Podcast Kurdi

Podcast Kurdî

News TR ↓ Episoade: 499

"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"

Autor

Podcast Kurdi

Categorie

News

Site-ul podcastului

www.podcastkurdi.com

Cel mai nou episod

28 iul. 2024

Unde asculți?

Podcasturi în aplicație Replaio Radio În curând

Podcasturile ajung în curând în aplicație. Instaleaz-o acum și fii primul care descoperă o abordare complet nouă a podcasturilor

Descarcă din Google Play Instalează gratuit Android 5 mil.+ descărcări · nota 4,8 iOS în curând

Episoade

LI AMEDÊ EV 6 MEH IN XANÎ NAYÊN FIROTAN 28.07.2024

Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, êdî kes nikare ji xwe re xaniyek jî bikire. Xanîfroşên li Amedê, dibêjin ku ev 6 meh in xaniyek jî nefirotine. Li Êlihê jî rewş pir cuda nîne. Kirê jî pir zêde bûne, lewma xelk nizane êdî çi bike.

LI QILEBANÊ MUZEXANEYEK KU DÎROKA ÇANDA KURDAN VEDIBÊJE 25.07.2024

Li welatê me yekem car e muzexaneyek ku tenê ji amûr û cilûbergên kurdî pêk tê, hatiye vekirin. Seydayê Goyî ku di sala 2019’an de dest bi avakirina wê kir, heta niha ji hezarî zêdetir amûrên dîrokî kom kiriye. Seyda dibêje ku ev muzexane li Qilabanê ye, lewma hinekî dûr e û dixwaze ku dilxwazên çanda kurdî piştgiriyê bidin wî

Li Wanê bikaranîna madên hişber gihiştiye asteka metirsîdar 22.07.2024

Civaknas Osman Turgut: Divê wê tobloya tirsonek da malbat bi hişyarî tevbigerin û zarokên xwe biparêzin. Her çende sazî kar û xebatan bikin jî ev ji bo têkoşînê têr nake

Li Swisre Komela Kultûrê Kurdî li Cînêvê hat avakirin 15.07.2024

Li Swisre Komela Kultûrê kurdî li Cînêvê hatiye avakirin û her sal gellek xwendekarên kurd perwerde jê digrin. Eziz Kalo; Li Genêvrê devlet alîkariyê dide ku kurd bi zimane xwe perwerde bigrin. Lê malbat zarokên xwe dişînîn perwerdeya bi zimanê tirkî,erebî û farisî @AzizKalo

Zêdebûna xerca deriyên sînora, welatiyan xistine nav tengasiyê 11.07.2024

Welatiyên herêma Serhedê: Em debara jiyana xwe bi rêya deriyên sînoran bi rêvedibin. Di vê qeyrana aborî de, eger xerca deriyên sînoran were zêdekirin, em nikarin jiyana xwe rêvebibin û pariyek nan bibin mala xwe.

Mehmet Emîn Aktar: Em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye 17.06.2024

Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar dike ku serdozgeriyê ji destpêkê ve li ser mirina Tahîr Elçî derbarê ti kesî de lêpirsîn vene kir. Baroya Amedê li Londonê sînevîzyona bi deng û dîmen amade kir, piştî wê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Dibe ku kes nehate ceza kirin lê em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye.

Xelkê Amedê: Heta hikûmet neyê guhertin aborî baş nabe 17.06.2024

Qeyrana aboriyê kêr gihandiye hestî. Xelk dibêje ne dikarin parîk nan bistînîm û ne jî dikarin ji malên xwe derkevin herin cihekî. Li gorî gotina xelkê, heta hikûmet neguhere aborî dê baş nebe.

5emîn Sempozyuma Navneteweyî ya Kurdiyat, Wanê hate li darxistin 02.06.2024

•⁠ 5emîn sempozyûma Navneteweyî ya Kurdiyatê Mela Mehmûdê Bazîdî & Alexsandre Auguste Jaba û Mîrasa wan  li Wanê hate li darxistin •⁠  ⁠Doç. Dr. Yakup Aykaç  qala gîrîngiya  naveroka sempozyûmê dike û dibe: Em dixwazin bi wan rêze sempozyûman, wan koleksiyon û xezîneyên Kurdan ên dev girtî yek bi yek derxin holê.

