Ömer Faruk Baran

Perxudres Podcast

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

Mindenképp látogasd meg a podcast oldalát, és támogasd a készítőjét: perxudres.com

Szerző

Ömer Faruk Baran

Kategória

Society

A podcast weboldala

perxudres.com

Legutóbbi epizód

2026. okt. 11.

Hol hallgathatod?

Podcastok az alkalmazásban Replaio Radio Hamarosan

A podcastok hamarosan megérkeznek az alkalmazásba. Telepítsd most, és láss elsőként egy teljesen új megközelítést a podcastokhoz

Letöltés a Google Play-ről Telepítsd ingyen Android közel 10 M letöltés · 4,8-as értékelés iOS hamarosan

Epizódok

#135. Azana Sibê ~ Payîz 2023 29.11.2023

Daweta wê xemê.

#134. Fîlmeka Ser Kuştinê | Qasim 2023 28.11.2023

Fîlmeka Ser Kuştinê ji dekaloga Krysztof Kieslowski nola navê xwe fîlmeka ser kuştinê ye. 

Di fîlmê de Kieslowski bi senaryoyeka sade his û hesasîyetên ser sûc û cezayan raber dike. 

 Gêncekî boş û betal dibe qatil di fîlmê de û avûqatekî nû dest bi meslekê kiriye avûqatîyq wî dike. 

Sûc û ceza ji Habîl û Kabîl vir ve hene û heta niha jî kesî nedîye ku cezayên jibo sûcan têne dayîn dinê xweştir...

#133. Dizên Traktoran | Meha Yanzdehan 2023 27.11.2023

Sînefîlan, kesên ser sînemayê dinivîsin, dişixulin çend caran ji min re gotibûn ku tiştekî meke here “Bisiklet Hırsızları”yê sêr ke. Bi navê xwe yê orîjînal î Îtalyanî Ladri Di Biciclette, ku mehneya wê Dizên Pisiqlêtan e û fîlmeka sala 1948an e, ancax talîya 2023an re bû nesîbê min ku ez rûnim wê sêr bikim. 

Piştî sêrkirina Dizên Pisiqlêtan min jî heqek da wan sînefîlan ku vê fîlmê di tarîxa sîn...

#132. Ax Derew Dinya 27.11.2023

Ji ⁠⁠⁠⁠⁠ perxudrespodcast.substack.com ⁠⁠⁠⁠⁠ tu dikarî li metn û fotografên vê podcastê binêrî. 📝📷 Eger tu bibî abone - belaş e - wê bultena Perxudres Podcastê her Pêncşem di saet 5:50 pm de were ser e-maila te. 💌 Te dît ku tu nikanî ji Substackê bibî abone ji omerfarukbaran@hotmail.com re silavekê bişîne, ewê te bike abone. ☘️ Perxudres Podcast li ser sosyal medyayê tuneye, loma jî destekên te...

#131. Bikujin Yarên Xwe 26.11.2023

Kill Your Darlings, ku mehneya wê Bikujin Yarên Xwe ye, bi navê xwe bala min kişand. 

Fîlma 2013an, ji 1944an behsa Allen Ginsberg û derdora edebîyatê ya Unîversîteya Columbia dike. 

Allen Ginsberg û hevalên wî bi şor û şiîrên xwe salên 1950 û 1960î bûne rêberên Beatnîkan. 

Beatnîk piştî du herbên mezin yên dinê li mehneya heyatê gerîyane ku tecrûbeyên bi eşq û evîn û eroînê ti carî têra wan ne...

#130. Fireng û Domatesên Şener Şen 26.11.2023

Ji ⁠⁠⁠⁠⁠ perxudrespodcast.substack.com ⁠⁠⁠⁠⁠ tu dikarî li metn û fotografên vê podcastê binêrî. 📝📷 Eger tu bibî abone - belaş e - wê bultena Perxudres Podcastê her Pêncşem di saet 5:50 pm de were ser e-maila te. 💌 Te dît ku tu nikanî ji Substackê bibî abone ji omerfarukbaran@hotmail.com re silavekê bişîne, ewê te bike abone. ☘️ Perxudres Podcast li ser sosyal medyayê tuneye, loma jî destekên te...

