Ömer Faruk Baran

Perxudres Podcast

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

Mindenképp látogasd meg a podcast oldalát, és támogasd a készítőjét: perxudres.com

Szerző

Ömer Faruk Baran

Kategória

Society

A podcast weboldala

perxudres.com

Legutóbbi epizód

2026. okt. 11.

Hol hallgathatod?

Podcastok az alkalmazásban Replaio Radio Hamarosan

A podcastok hamarosan megérkeznek az alkalmazásba. Telepítsd most, és láss elsőként egy teljesen új megközelítést a podcastokhoz

Letöltés a Google Play-ről Telepítsd ingyen Android közel 10 M letöltés · 4,8-as értékelés iOS hamarosan

Epizódok

#210. Mektûb û Fotografa Guhdar C. û Xerîbistan | Adar 2025 06.03.2025

Di vê xelekê de mektûba Guhdar C. heye. Fotografa li qapaxê Guhdar C. kişandiye. ⁠⁠ ⁠Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. ⁠ ⁠⁠ ⁠⁠ ⁠Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ⁠⁠

#209. Çîrokên Digerim Nagerim Çîrok | Adar 2025 04.03.2025

03.​03.2025, Duşem Min îro Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê xwend,  kitaba çîrokên Îmad Bernas. Hez dikim kitabên tenik yên bi hikmê xwendineka xweş di royekê diqedin. Eger tenikîya Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê deynim hêlekê û berê xwe dîsa bidim çîrokên wê ezê bêjim Îmad Bernas xusûsî bi sê m’yan nivîsîye; meş, muzîk, mekan.  Di çîrokan de, ku ge-ge realîst in ge-ge surrealîst, karakter...

#208. Cewabek bo Mektûba Guhdar Ş. 01.03.2025

1ê Adarê 2025 Guhdar Ş., Mektûba te ez pir kêfxweş kirim, min çend caran xwend, lê jiber karûbarên dinê û debarê ez ancax niha li te vedigerim, qûsirê menêre heyran. Ez berê ji Ulyssesa James Joyce ya Kawa Nemir û begefîlma Aylin Kuryel û Fırat Yücel destpê bikim. Min ew belgefîlm berê ji MUBIyê sêr kiribû, seba te min vekir carekê jî ji Zagros Film Festivalê sêr kir. Tê bîra min, sala 2014an min...

#207. Sibat 2025: Banga Ocalan li Meydana Daxqapîyê Çawa Deng Veda? 27.02.2025

Va xeleka Sibata 2025an, Sibata 2026an hatiye restorekirin. ⁠

#206. Mektûba Guhdar Ş. û Ulyssesa Kawa Nemir | Sibat 2025 27.02.2025

Hatim ber van şêmûgên deriyên te bê silav û kilav. Qey tu dibêjî zîyaret e, ocaxa kesera ye bimbarek. Em tên êgir didin ser êgir. Derdê te ji serê te zêdetir e, bi vêya zanim, kesên peyaman dişînin ji te re derdê te zêde dikin bi wê jî zanim. Lê ya nizanim heyat e. Carinan dibêjim, law xwezî dugmeyek vê mîratê heba me pêlê bikira û bisekiniya ji bo bîstekê, ji bo famkirinekê ji bo hîskirinekê. Hel...

#205. Belgefîlmeka Veysi Altay: Bîra Bîrnekirinê 26.02.2025

26.02.2025, Çarşem, Piştî Nîvro Min vekir Bîr ya Veysi Altay ser kêr ji Zagros Film Festivalê. Vê belgefîlmê bala xwe daye ser 7 kesên sala 1995an li Kerboranê hatine wendakirin. Belgefîlmê bi deng û dîmen û fotografên gazete û televîzyonên salên 1990î bi sebir û semax bîr pir rind kolaye. Jixwe ji bîrên salên 1990î ji êş û elemê pê ve tiştek dernakeve, lê tevî vê trajedîya mezin jî heta niha ji w...

