Ömer Faruk Baran
Perxudres Podcast
Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com
Mindenképp látogasd meg a podcast oldalát, és támogasd a készítőjét: perxudres.com
Szerző
Ömer Faruk Baran
Kategória
A podcast weboldala
Legutóbbi epizód
2026. okt. 11.
Hol hallgathatod?
Podcastok az alkalmazásban Replaio Radio HamarosanA podcastok hamarosan megérkeznek az alkalmazásba. Telepítsd most, és láss elsőként egy teljesen új megközelítést a podcastokhoz
Epizódok
#185. Mektûba Guhdar Letîf û Dengê Fadilê Kufragî 16.01.2025 3:55
Havîna 2019an bû. Piştî nîvro saet 1 bû hema bêje. Ez bi west ji ber pez dihatim, ber bi mal ve dimeşîyam. Hîngî germ bû xwîdan wek dilopên baranê ji enîya min berjêr dibû. Li ber westa min, teselîya min, telefona min Samsung A10 bû; têde bi dengê Fadilê Kufragî, ‘’Bavê Fexrîya’’ lêdiket. Piçek nêzî mal bûm. Dayê şaneşîn şirt dikir, balkon dişûşt . Wekî ku tiştekî xerîb bihîstibe serê xwe rakir, l...
#184. Bûk û Berfeka Pûk | Meha Yekê 2025 09.01.2025 1:17
Di gêncîya min de ‘‘yara min’’ bi rîtm û retorîka xwe û bi dengê koroya NÇMê straneka şahîyê bû, ez pê şa dibûm, radibûm reqsê: çavê reş û belek tevde kil dane, bejna yarê zirav e wekî leylan e Stran dîsa eynî stran, rîtm û retorîk dîsa eynî rîtm û retorîk, koro dîsa eynî koro, lê qey wext derbaz bû, qey ez serwext bûm: yarê li me barî berfeka pûk e, yarê min bihistî tu bûyî bûk e Havîn be zivist...
#183. Mektûba Guhdar D. û Taktîk û Toksîk 🥼 02.01.2025 2:41
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcat e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Merheba! Ez Guhdar D., ew bû deh sal in doktorîyê dikim û nêzî du salan e hema bêje li onkolojîyê dixebitim. Jibo doktorîya min, salên min yên borî tiştekî din in û salên min yên li onkolojîyê tiştekî din. Ser salên li onk...
#182. Deh Muzîkên Min - 2024 🎶 30.12.2024 6:42
Spotifyê, ew platforma populer ya muzîk û podcastan, lîstên 2024an eşkere kirin. Her çiqas min sala 2024an gorey 2023yan a pir ji YouTube Musicê li stran û kilaman guhdarî kiribe jî seba tarîxa xwe ya şexsî ezê behsa lîsta xwe ya Spotifyê bikim ku her ro du ro çav û guhên min li ser wê platformê ne. Qeydên Spotifyê raber dikin ku min sala 2024an tewr zêde li Meçhul ya Sercan Öztürk guhdarî kiriye...
#181. Îskender | Meha Donzdehan 2024 28.12.2024 2:49
Îskender , navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min. Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên pêxember û keç û kurên wan bûn û ne li mektebê ne jî li camîyê, min ser Îskender tiştek nebihîstibû. Kesî nedigot ...
#180. Mektûba Guhdar YZ. û Beytarê Mirîşkan 🐓 19.12.2024 4:07
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar YZ. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me. Merheba! Eger ez karibim îja mektûbê bibim serî dê bibe mektûba min a ewil. Çinku heta vê lehzê qet fikra min çênebû ez mektûbekê binivîsim, bişînim. Qaşo min çend caran xwe ceriband lê ti tişt jê derneket. Qe hevalên min...
#179. Stêrkên Beyraqên Sûrîyê û Straneka Eyşe Şanê 🎶 13.12.2024 3:01
Dinê di talîya 2024an re ji Sûrîyê dît ku beyraqek çito bi bayê bezê dikeve xwarê û li şûna wê çito yek radibe, li ba dikeve. Hema bêje temamê mîr, wezîr û kizîrên dewletên dinê bi pêşveçûn û serketina muxalîfên bi salan di Îdlibê de asê mabûn şok bûn. Dema muxalîfan beyraqa xwe li Şama paytext bilind kir dewletên giregir dest bi danûstandinan kirin ku wê beyraqê bi rêkên resmî nas bikin. Muxalî...
#178. Roya Rûtîn, Mirin û Nesimi 🎶 12.12.2024 1:49
Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse û hewadîs çi ne, ne çi ne li dinê. Dibînim, dixwînim ku Makbule Çimen, xanima Nesimi Çimen rehmetî bûye. Nesimi Çimen, sala 1993yan li Sêwasê dema dîndarên radîkal ar berdane Otela Madımakê, tevî 34 hevalên xwe canê xwe ji dest daye. Wê çaxê, Makbule Çimen jî li wê otelê bûye; ji şewata mezin, bi birînan sax filitiye. Li fotografeka...