#129. Ji Zimanan Dûr 25.11.2023

Loin Des Hommes, ku mehneya wê Ji Însanan Dûr e, fîlmeka ser herba Fransa û Cezayîrê ye. 

Min fîlm jiber ku ji çîrokeka Albert Camus hatiye çêkirin vekir sêr kir.

Di fîlmê de bi peyvên Albert Camus, bi perspektîfa wî hal û hikayetên hidûdan hene. 

Hidûdên zimanan, hidûdên dîn û îmanan û hidûdên edalet û merhemetê li herbê. Tê bîra min, min cara pêşî bi xêra futbola Zinedine Zidane meseleya Fran...

#128. Yazmesora Min - Selvi Boylum Al Yazmalım 24.11.2023

Selvi Boylu Al Yazmalım, ku fîlmeka sala 1977an e, klasîkeka sînemaya Tirkan tê qebûlkirin. 

 Fîlm di zarokîya min de car caran derdiket televîzyonê, bes ti carî fersend çênebû ku ez fîlmê ji sêrî heta talîyê tam sêr bikim. 

 Ku ez bi edebîyatê ketim û elimîm fîlm ji esereka Cengiz Aytmatov e min nîyet kir ku ez orîjînala eserê bixwînim, lê ew jî wer nebû qismet. 

 Çend ro berî payîza 2023yan b...

#127. Aîdîyet, Bêmehne û Pûç 24.11.2023

The Future Tense, ku fîlmeka sala 2022yan e, bi heyat û hikayetên ji Îngîltere û Îrlanda meseleyên aîdîyetê raber dike. 

Di fîlmê de jin û mêrekî ku karên sînemayê dikin metin di destan de heyat û hikayetên nasên xwe dixwînin û li hisên aîdîtîyetê digerin bi pirsên nola Îrlandîyek çito dibe Îrlandî, Îrlandîyên bi Îngîlizî şorê dikin ser zimanê bavûkalên xwe çi dibêjin, di mabêna London û Dublinê...

#126. Piaf û Madam Padam 23.11.2023

Ji ⁠⁠⁠⁠⁠ perxudrespodcast.substack.com ⁠⁠⁠⁠⁠ tu dikarî li metn û fotografên vê podcastê binêrî. 📝📷 Eger tu bibî abone - belaş e - wê bultena Perxudres Podcastê her Pêncşem di saet 5:50 pm de were ser e-maila te. 💌 Te dît ku tu nikanî ji Substackê bibî abone ji omerfarukbaran@hotmail.com re silavekê bişîne, ewê te bike abone. ☘️ Perxudres Podcast li ser sosyal medyayê tuneye, loma jî destekên te...

#125. E-maila Guhdar L. û Kaos 22.11.2023

22yê meha 11an ya 2023yan Guhdar L. e-maileka xatirxwestinê şand. 

Di e-mailê de Guhdar L. gotiye ku xîtaba min, Guhdar L. yanî bi wê hinekî giran hatiye. 

Gorey gotina Guhdar L. em ji xwe re şexsîyetan çêdikin, em dûre bi wan xwe wenda nekin û bi rol û maskeyên nû her tişt li nêv hev dikeve û kaos çêdibe. 

Guhdar L. gotiye ku hesabê ew pê e-mailan dişîne sexte ye û gotiye loma jî ew jiber vê k...

#124. Bekar Anne û Payîn | Qasim 2023 22.11.2023

‘’Bekleyiş’’ ya Aslı Akdağ, ku mehneya wê ‘’payîn’’ e, fîlmeka ser dayikbûnê ye. Aslı Akdağ qirar daye ku bêyî ku bibe bûk bibe dê û di vê midetê de çi hatiye serê wê bi kamerayê qeyd kiriye, daye qeydkirin. Bi Îngilizî ‘’single mom’’ e Aslı Akdağ, bi Tirkî ‘’bekar anne’’; li cem me hîn eybeka mezin e ku jinek bêyî ku mêr bike, bêyî ku bibe bûk rabe bibe dê. Ez î çûk bûm hîn, zar bûm. Êvarekê em l...

