Podcast Kurdi
Podcast Kurdî
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Where to listen?
Podcasts in the app Replaio Radio Coming soonPodcasts are coming to the app soon. Install now and be the first to see a whole new take on podcasts
Episodes
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîyê li Rojhilat 12.11.2020 11:02
Li rojhilat kîjan weşanxane û navendên rewşenbîrî hene? Taybetmendiyên sereke yên edebiyata rojhilat çi ne? Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîya kurdî li Rojhilat çawa ye? Bersivan van pirsan û agahiyên zêdetir di podcasta me de ne. Di beşa nû ya Derkenarê de Mevlüt Oğuz bi nivîskar, wergêr û mamosteya zimanê kurdî Sayîme Xakpûr re li ser edeb û nivîskarî û weşangeriya kurdî li rojhilat hevpeyvîn...
Atmosfera siyasî germ bûye 02.11.2020 23:02
Rêveberê Navenda Lêkolînên Rawest Research lêkolîner Roj Girasun û Bedirxan Salih behsa rûdanên siyasî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, amarên rapirsiyan ê li ser dengên hizban, rûdanên nava HDPê û peyamên Ayhan Bilgen podcastek amade kirine.
Çend kelam li ser futbolê 01.11.2020 11:55
Podcasterê kurd Birûsk Aryan berê xwe daye bengîtiya futbolê û ligel Ehmed Feratê bengiyê futbolê behsa heyranî, kelecan û layangiriya tîman, karîgeriya koronayê ya li ser futbolê û hin minaqeşeyên li ser hêla wê ya metayî/endustrîyel kiriye. Kerem bikin guhdar bikin.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ- Dengê veganên kurd 21.10.2020 10:28
Rojeva medya civakî ya kurdan @ VeganKurdistan ye. Ji koma egan û vejeteryenên kurd @ GernasNenas bû mêvanê xeleka Rabêjê û ligel @ BedirxanSalih behsa armanc û xebatên veganên û vejeteryenên kurd kir.
DENGÊ ROJNAMEGERAN- ŞENOL BALİ: Qirêjiya li Gola Wanê 15.10.2020 14:52
Gola Wanê rûberûyî qirêşiyê bûye. Ava şîn a golê ji qirêjiyê sor derdora wê jî bûye zibildank û kargehên qûmê. Rojnameger @ enolBali1 derbarê metirsiya li ser Gola Wanê bi nûnerên saziyên jîngehparêziyê re qise kiriye û podcastek li ser vê babetê amade kiriye.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ- Şerê Azerbaycan û Ermenistanê 09.10.2020 51:36
Şerê Ermenistan-Azerbaycanê bi giranî berdewam dike. Şerê herdu aliyan li herêmê belav dibe. @ Bedirxansalih û akademîsyen û pisporê Rûsyayê Dr. @ onenekrem behsa şerê herdu welatan rola kurdan û kurdên Qefqasyayê kirine.
DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Fêrkirina kurdî li torên medyaya civakî 17.09.2020 19:19
Mamoste Gulsuma Demîr li ser malpera xwe û hesabê xwe yê @ Kurdishlesson2 ê tora medyaya civakî dersên online yê kurdî ji biyaniyan re vedibêje. Mamoste Gulsuma Demîr bû mêvana Podcast Kurdiyê û behsa projeyên xwe kir.
DENGÊ ROJNAMEGERAN-RUŞEN TAKVA: Binpêkirinên mafê mirovan li Wanê 16.09.2020 18:19
Parlementerê HDPê yê Wanê @ muratsarisac binpêkirinên mafê mirovan ê li Wanê, lêdana şivan û îşkenceya cotkaran kuştina karkerê Erdîşî li Afyonê ligel @ Ru senTakva gotûbêj kiriye.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Rageşiya Yunanistan û Tirkiyê 11.09.2020 30:36
Rojnameger û nivîskarê naskirî yê kurd hêja @ BazidiTuran û @ BedirxanSalih gefên leşkerkêşiya Yunanistan û Tirkiyê geşedanên li Deryaspî di vê podcastê de şîrove kirine.