#177. Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor ✉️ 28.11.2024 2:24
Dembaş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me. Wê şevê nîvê şevê ji dûr ve, dengek, mîna vedana birûskekê dengek hat min û bi wî dengî şîyar bûm. Gava şîyar bûm, ji xew rabûm, nizanim ji çi bû, min hema hîs kir ku wê tiştekî xerab biqewime. Hîs bi min re, tirsek ket o...
#176. Ellahê Mala Meta Min 🎶 21.11.2024 1:37
Li hewşa mala meta min a Emîne, berî ro ji nîvro here esir sîya dareka hêjirê ye dinya salên 1990î. Hizûr û dinya, gulên rengrengî ne dîsa bînên wer xweş wer xweş bi xwe re anîne. Bînên wer xweş wer xweş di şûşeyan de şerbet in, wext hatiye wextan, çi wext in. Hema dema êvar dadikeve erdê, bi çizeçiz radyoyeka Eyntab e ber bi Sirûcê ve dadixîne perdê. adın senin gaffar iken ayb örtücü settar ik...
#175. Felek Çi Feleka Abdullah Balak 🎶 14.11.2024 1:50
felek sen ne feleksen bağrım ettin elek sen aldın gülyüzlü yarim daha neme gereksen elbet yüzüm gülecek bülbül güle erecek bu karanlık günlerin bir gün sonu gelecek ağla gözlerim sızla gözlerim beni felek vurmuştur yanar gezerim ben felek vurgunuyam ağlar gezerim Abullah Balak (1938 - 2017) felek tu çi felek î çiqas xerab î te singê min qulqulî kir, kir seradî ew yara min a şêrîn û şe...
#174. Mektûba Guhdar M. û Dîwarên Bilind û Qalind ✉️ 07.11.2024 2:56
Dostum ê min î delal, Cara dawî min çi wext mektûbek nivîsî, nayê bîra min. Feqet ez nola navê xwe zanim ku tu bi salan e li heps û zindanên her bajarekî dûr li benda mektûba min î. Zanim, ez zanim ku dilê te ji min maye, û ez zanim ku ji te wetrê min tu bîr kiriyî, lê na, tu her di her bîra min de bûyî, tu her di bîra min de yî. Bi salan e bi xwe de ketime, qebûl nakim, nikarim halê te yî hepsî q...
#173. Fotografeka 50 Sal Şiîr 📷 03.11.2024 1:35
Di vê xelekê de bi deklanşora Murat Bayram fotografeka Berken Bereh heye. Medyakar Murat Bayram sala 2023yan di 50 salîya şairîya Berken Bereh de fotografeka wî kişandiye. Şair Berken Bereh di fotografê de bi huzneka wer bi henûnîyê dagirtî derketiye ku sankî fotograf ji heyata Berken Bereh derketiye. Sankî salan di salîseyekê de dax û derdên dinê tevde danîne ser mil û polên Berken Bereh, bes ew...
#172. Parçek Şiîra Aşık Sümmani 🎶 02.11.2024 0:27
dünyayı sevenler veli değildir canı terkedenler deli değildir insanoğlu gamdan hâli değildir her birini bir efkara yazdılar Aşık Sümmani (1861 - 1915) ewên ji dinê hez dikin ne welî ne terka canan dikin ne dîn û delî ne însanên însan ji xeman ne xalî ne ew her yek li efkarekê nivîsîne bi tercûmeya Omer Faruk Baran Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/parcek-siira-ask-summani?...
#171. Çanakkale û Çeneqqele 🎶 | Meha Dehan 2024 31.10.2024 4:36
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗 www.patreon.com/perxudrespodcast TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek v...
#170. Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo ⚠️ 29.10.2024 3:13
Di vê xelekê de ser sînorê di şiîrên Arjen Arî de çend gotin hene. Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî. Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne. Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem...
#169. Aştî, Barış û Sulha Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan 27.10.2024 0:30
Di vê xelekê de bi sê zimanan lihevhatina du malên xwînî heye. Jibo temamê nivîsê tu dikarî vê lînkê bitikînî. Foto: Ji çepê ber bi rastê ve İbrahim Halil Yıldız, Cevdet Yılmaz û Ferit Şenyaşar li Quranê guhdarî dikin. Riha - 2024. Eger tu dixwazî bultena Perxudres Podcastê were ser e-maila te ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî bibî abone. Bulten belaş e. Hemî xelekên vê podcastê l...
#168. İsmail Safa Çi Kes Bû, Bû Çi Kes? 24.10.2024 1:37
Di vê xelekê de ser wî İsmail Safayê çend gotin hene ku tê gotin bi sermaya Sêwasê miriye. Şair İsmail Safa, ku di edebiyata Tirkî de bi hez û hewesa xwe ya li ser qafîyeyan tê naskirin, di şiîreka xwe de bi gotinên mehnedar behsa Ereb, Laz û Kurdan dike. Di şiîrê de, ji Tirkî ber bi Kurdî ve, bi tercûmeyeka me ya hema çitolêhato wanî dibêje İsmail Safa: Ereb û Kurd ne Laz bûn mirîşk ciliq ne qaz...