#123. E-maila Guhdar L. û Eternity 21.11.2023

21ê meha 11an ya 2023yan Guhdar L. bi e-mailê metneka li ser kaxetekê şand. 
“Di van mehan de tenê bi tiştekî girêdayî dinyayê me. Cîrana min a ku bi min re heman muzîkê vedike. Kî ye? Yeke çawa ye? Min go em hev binasin.. Paşî pey neketim. Dibe ku nas nekim û xeyal bikim çêtir e. Wek min tenê ye? An jî keçikek biçûk e.. Ku berî dibistanê, bi cîranê xwe re dileyize. Her tişt zû diqede. Ev gumana b...

#122. Fîlmeka Ser Eşqê 20.11.2023

Krotki Film O Milosci ya Krzysztof Kieslowski ku ji dekaloga wî fîlmeka ser eşqê ye heyecan û hezeyanê raber dike.

 Di fîlmê de heyecan heyecan e ku bi meraqê çêdibe û hezeyan jî hezeyan e ku bi eşqê xwe dide der. 

 Eşq û meraqa Kieslowski bi xwe însan e û kameraya wî di vê fîlma ser eşqê de dibîne ku însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne. 

 Kin bibirim, gêncek di fîlmê de bi dûrbînê...

#121. Heyatên Bohem û Qehwe | Qasim 2023 19.11.2023

Aki Kaurismaki bi La Vie De Boheme fîlmeka ser heyata bohemên Parîsê çêkiriye. Fîlma reş û sipî ya sala 1992yan bi muzîsyen, resam û nivîskarekî hal û hikayetên heyatên boheman raber dike. Di fîlmê de xizanî û perîşanîya boheman bi romantîzeka rengîn û bi mîzaheka îşê entelektuelan heye. Ê muzîsyen mesela dibêje Balzac royê 70 fîncan qehwe vedixwarine. Payîza 2023yan ez jî bi qehweyan ketim. Latte...

#120. Mesaja Guhdar H. û Şiîrek 19.11.2023

19ê meha 11an ya 2023yan Guhdar H. ji Whatsappê tevî fotografekê mesajek şand. Di fotografekê de, li deftereka spîral şiîreka min hatibû nivîsîn û di mesajê de wanî nivîsîbû Guhdar H.: Silav Ömer, hêvî dikim tu rind û silamet bî 🪷 Hevaleka min heye niha di 57 salîya xwe da biryar da ku hînî Kurmancîya ku ji bîrkirîye bibe, min jî rabû “Zilfên Zelîxayê” ji re şand, gotîye “tüylerim diken diken old...

#119. Teoman - Çavên Zîz 18.11.2023

“porê te şil e yan heyat şil e?” min got bo te tim bi baran e ba? çavên te dûr ketin yan pirsan tu qeherandîyî? ma tim bi payîz e çavên te yên zîz? bibe kulîyê berfê, were ser zimanê min kulîyê berfê dihele li devê min Teoman - Deniz Özbey

#118. E-maila Guhdar L. û Romana Georges Perec 17.11.2023

17ê meha 11an ya 2023yan e-mailek şand Guhdar L. Di e-mailê de wanî nivîsîbû: Silav ! Ji nameya aciz bûm, nivîsa min qet ne xweşik e ya. Tu pir behsa şevên bêxew dike. Xewên demên berê jixwe nema nin,  kengî xewnên me yên rengîn qediya , xewên me jî di nava şevan de herimî.. Tu romana " Uyuyan Adam Georges Perec” xwendiye gelo ? Eger tu nexwandibe dikari li ser Mûbiye, fîlmên wê heye di sala...

#117. Dinyayeka Din û Un Autre Monde 17.11.2023

Un Autre Monde ya Fransî, ku bi Kurmancî mehneya wê Dinyayeka Din e, fîlmeka ser kapîtalîzm û bêmerhmetîya wê ye. 

Fîlm, kapîtalizm însanan çito diguvişîne, wan çito ji nas û dostên wan dûr dixîne, ji plazayan bi dîyalogên dirêj raber dike. 