#204. Bîrayên Bilal Korkut û Şiîrên Arjen Arî 26.02.2025

26.02.2025, Çarşem, Berî Nîvro  Serê sibê zû berî ez rûnim taştekê bixwim çayekê vexwim min vekir ji Zagros Film Festivalê, Bîraxane ya Bilal Korkut sêr kir. Piştî min fîlm vekir bi min wer hat ku ez di danekî şaş de fîlmê sêr dikim, lê min got de tiştek nabe, hele ka çi ji vê meselê derdikeve.  Bîraxane bi şiîrên şairê şêrgele Arjen Arî hal û hikayetên karakterên welêt û yekî ji derveyî welêt rab...

#203. Spasîyeka Zagros Zagros | Sibat 2025 24.02.2025

24.02.2025, Duşem Îro jî biqede çar royên Zagros Film Festivalê dimînin. Gava min fîlmên festîvala îsal dîtibûn min qirar dabû ku ez heta roya talî ya festîvalê temamê wan fîlman sêr kim û wan bipodcastînim. Di vê festîvala onlayn de 20 fîlm hene bo mehekê û min di 15 royan de hema bêje nîvê fîlman, 11 fîlm sêr kirin û podcastandin. Herhal jiber ku min berê ti carî di demeka ewqas kin de ewqas fîl...

#202. Xwînxwînî 23.02.2025

23.02.2025, Bazar, Piştî Nîvro Fîlmeka din li îro, ji Zagros Film Festivalê dîsa, Pele ya Shorish Vakili. Min va fîlma nola çîrokên Gabriel Garcia Marquez û Jorge Louis Borges pir eciband. Di fîlmê de kalemêrekî ku berê esker bûye, li saloneka sînemayê dişixule û ew her cara ku salonê pak dike li ser perdeyê lekeyên xwînê dibîne. Bi fîlmê, bi lekeyên xwînê du gotinên hêla me hatin bîra min. Yek, ‘...

#201. Bêjin Nebêjin Gotûbêjin | Sibat 2025 23.02.2025

23.02.2025, Bazar, Berî Nîvro Min vekir Gotûbêjin ya Nimet Gatar sêr kir ji Zagros Film Festivalê. Vê belgefîlmê navê xwe ji projeya xwe ya şêrîn-şebab sitandiye. Bi projeyê fîlmên sînemaya Kurdan, ewên ku sînefîl jî pir caran nikanin zûbizû bibînin û temaşe bikin, bi teknîk û îmkanên mobîl çûne Dêrsim, Diyarbekir û Wanê û geh li malan û geh li salonan hatine ser perdeyê. Fîlm çûne, fîlm çûne wan...

#200. Li Hezkirina Meryem Semedi 22.02.2025

22.02.2025, Paşîn Serê sibê rabûm min ji Zagros Film Festivalê, Karnica ya Meryem Semedi vekir, sêr kir.  Fîlm ser kalemêrekî û pîrejîna wî ya bi Alzheimer çerx bûye.  Zarokên wan dixwazin dîya xwe bişînin mala hemşîreyan ku ew di bin kontrolê de li wir bimîne, lê kalemêr bi cefa û wefa li ber xwe dide, pîrejina xwe bernade. Bi vê fîlmê dîn û dîwaneyên zarokîya min hatin bîra min. Wan çaxan pir me...

#199. Bi Dev û Dest Fîlmeka #metoo 21.02.2025

21.02.2025, În Dewam dikim li Zagros Film Festivalê, îro min Triangle ya Zhino Hadi sêr kir. Zhino Hadi di vê fîlmê de di ser du peya û du jinan re behsa meseleya tacîzê, meseleya destdirêjîyê dike. A rast, kes rasterast qala tacîzê nake di fîlmê de, tenê ji awiran herkes fehm dike ku kê çi kiriye çi nekiriye. Di heyatê de jî ne wisa ye ma? Tacîz pir caran eşkere nabin, mexdûr jibo xwe mexdûrtir h...

#198. Mahsum Taşkın Bixwîne Nexwîne Sînema | Sibat 2025 20.02.2025

20.02.2025, Pêncşem Îro jî min Alf Leila Wa Leila ya Mahsum Taşkın sêr kir ji Zagros Fîlm Festîvalê. Fîlma sala 2020an min berê bihîstibû ji hevalên ji hêla Botanê, lê fersend çênebûbû ku ez rûnim sêr kim. Deng û dîmen, senaryo li hêlekê min zimanê Alf Leila Wa Leila ne îşê îşan pir hez kir. Ji fîlmê wer tê xanê ku Mahsum Taşkın seba karakterên fîlmê nekevin tirs û tatêlê ji wan xwestiye ku bi şîw...