#167. Ahmet Kaya - Nabim Yara Te 19.10.2024 0:59
Tercûmeya bi Kurdî li dera hanê dara zeytûnê rûne li bin vexwe qehwê bikişîn titûnê min bîr bike, bavêj ji hişên xwe nabim yara te, biterikîn vê hatinûçûnê de yela canê min, de haydê canimê min şêrê min, şînanay lo şînanay şêrê min Orîjînala bi Tirkî zeytin yaprağı yeşil dibinde otur kahve pişir benden sana yar olmaz aklın başına devşir haydi balım, haydi canım şinanay aslan yarim Strana A...
#166. Destpêka Deftera Zazakî û Zazano 17.10.2024 3:50
Di vê xelekê de Kurmancekî Zazakînezan dest bi deftereka Zazakî dike. Muzîka vê xelekê ya Rençber Ezîz e. Fotografeka vê xelekê ji Riverside hatiye girtin. Zazakî, ew zimanê ku gorey gelek kesan li ber sikratê ye bi salan e meraqeka min ya mezin e, lê wer nebû qismet, fersend bi dest min neket ku ez xwe bidim ber û wê rind bielimim. Çend caran min nîyet kir jî, min xwe li xwendin û nivîsîna bi Zaz...
#165. Mektûba Guhdar Î. Berî Ew Bigirî 10.10.2024 4:38
Di vê xelekê da ji bajarokekî biçûk mektûbeka Guhdar Î. heye. Eger tu ji weşana Perxudres Podcastê hez dikî jibo domdarîya vê podcastê tu dikarî ji Patreonê destekê bidî. Perxudres Podcast bi destekên guhdarên mîna te hêja weşanê dike. https://www.patreon.com/c/PerxudresPodcast Nivîsên vê podcastê li ser adresa wê ya blog ne, tu dikarî ji wir hemî nivîsan bixwînî. https://perxudres.blogs...
#164. Kî Ye Cegerxwîn, Kî Ye Şivan Perwer û Kineem 03.10.2024 4:17
Di vê xelekê de li dora şiîrekê, stranekê û navekî çend gotin hene. Salên lîseyê li odeya min ya ku havînekê êdî tam ketibû bin kontrola min, li ser dîwarê ku min maseya xwe ya bi kitabên testan û bi formulên fîzîk û matematîkê dagirtî dabû ber, bo moral û motîvasyonê min şiîrek li dar xistibû. Her ku xulqê min teng dibû, ez ditengijîm, seba sebr û sebat û taqetê bide, min çavek li wê şiîrê dixist...
#163. Bi Dengê Nazan Öncelê Mektûban Bişewitîn 01.10.2024 1:02
mektûban bişewitîn ji stranan biqeher bigirî bi hesretan dest ji ber xwe bikişîn tenêbûna xwe bibîn û bitirse bi kîn bira hûr bibe qelbê te tew li şûna xwe bimir naletan bibarîn gava ez ketim bîra te li her telefonê tu binêr here her carê tu derî veke bira ez werim bîra te nizam tu li ku yî ku çûme bajarekî dûr gava tarîya êvarê daket ez werim bîra te Nazan Öncel, 2003 Omer Faruk Baran, 2024 ...
#162. Sermaye 26.09.2024 1:52
ne mal û milkên mezin, ne gerdena stûr û ne jî te dabin ser hev bi zîv û zêran kember, xelas nakin te, qebra reş û tarî wê rokê îlem bêje hele tu jî bi virda wer, law Imero ketime bextê te naxwazim rext û textê te, hem madem tu dixwînî gelek şiîr û hikaye, bibîn û bîr meke, ne pir pere ye bi tenê rindî ye ji te re dimîne sermaye. Omer Faruk Baran bi dengê Dede Osman û bi muzîka Sinem Kasetçilik
#161. Li Ber Besrawî û Berazîyên Din 19.09.2024 3:25
Di vê xelekê de li ser Reîsê Kêtikîyan Besrawî û Berazîyên din çend gotin hene. Fotografa li qapaxê di ebata tam de Besrawî li ortê û du kesên din in û ew bi destê dîplomatî Îngiliz T. E. Lawrance hatiye kişandin. Tê texmînkirin ku sala fotografê 1913 e. Fotograf ji kitaba Anthony Sattin ya ser Lawrance hatiye girtin. Sosyolog Ziya Gökalp di kitaba xwe ya ser eşîretên Kurdan de bi tarz û telefuza...
Hasonló podcastok
A Replaio nem podcastkiadó; a műsorok nevei, borítóképei és hanganyagai a szerzőiket illetik, és nyilvános RSS-csatornákon keresztül terjednek.