ROZA SIERRA- TÛRIK: Cebêlî Mîrê Hekêrî 05.09.2020 23:52
Divê beşê da em ê guhdariya destana Cembelî Kurê Mîrê Hekaryanê bikin. Dengbêj Ehmedê Qerejdaxî destana Cebêlî Mîrê Hekêrî bi devoka Qerejdaxê û bi meqama dengbêjiyê weke bûyer dibêje. @rozasierra yê amade kir. Kerem bikin.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Ber bi hilbijatinên serokatiya Amerîkayê 03.09.2020 18:27
Hlbijartinên serokatiya Amerîkayê, nêzîkatiya Joe Biden li kurdan, gotinên Joe Biden derbarê Tirkiyê mijarên vê podcastê ne. @ BedirxanSalih û Berpirsê Navenda Enformasyana Kurdî li Amerîkayê @ AKINinfo behsa hilbijartinên Amerîkayê kirine.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Cihê Rawîn ne zindan e 01.09.2020 8:17
Rawîn Stêrk ji 6ê Adara 2020an heta niha bi tohmetên bêbingeh hatiye zindanîkirin. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas dibêje girtina Rawîn keyfî ye û wan fêm nekiriye bê ka Rawîn bi kîjan tohmetan hatiye girtin. @ BedirxanSalih behsa doza Rawîn Stêrk kiriye.
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Kemaçe û kemaçevanîya Torê; ji duh heta îro 31.08.2020 45:26
Muzîkolog û antropolog Dr. Argûn Çakir fêrî kurdî bûye û li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û li kemaçê dide. Mevlüt Oğuz bi Dr. Çakir re li ser kemaçê û kemaçevanîyê hevpeyvîneke berfireh kirîye.
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Rêbaza Azad di Sînemaya Brîtanyayê de 26.08.2020 7:42
Guhdarên ezîz @ fatossterk di bernameya Kadraja Kurdî de li ser sînemaya Lindsay Anderson û li ser rêbaza azad ku di salên 1950an de li Brîtanyayê xwe nîşan didê podcastek amade kiriye.
DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Tûndiya li ser jinan berdewam dike 23.08.2020 16:14
Kuştin û tûndiya beramber jinan berdewam dike. Bi taybetî destdirêjiya karmendên dewletê beramber keç û jinên kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê êdî bûye diyardeyek. Rojnameger Perîhan Kaya derbarê destdirêjî û tûndiya li ser jinan podcastek amade kiriye. Li Tirkiyê di heyama 6 mehên sala 2020an de 124 jin hatine qetilkirin. 86 mirinên bi guman wekî "xwekuştin" derbasî qeydan edlî bûne û faîlên wan...
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Dengên peravên Behra Wanê 22.08.2020 10:26
Ajaldarên Wanê bi hatina biharê re pez û ajalên xwe dibin nava mêrg û çêmenên peravên hêşîn ê behra Wanê û wan di behrê de dişon. Ligel şuştina ajalan dengbêjiyê dikin. M. Salih Bedirxan dengên perav û gavanên Wanê di podcastekê de tomar kiriye.
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Mamosteyê ku bi KHKyê hatiye îxrackirin bi dersa kurdî debara xwe dike 22.08.2020 19:36
Her diçe rêjeya mamosteyên kurdî zêde dibe û ligel kurdan biyanî jî eleqeyekê ji bo zimanê kurdî nîşan didin. Gelo kurdî dikare bibe derfetek ji bo debarê? Ji bilî kurdan kî fêrî kurdî dibe û profîla xwendekaran çawa ye? Mevlüt Oğuz li dor van pirsan sohbetek bi dilsoz û mamosteyê Kurdî Rifat Yildiz re kir.