#197. Dîrektorê Erd û Ezmanan 17.02.2025

17.02.2025, Duşem Şev şikestibû, berbang bû hema bêje, min ji Zagros Film Festivalê vekir Director ya Azad Jafarpour û Morad Haghparast sêr kir. Di vê fîlma anîmasyon de Azad Jafarpour û Morad Haghparast bi senaryoyeka mehnedar mealen dibêjin gava dîrektor dest bi çêkirina fîlma xwe dikin, dibin karakterên fîlmê û dibin fîlma xwe bi xwe talîya talî. Muzîkê pir nizanim, lê di edebîyatê de jî wisa y...

#196. Mezinên Morî Morî û Hepsa Derya Uygurlar 16.02.2025

16.02.2025, Bazar Îro min ji Zagros Film Festivalê, Yavru Karınca sêr kir, Kurmorî yanî, yanî Baby Ant. Fîlma bi dîrektorîya Derya Uygurlar behsa dê û keçekê dike, bavkê malê di hepsê de. Di fîlmê de performansa keçka biçûk ya nav Deniz bala min kişand; ew keçka nav Almina Kahraman ku di çend fîlmên din de jî lîstiye. Derya Uygurlar bi fîlma sahne û sekansên wê ji hindur malê dernakevin kiriye ku...

#195. Bi Nêrîna Evîn Berazî û Jawad Mourad Generalê Portrexwar 13.02.2025

13.02.2025, Pêncşem Îro anîmasyon: Min ji Zagros Film Festivalê Starting Over sêr kir. Starting Over senaryo û anîmasyona Jawad Mourad e û Evin Berazî dîrektorîya wê kiriye. Fîlm di 4 deqîqeyan de sîstema sedrên ji rastî û rasyonalîteyê dûr raber dike. Sedr, hikûmdarî yanî, her ku sert dibe ji aqil û mantiqê dûr dikeve, her ku ji aqil û mantiqê dûr dikeve hîn sert dibe.  Gotinek heye, dibêjin kes...

#194. Ji Özgür Ülke Heta Azadiya Welat Çerx | Sibat 2025 11.02.2025

11.02.2025, Sêşem Îro jî min Çerx ya Metin Ewr sêr kir ji Zagros Film Festivalê. Metin Ewr, Çerx sala 2021an çêkiriye û fîlma xwe îthafî ‘’generalên biçûk yên Apê Mûsa’’ kiriye. ‘’Generalên Biçûk’’ ji zar û zimanê Musa Anter ji salên 1990î vir ve ser tarîfkirina wan belavkarên Özgür Ülke û gazeteyên din yên li ser wê xetê tê gotin. Di zarokîya xwe de min ji wê xetê Özgür Gündem dixwend û dîsa ji w...

#193. Bi Dengê Şimşalê Meraq û Meqamên Zagrosî | Sibat 2025 09.02.2025

09.02.2025, Bazar Min îro ji Zagros Film Festivalê, 7 Symphonies of the Zagrosê sêr kir. Belgefîlm bi dîrektorîya Parviz Rostami ser heyata Nazif Moradweysi ye ku wî li Zagrosan 65 salan pife şimşalê kiriye. Fîq, ney, şimşal, bilûr, zirne enstrumanên pifkirinê ne.  Di zarokîya min ya ne çiyayî lê deyştî de dengên bilûr û zirneyan hebûn. Zirne li ber devê gewendeyan bû, li def û dawetan dihat bihîs...

#192. Destpêka Zagros Film Festivalê: The Mountains 08.02.2025

08.02.2025, Paşîn  Min bi The Mountains ya Rebwar Mahmoudpour dest bi sêrkirina fîlmên Zagros Film Festivalê kir. Va festîvala onlayn îsal di sala xwe ya duduyan de ye. Fokûsa festîvalê par ser Kurdên Sûrîyê bû, îsal jî li dora Kurdên Îranê çerx dibe. Bi gotina kordînatorê festîvalê Simon Suleymani, par Rojava, îsal Rojhilat. Vegerim fîlmê: The Mountains ya ku ez bi xêra vê festîvalê pê hisiyam, b...