Rewşenbîr Ronî Aydin Derê qala penaberiya xwe dike 24.05.2024

•⁠  ⁠Nivîskar Ronî Aydin Derê ku di dema derbeya leşkerî ya sala 1980an de çû Ewropayê, pêvajoya penaberiyê û jiyana xwe ya li Swîsre ji me re vegot. •⁠  ⁠Divê em penaberiyê pir şîrîn nîşan nedin, ji ber ku penaberî cîhê helandinê ye. An mirov divê bi ser bikeve an jî dibe ku di nav de dihele. Û gelek kes jî di nav de heliya ne. •⁠  ⁠Li Ewropayê karmend, xwendekar, siyasetmedar divê xwe bi rêxisti...

Nivîskar Alî Fikrî Işik şampiyoniya Amedsporê şîrove dike 19.05.2024
Zana Farqînî: Dê û bav divê pêdiviyên zimane dayikê xwe bêpar bikin 19.05.2024

Û dîsa, divê berpirsîyar û peşengên siyaseta kurd jî peyvira xwe bibînin. Li Tirkiyê 20 hezar mamosteyên hatine tayînkirin, lê di nav de 10 mamosteyên kurd hene, ev yek nayên qebûl kirin. Tirkiye divê dev ji siyaseta asîmîlasyonê ber bide û li gorî rastiya civaka Tirkiyeyê tev bigere. Kurd niha du alfabeyan bi kar tînin, pêwîste kurd dev ji zimanê du alfabe berdin û derbasî alfabeya yekane bibin.

Cotkarî û Terşdarî 28.01.2024

Di vê xelekê de Yusuf Varlî behsa cotkarî, terşdarî û pêwendiya cotealî ya di navbera wan û keşûhewayê de kir.

Hilbijartina Herêmî - 6 31.12.2023

Guhdarên ezîz "Bernameya Hilbijartina Herêmî" di vê beşa xwe de li ser hilbijartinên herêmî yên Şirnexê disekine. Di salên 90î û heta niha bajar çawa hatiye guhertin? Rewşa hilbijartinên bajêr çine? hilbijartinên herêmî de çi qewimîn? Rojnameger Mehmet Yıldırım di vê beşê de li ser van pirsan disekine.

Hilbijartina Herêmî - 5 17.12.2023

Bernameya Hilbijartina Herêmî di vê beşa xwe de li ser hilbijartinên herêmî yên Colemêrgê disekine. "Ji sala 1994'an heya niha li Colemêrgê di hilbijartinên herêmî de çi qewimîn? Encamên çawa derketin holê?" Rojnameger Mehmet Yıldırım di vê beşê de li ser van pirsan disekine.

Îro Çi Bû? - Tirkiye karwanekî serbazî dişîne Girêspî (5.12.2023) 05.12.2023

📍Keçên êzidî dixwazin tawanên DAIŞê wekî jenosîd bên nasandin 📍Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hat kuştin 📍Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin 📍Tirkiye karwanekî serbazî dişîne Girêspî 📍CENTCOM: Ji Iraqê 15 mûşek avêtin baregeha me ya li Sûriyeyê Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.

Îro Çi Bû? - 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn (4.12.2023 04.12.2023

📍Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê yê rê li ber karkirina bijîşkên kurd digire 📍Rojhilat- 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn 📍Li Wanê bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin 📍Li Girêspiyê du grûpên çekdar bi hev ketin 📍Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 16 hezar kesan bûye Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.

Hilbijartinên Herêmî - 4 03.12.2023

Guhdarên hêja yên Podcastkurdiyê “Hilbijartinên Herêmî” Rojnameger Mehmet Yildirim di derbarê hilbijartinên 31ê Adara 2024an de rewşa herêmê ya navendên girîng ên Bakurê Kurdistanê bi we re parve bike. Vê heftê jî bernameya Yildirim derbarê bajarê Rihayê de ye. Di vê xelekê de rewşa dengên partiyan di hilbijartinên dawî û dengên nûnerên partiyên kurdan hatiye ravekirin.