Jiber wan dîyalogên dirêj min hinekî bi zorê fîlm heta talîyê sêr kir. Tam min dikira fîlm berda ku min ji xwe re go zati qesta fîlmê jî raberkirina van dîy...

#116. E-maila Guhdar L. û Jinbûn û Zeki Demirkubuz 17.11.2023

Guhdar L,  Te di mektûba xwe de bi bêrîkirinekê behsa giranî, fedî û heyecanên zemanên berê kiriye. Çito tu bêrîya wan royan dikî ez jî deh qat bêrîya xewa zemanên berê dikim. Vê şeva tarî û zulûmat jî parçek xew neda min ku ez pê çavên xwe bigirim. Mîna mektûbên bi bîn, xweziya mektûbên bi xew jî hebûna. Min mektûb bixwenda û ez pê hişk di xew ketema. Dema xortanîya min telefon hêdî hêdî diketin...

#115. Kitab û Fîlma Martin Eden 16.11.2023

Martin Eden ya Jack London ji zarokîya min vir ve li ber çavê min diket, lê wer nedibû qismet ku ez bixwînim. Payîza 2023yan, royeka bi baran min qirar da ku ez rûnim ji MUBIyê qe nebe fîlma Martin Eden sêr kim. Min fîlm vekir û xwe li ber dirêj kir ku çend sahneyên pêşî hatin bîra min. Herhal berê min fîlm vekiribû, nîvçe hiştibû. Rind e min go, rind e ez îcar biqedînim. Ji qesweta barana payîzê...

#114. Bextê Kieslowski, Trên û Cixare 15.11.2023

Przypadek ya Krzysztof Kieslowski, ku bi Tirkî Kör Talih e, ji sala 1987an fîlmeka dramatîk û polîtîk e. 

MUBIyê ser Przypadekê gotiye fîlm zorbûna lihevkirina îdealên sîyasî û kenûkêfa şexsî raber dike. 

Kieslowskiyê ku bi realîstbûna xwe tesîr li min kiriye di Przypadekê de bi trênê, heyatê her carê dibe hêlekê. 

Herî li trênê siwar bî heyatek, negihijî trênê dîsa heyatek, heta ku talîya talî...

#113. E-maila Guhdar L. û Stîla Nivîsan 15.11.2023

Guhdar L. 14ê meha 11an ya 2023yan bi e-mailê mektûba xwe ya duduyan şand. Di mektûbê de wanî nivîsîbû: Silav! Ez L :) Min podcasta te gohdar kir. Wexta nivîsa xwe bi dengê te gohdar kirim xoşa min çû. Ji bo peyvên te bi dilê germ zor spas dikim. Min merak kir eceb min kê/kî aniye bîra te:) Ez dixwazim carcaran dilê xwe vala bikim bi vî şiklî gelo ji bo te dibe pirsgirêk? Vê gavê li xwe baş binêre...

#112. E-maila Guhdar L. û Her û Spike Jonze 14.11.2023

13ê meha 11an ya 2023yan derengê şevê e-mailek hat ji min re. Navekî efsûn têde, ku bi Lyê destpê dikir, bi e-mailê re fotografên mektûbeka li ser kaxetê hatibû nivîsandin şandibû. Min ji e-mailê vekir, xwend mektûb. Guhdar L. wanî nivîsîbû di mektûbê de: Silav! Niha li ser Spotifyê li podcastê gohdar dikim. Naskirinek ji bo min piçkî derengî ye. Dengekî şikestî ye. Beriya her tiştî em qet hevdû n...

#111. Min Berî Baranê Bîr Bikira 14.11.2023

EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗 ⁠ ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ www.patreon.com/perxudrespodcast ⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan dest...

Hallgasd a(z) Perxudres Podcast podcastot a Replaióban

Rádió és podcastok egy alkalmazásban - ingyen és regisztráció nélkül. Telepítsd még ma, és ne maradj le a premierről

Letöltés a Google Play-ről

A Replaio nem podcastkiadó; a műsorok nevei, borítóképei és hanganyagai a szerzőiket illetik, és nyilvános RSS-csatornákon keresztül terjednek.