'' Carinan jî dibêjim ‘’Çi manzareyeka xweş bi dareka tik û tenê..’...

#483. Serhildan Z. 17.10.2026

Di vê xelekê da ew gêncên hanê hene ku li Fransayê serî hildane. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗 ⁠ ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ www.patreon.com/perxudrespodcast ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağ...

#482. Kürtçe Ezan 15.10.2026

Di vê xelekê da bi minaqeşeyên ser azana bi Kurdî azana bi Tirkî heye. Fotografa li qapaxê: Sadettin Kaynak. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗 ⁠ ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ www.patreon.com/perxudrespodcast ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin...

#481. 25 Sal AK Parti û Recep Tayyip Erdoğan | Kurdish Podcast 11.10.2026

Di vê xelekê da çîroka avabûna AK Partiyê û rêberîya Recep Tayyip Erdogan heye. Fotografa li qapaxê: Recep Tayyip Erdogan avabûna AK Partiyê radigihîne, 2001.

#480. Mektûba Guhdar Birûskovîç: Ji Bîra Min Naçe 10.10.2026

✉️ Di vê xelekê da Guhdar Birûskovîç bi mektûbekê dide dû wê topa ji bîra wî naçe. 👉TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗 ⁠ ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ www.patreon.com/perxudrespod...

#479. Mektûba Guhdar Penaber: Mirineka Berî Mirinê 09.10.2026

✉️ Di vê xelekê da Guhdar Penaber bi mektûbekê li heyata xwe nû dinêre, li 6 salîya xwe. Fotografa li qapaxê: Guhdar Penaber 👉TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗 ⁠ ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠...

#478. Obsesyon, Depresyon, Koleksîyon | Amadekar: Kevok Memedyan 08.10.2026

Kevok Memedyan di vê xelekê da spasîya Hîpokrat dike û li pey nexweşîyên rihî dikeve. Tu jî dikarî ser mijar û meseleyên tu jê hez dikî xelekên podcastê hazir bikî û ji me ra bişînî. - Berî tu dest bi hazirkirina xeleka xwe bikî bi me bişêwire, em ê destekê bidin te - Perxudres Podcast platforma guhdarên xwe ye. Kontakt: omerfarukbaran@hotmail.com

Luister naar de podcast Perxudres Podcast in Replaio

Radio en podcasts in één app - gratis en zonder account. Installeer vandaag nog en mis de lancering niet

Download het op Google Play

Replaio is geen uitgever van podcasts; namen van shows, covers en audio zijn eigendom van hun makers en worden verspreid via openbare RSS-feeds