Îro Çi Bû? - Agirbesta Xezzeyê bidawî hat û dîsa şerî dest pê kir (01.12.2023) 01.12.2023

📍Di heyama Mijdara 2023an de 118 kolber hatine kuştin û birîndarkirin 📍Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke serkirdeyên cîhanî li COP28ê dibîne 📍Hevserokê berê yê şaxa Nisêbînê ya HDPyê hat desteserkirin 📍Serê Kaniyê: Polîsên serbazî 14 kes desteser kirin 📍Agirbesta Xezzeyê bidawî hat û dîsa şerî dest pê kir

🎙️Îro Çi Bû? Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin 30.11.2023

🎙️Îro Çi Bû? 📌Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin 📌Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî ji koçberên Kerta Xezzeyê re amade dike 📌Karkerên Ozak Tekstîlê daxwaza piştgiriyê kirin 📌Rêveberiya Xweser: Taxên Kurdan li Helebê bi karesateke mirovî re rûbirû ne 📌Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger koça dawiyê kir

🎙️Îro Çi Bû? Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye 29.11.2023

🎙️Îro Çi Bû? 📌Balyozê Japonê li Îraqê: Danûstandinên me bi Mesrûr Barzanî re berhemdar bûn 📌Girtiyekî din ê kurd piştî 14 sal li girtîgehê ma îro hate darve kirin 📌Japonyayê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxist 📌Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye

Îro Çi Bû? - Tahîr Elçî 8 sal berê hat kuştin: Heta niha jî kujerên wî ne diyar in(28.11.2023) 28.11.2023

📍Tahîr Elçî 8 sal berê hat kuştin: Heta niha jî kujerên wî ne diyar in 📍Li Îranê 3 kurd hatin darve kirin 📍Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin 📍Dêrezor: Berpirsê cebilxaneya DAIŞê hat girtin 📍Hinek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Belarûsê asê mane Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin

Hilbijartinên Herêmî - 3 19.11.2023

Guhdarên hêja yên Podcastkurdî, Rojnameger Mehmet Yildirim di bernameya "Hilbijartinên Herêmî" de wê heftê rewşa Hilbijartinên bajarê Merdînê bi we re parve dike. Dîrok û taybetiya bajarê Merdîne ji bona hilbijartinên heremî çi ye? bi were par ve dike.

🎙️Îro Çi Bû? Mamosteya Kurdî ji ber navên bajaran bû hedef! (09.11.2023) 09.11.2023

📌Mamosteya Kurdî ji ber navên bajaran bû hedef! 📌Îraq ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê du kampan ava dike 📌Kolberek hat kuştin, 13 kolberên din jî birîndar bûn 📌Li Dêrazorê 9 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îran ve di êrîşên Amerîkayê de hatin kuştin 📌Hêro Mistefa wek balyoza nû ya Amerîkayê li Misrê dest bi kar dike

Îro Çi Bû? - Li Keleha Hewlêrê nivîsên bizmarî hatin dîtin (9.11.2023) 08.11.2023

📍Li Keleha Hewlêrê nivîsên bizmarî hatin dîtin 📍Girtiyekî xelkê Rewanserê di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de hate darvekirin 📍Li Erdexanê berf bariya 📍Jinekê ji ber tirsa çekdaran canê xwe ji dest da 📍Îsraîl: Pisporê sazkirina çekan yê Hamasê hat kuştin

Îro Çi Bû? - Artêşa Îsraîlê: Me bajarê Xezeyê bi temamî dorpêç kir(6.11.2023) 06.11.2023

📍116 malbatên din ên Kurdên Êzidî vegeriyan Şingalê 📍Girtiyekî kurd piştî 14 sal li girtîgehê hat darve kirin 📍Li Wanê 4 kes bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin 📍Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi çandiniyê kir 📍Artêşa Îsraîlê: Me bajarê Xezeyê bi temamî dorpêç kir Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin

Ascultă podcastul Podcast Kurdî în Replaio

Radio și podcasturi într-o singură aplicație - gratuit și fără înregistrare. Instaleaz-o azi și nu rata lansarea

Descarcă din Google Play

Replaio nu este editorul podcasturilor; numele emisiunilor, coperțile și materialul audio aparțin autorilor lor și sunt distribuite prin fluxuri RSS publice