DENGÊ ROJNAMEGERAN-RUŞEN TAKVA: Malbateke bêweten a kurd 20.08.2020 13:49
Malbeteke rojnameger a ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber êş û azara li ser wan neçar dibin wetenê xwe terk dikin. Malbat,7 sal e li Wanê yê û li Wanê jî rastî gelek zehmetî û azaran tên. Ruşen Takva podcastek li ser çîroka wê malbatê amade kiriye.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Platforma dengê jinên kurd: Kurdish Women Podcast 11.08.2020 20:55
Rojnameger Zozan Yaşar û M.Salih Bedirxan podcastan û armanca Kurdish Women Podcastê amade kirine. Yaşar dibêje armanca Kurdish Women Podcastê belavkirina dengê jinan û destnîşankirina rola jinên kurd e, di nava komelgeha navdewletî de.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Îranê dest bi pêleke sêdaredanê kiriye 06.08.2020 15:19
Komara Îslamî ya Îranê dîsan dest bi li sêdaredana girtiyan, girtina çalakavanên medenî û kuştina kolberên kurd kiriye. Di nava mehekê de 10 girtî hatine îdamkirin û bi dehan kolber jî hatine kuştin. @Bedirxansalih û rojnameger Îskender Caferî behsa binpêkirinên mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê kirine.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Birîna Şingalê sarêj nebûye 02.08.2020 20:21
6 sal bi ser Komkujiya Şingalê derbas bû û hîn jî birîna xelkê Şingalê sarêj nebûye. Herwiha hêzên ne meşrû jî wêrankirina bajêr berdewam dikin. Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl rewşa xelkê êzdî yê Şingalê qonaxa jenosîd nasadina komkujiyê ligel @Bedirxansalih gotûbêj kir.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Rêwîtiya penaberan bo Wanê 20.07.2020 20:29
Spot/ Rojane bi sedan penaber ji ber şer û bêîstîkrariya li welatên xwe berê xwe didin Wanê. Di wê rêya penaberiyê de bêyî ku bigihên dawiya wan xeyalên xwe li nava sînorên Wanê koça dawî dikin. @BedirxanSalih û @RusenTakva behsa rêwîtiya penaberan bo Wanê dikin.
ROZA SIERRA- TÛRIK: Gundê Kerran 13.07.2020 5:21
Civat xweş e bi sê tiştan: ya bi sotin, ya bi gotin, yan jî kotin. @ rozasiera di bernameya Tûrikê de bi çiroka Gundê Kerran ku li ser metefora 'fikrê te çibe zikrê te jî ew e' pêşberî we ye. Guhdarên podcastkurdîyê kerem bikin em vê çiroka kurt û kurmancî guhdar bikin.
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Cîhan ji ber Koronayê dinale 11.07.2020 12:42
@ Bedirxansalih di vê xelka Rabêjê de geşadanên welatan bo peydakirina aşiya vîrusa Koronayê, zêdebûna vîrusa Koronayê li Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ligel akademîsyen û piporê mîkrobîyolojiyê li Swêdê Dr. Hişyar Yuksel re axivî.
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Dîrokçeya ferhengên kurdî û çend ferhengên bikêrhatî 25.06.2020 16:20
Mevlut Oğuz, di beşa pêncemîn a Derkenarê de li ser ferhengên kurdî/kurmancî sekiniye û dîmenekî giştî yên ferhengên kurdî derxistiye. Ferhengên pêşî yên kurdî kîjan in? Heta niha di kîjan waran de û bi kîjan zimanan ferhengên kurdî hatine çapkirin? Di kîjan waran de hewcedarî bi ferhengên nû heye? Bersiva van pirsan û ahagiyên zêdetir li ser ferhengan di beşa nû ya Derkenarê de ye.
Similar podcasts
Replaio is not a podcast publisher; show names, artwork and audio belong to their authors and are distributed through public RSS feeds.