#191. Mektûba Guhdar D.: Min Bibe Xarpêt 06.02.2025

Qedehek şeraba din vedixwe dîya min, dest bi girîyê dike, digirî û di ber hêsirên xwe re dewam dike hêdî hêdî: ''Bavê min ji camîyê dernediket meha Remezanê. Ez biçûka malê kûçika malê bûm, sahûr û fitarên ku xwişkên min hazir dikirin, min dibirin, min dibirin di paceyên camîyê re didan bavê xwe. Min tenê destên wî didîtin, destên sipî bûn, destên narîn bûn. Xwarin ji destên min digirt, digot ‘’Ef...

#190. Azadîya Koma Dengê Azadî 30.01.2025

30.01.2025, Pêncşem Kovara Deng, Adara 1992yan bi Koma Dengê Azadî re roportajek kiriye. Jiber ku wextekê min li Fedî, li wê albuma Koma Dengê Azadî pir û pir guhdarî kiribû, min roportaj bi meraqeka ‘’ka çi gotine û çi negotine wê çaxê’’ xwend. Roportaj hîn pir berî ‘’Fedî’’yê, piştî ku Koma Dengê Azadî albuma xwe ya pêşî ‘’Hêvî’’ derxistiye, hatiye kirin. Di roportajê de tiştekî pir bala min kiş...

#189. Psikolojîya Abdullah Cevdet, Ruhîyata Ziya Gökalp 29.01.2025

29.01.2025, Çarşem Bi şev wer ji nişka ve hat bîra min, min vekir li Çankaya, li xatirayên Falih Rıfkı Atay nihêrî. Falih Rıfkı Atay, ku katibê Mustafa Kemal Atatürk bûye, di vê kitabê de ser salên pêşî yên dewleta Tirkîyê û meseleyên zimanê Tirkî malumatên êpêce enteresan dide. A kir ku ez vekim careka din li wê kitabê binêrim, meseleka Ziya Gökalp û Abdullah Cevdet bû. Gorey gotina Falih Rıfkı A...

#188. Marûf Xeznedar, Ema Sazbend û Blind Guardian 28.01.2025

28.01.2025, Sêşem Min îro pêşgotina Dîroka Edebîyata Kurdî ya Prof. Dr. Marûf Xeznedar xwend. Ez di kitabên tarîxê de, di ewên akademîk de gava pêşgotinê dibînim û serencama hazirkirina wan kitaban, spasîyan filan dixwînim, kêf li min ne îşê îşan xweş dibe. Xeznedar di destpêka gotina xwe ya pêşî de dibêje ‘’Şiîr li ba min ji asîman dihat xwarê, şair jî kesek wisa bû ku ji terefê Xwedê ve hatibû ş...

#187. Saet Sê Kêm Selîm Temo: Hilbe Kobanî | Çile 2025 26.01.2025

‘’Hilbe Kobanî’’ya Selîm Temo 26ê meha 1ê ya 2025an, di salvegera 10an ya rizgarîya Kobanîyê de derket.  Ez ku wê royê ji Sirûca li ber serê Kobanîyê diçûm Diyarbekir, min xebera ser derketina kitaba ji zû de li bendê bûm, li rê, di Instagramê de dît.  Çito ez gihîştim Diyarbekir, ez li derekê aware nebûm, dîrekt çûm, min kitab kirî û ez rûniştim, min kitab du caran xwend. Carê ji destpêkê heta da...

#186. Çep û Çeleng Eren Keskin | Meha Yekê 2025 25.01.2025

EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗 ⁠ ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ www.patreon.com/perxudrespodcast ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreo...

Hallgasd a(z) Perxudres Podcast podcastot a Replaióban

Rádió és podcastok egy alkalmazásban - ingyen és regisztráció nélkül. Telepítsd még ma, és ne maradj le a premierről

Letöltés a Google Play-ről

A Replaio nem podcastkiadó; a műsorok nevei, borítóképei és hanganyagai a szerzőiket illetik, és nyilvános RSS-csatornákon keresztül terjednek.